Mela Enwerê Mayî - Rewþenbîr û nîþtimanperwer, 1913-1963 z

Hêvî Berwarî

Mamosta mela Enwerê Mayî li adara sala1913z, li gundê Mayê, li herêma Berwarî Bala, ku girêdayî qeza Amêdiyê û parêzgeha Duhokê ye ji dayîk bûye. Mamosta ji malbateke oldar û resen bûye, ku rêça Neqiþhebendî ji xwe re girtiye û sofiyetî sala 1915z babê wî Þêx Mohemed jiyana xwe ji dest dide û ku jiyê wî ne gihaye sê salan, diya wî perwerdekirina wî dide dest xwe; mîna hemû jinên bi rûmet ên Kurd hemû þiyanên xwe dimezêxe ji bo perwerdekirina zaroyên xwe, weke jineke oldar, wê dixwest ku yek ji zaroyên wê bibe zanayekî olî yê mezin; mîna babê xwe. Ji ber wê yekê, her di jiyekî biçûk de, diya Enwer ew danî ber xwendina Qur’ana pîroz li gundê Mayê, lê piþtî demekî, diya wî zanî, ku xwendina seretayî li gundê Bamernê hatiye vekirin. Wê kurê xwe hinart cem hind nasyarên xwe li wir ji bo xwendinê. Weke tê zanîn, Enwer xwendina xwe ya seretayî li gundê Bamernê bi dawî aniye. Û berdewam bû, ku xwendina xwe ya olî bi dawî bîne. Paþan li gor rewþa wî çaxî, Enwer li mizgeft û gundan digere, ji bo bi dawîkirina xwendina xwe, taku li Amêdiyê binecih dibe, roja 24 îlonê 1936z bawernama zanistî ya olî li ser destê zanayê bi rûmet Þokrî Efendî miftiyê Amêdiyê, yê ku li sala 1938 çûye ber dilovaniya xwedê werdigire. Dîsan Mayî melatiyê li hind mizgeftên Berwarî Bala dike, lê li ser vê yekê berdewam nebû, ji ber ku ew di sala 1938an de diçe Bexdadê, daku ezmûna xwe di wezareta perwerdeyê de bike, ku bibe mamostayê zimanê Erebî li dibistanên amadeyî. Paþan vê xebata wî, ji ber çend egeran ser negirt, paþan di sala 1939an de li gundê Þêrwana Mezin bû mamosta, ku girêdayî qeza Mêrgesor e. Dîsan Mayî ji bo mamostatî li pir gundên Kurdistanê digere û li hind herêmên Kurdistanê û Îraqê dibe fermanber, lê Mayî mîna her kurdekî ronakbîr ji êþ û azarên gelê xwe dûr nebû û siyaset jêre dibe oksicênê (O²) jiyana wî; bi taybet piþtî þoreþa 14 tîrmeha 1958an li îraqê. Dîsan Mayî li radyoya kurdî, li Bexdadê kar dike û di rojnamegeriyê de rolekî mezin dileyîze; herweha dibe endamê yekemîn, endamê desteka birêvebir ya yekîtiya rewþenbîrên Îraqê û endamê sendikaya rojnamegeran li wî çaxî, ji ber ku Mayî mirovekî aktîv bûye, bi taybet di warê rewþenbîrî û siyasî de. Ji bo zêdetir ku rewþa Kurdan û çalakiyên wan li cîhanê bide naskirin, di sala 1959an de çûye Çîna Milî. Li gel grupeke milî ji aliyê hikumeta Îraqê ve, çaxê vedgere, diçe Sovyeta berê û hind hevdîtinan li gel hind nivîskar û rewþenbîrên kurdên sovyetê pêk tîne; yên weke Qenatê Kurdu û Dr. Selmasî û hindên din. Ji ber ku Mayî bi jiyana siyasî ve girêdayî bû, ji lew re di karên xwe yên mamostatî, fermanberî û rojnamegerî de nekarîbû berdewam be, ji ber ku tûþî astengiyan dibû û pir caran tat zîndanî kirin û dûrxistin bo herêmên dûr weke sizadan. Mayî neçar ma di destpêka 1962an de tevlî þoreþa kurdî bibe; ew dibe perpirsê cepeyê Xaneqîn bo maweyê salekê, paþan bi fermana þoreþê hate herêma Badînan - bi karê þoreþê. Lê mixabin li wir jiyan nekir, ji ber ku di êvara þemî, 22 huzeyrana 1963an de ji aliyê rijêma Îraqê ve bi hêriþeke firokan tê gulebarankirin û þehîd dibe, dibe stêreke geþ li asmanê þoreþ û berxwedana gelê Kurd de.

