|
AYÞE BARAN Hesen Kizilkaya
Li
gorî dîtina min li cîhanê nirxa herî mezin dayîk in. Tu tiþt ji wan
bi qîmettir nînin. Ji bo dayîkan jî nirxên herî mezin zarokên wê ne.
Tu malên dinyayê jî ji zarokên wê ne çêtir in. Di vê nivîsê de ez
dixwazim nameya dayîkek pêþkêþî we bikim. Bi vê nameya xwe dayîka Ayþe
ji bo dîtina kurê xwe bi navbeynkariya min alîkarî ji guhdarên radyoya
Dengê Mezopotamyayê dixwest. Tesîreke gelek mezin li min kir û ez
dixwazim vê nameya dayîka me ya hêja ku bi Tirkî þandibû û min jî
wergerand Kurmancî, bi we re parve bikim. Lewra ev birîna dayîka Ayþe
Baran, tenê aliyekî trajediya gelê Kurd e. Xebatkarên
Hêja yê Radyoya Dengê Mezopotamyayê... Merheba
Kurê min A.Rahîm; Di
serî de te û hevalên te silav dikim û her du çavên te maç dikim. Kurê
min ê delal Baran! Ev bû 10 sal tu ji me qetiyayî. Di vê demê de me ji
te ti agahî negirtine. Li gel me ewçend lekolîn jî kir, derbarê te de
me ti agahî bidest nexistin. Di dawiyê de birayê te yê li girtîgehê ji
min re got, `Dayê, ji Bernameya Tîrêjên Rojê re nameyekê binivîsîne,
dibe ku dengê me bibihîze.` Ez jixwedê dixwazim bi vê nameyê tu dengê
me bibîhîzî û roniyekê ji me re biþînî. Kurê
min, roniya çavê min! Ji ber ku ez her roj li te dihizirim, dilê min diþewite
û teng dibe. Ger ku tu nameyê dibîhîzî ji me re agahiyek biþîne. Em
dixwazin dengê te bibîhîzîn. Tu çi dixwî, çi vedixwî û çi dikî?
Ji bo vî dilê birîndar bibe dengek kurê min. Êþa her rojên bê te,
tenê ez û xwedê dizanin. Ji çûyîna te û vir ve min ne agahiyeke te
girt û ne jî silaveke te. Zalimtiya
demê û tinebûna te weke kabûs dadikeve ser bedena min. Ez weke evîndarê
ku li ber qeraxê demê teriqîbim, min bavan vekir ji welatên azad re. Îro
bi bîranînên me yên bi hev re, niha jî ez di hesta veqetandin û tinebûna
te de dijîm. Zangoçên veqetandinê qet ji ber derîyên me kêm nebûn.
Niha jî ez li bendê me ku bayên hêviyê li deriyê min bixe. Bi çavên
vê cîhanê gelo ez ê carekî din te bibînim? Gelo ez ê te bibîhîzim?
Min tu 9 mehan di nava zikê xwe de hiþtî, êþa vê veqetandinê ji êþa
zayinê zêdetir bandora xwe li dilê min kir. Min tu mezin kirî, lê
bi çavê dayîkê min carekê li te mêze nekir. Dengekî bide min kurê
min! Ez dibêm qey dem sekiniye. Her roj li bendê me ku xeberek ji te were. Gelo
ev êþa dayîka kengê yê bi dawî bibe. Çi êþeke me ya bê dawî
heye!! Emê her tim wiha li benda xebereke we ya reþ bimînin û emê
rondikên çavê xwe birijînin. Ma gelo emê qet kêfxweþ nebin? We ji bilî
êþa ti tiþtekî neda me. Hema carekê ava sar li dilê me bikin. Dayîna
agahiyekê ma qet nayê bîra we. Ez dayîk im, nizanim êdî derdê xwe ji
we re çawa bînim ziman...Tam 10 sal in ku tu çûyî. Tinebûna te, weke
guleyê li dilê min ket. Ez nizanim tu dijî an jî najî. Yek ji we di
hundir de ye, yek jî li serê çiyan e. Ne þeva min þev e, ne roja min
roj e. We bihara min guherand zivistanê. Her þev li stêrkan dinêrim.
Dema stêrkêk dixurice, ez xwe dixwim kurê min! Di hundirê min de tirseke
bê tarîf çê dibe, dimirim dimirim û zindî dibim. Ez dizanim, ku wê þevê
jî þêrek ketiye nav axê. Ez
dayîkeke çavê wê bi girî û dilê wê biêþ im. Dilê min weke agir
dikele. Çi mafê te heye tu min bê agahî bihêlî? Tu qet li min nahizrî?
