|
Çanda xwenizimkirinê
Heyder
Omer Xwenizimkirin
ew helweste, ku mirov, çi rewþenbîr be, çi nivîsevan, helbestvan,
siyasetmedar be, xwe li astên kêm datîne, ji bo berjewendiyan ava rûwê
xwe li pêþ kesên din dirijîne, rûmeta
xwe erzan dike, ew kesana çi dibin bila bibin, rêber bin, serok bin,
xwediyên kar bin, cidahî qet nîne. Evê
helwesta xwenizimkirinê ji zû de li cîhanê rû daye, û heya ku mirov
koleyê berjewendiyan be, wê ev helwest her tim rû bide. Berjewendperestî
û xwenizimkirinê hevalcêwî ne. Tê
gotin, ku carekê Îskenderê mezin, di civînekê de, Erîstotalîs li kêleka
xwe ya rastê û serokwezîr jî
li kêleka çepê dabûne rûniþtin, gava wezîrekî wî derbas civînê bû,
û ew rengerûniþtin dît, hema bi lez çû devê xwe da ber guhê Îskender,
û gotê: Ez dibînim, ku mezinê min; Îskender serokwezîr daye kêleka çepê,
û Erîstotalîs jî daye ya rastê. Îskender yekser di mebebesta wezîrê
xwe gihîþt, û ew li pêþ endamên civînê riswa kir û gotê: Serkwezîr
berhema min e, min ew çêkiriye, dikarim yekî din jî wek wî çêkim, lê
ka bêje min, kî dikare Erîstotalîsekî din çê ke?! Erîstotalîs
berhema xweda ye, ne Îskender, û ne kesekî din
nikarin wî çê kin, xweda ew çêkiriye. Ev
helwesta wî wezîrî cûreyekî keysebaziyê bû, ku wî dixwast xwe ji Îskender
ve nêzîk bike, da berjewendiyên xwe biparêze. Îskender jî yekser tê
derxist, û tevî ku ew wezîr e jî, ew li ser dûv da rûniþtin û riswa
kir. Tevî ku
ev çanda xwenizimkirinê, bi piranî, di meydana siyasetê de rû dide, lê
wêjeya cîhanê jî ji wê ne bê pare. Ez dikarim du nimûneyan ji wêjeya
erebî bînim; yek ji wan helbestvanê Ereb, yê beriya dema Îslamê ye, ku
navê wî El-Nabîxe El-Zubyanî ye. Ev kesa
wek ku di dîroka wêjeya erebî de hatiye gotin, helbestvanekî gelekî
navdar bû, nerîna wî li ser helbestvaniya helbestvanan gelek hukardar bû;
her sal carekê helbestvanên Ereb li Hîcazê, li cihekî navê wî ( Sûq
Ukaz ) bû diciviyan, konek ji bo El-Nabîxe dihate avakirin, helbestvanan
helbestên xwe dixwendin, û El-Nabîxe jî guhdar bû, eger wî
helbestvaniya yekî ji wan bipejiranda, û pesna helbesta wî bida, ew
helbestvan yekser navdar dibû, û nav û helbestên wî li ser zibanan
digeriyan. Lê carekê
hin kesan gotinine ne baþ li ser zibanê El-Nabîxe gihandin þah El-Numan
Bin El-Munzir, ku þahê devera ( El-Hîre ) bû, û zilm û zora wî jî sînor
derbas kiribûn,. Helbestvan û rexnegirê mezin El-Nabîxe hemî karînên
xwe yên wêjeyî û helbestî, û navdariya xwe rexneyî, ji bo lêborînê,
avêtin ber lingên El-Numan û helbesteke dirêj ji bo wî nivisand, tê
de, hem ava rûwê xwe li pês þahê xwe rijand û hem jî, wek dîroknivîsên
wêjeya erebî dibêjin, rê li pêþ çanda xwenizimkirinê vekir, ku
derbas wêjeya erebî bibe. Nimûneyê
din jî helbestvanê serdema Ebbasiyan, yê gelekî navdar El-Mutenebbî ye.
