|
-
|
- TENÊTÎ,
ÞEV Û PERA
- 11/7/2007
|
-
-
-
- Heçku
þeveke tije þerab, reqs, sohbet û mitale li pey xwe hiþtibe;
bi çavên werimî, porê gij û rûyekî tirþ ji nav nivînan
rabû.
-
- Lê
tu þev li paþ xwe nehiþtibûn. Li lotikxane û xwaringehên
bi muzîk, mirov teze li sohbet û reqsê germ dibûn. Bajêr; hêdî
hêdî delalî û rindiya yakamozê, tama masî, eraq û þerab
û mezeyên curbecur… xweþikiya bedenên narîn ên jinên
reqsok, þahîkiya dengê nermîn ê stranbêjên naskirî amade
dikir, ji kesên xwedî kêf û þehînetê re.
-
- Þev
di destpêkê de bû. Êvar li wî wergerîbû þevê. Lewre
“Dem” di ferehî û xweþiyê de dihele…di tengî û jankêþiyê
de dicemide.
-
- Ji
nav nivîna xwe ya heçku ji xwediyê xwe xeyîdî be, wisa
belave… têrxwêdan û ku çend roj in nehatibû rastkirin rabû.
-
- Çavên
xwe firkandin, serê xwe kire nava her du destê xwe,
bi pêçiyên xwe porê xwe paþve bir.
-
- Bi
gavên sist, ji xwe nebawer ber bi pencereyê ve meþiya.
-
- Li
bajarên ku gelek caran kes di hundirê mala xwe de dimirin,
heta ku bîhn bi laþê wan dikeve, dawî der û cîran xeberê
didin þarevanî û polîsan an jî lêzimên wan dikevin þike
û diçin li deriyê wan dixin, wê gavê bi mirina wan dihesin;
tenêtî, deriyekî revê, dermanê neçareskirina pirsgirêkan
û serhildaneke li dijî civaka bêdad û nebihîstyar e.
-
- Kesê
ku li hemberî nakokiyên jiyanê naçar, li hemberî arîþe û
tengasiyên dijwar bêzar dibin; heçku xwe biavêjin himbêzeke
dilovan a dê û yarê…xwe bêhiþ diavêjin nav atmosfera tenêtiyê.
Ji bo kesên wisa, belkî tenêtî pirhejmarî ye…belkî rengîn
e, belkî bi bîhn e.
-
- Dibe
ku tenêtî ji kesê dilþad re kelê, rijî, bêdeng, bêreng
û bêhest be…lê mirovê naçar wateyeke ku her çav û her
feraset nikaribin têbigihîjin lê bar dike, kirasekî ku
herkes tênegihîje, pê nizanibe li bejna tenêtiyê dialîne.
-
- Çend
roj bûn ji nav nivînan diçû ser komputurê. Bi saetan li ser
komputurê dima. Lê peyvek jî nedinivîsî. Tenê nûçeyên
kevn dixwendin, li malperên felsefeyê digeriya di înternetê
de.
-
- Ji
ser komputurê radibû, diçû metbexê mistek kakilê guzan,
behîv û findik dianî. Ev xwirek diketin þûna taþtê û
firavîna wî. Êvarê sêvek an mistek mewîj dixwar. Ev jî
dibû þîva wî.
-
- Van
rojan, bêje hema riya wî bi serþokê neketibû. Ne ji bo
rihkurkirinê, ne jî ji bo serþuþtinê. Dibe ku çend caran
ji bo destþuþtin û rûþuþtinê çûbe serþokê. Li neynikê
nêrîbû; lê zû berê xwe ji çavên werimî, porê gij û
riha dirêj guhertibû.
-
- Tenê
dema li neynikê dinêrî têdigihîþt ku bi tenê ye…jiyana
rasteqîn dihate bîra wî. Di barê “Neynik û Tenêtî”,
“Neynik û Rastî”yê de, dixwest gotarekê binivîse lê bi
tu awayî biryar neda ji bo nivîsandinê.
-
- Dema
di barê “Neynik û Tenêtî” û “Neynik û Rastî”yê
de hûr bû; ji nû ve deh car, sed car li ser gelek têgihên
ku ewê di dahatû de, di romana wî de bibûna mijarên sereke
fikirî. Bi têgihan lîst. Peyv berevajî xwendin, peyvên
dijber anîn ber hev.
