Ciwan û nijadperestî
 
 
Hesen Kizilkaya  
 
 
 
Çawa ku ciwan dînamîza guherîn û veguherîna civakê bin, her wisa hedefa yekem a hemû guherîn û veguherînan dîsa ciwan bi xwe ne. Loma jî ciwan her dem rastî polîtîkayên helandin, asîmîlasiyonê tên û gelek ji wan jî dibin qurbana polîtîkayên nîjadperestiyê. Yekemîn kemîna nijadperestiyê ji bo ciwanan tê danîn.
 
Nijadperestiya li Tirkiyeyê jî dîsa bandoreke mezin li ser ciwanan dike. Bi hezaran ji wan ketine tora nijadperestiyê. Li Tirkiyeyê heta salên 1950’yî faþîzma di bin bandora Almanyayê de serdest bûye. Lê belê piþtî salên 1952’yan û heta niha faþîzm bi terzê Amerîka serdest e. Yanî piþtî salên 1952’yan û piþtî ku Türkeþ û hin kesên wekî wî çûne Amerîkayê, faþîzma tirk a bi þêweya Amerîkayê li Tirkiyeyê derkete holê û heta roja îro jî serdest e.
 
Her gava ku serê burjuvaziya li Tirkiyeyê ketiye tengasiyê, hawara xwe ji çeteyên faþîst û kujeran re biriye da ku muxalifeta civakî bifetisîne. Berî salên 80’yî hedefa wan çîna þoreþger û çepgir bû û piþtî salên 80’yî jî hedefa wan guherî û cihê wê têkoþîna rewa ya gelê kurd kete ber hedefa wan. Tekane çeka wan a aktîf jî pêlên þovenîst, nijadperestiya faþîstan û di serî de jî Partiya Tevgera Nijadperest MHP bû. Wê partiyê baskên sivîl ên wan pêlên nijadperest pêk dianî. Ji bo çêkirina provakasiyonên  diyarkirî, hêza mirovî ya pêwîst ji bo çeteyên di piþt perdê de amade dikir.
Piþtî damezirandina hikûmetên Milî Goruþê MC êdî MHP jî bûbû þirîkên wan ê kolanan. Bi taybetî piþtî serokatiya Demîrel a Partiya Dadê AP, êdî tevgera nijadperest di nava civakê de bi tevger bûbû û pêlên þoven jî zêdetir bûbûn.
Di navbera salên 1975-78’an de pêvajoyeke kadrobûnê pêk hat û ev yek bi arîkariya dewletê dihate organîzekirin. Stratejiya yekem a MHP’ê jî ew bû ku tengezariya li Stenbol û Îzmîrê heyî, li cihên din jî biafirîne. Ji bo vê armanca xwe jî ligel komeleyên Nijadperestan, ulku ocaklari, Komeleya Karkerên Nijadperest, Komeleya Xebatkarên Teknîsiyenên Nijadperest, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Nijadperest û Yekitiya Polîsên Nijadperest ava kirin ku ev çend ji wan beþan bû, dihatin zanîn.  
Di sala 1976’an de jî hedefa yekem jî zanîngeh û xwendekarên þoreþger bûn. Êrîþên ku di meha çile de li dijî ÝTÜ’yê dest pê kirin, li ÖDTÜ û Hacettepeyê dom kirin. Heta wê çaxê zanîngeha Hacettepeyê ji bo demekê ji aliyê nijadperest û faþîstan ve hate dagirkirin.
Dîsa êrîþên faþîstên nijadperest li bajarên Izmîr, Eskîþehir, Edene û Dîlokê li dijî xwendekaran dom kirin û polîsan jî bi awayekî eþkere piþtgiriya faþîstên nijadperest dikir û gelek caran gule berdidan xwendekarên çepgir.
Êdî di nava salê de ne tenê xwendekar, hemû çîna çepgir û þoreþger ketin hedefa êrîþên faþîstan û cihê kar, kûçe û kolan bûne mekanên êrîþan. Di nava selekê de nêzîkî 100 kesên çepgir û þoreþger ji aliyê faþîstan ve hatin kuþtin.
Di sala 1977’an de dîsa êrîþên faþîstên nijadperest, ligel tevgerên kontr-gerîla dewam kirin û di nava 5 mehên destpêkê de 157 kes ji aliyê faþîstan ve hatin kuþtin.
Provakasyona herî mezin jî roja 1 gulana sala 1977’an pêk hat. Meþa ku nêzî 500 hezar ciwan û kesên çepgir û þoreþger beþdar bûbûn, kete ber êrîþê. Bombe hatin teqandin. Di encama êrîþê de 37 kesan jiyana xwe ji dest da. Paþê derkete holê ku ew êrîþ ji aliyê kadroyên faþîst ên nijadperest û Dayireya Þerê Taybetî û ji aliyê kebînê taybet ve pêk hatiye ku berê hatibûn amedekirin û haya Serokomar û serleþkeriya tirk jî jê hebû.
Starta êrîþên li dijî ciwanan jî roja 16 adara sala 1978’an hate dayîn û di komkujiya li zanîngeha Beyazita Stenbolê hedefa yekem ciwanên xwendekar û çepgir bûn. Li aliyekî bombe avêtin nava xwendekaran û li aliyê din jî polîsan gule li wan direþandin. Di encamê de 7 ciwanan jiyana xwe ji dest da û nêzîkî 100 kesî jî birîndar bûn. 
