Baba Tahirê Hemedanî (937-1010z)


Hêvî Berwarî

Baba Tahirê Oriyanî, Hemedanî, navê wî Tahir e, Baba jêre digotin jiber ku yek bû ji kesên baþ û navdar û zanayê (Ehlê heq-yarsan) ji kevinde peyva Baba bo rêberên Ola yarsan û terîqeta derwêþîzma îslamî di kurdewarî de mîna peyva (Pîr) bi kar dianî dîsan jêre digotin (Oryanî). Weke tê zanîn, ev nav wî bixwe li xwe kiriye. Bi mana (Tazî)ji ber ku baweriya wî bi felsefeya sovîzmê hebû û mîna tiyoriyeke bi þêweyê derwêþan weke praktîk bi kar aniye. Herweha jêre dibêjin Hemedanî ji ber ku li Hemedan jiyaye û her li wir jiyana xwe jidestdaye û li wir binaxkirî ye. Di helbestan de navê xwe yê dirust bi kar aniye (Tahir) dibêjin kevintirîn çavkanî, ku jiyana Baba Tahir têde hatiye nivîsandin, pirtûka (Rawend)îye Mohemedê kurê Alî Silêmanê Rawendiye li sala 599k 1202z pertûka bi navê (Rahet al-sidur we ayet al-siror der tarix al-selcoq) danaye. Li sala 1333z bi alîkariya Mohemed Êqbal û danana perawêz û fêhristan ji aliyê (mucteba mînewî) hatiye çapkirin di vê pertukêda behsa dîtinekê tê kirin, di navbera Sultan Tuxrul begê selcoqî û Baba Tahir de. Li vir nivîskar dixwaze bibêje, ku di wî demî de derwês û sofiyan rola xwe ya giring hebû. serhatiya vê dîtinê bi vî rengî tê gotin, min guh lê bû, dema Sultan Tuxrul beg hatiye bajarê Hemedanê ewliyayên sofiyan sê pîr bûn, Baba Tahir, Baba Cefer û Sêx Hemþa. Nêzîk çiyayekî navê wî Xidir bû, di rêya Hemedanê de rawesta bû, dema Sultanî dîtîn rawestiya û zelamên di gel de ji hespan hatine xwar, digel Wezîr Ebonesrê Kenderî berê xwe da wan û dixwast nêzîk bibe û destê wan biramûse. Di wî demî de Baba Tahir di haleta cizbe de bû, rûyê xwe da sultanî û jêre got, ey Turk tu dixwazî çi li xelkê xwedayî bikî?

Sultanî jêre got ev tiþtê tu daxwaz dikî, ez wê dikem. Baba Tahir jêre got, wê bike ya xwedayî bivê .

Ewa rast be, sala jidayîkbûna Baba Tahir aþkere nîne. Di çavkaniyekê de hatiye, ku Baba Tahir kurê Ferîdûn e 410k 1019z jiyaye, herweha di belgeyekî rast de hatiye gotin, ku her di wê salê de jiyana xwe jidestdaye. Dîsan hind liser wê bawerê ne, ku li salên (326k-937z, 410k- 1019z )jiyaye. Dîsan hind kes dibêjin, ku li sala ( 390k -999z, 450k-1058z) de jiyaye. Dîsan beþek din dibêjin, hevcaxê Îbin Sîna ye (428k-1063z). Dîsan hindên din dibêjin, hevçaxê Xwace Nesredînê Tusî ye( 672k-1273z). Em dikarîn bêjin, serdemên cuda ji bo jiyana Baba Tahir hatine xweyakirin. Ewên hevçaxên Eînulquzatê Hemedanî 525k-1130z didanin, xweyaye ku ji rastiyê dûrketî ne. Herweha ewên bi hevçaxê Nesredînê Tusîjî datînin zêdetir ji rastiyê dûr in. Dîsan Reza Qulîxanê hîdayet dibêje Tahirê Oryanî Hemedanî navê wî yê pîroz Baba Tahir e, yeke ji zana û navdarên dema xwe. Dîsan xwedî rûmet û ciyekî bilind bûye hind ji hevçaxên sultanên selcoqî datînin lê ev nerast e. Baba Tahir yek e ji Sêxên kevn ên hevcaxên deylemiyan, sala 410k beriya Unsurî û Fîrdewsî û hevdemên wan jiyana xwe ji dest daye. Dîsan ji babetên xweyakirina serdemê ji daykbûna Baba mîrza Mehdîxanê Kewkeb diçe ser yek ji du beytên Baba Tahirî û dibêje:

Moan behrum keder zerif amedestum
Moan  nuqte keder herif amedestum
Be her elfî elif qeddî ber ayu
Elif qedum keder elif amedestum

Ev du beytne bi hisaba ebcedî dibe rista (elif qed elif =e-l-q-d-a-l-f) dibe sala 326k, sala jidaykbûna Baba Tahirê Hemedanî. Ev çafkaniya jor ji rûpela 36an ji mîrza mehdîxan kewkeb, þerh hal Baba Tahir ji kovara Asiya bingale 904 wergirtiye.

