|
Beyannameyek
dijî hêriþa leþkerê Turkîya bo Kurdistanê Em bi navê tevaya
endamên êketîya nivîskarên kurd / Duhok, evê hêriþa dijwar û
hovaneya leþkerê turikî ya berfireh dijî herêma Kurdistanê bi behaneya
jinavbirina çekdarên pkk ê ku kêþeyeke navixoyî ya turikîyaye
û pêtivî ye bi rêkên dîyalog û aþtîyane dinav welatê xwede çareserbikin,
em vê hêriþê riswa û þermezar dikin. Ev bezandina sînurên
herêma Kurdistanê û têkidana jêderên abur û jîyara xelkê hejarên
gund û deverên ser sînurî mîna þkandin û jinavbirina çendîn pirên
xizmetguzarî ku hijmareke zora gundên Kurdistanê û digel bajêran pêk
ve girêddan, her wesa tirsandin û têkidana aramî û êmnahîya xelkê
sivîl û hejar, cureke ji curên tîrurê. Zêdebarî hindê ku li dwîf
yasayên nêv dewletî têkidana serwerîya welatekî ye û divê tev civaka
nêv dewletî bi dijî wê raweste u bi
zwîtirîn dem vê hereþê rawesitîne. Dîyar e ku armanca
serekîya dewleta turikîya jinavbirin û têkdana serbura azadî û dîmukirasîya
herêma Kurdistanê ye. Ev hêriþe dijî têgeh û pirinsîpên dîmukirasî
û mafê mirov û civaka sivîle, lewra em daxwazê ji gelê turk û hemî
saziyên mirovayetî û dîmukirasî û aþtîxwaz li turikîya û tevaya cîhanê
dikin ku bêdeng û bê helwîst nemînin dijî vê hêriþê. Her wesa
daxwazê ji welatên êkgirtyên emirîkî û hevpeymanên wê dikîn ku bi
aweyek fermî û li dwîf yasa û birîyarên nêv dewletî dagîrikerên îraqêne
û li dwîf wan yasayan, parastina êminahîya sînurên vî welatî ji her
hereþe û metirsî û dagîrikirineke din, berpisîyarîya wê ya yasayî
ye. Em nivîskarên Dihokê
herwesa daxwazê ji tev nivîskarên kurd û cîhanê dikîn ku bi verêja
hizir û bîrên xwe yên mirovaynî û dîmukirasî û aþtîxwaz bi xameyên
xwe bi rolê xwe yê dîrokî rabin dijî vê hêriþa ne mirovaynî. Li dawiyê dê bêjîn
ku dem demê aþtî û pêkve jîyanêye û qebulkirina yê din e, û çi kêþe
jî bi hêzê nahêne çareserikirin belko mezintir û aluz tir dibin, lewra
pêtivî ye turikîya jî kêþeya kurdan li turikîya, bi rêkên serdemî
çareser bike. Êketîya Nivîserên
Kurd / Duhok 25/2/2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org