3 roj piþtî vê kumkujiya Beyazîtê Türkeþ li Izmîrê di axafatina xwe de diyar dikir ku wan meþa dirêj daye dest pêkirin û ew nîþaneya pêlên þovenîst û êrîþên nû yên nijadperestan bû. Piþtî wê axaftinê êdî li Meletî, Semsûr, Mereþ, Tokat, Mûþ, Elezîz, Erzirom, Ixdir û li Rihayê êþînên faþîstan li dijî kurdên elevî û çepgiran dest pê kir.
Di roja 17 nîsanê de li Meletiyê Þaredarê rastgir di encama teqîna bombeyeke provekatîv de, ku ji aliyê nijadperestan ve hatibû amedekirin, tê kuþtin û nijadprest û faþîst vê yekê derfet dibînin û êrîþên cihê karên þoreþger û çepgiran dikin û didin ber agir.
Heman salê di meha tebaxê de li Balgata Enqereyê 4 cih û çayxaneyên ku çepgir lê diman hatin gulebarankirin. Dîsa di meha Îlonê de li Sêwazê bi gotina “Kominîstan bombe avêtine mizgeftê” provakasyon pêk anîn û êrîþê kurdên elevî û çepgiran kirin.
Êrîþ her ku diçûn zêdetir dibûn û hêzên polîs jî ew diparastin û destek didan faþîstên nijadperest. Êdî roja 9 cotmeha sala 1978’an de li Bahçelîevlera Enqerê 7 ciwanên endamê TIP’ê bi awayekî hovane bi têlê hatin xendiqandin. Komkujî ji aliyê organîzatorê êrîþa 16 adarê Abdullah Çatli ve hatibû organîzekirin. Di komkujiyê de faþîtê bi kod-navê “Ýdi Amin”, kujerê faþîst Haluk Kirci û gelek faþîstên nijadperest cih girtibûn. 
Ligel ku Haluk Kirci suçê xwe îtiraf kiribû jî piþtî rojekê û Abdullah Çatlî jî heman rojê serbest hatin berdan û di gelek çalakiyên terorîstî de cih girtin. Ev serbestiya wan nîþaneya wê bû ku destê dewletê jî di wan komkujî û êrîþan de heye.
Di vê navberê de Partiya Dadê AP û Partiya Nijdaperest MHP ketin nava hewildanan û li ser çalakiyan li hev kirin. Bi hincet û provakasyona “li ser Keleha Qersê ala sor a bi das û çakut” hatiye hildan, dest bi tevgerê kirin û li hemû welat mitîngên alê pêk anîn. Di nava salê de li 23 bajaran serhildan pêk hatin û di necamê de 1072 kesan jiyan xwe ji dest da.
Êrîþa herî mezin jî ku MHP derxiste lûteya faþîstbûnê jî kumkujiya Mereþê bû. ku di sala 1978’an de pêk hat. Bi hinceta ku fîlmeke alîgirê Soviyetê li sînemayê dilîze, sînema ji aliyê faþîstên nijadperest ve hate bombekirin û êrîþan li hemû taxên çepgir û kurdên elevî dest pê kir. 
Komkujiyê 5 rojan dom kir û polîsan jî tu mudaxiyelek nekir. Di encamê de 200 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzîkî 500 kes jî birîndar bûn.
Dîsa di sala 1979’an de jî êrîþên faþîstan li dijî çepgiran pêk hatin. Li Piyangotepeya Enqerê roja 16 gulanê çayxaneyek ji aliyê faþîstên nijadperest ve hate gulenbarankirin û di encamê de 7 kesên çepgir jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Di encama hemû êrîþên faþîstan de ji sala 1970’yî heta sala 1980’yî li ser hev 4000 kesî di êrîþa faþîstan de jiyana xwe ji dest da. Lê di roja 12 îlona sala 1980’yî de artêþa faþîst darbeyek pêk anî û dîktatoriya askerî û faþîst ava kir.
Piþtî darbeyê di doza bingehîn a MHP’ê de bi awayekî eþkere hate diyarkirin ku partiya nijadperest ketiye nava tevgerên avakirina çeteyan, komên kontr gerîla û faþîstên nijadperest perwerdekirine û derkete holê ku di nava rêxistina Partiya Tevgera Nijadperest de awayê rêxistî pir cuda ye, ew li gorî ferman-nameya kontr gerîla ya “ST 31-21” tevgeriyane û  ev kom hatine avakirin: “ Komîteya îstixbaratê, komîteya darayî, komîteya perwerdehiyê, komîteya êrîþê, komîteya parastinê, komîteya hatin û çûnê, komîdeya xerakirinê, komîteya êrîþên çekdarî, komîteya propagandayê û gelek komîteyên bi vî awayî yên der qanûnî”... û ev agahî ji aliyê rayedarên fermî ve jî hatin piþrastkirin.
 
