ZARGOTÝNA KURDÎ
         
 
Hasan KAYA
27.01.2003/ STENBOL
 
 
Kî/kê ji me yên ku di nav malbateke kurdawarî mezin bûbin tune ne ku dayika wî, dapîr, met an jî xaltiya wî çîrok jê re negotibin û ew di xew ve nebiribin. Ma heta hetayê þop û bandora wan çîrokan dê bi me re nemîne? Di jiyana me ya rojane de, bandora wan çîrokên ku destûbirakên me yên zarokatiyê ne, bê hemdê me ji binê hiþê me, ji nava dil û mêjiyê me xwe bera ser dev û lêv, çav û tevgerê me dide.
 
Cîhana medenî û pêþketî, ev hêjayiyên xwe, bi metodên zanistî berhev kirine. Ew parastine û derdestî zimanzan, þaî, wêjenas, þanoger û hwd. kirine. Da ku bikaribin bi rehetî bixebitin; ji bo lêkolîneran bi tenê ji bo vî karî sazî û dezgeh damezrandine. Bi dehan kadroyên ku bi tenê debara xwe li ser vî karî dikin, veqetandine. Avahiyên çend tebeq, erebe, alavaên teknîkî û hwd. ji bo vî karî terxan kirine. Bi ser de jî, ferman hatiye belavkirin ji bo hemû dezgeh û saziyên fermî, “kîjan lêkolîner û berhevkarên keleporê were bajarê we, hemû derfetên xwe ji wan re terxan bikin.”
 
Ev karên ku ez çêl wan dikim; di sedsala 15-17. hatiye kirin.Em sê sed- çar sed salî li pey wan dimeþin. Îro ji sibe paktir e, gelek hêjayiyên me, dê ji ber pêþveçûna teknolojiyê û polîtîkayên piþavtinê ji holê rabin. Leza me heye. Ew kesên ku bawerî bi ruhekî amator, sivîl heye, divê ji xwe re wekî peywir bipejirîne; bi hêviya tu kesî ve nehêle, karê berhevkariyê bike.
 
Gelek camêr, bi evîneke xurt, bi sebreke gewre û ruhekî amator û sivîl; bêyî ku kes ji wan re bibêje bike; an jî bêyî ku li hemberî vê xebatê hêviyeke madî bixwazin, vî karê hêja dikin. Ez bawer dikim, mîras û madalyona herî giranbuha ya ku ew li pey xwe bihêlin ev xebat e.
 
Piþtî karê berhevkirinê; êdî peywir a lêkolîneran e. Çi ji kê re peywist e, fermo bila rahêje bibe. Vewejartin û tasnîfkirin karê wan e. Alîkariya ji bo danasîn, gihandina ber destê lêkolîneran  jî li ser milê enstîtuyê ye.
 
Beriya salekê, dema enstîtuya kurdî ya li stenbolê pirtûkên ku ji zargotina kurdî pêk tên çap kirin, hinek camêran rexne lê girtin. Gotin çima enstîtu van pirtûkan çap dike? Qey weþanxane ye? Ev pirseke ne di cihê xwe de, ye. Xweziya weþanxaneyeke ku xweyîtî li van berheman bikira hebûya, wê demê endamên enstîtuyê, dê bi tenê karê berhevkarî û lêkolîneriya folklorê bikira. Ji xwe pirtûkên kurdî ên ji bo xwendinê (roman, þiîr ûn hwd.) jî mesrefa xwe dernaxin. Îcar dê çawa pirtûkên ku ji bo arþîvê û parastinê ( ne ji bo ku gel kurdî ji wan hîn bibe, an jî pere jê bêne qezenckirin) têne amadekirin çap bikin?
 
Ji xwe weþanên mîna van nimûne ne. Naxwe di arþîva enstîtuyê de, gelek berhemên folklorîk hene. Ger ku rojekê li Tirkiyeyê bibn xwedî statu, wê demê di kursî fakulteyên ziman, wêje û folklora kurdî de, ev berhem dê bêne hêjandin û çapandin.