|
ÊÞA
TENÊBÛNÊ
Ji girtîgeha Mûþê Mahmûd Baran Wergera ji tirkî: Hesen Kizilkaya
Tenêbûn; xwuþka veqetînê...Li gorî hinan jî birayê mirinê...Her
yek ji me di jiyana xwe de li cihên cur be cur tenê ma ye. Gelo tenêbûna
kuderê û kîjan mekanî giran e? Yan jî veqetîna kîjan dem î? Helbet
ev mijar dû û dirêj e û li gorî her kesî cuda ye..
Lê êþa tenêbûnê çawa ye? Mirov
dikare terîf bike gelo? Rengê wê çawa ye?...Belê, nameya ku ezê îro
bi we re parvebikim, tam ne be jî vê êþê radixe ber çavan. Em ne xerîbê
êþa veqetîn û tenêtiyê ne..Lê kesên ku herî zêde êþa veqetîn û
tenêtiyê dijîn jî, girtî ne.. Nameya girtiyekî bi navê Mehmûd Baran
li jêr e. Dixwazim tenêtiya girtiyan bînim bîra we.. **** Ez vê nameyê ji zîndana Mûþê,
ji hucreya qatê çaran, ji Bêrîvan Amed re dinivîsînim. Bi hêviya
qencbûn û baþbûna te, silav û evînên xwe ji te re pêþkeþ dikim.
Te ji dost re gotibû, `bila hinekî behsa xwe bike û hinekî jî
behsa zîndanê...` Baþe, ezê behsa xwe bikim. Lê ma tu çima ewqasî bê-wefayî?
Te çima hinekî behsa xwe nekiribû. Ma gelo gotinek, tenê gotineke bi
rengê `ez baþim, bila meraqa min neke....`têra çi dike Bêrîvan? Ev ne
têra jihevdûrbûniya bi salan e, ne têra hisreta canan û ne jî têra evîna
dilan dike.
Tu çi dikî? Niha li ku yî? Nexweþî an saxî? Di kîjan berqef û
neqebê de, di paþila kîjan çiyayî de yî? Ezê her û her li benda
bersiva van pirsên ne diyar bim..
Ezê çawa û bi çi rengî qala xwe û qala zîndanê bikim,
nizanim. Gelo ezê bi hestiyariya xalekî an bi hêsîriya girtiyekî û an
jî bi germahiya hevalî ji te re qala zîndanê bikim..? Ku tu bi yek hevokê
dibêjî zîndan çiye, wiha ezê bersiva te bidim; Zîndan sir e, seqeme,
tirse, xofe û mahrumiya ji her tiþtî ye.
Ez vê nameyê roja cejnê ji te re dinivîsînim. Îro cejn e. di
rojên wiha de çavên girtiyan bêtir li dost û hevalan, xwedî û
xwedanan digerin. Niha li derve hemû kes di coþ û sergermiya cejnê de
ne. Ji bo ku hev bibînin û vê coþê bi hev re parê bikin, hinek ji
bajarekî diçin bajarekî, hinek ji welatekî diçin welatekî û hinek jî
ji xeteke derin xeteke din. serxetî û binxetî, li ber têlên rêsayî
heskirin, bêrîkirin û hisreta perçekirî dirêsin...
Di rojên wiha de; silavek germ nameyek an jî kartpostalek, bi qasî
zarokek kêfa girtiyekî tîne. Lê ku ev jî nebin, ji bê-wîjdanî, ji
xemsarî û ji bê-wefatiya dost û hevalan tu serî hildidî. Lê tenê
serhildaneke bêdeng û xwe bi xwe ye. Qêrîn û hewarên te hene, lê tu pê
li wan dikî û derbas dibî. Lewra tu mehkumî! Mahkumekî destgirêdayî,
mahkumekî qidumþikestî, bê-taqet! Mahkumekî ku hemû hêza xwe dikare
bide xewn û xeyalên xwe. Hewqasî neçar û hejar !
Îro cejn e. tu dikevî fikaran, gelo ez dikarim îro çi bikim, dibêjî.
Tu ya rast bixwazî, ewqas tiþtên ku tu dikarî bikî jî tunene. An mîna
min tê ji heval û hogiran re çend rêzikan reþ bikî, an tê xwe di cîhana
pirtûkan de wenda bikî. an jî tê derkevî hewþa teng û hinekî ji xwe
re bigerî.