Çalakiyên rojnamegerî û gotarên belavkirî di rojnamegeriya Îraqê û biyanê de:

Çaxê Mayî li Bexdadê dijiya, sala 1940-1941 wî dixwast ku belavokeke kurdî derbiket, daku di rêya wê de êþ û azarên gelê Kurd, çand û kultura kurdan bide nasandin. Ji ber wê yekê, Mayî biryar da,  ku kovareke heyvane yan werzî li gor þiyanên xwe, bi zimanê kurdî û Erebî bi navê (Mîzan-trazu) derbiket, lê ji ber rewþa wî ya okonomî û siyasî û nebûna alîkariyê ji çi cihan ve, ev proje bi tenê nav ma û rûpelên wê ronahî nedît. Dîsan çaxê malbata Bedirxaniyan li Þamê kovara Ronahî bi zimanê kurdî û bi pîtên latînî der dikir, Mayî hemû jimare dixwandin û li cem xwe weke arþîf diparastin, taku roja þehîd bûyî. Mayî beþdarî di vê kovarê de dikir, pênc helbestên wî têde hatine weþandin û hemû siyasî bûn. Ew helbest jî ev in:

1-     Serbestî, ku ji 42 rêzan pêk tê, ew li bajarê Amêdiyê nivîsandiye û di jimara kovarê ya 12an de sala 1943an hatiye weþandin.

2-     Pesna welat, ew jî mîna sirûdeke nîþtimanî ji xortan re nivîsandiye.

3-     Xebat, jimare 15, rûpel 20.

4-     Tirsa min ji xwedê.

5-     Cewaba ji terefê xwedê.

Di salên 1946 û þûnde êdî Mayî li ser siyasetê nenivîsandin, ji ber ku her tim di jêr çavan de bû. Bi tenê tiþtên kulturî û gelêrî mîna helbestvanê gelerî Hemkê Tuvî. Ta niha jî helbestên Hemkê Tuvî di herêmê de nav û deng in. Piþtî þoreþa 14.07.1958an li Îraqê, wî dikarî wê bêdengiya xwe ya çend salan di rêya kovara Ruþenbîriya Nuyê de derbixe, ku kovareke kurdî bû, bi zimanê kurdî derdiket û radyoya kurdî û rojnama Zeman, Albîlad, Xebat û kovara Ronahî ya Hafiz Mostefa Alqazî derdixist; û rojnama Serbestî di sala 1959 de, çaxê çûye Çîna Milî du gotar li rupelên Gel belavkirin, ku zimanê Partiya Komonîst ya çînî bû. Yek ji wan gotaran li ser Kurd û alîkariya wan ji bo rêjîma komara îraqê, ya din li ser Kurd û rola wan di dîroka kevin û nû de. Dîsan Mayî sêmînarek li ser rewþa Kurdan pêþkêþ kir ( li Nadiya Netewî li Pêkîng) ê. Dîsan li vegera wî, di Rûsiyayê de hevpeyvînek digel hate kirin. Di rojnameya (Al Piravda al Sovyetiye) li ser alîkariya Kurdan ji bo parastina komara Îraqê û rola wan di avakirina aþtiya cîhanî de û dîtinên wan ji bo pêþerojê. Dîsan li Çîkûslovakiya di hind rojnaman de li ser rewþa Kurdan û çand û hunera kurdî gotar belavkirine. Dîsan ji nivîsên Mayî yên giring û pîroz pirtûka wî ya bi navê (Kurd li Behdînan),  ku nivîseke, lêkolîneke dîrokî û civakî ji peydabûna Kurdan û bîr û baweriyên olî, rewþt û sirûþtê gelê Kurd û edebiyata wan, ku yekem pirtûk e li ser Behdînan hatiye nivîsandin, ta ku niha jî mîna jêdereke girîng di destê rewþenbîran de ye. Weke tê zanîn, Mayî di qada rojnamegeriya kurdî de xebateke pîroz meþandiye, di piraniya rojname û kovarên kurdî û erebî de li Îraqê di wî çaxî de nivîsandiye. Herweha di radyoya kurdî de du bername hebûne, yek li ser edebiyata kurdî û ya duyem li ser dîroka kurdî. Mayî weke rojnameger û siyasetmedarekî Kurd di jiyana xwe de roleke hêja leystîye, çaxê Xwedê jê razî (mamosta Salih Yûsivî) pêþniyar kir, ku pêwîst e yekîtiya nivîskarên Kurd were damezrandin, mayî yekem kes bû, ku pêþniyara wî pejirand û bi germî pêþwazî kir. Dîsan di sala 1960î de, çaxê kongireya mamostayên Kuristanê ya duyem li bajarê (Þeqlawe) hate sazkirin, Mayî beþdar bû û peyvek bi zimanê erebî li ser (Þêx Adî) pêþkêþ kir.  Herweha helbesteke helbestvanê dasinî (Baba Raxê Hemedanî) bi navê (Meyrem û Ceifer) di kovara Ronahî, jimare sê de sala 1960î hate weþandin. Dîsan babetek li ser helbestvanê Kurd ( Abdul Semed Babek) di kovara Ronahî de (jimare 5-6) Þibat û Adara 1961ê, li jêr navê (Wêjeyî Kurd)  belav kirin. Bi vî awayî peywendiya Mayî û rojnamegeriyê hate qutkirin, çaxê tevlî þoreþa kurdî bûye; li baþurê kurdistanê roja (12.01.1962) .


