Rezaleta Þaredariya Geverê

 

Hesen Kizilkaya

 

 

            Di cîhana ku em tê de dijîn her roj tiþtek ecêb pêk tê. Mirov pêþî behsa kîjan bikin, bi rastî jî zehmet e. Hema tu kîjanî bigirî dest, ji wê mijarê ecêbî diherike. Lê em dîsa jî ji erdnîgara xwe dûr nekevin û behsa bûyerên balkêþ yên welatê xwe bikin.

            Bi dehan salane di rojeva Kurdan de asîmîlasyon heye. Li ser vê asîmîlasyonê gelek tiþt hatin gotin û nivîsîn. Gelo nizanim hewce dike ku mirov mînakên ji welatên din bide an na? An jî behsa zirara vê polîtîkaya bê-xwîn û qirêj bike? Êdî pêwîste ma mirov ji însana re behsa armanc û encamên vê polîtîkaya kûjer bike? Li gorî dîtina min ev yek wê ji dubareyê bêhtir tiþtek nebe. Ji ber vê yekê dixwazim dîrect dest bi mijarê bikim.

            Wê rojê min di Ajansa Nûçeyan a Firatê de nûçeyek xwend. Pêþî min baþ fêm nekir û min got ‘herhal þaþ hatiye nivîsandin’. Lê piþtre min xwend û ez þaþ mam. Tenê ez þaþ jî ne mam. Min li ser nave wan kesan fedî jî kir. Nûçe ev bû;

‘Projeya Þaredariya Geverê a ‘Têma Bingehîn ya Wekheviyê ya Projeya Jinê’ de ku di çarçoveya Bernameya Pêþxistina Anatoliya Rojhilat yanî Doðu Anodalu Kalkýnma Programý hate qebûl kirin. Di çarçoveya projeya Yekitiya Ewropayê de li Geverê wê ji bo 120 keç û jinên kurd ji bo fêrî Tirkî bibin wê kurs bê dayîn.’

            Naveroka nûçeyê wisa ye. Û keç û jinên ku tevlî vê kursê jî bibin, temenê wan di navbera 15 û 80ê de ne.

            Werin li vê sosretê temaþe bikin. Ev çi sîsteme ku em xwe bi xwe asîmîle dikin. Gotineke pêþiyan heye, dibêjin, ‘Niha em çi keziyê xwe kur bikin û xwelî li serê xwe bikin.’ Gelo di vê cîhana rezîl de mînakek wisa heye?

            Nûçe berdewam dike û dibêje; ‘Ev yek li ser pêþniyara þaredarê Geverê Mihemed Salih Yildiz çêdibe ku bi xwe jî 18 hezar Euro jê re veqetandiye.’ Ne ser xêrê... ‘Piþtre jî Yekitiya Ewropayê jî 63 euro alîkarî daye projeya asîmîlasyonê...

Gelê Kurd ji bo vê asîmîlasyonê qebûl neke û van polîtîkayên xaîn têk bibe, bi salan e têkoþîneke bi rûmet dide. Di vê têkoþînê de gelek leheng û þêrên me jiyana xwe ji dest dan. Tenê ji bo gelê me bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin û perwerde bibînin çend gundên me hatin þewitandin, çend mirovên me di bin êþkenceyan de hatin derbaskirin? Hejmara wan, bawerim di mejiyê hemû kesan de hene. Ji ber vê yekê pêwîst nake em dûr û dirêj bêjin.

Kesên ku Brêz Salîh Yildiz nas nakin jî dixwazim, wî bi we bidim nasandin. Ev salên dûr û dirêje di nava tevgera azadiya gelê Kurd de ye. Di qada legal de keda wî gelek e. Ji bilî nasnameya wî ya polîtîk wek mirov jî gelek tê heskirin. Mirovek dilnizm e. Bi salan e di nava çalakiyên demokratîk de li pêþ e û me wî wisa nas kir. Bawer dikim bi xwe jî ji Culemêrgê ye û Kurdiya wî ji Tirkiya wî pir baþtir û pêþketîtir e. Li ser ewqas ked û xebatê ew jî rabe jinên kurd bi van projeyan asîmîle bike, gelo wê qeder û çarenûsa bajarên din çawa be.

Dîsa tê gotin ku di çarçoveya kursê de wê dersên þano û govendê jî hebin. Baþ e gelo wê bi çi zimanî þanoyê bilîzin? Ez bawer im bi tirkî.

Pêþniyarek me heye ji bo þaredariya Geverê. Bila yekemîn lîstika wan jî li ser vê rewþê be. Yanî asîmîlekirina kurdan. Heta bila kursa þaredariyê bibe mijara þanoya þagirtan.

Þaredarên ku di destên Kurdan de ne, bi taybetî jî þaredarên Amedê li gel hemû astengiyan, projeya pir-zimanî qebûl kiriye û di bin bane þaredariyê de kursên zimanê kurdî vekirine. Bijî ji wan re….

                                    Hesen Kizilkaya

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org