HASAN KAYA
WÊ
ÊVARÊ
Li wir,
Li mextela sozdayinê
Li ber çavên te
Min xwe bi ava êvînê þûþt
Li wir,
Wê êvarê,
Li ber çavên te
Min ala hezkirinê daçikand
Li wir,
Wê êvara kamafrîner
Te teþiya cazibeyê rêsand
Min peymana ehdê eþkere kir
Wê êvarê,
Çavên te, tilî û lêvên te
Birû bijangên te,
Peyama mizgîniyê dane e min…
Havîn’2004-Stenbol
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org