Hêvî Berwarî
1-Aliyê dîrokî :
Wek tê zanîn, dîroka gelê Kurd bi giþtî û ya mîrgeha Badînan bi taybetî, bi
þêweyekî dirust û baþ nehatiye xuya kirin. Ji ber ku Kurd herdem gelekî bindest bûye û dîroka wî bi destê biyaniyan hatiye nivîsîn û rewþ hemû bi dirustî ne gihandiye û gelek tiþtên girîng wenda kirine. Tiþtên li gor nêrînên xwe nivîsandine, lewre ji bo pêdaçûnekê li ser dîroka mîrgeha Badînan, ji hemû aliyan ve, me mifa ji hin çavkaniyan wergirtiye.
Ibn El Esîr dibêje: Di sala 537an de Etabeg Zengî, artêþek þand ser Kela Aþîb û mezintirîn, bihêztirîn û ewletirîn kelahên xweparastinê ya kurdên Hekariyê bû. Hemû mal û xelkên wan têde dijiyan. Ev kela ji aliyê Zengî ve hat dorpêçkirin û tengkirin û hemû girt û biryar da, ku hemû kelahê xerab bike û li þûna wê, kelaha bi nav û deng Amêdî ava bike; ev kelah pir mezin û asê bû. Zengî, Aþîb xirab kir û Amêdî li þûna wê ava kir. Ji ber ku pir mezin bû û parastina wê pir dijwar bû, nav lê kir Amêdî. Navê xwe dayê, ku navê wî Imadedîn Zengî bû. Dîsa dîroknivîsê Kurd Þerefxanê Bedlîsî dibêje; mîrgeha Badînan li destpêka sedsala 7an hatiye ava kirin. Þeþ mîrîtî hebûn, li rojhilata mîrgeha Hekarî û baþurê rojhilat mîrgeha Soran û li rojava mîrgeha Sedeyan jiyaye. Wek tê zanîn, mîrgehên kurdî, li sala 921- 1515an hatin avakirin. Wek xuyaye, ev mîrgeha beriya du sed sal hebû. Sed sal beriya avakirina dewletê, ev mîrgeh, ji her çar aliyan ve mîrgehên rojhilat û mîrgeha Soran yên Kurdan hebûn û bi hêz bûn. Li rojhilat mîrgeha Hekarî û baþurê rojhilat mîrgeha Soran, li rojava mîrgeha Þêxan ya Bayezîdî û ji aliyê bakur ve mîrgeha Botan, mîrgeha Badînan, pir eþîrên bi hêz di gel de bûn. Ji wan Mizorî, Doskî, Rêkanî û Berwarî û pir eþîrên din, ku navên wan di gel yên din têkel bûn. Dîsa Bedlîsî dibêje; li serdemê Mîr Hesenê kurê Mîr Seyfedînê kurê Mîr Zeynedîn, bajêrê Dihokê jî xistiye bin destê xwe, ku di wî demî de, di destê Êzîdiyan de bû. Paþî mîrgeha biçûk ya Zaxo jî xist bin destê xwe, ku di wî demî de vana, di gel eþîrên wan Sindî û Silêvanî, mîrên serbest bûn. Ev hemû bûn girêdayî mîrgehê, sînorê wê gîhaye heya robarê Dîcle. Ji ber ku hemû aliyên mîrgehê, mîrgehên bi hêz bûn, lewre, bi ferz zanî, ku artêþekî bi hêz, ji hemû eþîran pêk bîne û li cihên girîng belav bike. Dîsan eþîra Berwariyan, ji bo parastina wî ji zordariya tiyariyên demê, taybet girêdayî mîr bûn. Dema Mîr diçû havîngehê li serê Amêdiyê, li ser sînoran mîna polîsên ji bo parastina navxweyî, her dem ev leþker amade bûn.
Li mercên herî girîng dibûn girêdayî mîrgehê û her leþkerek ji bo þer û ceng amade bû .Ji bajarên dîrokî yên herêma Badînan, Amêdî paytexta mîrgeha Badînan bû, bajarekî ji mêj ve ye, pir ciwan e û li ser keviran hatiye avakirin. Bilindiya wî 300- 400 pê ye û ji hemû aliyan ve bax û bostan in. Tenê li aliyê rojhilat bêhtirî 5000 mal têde dijîn. Du deriyên kevin têde hene, ji yê rojhilat re digotin, Deriyê Zêbarê û ji yê rojava re digotin, Deriyê Seqafa. Li ser van deriyan wêneyên du kesan hene. Ev kes çekdar in û di navbera wan de wêneyê giyandarekî efsanewî heye. Dîsa hinek nexþeyên ne îslamî, li ser nexiþandî ne. Ev yek diyar dike, ku avakirina vî bajêrî vedigere berî heyama Îslamê. Mamosta Tebaqir dibêje; Amêdî kevintirîn kelaha Îraqê ye, ku digîhe dema dewleta Aþuriyan, di sedsala nehan de b.z.. Paþî, ji aliyê dewletên biçûk ve, heya dema îslamê hukim lê hat kirin. Dîsa dibêjin; Amêdî – Amatî, di nivîsên Horiyan de hatiye nivîsandin, di sicilên melikê Aþurî Þems Edadê Pêncan de, li sala 823-810 pêþ zayînê li paþ xwe hîþtiye. Nebuxesnesirî ku niha di muzeya Britaniya de ye, li hejmara 110an. Dîsa dibêjin; navê Amêdiyê ji avahiya Mîdiya hatiye yan jî, paytexta Mîdiya bû. Bi vî awayî pir nav li vî bajarî kirine.