Piþtî damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê û geþbûna têkoþîna gelê kurd, êdî þovenîzma tirk berê xwe da gelê kurd û çavkaniya têkoþîna kurd.
 
Êdî her ku asta welatperweriya gelê kurd zêde bû, ew qas jî rengê nijadperestiyê guherî û faþîzma dijberî sosyalîzmê rengê xwe guherî û bû nijadperestiya dijberî neteweyan û dijminatiya netewaya kurd û neteweyên din zêde bû.
 
Bi avakirina kontra-gerîla û hizbullahê û bi dehan rêxistinên illegal û terorist ên wekî JÎTEM, TÎT û dehan komên terorîstî, dijminatiya gelê kurd bi pêþ xistin. Di encamê de þerekî qirêj û þerekî û terora dewletê bi her awayî derkete pêþ. Bi sedan ciwan, rewþenbîrên kurd hatin qetilkirin.
 
Çapemeniya tirk jî bi awayekî pîskolojîk þerê taybet meþand û bi her awayî nijadperesiya faþîstan teþwîq kir. Bi riya weþanên taybet, çêkirina filmên taybet, afirandina qaþo qehremanên gel ên wekî Polat Alemdar, rêzefîlmên wekî Newala Guran, Maskelî 5 Iraq û dehan rêzefîlên din û bi her awayî nijadperestî bi pêþ xistin.
 
Bi hezaran ciwanên ku ji bêkariyê bi birçîbûnê re rû bi rû mane û di nava rewþeke xerab de ne, ketin bin bandora propagandaya pîskolojîk a çapemeniya tirk. Bi vî awayî hêdî hêdî encamên polîtîkayên afirandina faþîstan jî xwe li Þemzînan, Amed û herî dawî jî li Trabzonê dane der.
 
Dîsa di ancama lêkolînan de derkete holê ku bandora wan fîlman gihîþtiye dibistan û zanîngehan jî. Li cihê ku dibistan wekî navendên perwerdehiyê bêne bikaranîn, vegeriyane navenda êrîþên faþîstan û zext û zora li ser xwendekarên demokrat û yên kurd zêde bû.
 
Di encama êrîþên faþîstan de, li zanîngehên cur bi cur bi dehan xwendekarên kurd birîndar bûn. Bi sedan xwendekar ji ber ku daxwaza mafên xwe yên rewa kirine, ji zanîngehan hatin dûrxistin. Bi lêpirsînan re rû bi rû man.
Enacama herî xedar û talûke ya faþîzma korkorane û propagandayên nijadperestî yên dewleta tirk jî li Trabzonê derkete hole. Piþtî lînçkirina ciwanên demokrat, kuþtina keþe vê care jî nûciwanekî 17 salî kirin qurbana nijadperestiya xwe ya korkorane.
Ogün Samastê 17 salî di encama vê nijadperestiyê de hate sorkirin, qaþo wê bibûya qehremanên gel. Di encamê de jî qurbana wê nijadperestiyê jî rewþenbîrê demokrat ê ermenî Hrant Dînk bû.
 
Tirkiye heta roja me îro her bi afirandina dijminên hundirîn, têkildarkirina hêzên derve û þerkirina li hember van heta îro hat. Civaka tirk bi van ve tirsand û bi ser vê kiriyarên hovane pêk anî.
 
Bi kûrahî ev wekî siyaseteke bingehîn meþand û desthilatdariya xwe sparte vê esasê. Di rabirdû de her tim dijminahiya komûnîzmê, yewnanan, olê, kurdan zindî hat girtin; civak bi van ve teslîm hat girtin. Komkujiya Meletiyê jî encama van polîtîkayên dewleta Tirkiyê ye. Kî kustiye an jî ji aliyê kî ve ev ferman hatiye dayîn ne girîng e. Sedem û berpirsiyariya van komkujî û kustinan siyaseta dîrokî ya dewleta Tirk e. Îro jî, li ser dijminahiya kurdan sazkirina serdestî ya dagirkeriyê, di bin zordestiyê de girtina civakê, ji bo þûþtina mejî, reþbîniya wijdanî di rojevê de ye.
 
Her tim li dijî xeternakiya kurdan, bi gotinên welat, milet, dewlet, al; ji bo hêzdayîna neteweperestî û faþîzmê, her cûre siyaseta tunekirinê li ser gelê kurd tê pêkanîn. Rêveberiya Tirkiyeyê ya dagirkeriyê, ji bo ku berê hemû gelan li dijî kurdan bide êrîþ, þer, lîncê pir dixebite.
Encama van polîtikayên qirêj helbet wê ne bas be. Zirara herî mezin wê dewlet û civak bibîne. Lewra bi hezaran sal e gelên Mezopotamya û Anatoliyayê bi hevre jiyane û di navbera wan de pirsgirêkên olî û netewî tuneye. Lê ger ku pêsî li van polîtakayan neyê girtin, wê komkujiyên weke Meletiyê û kustinên weke mirovên Hrant Dînk her dem bidome… û di van kustinan de wê her dem nûciwanên me bê bikaranîn û bêne kustin…
 
                                              Hesen Kizilkaya
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org