Hasan Kaya /STENBOL
SILHO
Te; temenê xwe danî ser piþta karxezalekê
Xortaniya xwe li ber bayê payîzê dêrand
Ne ji hespê evînê re bûyî xweþsiwarek
Ne jî di kanîka dilê xwe de rûperiyek vemeyand
Li ser wêneyê rabirdûya te, bi tenê biþirînek
Û deriyê dahatûyê li ber te girtî
Di nav “hal” de gevizî tu…
Neqþek ji pêla xweþiyê,
Kêliyek ji kakilê aramiyê
Dîrhemek mizgînî, kanî…
Te lingên xwe kirin dara kelemçeya bîrdoziyê,
Rabirdû li pey te xijiqî
Dahatû doxeke di stûyê te de,
“Dema niha”; tilsimeke bi girêk e, di bazbenda te de…
06.07.2004
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org