Helbestvan û peykertaþê Kurd  (Bekir Begê Erizî)

Hêvî Berwarî

Ev helbestvane bi taybetî li deverên Behdînan, Hekarî û Botan navdar e. Bekir Beg kurê Behder Begê ye, ji gundê Erizê ye, ku dikeve ser Çiyayê Metînan. Li rojavayê Bamernê Bekir Beg ji malbateke navdar bûye û li herêma Behdînan, ji ber navê gundê wî, paþnavê wî bûye Erizî.

Bekir Beg li sala 1767z hatiye dinê û li gor rewiþtên malbat û malmezinan xwedî bûye. Ji ber ku malbata wî dewlemend bûye, di jiyaneke xweþ de mezin bûye, her ji zarotiyê de li ba mirovên zana û þarezayên wî çaxî ketiye ber xwandinê, ta ku fêrî xwendina qoran û nivîsînê bûye. Paþan li dibistanên Amêdî, Bamernê û Mayê li ba mamosta û zanayên navdar xwendiye. Lê ta niha nehatiye zanîn, ka bawernameya zanatî wergirtiye yan na. Weke tê gotin, Bekir Beg ji þagirtên herî zîrek, bîr tûj û dûrbîn bûye; mîna ku mamostayên wî pesna wî didin. Dîsan Erizî mirovekî vekirî, rûxweþ û henekcî bûye. Ew di nav heval û kesûkaran de xweþewîst bûye. Dibêjin, hêþta Bekir Beg di jiyekî (temenekî, umrekî) biçûk de bû, dema peyv li hevdianîn û rêkdixistin û mîna helbestan digotin. Ev yeke jî guman têde nîne, ji ber ku cihê jiyana wî li Berwarî Bala û bi taybet gundê wî Erizê li ser çiyayê metîna bûye, ku dîmenên pir ciwan û spehî têde hene; weke kanî, robar û hemû cureyên gulçîçekan, awazên kew, þalûl û bilbilan li ser zinaran, li derdora gundê wî. Vê yekê bala helbestvanê me kiþandiye, ku afirandinê ji van dîmenên ciwan û spehî bike. Ji vê yekê xuya dibe, ku Bekir Beg çiqas aþiqê Kurdistanê bûye û bedewiya wê çiqas bandor li nivîsên wî kiriye. Mamostayê nemir (Mela Enwerê Mayî) di pirtûka xwe de, ya bi navê „Kurdên Behdîna“ dibêje, di sala 1781z de, helbesta xwe ya ciwan bi kewê gotiye û di sala 1806an de beyta Çulî Begê vehandiye. Ger dîroka jidayîkbûna wî li sala 1767z be, em dikarin bêjin, di jiyê (temenê) 14 saliyê de helbest vehandine, lê beriya wî demî hinde peyv digotin û lihev dianîn.

Weke tê zanîn, Bekir Beg di nav civaka xwe de mirovekî hêja, bi rûmet û xwedî bawerî bûye; bi taybet li ba mîrê Amêdiyê yê navdar Simaîl Paþa, yê ku ji sala 1768z-1799z cihê Behdînan parastiye û nehêlaye tu biyanî destê xwe jêre dirêj bikin. Li ser paytextê Mîrîtiya Amêdiyê, weke tê zanîn, ku padîþahê Behdînan weke rêz û rewiþt her sal li ser Çiyayê Metînan dihate rav, nêçîr û seyranan. Ji ber vê yekê di navbera serê Amêdiyê û serê Bamernê de rêyek vekir. Dibêjin, ew rê weha rast bû, ku erebeyên darî di nav de dihatin û diçûn; ji serê Amêdiyê ta ku serê Bamernê li seyrangeha padîþahî, ya jêre digotin „Berê Mohrê“; dibêjin ew seyrangeh hinde bilind bû, ta her kesê çûba ser kevirên wê heya nêzîkî Mûsilê didît .

Dibêjin, çiqas padîþa dihate seyrana Berê Mohrê dihinarte dû Bekir Begê, da ku bi hev re rabiwêrin. Dibêjin, carekê Erizî bihîst, ku paþa dê bête seyranê, ji korê xwe re got, emê sibe biçine çiyê, da ku darekî baþ bi dest me bikeve û da ku kerekî darî yê li ser erebeyên darî bi rê ve biçe jêre çêbikin, da ku lê siwar bibin û biçine cem padîþahî û serxwþiyê lê bikin. Dibêjin, sibe bû, Bekir Beg û kurê xwe çûne çiyê û Bekir Begê cihek ji qurmê dareke mezin ji kurê xwe re nîþan kir, jêre got, bavo bivirê xwe li vî cihî bide, da ku dar bikeve û em kerekî darî jê çêbikin. Lê dema kurê Bekir Begê bivirê xwe rakir û li darî xist, bivirê wî bi wî cihî neket, ewê ku bavê wî jêre nîþan kiribû. Bekir Begê yekser ji kurê xwe re got, bavo mixabin te em li hember padîþahî þermezar kirin. Bekir Begê jêre got, kurê min dê guhekî kerê me jê kêm be. Dibêjin Bekir Begê kerekî baþ ji wî darî çêkir.