Her çawa be, bi çavkaniyên bawerî pê kirî, Baba Tahir di maweyê di navbera diwemîn sedsaliya dehan û nîva yekê ji sedsaliya yanzdan zayînî de jiyaye. Jidayîkbûn û malavayiya wî bi salên (326k-937z, 401k-1010z) aþkere kiriye.

 

Baba Tahir û Ola Yarsan

Weke tê zanîn, li serdema jiyana Baba Tahir ola ehlî heq (yarsan) li piraniya herêmên çiyayên Kurdistanê û dewr û berên wê hebû. Her çende ev ole ji îslamê kevintir e, lê di wî demî de bi þêweyekî mîna mezhebekî îslamî xwe dizanî. Di dirêjiya rojan de yarsanan milmilanê digel dikir, bi taybet li ser dema Osmaniyan de, bi (Xolatî Siîe) û (Batinî) (Elî îlahî) dizanîn. Bê guman, ola yarsan têkelî sofîzma îslamî bû, ne bi tenê di helbestên Baba de xweyaye, lê belku ew bi xwe jî endamekî herî mezin û xwedî rûmet û ciyekî taybet di rêkxirawên ola yarsan de bûye, ku zimanê resmî yê wan diyalêkta Goran, ya  zimanê kurdî ye, digel wê yekê jî, ev zimanê ku Baba du beyt pê nivêsîn diyalêkta Goran nîne, lê têkela herêma Lorî ye. Lê peyrewên Yarsan jiber diken û weke helbest dibêjin û - li gor wan - kes di nihêniyên wan nagehe. Ji bilî vê yekê jî, belge hene, ku Baba helbest bi pir diyalêktên têkel ên kurdî gotine. Dîsan ji aliyekî din di destpêka sala 1968z da kargerê zanistî li beþa kurdnasî tayê rojhelatnasa akademiya zanistî Ermenistan Gurgîn Akopof hatbû bajarê (Lenîngirad), li ser babetê Baba Tahir dibêje, li sala 1943z rojekê digel Reþîd Yasemî bi hev re runiþtibûn, Sedrî qazî jî li wir bû, axaftin hat ser Baba Tahirî, Yasemî dêre helbesteke Baba Tahir xwend, ku xweyaye wî ji kesekî pîr guh lê bûye û ew helbest jî ev e:

Kî gotî nîne li dunya da raz
Ev ki min seydayi Tayem ew raz nîne

Dibêje: kî dibêje di dunyayê de rastî tuneye, ma ew nerastî ye, ku ez ji bo te dînim. Dîsan pirs ji Akopov tê kirin, çima ev dêre helbeste te nexiste di nava pertûka wî de? Gotî ji ber wê yekê, ku Baba Tahir pir hêja û bi rûmet bû li cem Yarsanan hinek ji du beytên wî ji bo pîrozî di perawêza destnivês a pertûka ola Yarsan serencam tomar kiriye. Mînorskî sêzde du beytên Baba Tahirî di pertûka (Serencam) de datîne. Dîsan hevalên wî ji Yarsanan ehlê heq û yek du beytên din bo hinartine. Di pertûka (serencam) û hijmarek ji name û helbestên ehlê heq de dibêjin, ku þahê alem Baba xweþên 406k-1015z ,467k-1074z di wî demî de, digel heval û siwarên xwe çû Hemedanê û bo mêhvanê Baba û serhatiya wî zêdetir mîna efsaneyekê ye, mîna pir rûdanên ola Yarsan, dibêjin di guftugoyekê de di navbera herduyan de Baba Tahir dibêje :

Herkes þaheþ tuy haleþ hemîne
Serîneþ xiþt û balênes zemîn e
Curmo înestke te dost darom
Herkes dosteþ tuy haleþ çi nîn

Bi mana herkesê tu þahê wî be, dibe halê wî weha be balîvka wî ber be û duþeka wî erd be guneha min ev e, tu dostê min î, ewê tu dostê wî bî dibe halê wî weha be.

