Kuþtina Ciwanên Kurd û Reda Wîjdanî 
 
 
 
Hesen Kizilkaya
 

 

1- Ýskan Savuran
Cihê jidayîkbûnê: Amed
Sal û cihê bûyerê: 1992 Amasya
2- Kemal Volkan
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1977/Erzincan - Kemah
Sal û cihê bûyerê: 27 tebax 1998 Manîsa
3- Sinan Yaklav
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1978 Stenbol
Sal û cihê bûyerê: 29 cile 1999 Erzirom- Xinûs
4- Ýsmail Güneþ
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1972 Meletî /Akçadag
Sal û cihê bûyerê: 23 Adar 1999 Qibris
5- Selim Aktaþ
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1978 Çorum / Kargî
Sal û cihê bûyerê: 2 Tîrmeh 1998 Bilecik
6- Aydýn Arslan
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1974 Gîresûn
Sal û cihê bûyerê: 1 gulan 1998 Di nobeta girtîgehê de
7- Zeki Altunbaþ
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1956 / Yozgat
Sal û cihê bûyerê: 26 kanûn 1998 Yalova
8- Süleyman Aksoy
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1975 Meletî-Akçadað
Sal û cihê bûyerê: 12 tîrmeh 1999 GATA
9- Maþallah Yýlmaz
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1979 Muþ/
Sal û cihê bûyerê: 1 cotmeh 1999 Þirnak
Sedama bûyerê: Ji aliyê endamê JÝTEM’ê Çavuþê Pispor murat Avcî ve hate kuþtin
10- Ali Haydar Kalan
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1979 Qereqoçan
Sal û cihê bûyerê: 31 çile 2000 Riha
11-Nihat Özcan
Cihê jidayîkbûnê: Batman Beþiri
Sal û cihê bûyerê: 6 çile 2000 Hatay
12- Halim Bayram
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1978 Çewlig
Sal û cihê bûyerê: 3 tîrmeh 1999 Çanakale
13- Lokman Bilmez
Sal û cihê jidayîkbûnê: 1978 Batman-Kozlux
Sal û cihê bûyêrê: 8 nîsan 1999 Afyon
14- Ali Özcan
Cihê jidayîkbûnê: Sêwaz / Suþehri gundê Kuzçukur
Sal û cihê bûyerê: 27 sibat 1997 Manîsa
15- Osman Kayar
Cihê jidayîkbûnê Amed
Sal û cihê bûyerê: 27 Mart 2004k Adapazari
16- Ramazan Tegin
Sal û Cihê jidayîkbûnê : 1972 Sêrt / Eruh
Sal û cihê bûyerê: 3 îlon 2003 Çorlu

 

17- Ilyas Savuran
Cihê jidayîkbûnê: Amed
Sal û cihê bûyerê: 22 îlon 2006 Stenbol / Alemdag
Û bi sedan kesên wek wan……
 
Ma kî dizane ev çendemîn înfaz e ku di nava leþkeriya tirkan de pêk tê. Heta niha bi dehan leþkerên kurd di nava leþkeriya Tirkiyê 
 
Ma kî dizane ev çendemîn înfaz e ku di nava leþkeriya tirkan de pêk tê. Heta niha bi dehan leþkerên kurd di nava leþkeriya Tirkiyê de bi vî rengî hatine înfazkirin û bi riya telefonê malbat agahdar kirine ku kurê we xwe kuþtin bila welat sax be. Lê her car jî bi raporên bijiþkî û bi lêkolînên Komeleya Mafên Mirovan û lêkolîna malbatên wan derketiye holê ku leþkerên kurd hatine înfazkirin û tenê þikil û þemala xwekujiyê senariyoya artêþa tirk bûye. 
 
Wekî ji navê wan jî diyar bû hemû serbazên ku di nava leþkeriya Tirkiyê de di dema leþkeriyê de hatine înfazkirin bi eslê xwe kurd in. Bi taybetî ev yek piþtî ku tirkiyê þerê pîskolojîk û þerê îmha û înkarê xurt kir, zêdetir bûn. Ji sala 1994’an û heta niha bi dehan ciwanên kurd di nava leþkeriya Tirkiyê de bi awayekî eþkere hatine înfazkirin û ev yek herî zêde di sala 2005’an de zêdetir bûn.