Bajarê Dihok:
Ev bajar, beriya z. sala 916an navenda Dasiniyan bûye. Paþî mîrgeha þêxan pêve hate girêdan. Bi vî rengî Dihok jî bi mîrgeha Badînan ve hate girêdan. Yekemîn kesê ku hukim li Dihokê kiriye, li sala 1486 p. z, Mîr Hesen Begê kurê Mîr Seîfedîn Beg bû. Li þikefta Helameta, ku li çiyayê Þindoxan e, pir wêne li ser zinaran hatine resimkirin, ku girêdayî jiyana kevin a Dihokê ne. Dîsa nêzîkî þikefta Bêskê, wêneyê Melîkê Aþurî Edidinrarî heye, ku li ser kevirekî hatiye duristkirin.
Bajarê Zaxo :
Ihsan Nurî dibêje; serok û mêlo dîroknivîsê Yûnanî Ksenefon (Zeînefun), ev nav li Zaxo kiriye. Dîsa dibêjin, gundekî nêzîkî Zaxo, ku Ezyaxw kurê Diryaxw kurê Nuhî, komelek li Zaxo li sala 800 b.z., ev nav lê kiriye. Dîroknivîsê Kurd Þerefxanê Bedlîsî dibêje; Zaxo girêdayî mîrgeha Amêdiyê bû, di dema Hesen Begê de li sala 1471 b.z.. Beriya vê dîrokê, Zaxo gundekî biçûk bû, girêdayî mîrgeha Sindiyan û Silêvaniyan bû.
2- Cografiya Badînan:
Li destpêkê Badînan bi tenê girêdayî Amêdî û derûdorên wê bû. Paþî hêdî hêdî berfireh bû heta mîrgeha Dasin-Þoþ-Silêvan, ku Zaxo jî digire nav xwe, (Sindî-Þêrwan) ji rojhilat ve gihaye mîrgeha Soran. Ji rojava ve gihaye mîrgeha Botan û ji aliyê bakur ve mîrgeha Hekarî û ji aliyê baþur ve gihaye çiyayê Meqlob û robarê Dicle.
Ev herêm herêmeke çiyayî ye û pir deþt, gelî û newal lê hene. Ji çiyan
destpêdike ji rojhilat heta rojava. Çiyayên herî bi nav û deng ev in; zincîra çiyayê Gare-Metîn-Þaranî. Di rojavayê
Badînan de pir deþt û gelî hene, ku ji bo kiþtûkal bi kar tên, mîna deþta
Nihrî- Sindiyan- Sipne. Ji ber ku ev herêm av û
hewayê wê baþ e û pir av lê hene, her ji kevin de xelk hatiyê û lê
jiyaye. Ji robarên herî girîng li Badînan robarê Xabûr, li rojavayê Badînan,
robarên Zêy Mezin û Royê Þîn jî li rojhilatê Badînan in.
Kiþtûkalên (fêkiyên) bi nav û deng li Badînan ev in: gûz- bahîv- xox-tirî- miþmiþ- sêv- hinar û hejîr. Hêjayî gotinê ye, ku herêma Berwarî Bala, bi derameta sêvan bi nav û deng bû û pir ji van derametan diþandine welatên cîran. Ji ber xweþiya av û hewayê vê herêmê, pir havîngehên bi nav û deng lê hatine avakirin, mîna havîngehên Sersink, Solav, Aþewa û Bamernî. Pir kesên gerok ji Ewropa û cîhanê herêma Badînan dîtine. Ew dibêjin, ji aliyê ciwanî, av, hewa, çiya û dîmenên sirûþtî ve Badînan mîna Siwîsre ye. Lê cûdahiya Siwîsre, ji Badînan tenê ev e, ku Siwîsre, di destê zanîn û hunerê de pêþ ketiye. Di warê pêþketinê de li cîhanê nimûne ye. Lê Badînan, di dîroka xwe de herdem ji dagirkeran zilm û zor û hêrîþên hovane dîtiye û ev yek jî bûye sedemê paþdemayîna wê.