Ew ê her tim wiha çavê me li rê li benda xeberê we be? Çivîk jî dema
ji hêlîna xwe derdikeve tê paþê ji diya xwe re dibêje. Û qaþo em dayîk
in, mirov in, xwedî hizr û hest in. Ma qey ez nizanim rêya we rast e? Ji
bo gelekî di nava tariyê de maye hûn dibin ronahî. Pêdiviya me bi
ronahiya we heye. Lê tu mafê we tine ye hûn dilê me reþ bikin. Axx
kurê min! Ev çend sal e tu bê dengî, çima? Tu qet li min nahizirî? Her
roj, her þev ez dihizirim, nizanim çawa nan di qiriqa min re derbas dibe.
Aliyekî min hêrs, aliyekî min jî bi hezkirin û bi hisretê tijî ye.
Gelo ez ê carekî din te himbêz bikim an na? Ez
carna te di xewna xwe de dibînim. Þaþ fêm neke, gazinê min ne ji te ne,
ez ji hisreta te nizanim çi dibêjim. Dema tu çûyî û dema te xwe berda
nav rêyên dirêj û þevên tarî, te piþta xwe de zarokatî, ciwantî,
êþ û kêfxweþiyên xwe ji me re hiþtin. Û êþa mina herî mezin jî
ew bû ku min qerînên di dilê te de ji te nepirsîn. Dema birayê te jî
tu dîtî, me çiqas êþ kiþand. Niha rewþa me ji wê rewþê girantir e. Paþê
birayê te A.Selam kete girtîgehê, cezaya muebetê girt. Birayê te jî
her tim li te dihizire; dibê `xwezî dema çû min carekî ew bidîta`. Bû
15 sal tu nedîtiye. Kurê
min ê delal! Piþtî ku tu jî çûyî me di sala 1998an de mala xwe ji
Edenê bar kir Îzmîrê. Rewþa me hema bêje baþ e. Bavê te jî baþ e,
pir bêriya te dike, silavên xwe ji te re diþîne û çavê te maç dike. Di
cejna Remezanê de li girtîgehê hevdîtina vekirî hebû. Em çûn cem
birayê te. Weke ku min tu himbêz dikirî, min birayê te himbêz kir. Di
hevdîtina vekirî de me pê re wêne kiþand. Birayê te baþ bû, gelek bêriya
te kiriye û silavan ji te re diþîne. Birayê te jî wê name ji te re
binivîsîne, hêvî dikim ku name bigîhîjin te. Êdî hisreta we ji dilê
min re giran tê. Nîvê temenê min, bi agahiyeke li ser çol û çiya û
li ber deriyê girtîgehan bi êþan derbas bû. Tu li wir, birayête li
vir, weke çivîkên koçber car diçin wê derê, car tên vê derê. Min
tu bi þîrê xwe yê helal mezin kir, lê bi çavên dinê ciwantiya te nedît.
Qet tu nebêjî `dayê xemgîn nebe`, dile ev kurê min, dil tehamulê gotinê
nake. Ez
dibêm qey hemû xirabiyên cîhanê li ser serê Kurdan dibare. Ew çend
zilim çima rastî me tê? Çima jiyaneke weke mirovan ji me re zêde dibînin.
Dawiya vê zilmê wê kengî were? Ez dizanim ti gunehê te tine ye. Tu gula
min ya her daîm zindiyî. Ez nikarim hemû gotinên xwe li vir bêjim, ez
çi dibêjim ji êþa xwe, ji xemgîniya xwe dibêjim. Wa
tu dibînî, zalimtiya demê ji her alî bandora xwe li ser me daniye. Ji dîroka
me êþ û trajedî qet kêm nebû. Tiþtê ku para me jî ket, êþa vê
veqetandinê bû. Delalê min, xemgîniya min dikare çiyayan bide girîn.
Çawa ku li ser çiyayên Agirî mij û moran qet kêm nabe, ji dilê min jî
qet êþ kêm nabe. Êþa bi hisret û hezkirina bi xemgînî, min dorpêç
kiriye û dema ez te bi bîr tînim, rondikên çavê min tê xwarê. Tenê
daxwaza min, agahiyeke baþ ji te bigirim. Tu vî dilê min ê birîndar kêfxweþ
bikî û ez ji van waran bi çavên vekirî neçim. Ev 10 sal in ez li benda
agahiyeke te me. Min kevir danî ser dilê xwe û wêneyê te li ser dilê
xwe neqiþ kir. Serîhildana min ne ji çûyîna te re ye, te ez wisa bê
nefes hiþt im, ji vê yekê ye kurê min! Ez fêrî çuyîna te bûm. Çawa
ku gulîstan bê gul, daristan bê bilbil ma be, ez jî bê te mam. Piþtî
te hîn jî cihekî min kêm e. Hûn zarokên Roj û hêviyê, we agir danî
dilê me. Beranê
min, ez her roj ji roja ku derdikeve li te dipirsim. Ji her dilopên baranê
yê li porê min dikevin, te bibîrtînim. Di her gulê de tê bîn dikim.