Dem bû nêzîkî biharê û di wî demî de tirî kêm bûbû, yan her nema bû; lê Bekir Begê ji herzêla xwe du seviyên tirî li kerê darî kirin û ji padîþah re birin. Çaxê Bekir Beg çû û silav li padîþah kir, çavê padîþah bi kerê darî ket, ewê ku Bekir Begê ji dar afirandibû. Bi rastî padîþah pir þabû û jêre got, ez bawer im, kesekî din tuneye, ku mîna te di hunermendî û dartaþiyê de zana be. Ji vê serpêhatiyê xuya dibe, ku Bekir Beg ne bi tenê helbestvan û rewþenbîr bûye, lê hunermendekî hêja û pisporê çaxê xwe bûye. Mamosta Enwer Mayî di pirtûka xwe ya bi navê „Kurdên Behdînan“ de, rûpelê 206an de dibêje, Bekir Beg ne bi tenê helbestvan û dartaþekî þehreza bûye, lê wênekêþekî zîrek û navdar jî bûye. Dibêje, ger ji bandora ola îslamê nebûya, ta wêneyên mirovan jî çêdikir. Lê di ser wê yekê re, kariye hinde wêneyên entîke biafrîne; dibêjin, carekê xezalek ji darê hejîrê çêkir û diyarî padîþahê Amêdiyê kir, ku her kesê li wê xezalê nêrîba, digot ev xezal ya bican û rawestiya ye. Herweha rojekê mala padîþah diçin seyranê. Li serê Amêdiyê, Nayile Xan, xanima padîþah li gel bû; dibêjin baraneke dijwar bariya û neçar bûn vegerin malê. Lê li dema vegerê, Nayile Xanê ji Bekir Begê re got, helbestekê li ser seyrana me bêje?. Bekir Beg li ser daxwaza Nayile Xanê dibêje:

 
Seyran qewî xweþ lezet e
Baxê gulan mawerd di nav
Bi amiyan lew zehmet e
Nînin çek û zêr û dirav
 
Seyran bi eshaban xweþ in
Çîmen bi gulzaran geþ in
Hênkatiyê di nav dimeþin
Hêj germ nebûn roj û hetav
 
Bi hênkatiyê rabûn ji mal
Mecmû’ bûbûn çendî heval
Mehbûb û rindên çav bi xal
Dêmhûriyên navteng zirav
 
Dêmhûriyên zêrîn kemer
Kêxme û etles wê di ber
Qumçe ji perdan bêne der
Nexþa Xwedê rohne li nav
 
Dîsan helbestvanê me destekî bilind di pesinkirinê de hebûye; mîna vê helbesta ciwan, ya ku bi Nayile Xanê gotî, dema ji serþoya “Kaniya Xatûnê” li robarê Amêdiyê vegeriyaye malê; jêre dibêje:
 
Derkeftim temaþakem
Tîna rojê li dinê da bû
Xeyala dilberê nakem
Min dît nêhat û peyda bû
Min dît nakem ji îhsanê
Hiland perda di rêzanê
Ji burcê hate eywanê
Miqabil hat û westa bû
Miqabil hat û rawesta
Du xadim dest li ser desta
Li pêþ wê dilberê westa
Helat roj û li dinê dabû
 
Bê guman, helbestvanê me aþiqê siruþta Kurdistanê bûye, cihên spehî, rind û ciwan helbest pê heldane, ji wan beyta “Kewa Çaxê” dibe bar yan barekew, ku kew ji germiyanan ber bi zozanan, kanî û robaran tên, ew dibêje:
 
Þewat cûbû bi nîvî
hewar li van feqîra
xweþ xand û kewê kovî
Cab veda bo êxsîra
 
Lêda keyfa biharê
Ew çûne ber keviya
Dihat serê adarê
Belek bûn mêrg û kanî
 
dîsan beyta “Çulî begê” navdar e û jêre dibêje:
 
Gelî xelkê xas û am
Guh biden vê neshetê
Cindî û xelk û xulam
Baxî biken xilmetê
 
Hûn qenc biken ya temam
Qet neken xeyanetê
 
dîsan beyta “Aþî” navdar e, ku dibêje :
 
Hey aþ û aþ, hey aþ û aþ
Tu hevrana nahêrî baþ
Tu yê digerî hey pê û paþ
Hey aþ û aþ
 
Û vê beytê bi van rêzikan bi dawî diîne.
 
Bekir Begê Erizî me
Ji mezhebê Þafiî me
Bi eslê xwe yê kurdî me
Weizê me jî yê feyde ye.

 

Çavkanî
 
Kurd li Behdînan (Enwer Mayî), çapa duyem, Dihok 1999.
Hozanvanêt Kurd (Sadiq Behaedîn), çapa yekê, Bexdad 1980
Dîwana Kurmancî (Ebdulreqîb Yusif)