Dîsa ji aliyekî din ve dibêjin; di dema Aþuriyan de, ji aliyê sitratejî û ji aliyê aborî ve girîngiyeke pir mezin ya herêma Badînan hebûye. Ji ber ku karwanên bazirganan tiþt ji welatê Urarto û Xaldiyan, bakurê Gola Wanê û ji rojavayê wê, ji welatê Aþuriyan re dianîn. Dîsa leþkerê Aþuriyan ev herêm ji bo rêya þer bi kar dianîn. Wan rêya Geliyê Dihok- Dawidiyê- Amêdî, ji xwe re bi kar dianîn. Dîsa Þilmo Nesrê Siyan, li sala 855 b.z., di rêya Zaxo re hêrîþek leþkerî bir ser welatê Urarto. Li ser Aþuriyan pêwîst bû, ku van rêyan biparêzin û ji bo ewlekarî û aramiya karwanên bazirganî û leþkerî, ku dewleta Aþuriyan herdem rastê hêrîþên çiyayan dihat, bihêz bikin. (Mîna hêrîþên Urartoyan.)
3-Kelayên bi nav û deng li Badînan:
1- Kela Amêdiyê, 2- Kela Þoþê, 3- Kela Akirê, 4- Kela Kaþ û ya Zeferanê (li Silêvaneya li qeza Zaxo), 5- Kela Þabanyî, (li herêma eþîra Goliyan), 6- Kela Hiror û Þixo (li Berwarî Bala), 7- Kela Biþêrî (li herêma eþîra Rêkanî)
Þerefxanê
Bedlîsî dibêje; kelaheke pir bi nav û deng bû, Amêdî û Akirê, ku
digotinê kela Nêrwe, kela Imranî, eþîra Mizorî- Kela Baziyan. Ev dever ji
aliyê hikumatan ve, mîna Loriyan, Gotiyan, Kaþiyan, Xildiyan, Sobariyan, Mîdiyan
û musulmanan hatiye dagirkirin. Dîsa dagirkirina herêma Badînan; di dema
Loriyan de li sala 115. zayînê, împaratorê Romanî artêþeke mezin þandiye
ser vê herêmê û, piþtî þerekî mezin, ji aliyê wan ve hatiye
dagirkirin.
4-Pêkhatinên rêvebirinê yên mîrgeha Badînan:
Pêkhatinên rêvebirinê di dema mîrgeha Badînan de sade bûn. Mîr li paytexta mîrgehê Amêdiyê dijiya. Li gel wî, mirovekî zana û dîndar hebû, ku qazîtî dikir. Karê wî, bi her awayî, di demeke diyarkirî de, derxistina ferman û fituweyan bû. Lê tenê ne yên eþîrî, ji ber ku ev taybet girêdayî Mîr bûn. Yan yekî ji cîgiran, yan yekî zana, navdar û þareza berpirsê van kar û baran bû.
Dîsa her yek ji bajarên Akirê, Dihok, Zaxo, yek ji malbatên hikumdar, ya Mîr û desthilatdar, girêdayî û berpirsên van bajaran bûn. Peywendiya wan yekser bi mîr re bû û her yek ji wan, ji Mîrgehê re, berpirsê berhevkirina bacê bû. Dîsa di gel her yekî ji van berpirsên bajaran de mirovekî zana û dîndar, ji bo çareserkirina arêþên hiquqî û yasayî(þeriî) hebû. Cezayê herî giran, cezayê guneha zînayê bû. Ev ceza jî, tiraþîna serî bû. Porê jinan, ser, rû û simbêlên mêran tev ditiraþîn û rûyê wî kesî bi tenûrûnê reþ dikirin. Paþî siwarî kerekî dikirin, lê bi mercekî, ku serê wî li aliyê dûfkê kerê ba û piþta wî li aliyê serê kerê ba. Yekî serê kerî dikêþand û hemû zaroyên bajêr bi hev re gazî dikirin: "hê..hê..! vî kesî ev gunehe kiriye û cezayê wî ev e.." Bi vî awayî li seranserê bajêr digerandin, daku kesekî din wî gunehî dubare neke.
5-Edîbên Badînan yên wê demê:
Wek tê zanîn niha jî, li herêma Badînan sal bi sal gula edebiyata kurdî geþ dibe û xortên nûxaz berhemên ciwan û hêja diafirînin û roj bi roj pirtûkxaneya kurdî dewlemend dikin û pêþve dibin.