-
- “Dost…ol…welat…þoreþ…xortanî…dem…fersend…hezkirin…evîn…zewac…zarok”
-
- Ev
têgih, digel hewa bi nêmî a bajêr, dengê firokeyên ku ji
balafirgeha “Yeþilköy” bi hewa diketin û datanîn; dibûne
giraniyek li ser mêjiyê wî.
-
-
- Havîn
li hemû welatan miþkule ye ji beden û psîkolojiya mirov re;
lê li vî metrepolî wexma hêmiyê wekî þîre û demûþê
kincê mirov bi laþ ve dizeliqîne, xewê li mirov diherimîne;
laþ beden giran û bêzar dike.
-
- Li
metrepolê ku hewa wî di nav saetekê de, car caran tê
guhertin; carcaran bayekî hênik ji aliyê Bosforê tê û kincên
mirov ên ku ji xwêdanê þil bûne, bi laþê mirov ê dewixî
ve dizeliqîne…di demê weha de, xwarinên herî xweþ bêtam
dibin gelek caran li restaurantên elît û naskirî; tenê
mirov dixwaze xwe bera nav aveke sar bide, xwe bispêre siya çinareke
kevnar û gotinene nazik û birehm.
-
- Wî
xwe navêtibû pêsîra yareke lêvqelew, çavzeytûn,
porzer…xwe nespartibû dilê dostekî bi wefa, neçûbû ber
bi keviyeke hênik a Marmarayê. Na, tenê xwe teslîmî tenêtiyê
kiribû.
-
- Destê
xwe avête fihrîsta nav û jimarên telefonê. Ji “Z”yê
berepaþ dest bi xwendina navan kir. Nav û hejmara telefonê, hîseke
ku mirovan vebijêre, hestê poþmaniyê, pê re çêkir. Ji xwe
re got: “Gelo çima ev nav di nav fihrîsta min de maye…gelo
çima felan nav di nav fihrîsta min de cih girtiye?
Pirs…pirs…mitalên bêwate…germ…dengê firokeyan.
-
- Xwe
dirêjî newala zaroktiyê kir. Pêreçêbûna ramana ateîzmê…ew
kêliya yekemîn car vexwarina alkolê…yekemîn car pevþabûna
bi jinekê re…yekemîn car ketina nav pêla evînê…yekemîn
jana mezintirîn…yekemîn dilþadiya herî mezin…derbasbûna
di ser pira îdelojiyê re…kamilbûna kesayetiyê û riya dirêj…dûdirêj.
-
- Me
gotibû bi gavên sist û tirsnak ber pencereyê ve meþiya. Meþiya
û li hîva ku ji toz, dûmanê fabrîkeyan, gazên sera û hewa
xerab bi xumam dixuya temaþe kir.
-
- Serê
gurekî li nava hîvê diyar bû li ber çavê wî. An wisa xuya
dikir, yan jî ber dengê diruþmeyên milîtanên partiyeke rasîst
ku gur dihebîne gur lê eyan bû di nav baskê hîvê de.
-
- Wan
diruþmeyên ku bîhna dîskrîmînasyon û þîdetê ji wan
difurî, tenêtî û bîhntengî lê zêdetir dikir.
-
- Ji
niþkê ve û bi lez pantolonekî kot û tiþortekî berstika wî
glover li xwe kir. Sola sport wergirt beziya kolanê. Bi lez li
erebeya xwe siwar bû, berê xwe da navenda bajêr a herî
qelabalix. Di cadeya “Îstîkal”ê, cadeya navdar, navenda
fuhuþ, kêf, zewq, sefahat, huner û peyasê dest bi straneke
rock kir. Bi zimanê qedîm ê nîvqedexe ku li Tirkiyeyê
milyon kes pê diaxivin l êli wî welatî milyon hemwelatî jî
hîç pê nizanin, strand.
-
- Cotek
dergistî, di ber re derbas bû bi heyranî lê nêrîn…belkî
ji wan we ye ku ew kesekî Spanyolî ye…kî zane.
-
- Xwest
tîna xwe bi qelabalixê û dengê straneke qedexe ya rock bikewîne.
-
- Bi
bayê bezê, ji qada Taksîmê berê xwe da Quleya Galatayê ya
ku wekî lehengekî serhildêr, serbilind ku xwe li ber tu hêzê
netewîne.
-
- 11.07.2007-Stenbol
-
-
- e-mail:
hasankaya47@hotmail.com
-
|
- Netkurd
|
|
|