 

Roja 17 adara 2005’an Osman Kayayê ji Amedê , roja 28 adara 2005’an Ismaîl Güneþê ji Meletiyê li Qibrisê, roja 16 gulana 2005’an Ersîn Baþ ê ji Sêrtê di Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, roja 18’ê gulana 2005’an Mehmed Þah Burak ê ji Batmanê jî li Luleburgaza Kirklareliyê, roja 28’ê tebaxa 2005’an ciwanê bi nave Osman Gültekin ê ji Amedê li qereqola Kizilkaya ya navçeya Bucaka BURDURê  û roja 30 tebaxa sala 2005’an jî ciwanekî kurd ku nave wî ji çapemiyê hate veþartin di tabûra piyade ya 52’yan a navçeya Sokeya Aydînê bi cinayeteke leþkerî hate kuþtin û ev çend ji wan kesan bûn ku di encama cinayetên leþkerî de hatibûn înfazkirin û bûyer di çapmeniyê de derket. 

Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê þaxê Stenbolê jî çend bi caran diyar kiribû ku malbatên leþkerên ku hatine înfazkirin serî li komeleya wan dane û wan jî bi caran bi daxuyaniyan bal kiþande ser kuþtinên faîlên wan ne diyar û ser înfazên leþkeran. Her wisa bal kiþandibûn ser kesên reda vîjdanî bi kar tînin û di dawiyê de ÎHD bi daxuyaniyên xwe bîr dixe ku li gorî xala 18’an benda yekê a Neteweyên Yekbûyî her kesî maf heye ku di mijara leþkeriyê de mafê xwe yê reda vîjdanî bi kar bîne. Ligel vê yekê jî li Tirikyê rewþ li ber çava ye ku her roj mirov di leþkeriyê de bi awayekî ne diyar têne kuþtin.  

 
Ger ku Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekitiya Ewropayê tek þertekî sereke heye ew jî divê kirîterên Kopenhagê û yên YE’yê bi cih bîne ku mafê reda vîjdanî jî yek ji wan e.
 
Li hemberî vê yekê jî pêdivî bi cesareteke sivîl heye û divê þansek ji bo wan ciwanan bê dayîn. Ji ber ku bi hezaran ciwan hene dixwazin xizmetê bikin lê naxwazin bi çek û di leþkeriyê de xizmetê bikin.
 
 
Wekî tê zanîn demek berê tevgereke bi navê Aktîvîteyên Reda Vîjdanî hatibû avakirin û gelek der û doran jî piþtgirî dan vê yekê.
 
Li ser zêdebûna kuþtin û înfazkirina ciwanên kurd ên di nava leþkeriya Tirkiyê de Fermandarê Biryargeha Navendî yê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal jî demek berê daxuyaniyek da û bang li ciwanên kurd kir ku neçin leþkeriya tirkan û wiha gotibû: “Ma ew dewlet û general çand û zimanê we înkar nakin? Bi her awayî li ser we terorê pêk nayînin? Di nava artêþa tirk de ma her roj di bin navê qeza û xwekujiyê de ciwanên kurd nayên kuþtin û înfazkirin? Ligel van hemû rastiyan çima hûn dibin aletê vî þerê qirêj û dibin aletê zihniyeta îmha, nîkar û polîtikayên wê zêhniyetê.“
 
Her wisa di daxuyaniyê de bang li ciwanan dike ku neçin leþkeriyê û wiha dibêje: “Heya ku dewlet di polîtîkayên îmha û înkarê de îsrar bike hûn jî neçin leþkeriyê. Gava ku hûn biçin leþkeriyê jî ew çekên ku didin we û fermandarê ku ji we dixwazin hûn berê wan çekan bidin birayê xwe, hûn jî berevajî berê çekê xwe bidin wan fermandarên þerxwaz û ji leþkeriyê birevin tevlî refên gerîla bibin.“
 
Di jiyanê de tiþta herî nexweþ ewe ku mirov agahiya kuþtin an jî mirina hezkiriyên xwe bigire. Helbet peþiya mirinê ji xwe mirov nikare bigire, lê pêþiya kuþtinan dikare. Ji bo ku ev þerê qirêj bê rawestandin û rê li ber kuþtina ciwanên me bê girtin, beriya her tiþtî divê çuyîna leþkeriyê bê rawestandin. Divê hemû ciwanên kurd çuyîna leskeriyê red bikin û mafên xwe yên zagonî bikarbînin. Ev helwesteke bi rûmet e û divê kesên dijî þer jî ji bo bihêzkirina vê helwestê bikeve nava liv û tevgereke girîng. Ev yek bi qasî sekinandina þer girînge. 

 
 
Çavkanî- http://www.savaskarsitlari.org/ û http://www.hpg-online.net/ 
           
Hesen Kizilkaya
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org