Zimanê Baba Tahir

Li ser rewþa þêwê zimanê çarînên Baba pir bîr û rayên ji hev cuda hene û dibêjin, Reza Qolîxan hîdayet di pertûka (tezkeret mecmei elfusehaida) dibêje, Baba çarîne bi zimanê kevin heye, lê divê bizanîn, ku zimanê kevin çi ye? Herweha (Atiþkide Azer) dibêje helbestên Baba bi zimanê (Racî) bo û Racî bimana (Razî) di wî çaxî de xelkê (Rey û Dînwer) pê dipeyivîn, ji aliyekî din ve, mîna Wehîd nîþan dide û dibêje, zimanê Baba cuda ye ji zimanê Razî. Herweha di destnivêsekê de çend çarînên kurdî bi navê Baba Tahir hatine nîvêsîn û (Satirbêg Mohemed) þaîrê bi nav û deng yê Hemedanê dibêje, ev helbestne yên min in û bi navê Baba Tahir hatine balavkirin. Ev jî wê yekê digehîne, ku Satirbêg û Baba bi yek ziman çarîne nivîsandine, ji ber wê yekê, ev têkelbûne rûdaye, ku ew jî kurdî ye. Herweha dibêjin, Baba bi þêweyekî helbest mîna Lorî nivîsandine. Lê em dikarin bêjin, ev þêweye çi ye? Lê di rastî de, piraniya wan zanayên li ser rewþa þêweyê çarînên Baba tiþtek nivîsandî dibêjin, Baba Lor bûye û bi þêweyê lorî çarîne nivîsandine. Ev jî aþkera ye, li cem wan kesên þarezayî heye, di helbestên Baba Tahir de, yek ji wan çavkaniyên giring, ku li ser rewþa dîroka kurdî hatiye nivîsandin (Þerefnama Þerefxanê Bedlîsî ye), ku li sala 1555z bi dawî aniye, li ser rewþa zimanê kurdî dibêje, zimanê kurdî çar beþ e:

(Kurmancî, Lorî, Kelhorî, Goran) ( Þerefname alîf elemîr Þerefxan el-Bedlîsî) ji aliyê Fereculla Zekî el-kurdî li Ezherê li Misirê di Boste de, rûpela 23 de, hatiye nivîsandin. Dîsan liser rewþa zimanî du beytên Baba, Dr. Îbraham mamostayê kevin ê zimanê pehlewî li zanîngeha adabê danîþgeha Tehran baþek bi zimanê Firensî li Parîsê çapkiriye û Dr. Perwêz Natilxanlerî çend gotarek li ser vê rewþê di govara peyam de belavkiriye.

 

Çarînên Baba Tahir

Bê guman, çarînên Baba di wî demê dûr û dirêj de mîna wî zimanî nîne, ewê pê dipeyivî. Herweha mîna wî zimanê îro yê herêma wî nîne, lewra ev jî bûye egera wê yekê, ku piraniya nivîskaran destnivêsên wî li gor xwastekên xwe destkarî têde bikin. Û berhemên Baba neparastine, ew peyvên mana wan nehatine zanîn, peyvên Farisî li cî danîne, ev jî bûye egera wê yekê, ku di hemû pertûkên çapkirî yên Baba de, em nikarin yeka weha pak bidest bixin, mîna pertûka wî ya orgînal ya pak be. Herçende pir têkelî Farisî bûye, lê her þêweyê lorîbûna xwe wenda nekiriye, mîna dibînin, li dawiya piraniya pertûkên wî ferhengok jêre durist kiriye û mana pir peyv û zaravên lorî têde lêk dayne. Lê divê bizanin, em nikarîn bo wan pertûkên wî yên çapkirî taybetmendiyên þêweyê lorî yê wî serdemî bizanin û lêkolînên zanistî li ser bikin, eger di pêþerojê de çend dest nivêsên bawerpêkirî yên Babayî dest bikevin, daku bikarin berawerdiyê di navberê de bikin û ta radeyekî bikarin bigehîne vê mebestê û bi bawerî çarînên wî sax bikin û lêkolînan li ser bikin. Û ew destnivêsên kevin, ku ta niha haya me jê heye, destnivîsê jimare 2546 (Muziuma Qonya) ewa li ser gora (Mewlana Celaledînê Belxî) navdar e bi mewlana Romî, ku dîroka 842k li ser hatiye nivîsandin (þerh ehwal we asar Baba - bikþoþ dikterCwad meqsod Rûpel 28 .

