|
DIRÊ Hesen Kizilkaya
Dirê, keçike gelek bedew e...Li Urmiyê, herêma Þipîran jiyaye.
Porê wê dirêj û bejin bilind e. Berê weke her keçikek gund ew jî hemû
roj kar û barên gundan dike. Serê sibehê zû radibe, bi karê malê re
mijûl dibe û heta êvarê jî serê xwe nikare ji karên malê xilas bike.
Dirê bi sekin, deng û xweþikbûnê, di nava keçên gund de cudahiya xwe
derdixe pêþ. Dengxweþ e Dirê. Eynî weke avê ye Dirê...Dema mirov li
ava diherike çawa aramî dide mirov, dengê wê jî tesîrek wisa li
gundiyan dike. Di gelek civatan de stranan dibêje Dirê. Xwe di nava stranê
de dibîne û wisa ji dil dibêje ku hemû gundî her carî þaþ û metel
dimînin. Lewra Dirê, bi stranan êþên dilê xwe dianî ziman.
Gelek xweþik û jîr e jî Dirê. Tu karê
ku ji destên wê neyê tuneye. 24 saet kar kiriba jî ne xema wê bû. Çavên
hemû dayîkan lê bû. Her kesî dixwest Dirê bibe bûka wan, lê kesî
halê Dirê fêm nedikir. Çavên Dirê ji bilî kesekî tu kes nedidît, lê
çavên wî kesî jî Dirê nedidît.
Dirê evîndarê pismamê xwe Îbo bû. Lê
pismamê wî jî ev yek nedizanî. Dirê her þev bi navê Îbo serê xwe
datanî ser balîfê û her serê sibehê jî bi evîna Îbo dest bi rojê
dikir. Lê dema leþkeriya Îbo tê. Îbo mecbûre ku biçe leþkeriyê. Di
demên berê de leþkerî ne weke vê demê bû. Bi salan nedihatin malê.
Dirê bi rondik û êþa dilê xwe Îbo bi rê dike leþkeriyê. Ji wê rojê
þûn ve Dirê di nava civakê de tu caran stranan nabêje. Gelek caran jê
tê xwestin ku stran ji wan re bibêje û ew jî her car dibêje, “heta ku
Îbo ji leþkeriyê venegere, ezê tu stranan nebêjim”.
Ne tenê evîn dilê Dirê diêþîne.
Nexweþiyeke xaîn hêdî hêdî bedena Dirê pûç dike. Lê tu kes nizane
ev êþ çi ye? Her roj Dirê bê-hal e. Êdî demek tê ku Dirê ji dest û
piyan dikeve. Kes nizane ku derdê wê jî çi ye? Kesên ku lê dinêrtin,
bawer nedikirin ku ew keçika xweþik ketiyê vî halî. Nedihate naskirin.
Rojekê rewþa wê gelek xirab dibe. Hemû
kes li benda mirina Dirê ne. Dirê êdî nikare biaxive û hereket jî
bike. Tenê çavê wê vekiriye. Li odê jinên extiyar li derdora cihê Dirê
runiþtine û dia dikin, lê ji niþka ve kesek dikeve hundir û dibêje, `Îbo
ji leþkeriyê vegeriya`. Wê demê çavê Dirê zûq vedibe û çawa li milê
xwe yê rastî dinêre, serê wê dikeve... Delal heyran tu wê diçî ez dimînim Tu nîþana xwe pavêje ez hilînim Gava tu diçî welatê xerîbiyê Ezê sebra dilê xwe pê bînim Delal heyran te çi digot, min digot belê Delalê dilê min rêwiyê çû seferê Min sond xwariye heta delalê min venegere Ji bilî wî çi dest* neçin vê pexelê* Delal heyran tu neçe min nehêle Gava tu diçî welatê xeribiyê, nîþana xwe ji min re
bihêle Dema li kavilê gundan ez bimirim Ezê bêjim, bila ji min re bikin qebr û kêle *Pexel: paþil *Çi dest: Tu dest Stran Gelêrî Herêm Balekan / Þipîran/ Urmiye
Li Kurdistanê li her gund yan jî herêman, çîroka evîndareke/î
navdar û stranbêjeke/î heye. Di jiyana me de de her dem behsa wan tê
kirin. Dê û bavên me dema behsa demên borî dikirin, sedî sed evîndar,
stranbêj û dengbêjên berê jî bi lêv dikirin. Ma kîjan ji me çîrokek
wisa nizane? Di mejiyê me hemûyan de yek ji van heye. Di civaka kal û pîrên
me de bi êþ û kêfxweþî behsa bîranînên wan dihate kirin. Belê min
jî xwest çîrokek wisa bi we re parve bikim ku min ji hevalekî xwe yê
rojhilatî bihîstibû.
Hesen Kizilkaya |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org