Ji hizrên Mamê Xemo
 
Hevî Berwarî
 
Hey ho mamo!
Hey ho!
Borîn ji ciyê me nîv cax borî
Her hûn gotine û
Rostemê Zal qehremanê
Cîvanokên we ye
Em jî wênegirên rûdana ne û
Rûdanan jî karesat dubare kirin
Þkest û mirin
Nîvî çax ji ciyê me borî
Bitenê guhdêrîn
Guhdêrên vê çîroka
Rost û bê dawî
Lo mamo!
Li hindavî me asmanî jî rengê ji destdayî
Ravên li sîmayê wî keftîn
Li vir rastî zîndanî ye
Pendên îsê dimirîne û
Xewnên bûkan diþewitî
Pêlên robaran di nezokin
Bihar jî ji navtengê ya þelelî
Lewra mamo
Êdî bawera min
Bi vî olî tuneye
Tobe êdî
Nabim Hêroyîn ji mejoyên xurt re
Nabim qatilê keziyên þengê biya û
Rêgirê peyama furat
Nabim xwediyê
Nasnamek þuþtî
Bê nav û wenda
Lo mamo!
Bi xatirê te û xweda hafîz
Pêlên gemiyên min birêbikeve
Te hay lê ye?
Ha li aliyê jor bangê xêrê ye û
Goristan yê bi ziman hatîn
Ji asmana perî yê dibarin
Çiya yê dizên cêmik
Kanî tev yên bûyîn tabirk
Ev car morka min berde û
Pêle tevlî vê cîhana paqij û
jiyana nû bibim
Di hundir de þabibim
Tim þabibim.