Li hewþê serê te di ber te de ye, tu ketiyî fikaran; pêleke xem
û kederê hemû laþê te radipêçe. Tu serê xwe radikî û li asîmanan
dinêr, asîman jî çengeke û hisret jê dibare.
Tu weke evîndarekî ku ketiye xeyalên evîna xweyî tirsok, ji xwe
re xeyalan saz dikî. Tu daristaneke ku bi quntara çiyayekî ve zeliqiye
dibînî. Di zikê daristanê de kaniyeke bi gujeguj, li ber kaniyê darên
ku roj û asîmanan vediþêrin, li ser daran fîxana bilbilan û qeba
kewan, li ber avê gula bilbil !
Hinekî bêhna te fire dibe, tiþtekî sarogerm di dilê te de
diherike. Lêvên te ji ser hev radibin, dibiþirî tu.
Lê rastî ! Rastî weke þûrekî zingarî û kêreke ko di dilê te
de diçike. Rastî; hêsîrê ye, neçarî ye, rastî çar dîwarên reþî
bilind, têlên rêsayî...
Weke miriyê ku serê xwe li kevirê gorê dixe. `Heyhat, Heyhat !Yê
girtî û yê hêsîr ezim ez` dibêjî.
Divê ez ji te re behsa tenêtiyên zindanê jî bikim; carna tu di
nava lepên tenêtiyeke tarî de diperpitî. Lanetî, li ser defa sînga te
rûniþtiye. Bi lepên xweyî reþ dilê te diguvêþe. Bêhn li te diçike.
Di van rojan de ez her û her strana Seîdê Gebarî dinihûrînim:
Oy felek ji bo çi te miradê min bi çi neanî
Maldarî ji ba min çû feqîriyê li min danî
Van hevalan ez ji bîr kirim tevan piþta xwe didan min
Bi carekê van xwediyan ez difroþtim bi
erzanî oy felek....
`di nava ewqas hevalan de tu çawa tenêtiyê dijî?` dengê vê
pirsa te dikeve guhê min. Wê gavê ez jî wiha ji te bipirsim; gelo ji bo
tenêtiya te yî di nava ewqas mêrg û kanî, newal û geliyan de divê
mirov çi bibêje...
Ez zanim niha tu dibêjî; `tu ne ew kesî ku têkevî nava van hest,
fikar û ramanan...Ma ev çawa dibe? Lê ji bîr neke, ku mirovê hêsîr nîvcanî
ye. ji xwe her tiþtê zîndanê nîvco ye Bêrîvan. Nîvcotî û rastiya nîvcotiyê?
Tiþtekî xerîbe ne wisa?
Hewaya ku tu dikþînî hundirê xwe, pariyê ku tu dixwî, têkiliyên
ku tu datînî, planên te, dostaniyên te...Hemû, hemû nîvin, nîvcone
û kêm in. Tiþtê ne kêm û ne nîvco, jan e, êþ e. li zîndanê hemû
tiþt nîvcone, êþ tam e. jê wêdetir hisrete, bêrîkirine û jê wêdetir
derew e...
`ma tu jî` nebêje Bêrîvan ! Helbestvan çi gotiye; `Tu ciwaneke
dilçeqel jî bî, ne xem e, êvar zû dadikeve hefsê...`
Lê ji derve tu kesek bi vî aliyê teyî reben nizane. Her û her
gotineke mîlîtanî, awireke partîzanî, biþirîneke polatî hêvî
dikin. Kesek naxwaze vî aliyê mêrxasan bibîne. Kes nizane ku di ber
bedena cangoriyekî de jî dilek heye û di her dilî de jî kulek heye....
Nebî nebî tu nebêjî ev ketiye dudiliyê ha. Rewþ qet û qet ne
wiha ye. tenê dixwazim aliyekî dilê xwe ji te re vekim. Aliyekî herî dûr
û kûr, aliyê herî bitalde û tarî, aliyê herî xir û xalî...
Carna tu xwe weke masiyê di aqvaryumê, pariyê di devê gur û
qurbana di nava lepê cinawir de dibînî. Ku tu hewaya aqwaryumê bibirî,
ne gengaze, masî bîst û çar saetan nikare bijî. Ku gur devê xwe bigre,
wê qurban di nava qîl û diranên wî yî tûj de hûrî hûrî bibe.
cinewir, lepê xwe bijidîne, wê kezeb û dilê qurban biperçivin. Ma gelo
rewþa hêsîrekî jî ne wiha ye. bi ser de ku ev hêsîrtiya Romiyan be...
