HASAN
KAYA/ STENBOL, 08.07.2004
TESLÎMÎ TE ME
Dengê þahiya dilê te
Dimijê lêvên min,
Bêhna memikên sedefî
Di bîbikên min de reqsok
Siya awirên te
Sitara serê min e
Lêkhatina gewriya qulingî
Vedimirîne tîna min,
Û bo min wargehê avjêniyê ye bedena te
Her ku em dibine yek-wicûd
Guneh namînin li ser min
Zeremûyên li ser hinarikên te
Kûrahiya giyanê min miz didin
Dilê min perestegeh e, bo eniya te
Laþê min pird e, here were…
Di hemû pirtûkên pîroz de
Geriyam ez li sirra te,
Li hemû xerab-rêyan
Dipêm þopa piyên te
Di hemû þevên bêqudoþ
Zemanê kordûnde,
Kêliyên tik û tenê,
Qewmînên xedar de
Û dema ku weke pitikeke birçî
giryok bûm ez,
Xwe diavête paxila te..
Te hemû xêr û bereketa xwe
Fûrande nav dev û lêvên min
Te bi hemû himeta xwe rapêçam
Bi hemû movikên xwe
Coþiya bedena xwe bera nava min da…
Ëdî te tenûra hestan dada
Niha giyanê min þahîk e
Dilê min tenik;
Hevsarê min,
Di destê te de
Bi ku ve dibî bibe…
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org