Þevek ji 1460 Þevan

 

Hesen Kizilkaya

 

 

            Wê þevê xeweke þêrîn gelek pêwîst bû ji bo Ahmed. Li ser cih xwe dirêj kiribû û hewl dida ku razê. Lê çi dikir jî nedikarî razê. Xewê xwe ji çavên wî dûr dixist. Di nav cihên xwe de ku ji doþegek kevn û ji betaniyek leþkerî pêk dihat, deqê carekê dizivirî aliyekî. Tiþtekî dilê wî diêþand, lê nedizanî ku çi ye...
            Ji bo me hemûyan þevên bi vî rengî çê dibin. Çend xeyal di hiþên mirov de zindî dibin û dikî nakî ew xeyal ji ber çavên te naçin. Lê ji bo Ahmed ew þev cuda bû. Gelek þevan bêxew mabû, lê wê þevê êþek ango tirsek di dilê wî de peyda bûbû. Belkî tam ne tirs bû jî, digot qey tiþtek ji dilê wî vediqete. Êþa veqetînê û derdê nezaniya êþê bi hev re bû. Çavên wî carna diçûn ser hev, lê her carê wek ku mirovek wî hiþyar dike, di nav cihê xwe de vediciniqî.
 
            Hizir kir, heval û dostên wî hatin bîra wî. Gelo ma tiþtek hatibûn serê wan. Hin hevalên xwe fikirî û ji carekê ve çû zarokatiya xwe. Kolanên Farqînê ku tê de dilîst, taxa Tekela kevn, dikana Mahfûz û Cembelî, stendina þekiran, þerên bi hevalên xwe re û xwedîkirina kevroþkan, hemû tiþt ji ber çavên Ahmed weke fîlmek derbas dibû. Lê çavên wî li cihekî asê man. Tam nedidît ku ew kî/kê ye li hember wî disekine. Gelo hevalên wî ne yan jî xeyal e. Ji bo ji nêz ve bibîne hinek meþiya, lê her ku diçû, ew jî jê dûr diket. Destê xwe diavêt, lê destê wî vala dima. Dizanibû tiþtek heye û divê ew yan wê bibîne yan jî bigire. Lê bi ser nediket. Weke ku dixwest wî bibe cihekî. Ahmed jî bi dû ket û kete kolaneke teng. Ew kolan nas dikir, lê nedihata bîra wî. Deriyekî texte ku bi þîn hatibû boyaxkirin, hat ber çavê wî. Wê xeyalê derî jê re vekir, lê Ahmed hinek dudil bû. Gelo bikevê yan nekevê. Wê dixwest wî bi ku de bibe yan jî çi niþanê wî bide? Lê Ahmed pir bi mereq bû, çi dibe bila bibe, çi bê serê wî bila bê, divê bikeve hundir û bibîne.
 
            Derî vekirîbû û xeyal jî li ber derî benda Ahmed bû. Di wê demê de Ahmed çavê vekir. Her çend ji xwe ranezabû jî, tenê çavên wî girtîbû û ji xwe re xeyalan dikir. Rabû li ser cihê xwe rûniþt. Ji her derê bêhna tenêtiya tariyê dihat. Pir meraq kiribû, li piþt derî çi heye? Dudil bû û vê dudiliyê mora xwe her dem li jiyana Ahmed xistibû. Ewê sibê malbata wî jî bihatana cem. Hema weke demek wan fikirî û paþê biryara xwe da, dîsa xwe dirêj kir. Çawa ku çavên xwe girtin, weke ku fîlmek nîvco-mayî dîsa xwe li ber wî deriyê þîn dît.
           
Vê carê beyî ku bifikire hewil da bikeve hundir. Bejna wî hinekî bilind bû û dema ji derî bikeve hundir, hinek serê xwe xwarkir û ket hundir. Çend deqeyan derdora xwe nedît, ji ber tariyê. Lê hêdî hêdî ode ronî dibû û wî jî li derdora xwe dinêrî. Mal nas kir, ev mala Mele Harûn bû û ode jî odeya bûka Mele bû. Navê bûkê Minîre bû. Minîreyê bi çavên xwe yên hêþîn û bi pora xwe ya dirêj, li Farqînê bi nav û deng bû. Gelek kesan ew xwestibû û li derdora mala bavê wê diçûn û dihatin. Lê Minîreyê dil kiribû û herî dawî jî bi mirada xwe þa bibû.
Ahmed fêm nedikir çima hatiye vê derê? Tu eleqeya wan bi mala Mele re jî tunebû, lê dîsa jî xeyalên wî, ew anîbû vêderê. Ji niþka ve çavên wî li kesekî aliqî. Di nav ciyan de bû û xeyalê wî jî li ber serê kesê di nav ciyan de, runiþtibû. Destê xwe li çoga xwe dixist û serê xwe dihejand. Ahmed tiþtek fêm nekir û hêdî hêdî ber bi cî ve dimeþiya. Dema gihîþt ber ciyan, dît ku dayîka wî ye di nav ciyan de. Hema yek ser li milê çepê nihêrî, lê xeyala wî zû ve ji holê winda bûbû. Dayîka wî nexweþ bû û qet hereket nedikir. Destê xwe bir ser serê dayîka xwe, lê tu tiþt hîs nekir. Dixwest bi dayîka xwe re biaxive, lê dikir û nedikir, tu gotin ji devê wî dernediket. Ev bûbû 8 sal dayîka xwe nedîtibû û dayîka wî gelek nexweþ bû.
Dayîka wî gelek dixwest bê cem, lê ji ber nexweþiya xwe nekarîbû. Diya Ahmed serê xwe zivîrand û dîrek li çavên wî nihêrî. Dixwest jê re gotinekê bêje. Hewl da, lê tiþtek ji devê wê derneket. Û wisa ma...
           
Ahmed ji ser cihên xwe veciniqî. Xewnek pir xirab dîtibû. Lê Ahmed nedizanîbû ku ew xewneke rast bû. Roja din malbata wî dema heta girtîgehê serdana wî, agahiya mirina dayîka wî dabûnê...
 
 
Têbînî: Mijara nivîsê ji serpêhatiyeke rastî ya girtiyekî kurd pêk hatiye.
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org