Lê ku tu wiha bibêjî; `Ez dilê neyar xweþ nakim. Ma ne rik û
inyade; ez jî nabim parîkî nermojekî ! bi navê trajediyên vî gelî,
bi navê rebenê dilê minî kaniya derd û kulan, bi navê Tîrêjên Rojê,
bi navê hevaltî û dostaniyên bê-hisab, ez nabim pariyekî hêsan...` Ku
te ev sondên mezin xwarin, tê bibî kevir di nava devê gur de, tê bibî
þûr û kêr di nava lepê cinawir de...
Ku te ev tiþt ji xwe re kir rik û inyad, tê karibî her tiþtî
daqurtînî. Ta ku roja te bê...
Yek jî vetandin te pir diêþîne di zîndanê de. Her veqetandinek
bêhna mirinê dide. Carna tu ji dostê xwe, ji dosta xwe vediqetî. We dilê
xwe ji hev re vekiriye. Bi deh salan hun bi hev re mane. Di kêf û þahiyê
de, di jan û êþiyê de, di zor û zehmetiyê de hun qet ji hev
neqetiyane. Lê rojek tê, veqetandin li ser we ferz dibe. Êdî bi çavên
dinyayê hunê hev nebînin, hunê hev nebîsîzin. Ev veqetandn dilê te diþewitîne.
Û dema ku roj diqulibe ser þevê û tarî hukumdariyê dike li jîne,
di wir de veqetandinekê dibînî tu! Tenêtî te radipêçe. Weke hemû
veqetandina, dîsa tu dimrî! Heta ku roj serî hilde dinalî tu! Her
veqetandin, di tahma mirinê de ye.
Xwe di nava hestên tevlihev de wenda dikkî. Li milekî bi hemû
giraniya xwe jiyan, li milekî tu! Li milekî kêf û xweþiyên zarokatiyê,
li milekî kedereke birîndar, kedereke bê-best û west! Tevliheviya hestên
xerîb Bêrîvan!
Her veqetandin mirineke. Tu di nava þerekî dijwar de xwe dibînî.
Þerê bîranînan û îro..Her gavek, rûçikekî têne ber çavên te. Rûçikekî
ku ji heyamê berê daweribiye û hatiye. Rûçikekî bi evîn. Û tu dibî
hêsîrê bîranînan her þev, di tariyê de...
Çi xweþ
gotiye nivîskar; `her þev bi inyad, ba bêhna mergeke hênik û bêhna xweþ
ya gihayên havînî, di þibakeyê de qerase dike û dixe hundir. Îþkence
li te dike ev bayê zemanan. Bi xedarî, xweþiya jînê tînê bîra te, bê
þerm û bê fedî...`
Þev tarî, þev azad in.
Her azadî hêsîreyeke,
Her hêsîrî azadiyeke, ku veqetandin
tunebûna!
`ji bo hêsîrekî, vekirina deriyê bîranînan
di hemû þert û mercan de bê-aqiliyeke! Lê carna, lê carna dema
gotineke ji agir, lê carna dema hêrsekê, lê carna dema firtoneyekê, lê
carna dema serîrakirinekê...bavê te xwedê be jî tu nikarî xwe li ber pêla
bîranînan bigrî.` Hevdîtineke ji nû ve, xatirxwestineke bi lez..hemû
tiþt veqetandinin. Û her veqetandin mirineke Bêrîvan.
Dixwazim bicemidim îro. Ji serma bilerizim, biricifim û bihejim.
Dixwazim ji sir û seqemê seqayî bibim. Belkî ez ji vê xewa giran þiyar
bibim. Dilê min bila bicemide. Bila bicemide û bilerizîne dilê min. Dilê
rezîl, dilê hetikî, dilê hêlîna hemû êþ û kulan..!
Veqetandin Veqetandin Veqetandin !
Her veqetandin feqeke xedar, her feq kemîneke kujer e. ez li ku me,
zeman li ku? Cî û dem, dever û heyam weke stêrkeke xuricî dihelin û
riya kadizame ez.
Her veqetandin mirineke Bêrîvan. Evîna min di tu navberan de
hilnayê.
Divê ez ji gulê, ez ji rindê
Ez ji tavê, ez ji Rojê
Ez ji bextewariyê, ez ji janê
Ez ji te, ez ji te, ez ji te....an pir dûr im, an nemînim !
Jê wêdetir gemariye, jê wêdetir kemîneke
xayîne !