Ew helbestvanê mîrê Helebê Seyf El-Dewle El-Hemedanî bû, gelek helbestên
xwe ji bo wênekirina lehengiya mîrê xwe diterxandin, û di salixdana wê
lehengiyê de pir pê de diçû. Çavên El-Mutenebbî her tim li wê yekê
bûn, ku Seyf El-Dewle mîrîtiya deverekê bide dest wî, vê lomê jî,
gava wî mîrê xwe dipesinand, ew di ser hemî kesan re digirt. Lê xala ku
li ba El-Mutenebbî balkêþ ew e, ku wî, bi tersî EL-Nabîxe, rûmeta xwe
diparast. Raste ku wî mîrê xwe di ser mîran û þahan re digirt, lê ti
caran xwe ji wî nizimtir nekir. Bi ser de jî hin caran xwe di ser mîr re
digirt. Tê
gotin, ku carekê wî helbestek bi pesna mîr di civateke mîr de xwend, ew
pir pesinand, û di heman helbestê de jî got: Ez ew
kesa me, ku koran wêjeya min dîtine, û kerran gotinên min bihîstine. Hesp û þev û çol û þûr û rim
û kixaz û pênûs min nas
dikin. Endamên
civatê, û Seyf El-Dewle jî, di mebesta wî gîhêþtin, vê lomê yek ji
wan rû bû, û gotê: Aya te çi ji mîr re hêþt?. Mîr dengê xwe
nekir, zimandirêjiya El-Mutenebbî daqirtand, lê ji bîra jî nekir, heya
ku nema sûdê ji El-Mutenbbî dibîne, ew ji civat û seraya xwe qewitand. Rast e,
El-Nabîxe xwe li pêþ El-Numan Bin El-Munzir gelekî nizim kir, û
El-Mutenebbî jî hemî kes li pêþ Seyf El-Dewle nizim kirin, lê herduwan
jî peyv û helbest nekirin qurbana pêlavên wan, belê rûmeta peyvê
parastin, ji ber ku ewana dizanîn, ku helbest û peyv dê her tim ji bejnên
mîran û serokan bilindtir bimînin, ew dê biçin lê helbest û peyv dê
bimînin, çunkê peyv û helbest milet e, gel e, welat e. loma jî gava Poþkîn
kuþtin, romannivîsê mezin Dostoviskî, wek dînan, li rûwê xwe xist,
kire qîrîn, tevaya Rûsyayê di kesyayetiya Poþkîn de kom kir û got:
„ Rûsiya kuþtin“. Aya ciqas þah û mezinên Rûsyayê mirin û
çûn, ka hema kesekî jî got Rûsya mir?! Bersiva pêþewayê
Misirê; Seid Zexlûl jî vê yekê zor nima dike, gava wî xwast, ku destê
helbestvanê mezin; Ehmed Þewqî ramûse, lê E. Þewqî destê xwe bi þûn
de kiþand, da nehêle. Wê hîngê pêþewa gote E. Þewqî: Ezbenî, em
diçin û hûn dimînin, êdî ka derfetê bide çûyînê, bila destên mayînê
ramûse. Gelo çima
helbestvan û helbestên xelkê ewqas payebilind in, ên me jî xwe û
helbesta kurdî davêjin ber lingên rêber û serokan?. Ji roja
ku helbestvan Ehmed Huseynî gotin û helbest avêntin ber lingên birêz
Ocelan, û kirin qurbana pêlavên wî, ji wê rojê de min jêderên
helbesta kurdî, ku li ber destên min peyda dibin, tev dan, û rûpelên
wan qulibandin, da ez bibînim, ka ev çanda xwenizimkirinê û nizimkirina
peyv û helbestê kînga derbas wêjeya me bû ye, min tiþtek nedît, tiþtê
min dît ew bû, ku heliwldanên rêber û serokan, ji bo kedîkirina Feqiyê
Tîran li hember qîrînên wî têk çûn, û Feqî hema carekê jî ji a
