Stêrkek ji esmanê xebata azadiya jinên cîhanê winda bû

Hêvî berwarî
Seroka Komîta Jinan ya Navenda PENa Kurd
7-11-2004

 

Beriya du salan ez û hêviyên xwe û hinde hestên birîndar ber bi wexereke tevayî ve bi rê ketin; bi min re bû giriyê zaroyên ji memikên diya xwe veqetiyayî û hinde mînakên zîndî ji bedenên jinên bi saxî binaxkirî; dîsan peyama melayketên esmanê Helebçeya þehîd. Geþta min bû welatê Makedoniya, dîmenên xwezayê û pêlên deriya ku weke xanima Feto azad, ew welatê ku ez û xanima hêja li wir himbêzkirin, li her aliyê me kevokan distira.

Fetoya reþik banga hestên sipî dikir û dixwast quncên tarî bi fanûsa hestên xwe ronî bike û her kes ji nifþê wê þerbeta azadiyê binoþe. Lewre, silava mina dûr pir nizîk girt û dilê xweyê bi qasî derya ji bo birînên doza me vekir û hûrik hûrik guhdariya stranên minên birîndar kir; dîsa wêneyên welatê meyê þewitî li ba xwe girtin.

Herroj sibeyan xanima Feto bi reng û cureyekî bi kincên xwe yên gelerî xwe dixemiland û bi rûyekê vekirî  û girnijîn ve em silav dikirin. Xanima Feto rewþa civînên me bû; wê dixwast bibe serkêþa karwanê azadiyê ji bo hemû jinên cîhanê, bi taybet civaka wê, ya ku pir pêwîstî bi pêþengeka weha heye. Wê dixwast bi destên xwe hemû girêkên civakî veke, bi helbestên xwe jinan þiyar bike û tevî xebata azadiyê bibe.

Min xanima Feto hefteyekê dît, lê ji min we ye, ew demeka dirêj bû ez wê nas dikim; ji ber ku wê zû bi dilekî mezin em qebûl kirin. Em bi hev re di civînên Komîta Jinan de beþdar dibûn, bi hev re me helbest dixwandin, bi hev re wêne digirtin, bi hev re digeriyan. Birastî min dixwast îsal jî tevlî karê xwe bibim, da ku hevalên xwe yên mîna xanima Feto himbêz bikim lê mixabin ...

Bi windabûna xanima Feto stêrkek ji esmanê wekheviyê winda bû, mûmek ji malbata her jinekê vemirya. Lê xanima Feto di dilê her kesekî xwedî wijdan de, yê ku banga wekheviyê dike zîndî ye, wê rûpelekî sipî di dîroka mirovatiyê de hêþtiye.

Bi xem û keder em silavên tevaya jinên Kurd, tevaya zaroyên Kurd, silavên her malbateke Kurd ji bo giyanê pakê xanima ku çi car namire, xanima feto pêþkêþ dikin.

Silav ji bo malbata xanima Feto
Silav ji bo tevaya jinên cîhanê


 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org