Li dengê jiyana sekan guhdarî dikim îþev. Bûne stareyên min þev,
ez qet nexwazim jî. Lê dengek, tenê dengek, weke fermaneke îlahî dikeve
guhê min; Her veqetandin mirineke. Di wê tevlîheviya jiyanê ya bi keft û left, bêhna
kederê jê tê. Tije êþ û jane veqetandin.
Êdî fêm dikim ku, jiyan bi xwe veqetandine. Fêm dikim ku, her
destpêk veqetandineke. Tenê veqetandin heye. Ji veqetandinê her çare nîne..Wek
hukmekî jiyanê, hukmekî ne baþ, weke mirinê.
Di nava xerbeyên welatê xwe de digerim. Bêhna terikandinê tê ji
her malê. Weke bayekî hênik ku diherike rihê mirov, bêhneke tê bi baweþînê
re. Bi lerzandineke sivik xwe di deryaya tirsê de dibînî. Ditirsî,
dixwazî birevî! Ji kê ne diyare. Lê dilê teyî bi xwîn diêþe. Ji her
xerbeyekî, ji her serê riyekê, ji ser her kaniyekê, ji pelên her nêrgizekê,
ji bin siya her zinarekî, ji her mexelekî û ji her delavekî tu bîranînan
didî hev. Piþta xwe didî dara miradan û bi ser bîranînan diponijî. Bîranînên
ku wê careke din qet û qet neyên dîtin. Û paþê û paþê...û paþê
li qoziya maleke nas xwe dirêj dikî. Maleke ku hatiye koçber kirin,
maleke ku bêhna veqetandin û koçberiyê jê difûre. Maleke qedîm ku dîwarên
wê ji mîtralyozan bûne weke seradê. Maleke ku bi dûxana þewatê xwe rûreþ
kiriye.
Di qoziyeke wê mala nasî arkaîk de hêstiran dibarînî. Li
guveguva bê û li bê-dengiya çolê guhdarî dikî. Weke ku wê hemû cîhan
bibihîze, di diqîrî; `her veqetandin mirinekeeee!!!
Heyhat ! Heyhat ! tu bavê zarokatiya minî ey azadî ! Ewil hemû
kes zarokbûn. Ter û teze û bi kenekî þilf û tazîbûn, bê hisab. Þîn, tenê bêhneke þîn,
jiyaneke ku di kûrahiyê de dilive, pak û paqij. Lorîneke safî,
destdaneke nerm, netebitîn û tolaziyên hovarde. Evîn û hezkirinên bê-hisab.. `azadî di zarokatiyê de destpê
dike` lê paþê...Paþê emin, paþe veqetandin...Her veqetandin jibîrkirineke.
Me ji bîr kir, `me xiyanet li zarokatiya xwe kir!`. Ji her tiþtê paqij û
safî dûr ketin em. Halbûkî gelek rengên min hebûn. Di himbêza nalînên
jiyaneke perçe wesle de wenda bûn. Min hemû wenda kirin Bêrîvan. Û niha, niha dixwazim bigrîm,
dixwazim jan bidim, êþê bikþînim. Em tu kes ne azad in. Rêwiyê riya
veqetandinêne em. Her veqetandin mirineke Bêrîvan. Were bibîne min, binêre vaye
ez li vira me, ku te zanibûna ez çiqasî neçarim Xwarzê, çiqasî bi tenê.
Û ku te zanibûna, di vê hucreyên teng, tarî û hêwî de çiqasî li te
digerim. Bêhneke tirs xwe li ser jiyanê
daniye. Û ez nizanim ku bêhna çi veqetandinê tê. Belkî gewrik be, bêhna
wê reþ...belkî di hemû rengan de xwe veþartiye. Ji xêncî þîn, þînê
asîman þînê behrê. Di yê bê-dawî de veqetandin tune ye. di yê azad
de. Þîn azad e. Di himbêza çiyê de tu azadî.
Ji ber vê jî veqetandin li cem te tuneye... Ez bawer dikim min dîsa dirêj
kir. Niha xebatkarên Radyoyê têra xwe ji min re dua dikin.. Careke din ezê rûyekî din yê
zîndanê ji te re binivîsînim. Lê tu jî min bê xeber nehêle. Sê çar
heb rismên xwe jî ji min re biþîne. Ji xwe tu rê zanî.... Bi hêviya hembêzkirinên di
rojên azad de...
Ji girtîgeha Mûþê Mahmûd Baran
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org