 

Destnivês û çapên du beytên Baba Tahir

Her ji peydabûna van du beytan zêde di nav dil û mejoyê gel de jiyan, ji ber ku ev hêvî û armanca wan bû. Dîsan ji serdamê çapa nû, di rojhelata navîn de hijmarek zor ya du beytên Baba di nav gelda belav bûn. Bi taybetî pistî cenga cîhanî ya duyan, li Îranê belav kirine û çapxanan bi hunerî li ev du beyte li çapê dan, bi tablo û wêneyên rengîn, mîna turî û veguhastin ji bo zimanên din yên pêþkeftiyên cîhanê. Em bawer nakin, ku namexaneyên mezin û navdar li cîhanê hebin û destnivîsên du beytên Baba Tahr têde nebin. Herweha ev destnivîse bûne egera wê yekê, ku hind ji rojhelatnasan li sedsaliya nozde û bîstan de pir ji têkêstên van du beytan belav bikin û veguhêzin ji bo zimanên mîna Îngilîzî û Frensî û Elmanî.
 

a)  Destnivîs di hinde namexaneyên Europa de  
 

1-Namexaneya neteweyî li Parîs:   

Ev destnivêse (175) dubeyt vegirtîne, pêsgotin ji aliyê (Pexþqolî Qerebaxî) hatiye nivîsandin û car rûpel e. Di pêþgotinê de hatiye, ku bi fermana Mohemed Þahê Qicarî hinde ji van beytan hatîne komkirin, daku ji wendabûnê biparêzin. Dîsan di pêsgotinê de Tuz dibêje ta niha, sala 1844z, ewên li vir tomarkirin ji wîlayetên dûr û nêzîk top kirine û eger di rojên dahatî de du beytên din bibînîn, dîsan di nava vê namê de dê binivîsin, ji ber ku 6 rûpelên spî bi cî hêþtine, ji bo van du beytan, eger di pêserojê de bibînîn.
 

2- yek ji destnivêsên mezin û ciwan û jêhatî yên helbesta klasîk a rojhelata navîn keskula (Gulþen)e. Ev ji aliyê Mohemed Qazî kurê Mohemed Razî yê Mehcûrî 1783z hatiye nivîsandin, ku ji 459 rûpelan pêkhatiye. Digel wêneyên rengîn û beþek ji du beytan tomar kirine, hijmara destnivîs (E-12) ye li namexaneya amojgariya rojhelatnasî Akademiya zanistî de li St.Petersburg hatiye parastin.

b)  du beytên çapkirî yên Baba Tahir:

Ew berhemên helbestan, ku bi navê Baba Tahir hatine nasandin nêzîkî 600 û du beyt û 5 xezel û çend parceyên dine pir, ji berhemên çapkirî yên du beytên Baba rojane tên bikaranîn û ev du beytne di qalibê zimanê farisî yê nû de meyî ne û bûne milkê farisan, ji ber vê yekê, di nava dîroka edebiyata wan de cûye. Lê her ev heye, ku Baba Tahir bi nav û naverok ve kurd e û di van salên dawî de hewldana guherîna van du beytan ji zimanê resen ê xwe bo zimanê Farisî yê nû di van çend sedsalên dawî de baþtirîn çapên du beytên Baba ew e, ya ku ji aliyê (Husên Wehîd Destgurdî) hatiye vejandin. Û pêþgotin ji aliyê (Reþîd Yasemî) ve hatiye nivîsandin. Mezintirîn pertûk ji babetên Baba Tahirî ew e, ya ku Mohemedê kurê Îbrahîmê navdar bi xetîbê wezîrî nivîsandî, her çi li ser rewþa helbestvanî ve hatibe gotin top kiriye û hewldaye, ji çi çavkanî û belgeyan dûr nekeve.

Baba Tahir û rojhelatnas

Pir rojhelatnasên mîna (Jskoviskî, Klemen Hawer, Edward Braun, Hern Aln û Linciskî) hind tiþt li ser rewþa Baba Tahir bi zimanê elmanî nivîsandine

-Frensî û Înglîzî. Klemn Hawr yê frensî kumelek ji du beytên Baba Tahir çapkirine û Edwerd Hrnarn yê Înglîz pertûka wî wergêraye ser zimanê îngilîzî û çapkiriye (Elizabeth Kurtiz Brnz) pertûka Baba ya helbestan wergêraye ser zimanê Înglîzî.

Cavkanî:

1-  Dîroka edebiyata kurdî - Dr. Maruf Xeznedar beþa yekem (çapa Araz-Hewlêr 2001).
2- Kovara Rwþinbîrî nuê- jimare 108 -1985 Bexda.