Mayî û helbest

Weke xuya ye, Mayî di nivîsîna helbestê de pir þareza û pispor bûye; wî li ser pir babetên cuda helbest nivîsandine; bi peyvên nazik û qeþeng dîmenên rojname û kovaran xemlandine; mîna helbestên evîndarî, þoreþgêrî û civakî .Çend rêzek ji helbestên evîndarî, mînak:

Ey þehîn þahî cîhan sîma weku mah û mehê
Te ji me kiþaye çak ma ji ber çi sûc û gunehê
Ger sûca me giran e lê belê ev roke bû
Paznde sal kevtîme zîndan bide efoya meþehê
Dêm zerî, hûr û perî, ey qîblegeha Enwerî
Bide min destûra tewafê, tu yî beyta Mekehê

Herweha Mayî her çende ji malbateke olî bûye, lê belê hesta wî ya rohn û pak weke ronakbîrekî serbest hest bi her tiþtî kiriîye, di civaka kurdî de weke asteng û janên civaka Kurd, bi rexne anîne ziman; weke di vê helbestê de aþkera ye:

Ji dewlet serê þêx û mela
Jîna li Kurda bûye bela
Hindî te dîrok xandî
Çakî ji wan dîtiye gelo?
Herdem berê Kurda diden
Jarî û dîlî û teþqela
Axa û þêx û sofî û mela
Kêþaye nav Kurda xela.

Dîsan Mayî bi fikrek ron û rewþen û  netewayetî xwestiye bibe çirayek, li dijî tarî, feodalîzim û nezanînê bang li keç û kuran kiriye, ku dermanê derdê me tim zanîn e. Çaxê kovara Ronahî û Hawar dihatin weþandin, Mayî dixwest xelkê li hawîr xwe, hemûyan bi pîtên latînî fêrî xwendinê bike û bang li gelê xwe kiriye, ku li rojname û kovarên xwe xwedî derbikevin; weke di van rêzên jêrî de xuyakirî:

Bixwînin, bizanin dê bin serbilind
Belavken Gelavêj, belavken Hawar
Li gel yek dê rast bin, di gel we me ez
Ji bo miletê xwe nebin sist û xwar
 
Herweha Mayî di helbesteke evîndarî de dibêje:
 
Îro bes min dî þîrîn
Ew nazika sindis di ber
Hate bi min nazenîn
Roj e ji burcê hatî der
Zivirî, li min da awirî
Çare ji min çû, hiþ firî
Sîne û dil tev kun kirî
Cerg û kezeb li min kir du ker.

Çavkanî
1- Kurd li Badînan (Enwer Mayî) çapa duyem Duhok 1999
2-Hozanvanên Kurd (Sadiq Bihaeldin Amêdî) çapa yekem 1980 Bexda