- Strîna
çirayeke sarbûyî
-
- Hîvî
Berwarî
-
- Di çaxê vê biharê de
- Tevlî refên xezalan
- Di þergeha nêçîrvanan de
- Serxweþ dileyîzim
- Hêviyên min ji davên
- Pîroz ên elindan
- Hero sibeyan
- Bi rengên bedew ên xwezayê
- Xwe dixemilandin û
- Li pêþewaziya asoyê
- Qible digirtin
- Kenê ser lêvên
min melodiya
- Senfoniya jiyaneke bilind parve dikir
- Di çaxî de dengê keniya min bi nav bû
- Bi pêlên robaran re
- Diket berîkaniyê
- Hemû giyandarên xweþik
- Riwekên nazik
- Kevok, belatînk, nêrgiz û
binefþan
- Di nav bihara dêmê min de
- Pênasa jiyanê dikir
- Ti nêçîrvan nedikarîn
- Li gor bejna mina bala
- Bi tenê mûyekî hesta min nêçîr
bike
- Ji niþkê ve
- Du çavên sêhrawî
- Fincana dilê min serniþîv kir
û
- di nêçîreke bêdeng de
- Hestên min ên veþartî
- Di cîhaneke bê bext de
- tazî kirin
- Lê qedere
- E´þtara çiyayên bilind
- Ey Xwedawenda
- Ta dawiyê gunehbar
- Çima hosan bi hêsanî mifta
- îradan
- te ji dest da?!
- Sînorên komara min a fantazî
- Ta jiyan heye birîndar e û
- xulê diherike
- Gerdena ala min a azad
- Te sêdare da û
- Her û her û nayê sêdaredan
- Tu qerdar î
- Gunehbar î
- Te dixwazim dadegehê
- Dîrok te dixwaze dadegehê
- Destê ji te re da
- miþorê xemsariyê
- Te qût kir
- Þoþeya yasayê te ji dest da û
- perçe bû
- Piyên tu ragirtî
- bi pendên
- Mîtolojiyên þewitî
- Teyrên
- Riya
Kadizan ji ciwaniyê ket
- û winda bû
- Stêrka sibê
- dîsa ma kor
- êdî setem þikest
- neman rêbaz
- neman çav
- bitenê navekî helweþay û
- Wêneke bê giyan
- Li ser milên zaliman
- Bê hest dimeþe
- Min dixwest
- Laþê xwe yê tazî
- Li jêr rûpelên wehiya te ya pîroz
- Biparêzim
- Lêvên xwe yên
- Zûha û tênî
- Bi þîrê te yê vejînê
- Ter bikim
- Birînên min ên sar
- Berê bimirin
- Li ber tîna koçka te
- Xwedî bibin
- Min dixwest peyvên te cifrên
- Jiyanê daban dest min û
- Hemû salan bangê hecê
- Li ser
mezarê sinê te ya
- Min giyan ji te ba
- Ne ji perasiwa Ademî
- Min ma mîras
- Cîhaneke kavil bê stare û
- Ji her olî
- Min xelat girt
- Bi tenê namûs
- Li min parve bû
- Þerm, bêdengî
û
- balgehê pencê
- Ceza ez didim
- Fatê dide- Gulê dide- Mariya
- Herkes ji nivþê min
- Ceza dikiþîne
- Baþe di beta tirsê
firþik bûye û
- Bi tirsê
dîsan govend digre û
- dileyize
- Peyvên di cîhana min de
- Lal bûne û þoriþek mirî
- Hestan kes nas nake û
- Hêj ji dayîk nebûne
- Yasa li ser singê min qût bûye
û
- Rastî mezintirîn guneh
- Lê nêzîk e
- Xewnên min dê rizgar bin
- Wê kabosan celat bikin
- Wez dibînim
- Dîsan li Zagrosî
- Dîsa govenda nemiran digere û
- Mafora bin lingên Zeradeþtî
- Ya gulan dide û car din
- Îrade tacek siwar e û
- Li ser baskên Nêçîrvanan
- Ber bi min tê û
- Çirayê koçka heþtar
- Wê geþ bibe û
- Giyan bide min
- Þûngavên wî kanî derbin
- Tava kewser
- Ji nû
- Belingaz û ketên mîna min
- Li hawir leyzin
- Hurî
û þajin
- Hurî û þajin