6-Xwendegehên zanîn û zanyarî li Badînan:
Wek tê zanîn, mîrê Badînan pir girîngî daye zanîn û pêþdeçunê; wek avakirina avahiyan û çêkirina rêyan, avakirina xaniyan û xanan ji kesên rêving re. Dîsa ji karên baþ; alîkarî ji bo hejar û koçberan bû. Herweha karên herî girîng avakirina dibistanan ji bo zaroyên mîrgehê û pêþdabirina zanînê. Hin ji dibistanên herî bi nav û deng yên mîrgehê ev in, ku dengûbasên wan gihiþtîne me;
Dibistana herî girîng û yekem li Badînan, dibistana Qupan, yan jî Qubhan nêzîkî sedûçarê koçî hatiye avakirin. Wek tê zanîn, ev dibistan pir biçûk û ber teng bûye û paþî hêdî hêdî mezin bûye û pênc beþên din lê zêdekirine. Her beþek ji odeyekê pêk dihat. Ji wan beþek ji bo akincîbûna þagirtan û dîsa odeyek yan du ode ji bo mamostayan bûn. Beþekî din ji bo þûþtinê û yê din ji bo xwarinê bû. Li hember wê, li aliyê baþur mizgefteke pir mezin, ji pênc quban pêk hatibû. Hêjayî gotinê ye, ku avahiya vê dibistanê ji ayetên hunerê mîmarî bûn. Nexþ û nîgarên wê balkêþ bûn. Endaziyarî, ciwanî û darêtina wê pir balkêþ bû. Ev avahî, digel avahiya minara Amêdiyê ya bi nav û deng, bi fermana Siltan Husên Beg hatiye avakirin. Herweha yek ji dibistanên bi nav û deng yên Badînan Dibistana Nû ye, li bajarê Amêdiyê ye û zanayê navdar Îmam Mela Yehyayê Mizorî têde xwendiye. Dîsa dibistana Sindiyan û Mayê li devera Berwarî Bala û gelekên din .
Maliyakî (Ewqaf) taybet û bi rêk û pêk hebû, li þagirt û dibistanan dihat xerckirin. Wek tê zanîn, ji bo zanayan li cem mîr, serok û hemû kurdan rêzgirtinek taybet hebû. Bi giþtî û bi mecbûrî diviyabû þagirtan paþnavê zanayan wergirtana. Ev zanîn, ji 12 zaniyariyan pêk dihat û ew þagirtê ku di her 12 zanyariyan de serketî ba, bi erêkirina zanayên mezin, hêjayî nasnama cîhanî bû.
7-Jina Kurd li Badînan:
Wek tê zanîn, jina Kurd bi giþtî xwedî dîrokeke pir bilind û bi rûmet e. Ji hemû aliyan ve, di jiyanê de herdem di civaka kurdî de bûye. Berpirsiyariya mal û netewa xwe, di hemû aliyan de mil kiriye û netewa Kurd pir jinên bi rûmet û navdar afirandîne û bûne sembolên þanaziyê di dîroka mirovayetiyê de. Mînakên wan di hemû parçên Kurdistanê de pir in. Lê me divê tenê navên jinên navdar yên li Badînan bînin ziman. Ji ber ku mijara me li ser herêma Badînan e. Mîn Zêrîny Amêdî, jineke pir zîrek, qahreman û hêja bû, dibêjin beriya zayînê jiyaye. Dîsa Mîhreban Xatûna Berwerî keçeke zana û helbestvan bû, dibêjin di navbera sedsalên 18- 19an de jiyaye. Dîsa Dayîka Salih Yusivî, jineke zana û dîndar bûye. Sariya helbestvan, xanima dîroknas Mihemed Seîd, kurê mela Yasînê Birîfkî, xwediyê pirtûka Fozela Badînan ya dîrokî bûye. Miryem Xana Bêduhî, li herêma Berwerî Bala, jineke pir zîrek û hêja bû, li sala 1925an muxtara gundê Bêduhê bû û nêzîkî 500 mal îdare dikirin.
Margirêt, keçeke mesîhî bû, pir zîrek, bi cerg û qahreman bû. Di salên 1960an de bû pêþmerge, ku yekemîn keça Kurd e. Sînorekî weha sext diqetîne û di nava civakeke pir paþkevtî de û ji bo azadiya jina Kurd û netewa Kurd, li berxwe dide. Kesên nezan û paþverû, Margirêt ji xwe re dikin armanc û þehîd dikin û nahêlin baxçê wê çîçekan bide û ji jina Kurd re bibe pêþeng.
Hunermend Gulbihar, yekemîn jina Kurd e li Badînan, rêya stranbêjiyê digire û di sala 1961an de diçe radiyoya kurdî, bi dengê xwe yê nazik, bi peyvên bijarte, ji baxçên Kurdistanê, bi hemû siruþtê Kurdistanê û bi ciwaniya welat distire û heya niha jî, berdewam dike. Hunermend Gulbihar, jineke xwedî helwêst bûye û xweragir e .