Di her hilma dikeve axê û di her dilopên baranê de li te di geriyam.
Hezkirina te di dilê min de mezin bû. Dema ez li te dihizirîm, carna weke
stêrka ji min dûr û carna jî weke Rojê nêzîkî min bûyî. Hîn jî
dibêm, belkî ez di nava nigaþekê de me û dema ez rastiyê dibînim,
rastî weke volkanekî li ruyê min dikeve. Wê demê dilê min nasir
digire, çavê min tijî dibe. Axê bi rondikên çavê xwe av didim. Ez çawa
behsa eþq û evînê, veqetin û hisretê, derd û berîkirinê ji te re bêjim.
Gelo peyvê min wê her tiþtî bîne zimên? Ez dizanim ku ez nikarim ji te
re behsa xwe bikim. Ez
dîsa dizanim, ku dilê te bi hezkirina mirovayiyê tije ye û bêedaletiyê
qebûl nake. Ew ruyê te yê xweþik, her tim ber bi aþtî, azadiyê bû.
Çuyîna te jî ma ne ji vê sedemê bû? Mezinbûna armanca te wê dinya
alem mecbûbe qebûl bike. Tu çavkaniya rûmeta me yî. Ez di rêyên ku hûn
dimeþin re gulan di reþînim ser porên we. Xweþikbûna çiyayên hûn
dimînin ez dizanim. Çiya sembola me ya azadî û cihên bihiþtê ne.
Siberoja me bi keda we hate avakirin. Jiyana me bi we xweþ bû. Ji
bo hin nirxan divê hin bedêl bên dayîn. Yê me jî tiþtekî wiha ye...
Di jiyana me de ew çend êþ heye, ku em hîn jî weke civak kefareta vê
didin. Em rehet nehatin van rojan, ji ti rojê me êþ kêm nebû. Ji ber vê
yekê her kes dibê qey êþ dikiþîne, lê her kes nizane êþ bikiþîne.
Tiþtê girîng ew e, ku ev tiþt bi wate bikin. Wê demê eþqa hêvî û
azadiyê yê dilê me fireh bike. Êþên hatin kiþandin ê bibin hêviyên
rojên xweþ. Ji ber ku ez di we de, hêza aþtî û azadiyê dibînim. Evîna
çavê min, roniya dilê min! Ez dixwazim tu vî tiþtî bizanibî, ez dayîka
te me. Heya ez bimirim jî, ez ê li ser piya bimînim. Li gel hemû êþ û
hisreta min jî, dilê min wê her tim bi te re be. Ji ber, ku rûmeta rêya
we, me jî bi rûmet dike. Tu û hevalên xwe ji bo me çîçekên çiyayan
e, zarokên me ne. Li gel her tiþtî kurê min, bi te serê min bilind e.
Ez dizanim, ku rêya te ya rastiyê ye. Kurê
min, hûn niha li ser lûtkeyên welatê xweþik in. Hûn di himbêza zozanên
çiyayên mezin û di geliyên kûr de ne. Ji çiyayên bilind tenê
xwesteka min ew e ku we weke dayîkekî biparêz e.
`Dema,
ku hêviyên mirovan bimirin, mirov dimire`. Li gel dilê min biþewite jî,
hîn jî hêviya min ji te heye. Ez jî bi vê azwerî û baweriyê hemû
zehmetiyan dikþînim. Belê
kurê min, ez hatim dawiya nameya xwe. Ger tu dengê min bibîhîzî, dengekî
bidî min, zalalbûna rûyê te weke ava Dîjle, herikandina dilê te weke
Firat be kurê min. Min her tim ji te hez kir, vê baþ bizanîbî. Ez ji te
weke ku pirpirok ji roniyê, bilbil ji gulê, cîhan ji rojê û ax ji avê
hez dike, hez dikim. Tu hêviya min, tu gula min, tu roja min, tu kaniya
jiyana min û tu axa minî kurê min.
Ez bi hisretiyek mezin ji çavê te maçî dikim.
Dayîka te Ayþe Baran Hesen Kizilkaya
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org