xwe nema, belê her tim di rûwên wan de diqîriya. Bi ser de min dît jî,
ku rêber û mîr û serok jî dizanin ew kesên, ku xwe erzan dikin, û wan
dipesinin, derewan dikin, lê ji bo mebest û bikar anînê, wan li ber
dergehên xwe dihêlin. Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de, li ser zibanê Mîr
Ezedîn, ku bersiva Tacîn dide, dibêje: Her
çend Bekir weled zîna ye. Aþê me bi wî bi fetl û ba ye. Ev
zumre ku zalim û ewan in. Sûbaþî û þehne û dergevan in. Aþêd
me zaliman digêrin. Dexlêd me zaliman dihêrin. ( Biner:
Mem û Zîn. Þirovekirina Mihemed Emîn Osman, rû 185. Malik
1146,1147,1148 ). Dêmek
serok û mîr ne ewqas nezanin, ku mebestên derûn-erzanan nas nekin, belê
ewana baþ dizanin, ku rûmet yekek e, ti caran nayê perçekirin; ango
mirovek nikare rûmedar, û di heman demê jî rûmetfiroþ be, her weha
ewana dizanin, ku kesên rûmetfiroþ nikarin rojekê ji rojan, ne bibin
palpiþt, ne jî bibin xwediyên pênûsan, ewana dizanin, ku xwediyên pênûsan
dikarin erdê di bin lingên wan de bihejînin, vê lomê jî rijîmên dîkator
her tim hewil didin, da xwediyên pênûsan, bi her awayî, bi diravan, bi
tirsê, bi lêdanê, bi zîndankirinê, kedî bikin. Di vê
xalê de xwediyên pênûsan û karkerên pênûsan ji hevdu cida dibin,
karkerên pênûs dibin berdevk û alavên ragiyadina destlatê, zilm û
zora wê bi xelkê þîrîn dikin, û ala çanda tirsê û nizimkirinê hil
didin, mebesta wan ew e, ku gelan xulmaþ bikin, di xewa bê dawî werkin. Pê
re jî dibin hevparên çêkirina
dîktatoran, pênûs jî destên wan de dibe alava wergirtina dolaran. Lê
xwediyên pênûs, di rêveçûna dîrokê de, li her deverekê bûne
armanca þer û hêriþên destlatên dîktator, û mêvanên zîndanan, ji
ber ku pênûs di destên wan de alava bervedêriyê ye ji bo bidestxistran
mafan û azadiyê û ciwaniyê. Gava E.
Huseynî xwîna gotin û helbestê li ber lingên birêz Ocelan rijand, ne
tenê gunehkarê xwe bû, belê gunehkarê dîrokeke dûr û dirêj bû jî;
ev dîroka ku helbestê di eniya wê de cih girtiye. E. Huseynî
bi wê helwesta xwe ne hezkirê birêz Ocelan e, û ne jî dilsozê doza wî
ye, tiþtine din deyaxên wê helwestê ne, ku hevpîþeyê me birêz Qado
Þêrîn di gotarekê de diyar kiribûn,(avêstakurd)
û ez jî naxwazim dubare bikim, lê dixwazim bibêjim, ku E. Huseynî, bi wê
helwesta xwe rê li pêþ çanda xwenizimkirinê dûz dike, da derbas çanda
kurdî bibe. Jirûmetxistina
peyvê û helbestê li ber lingên birêz Ocelan wî ji Îmraliyê rigar
neke, doza wî jî bi ser naxîne. Ocelan jî vê yekê baþ dizane, û
dizane jî ku rêber ne ji xweberê bi hêz dibin, hêza miletan rêberan bi
hêz dike, û miletê ku xwe
nizim bike nikare ne rêberan û ne jî welatan rizgar bike. Mafxwurên
gelê kurd ji hezarên salan de hewil dane, û didin, da vê çandê di derûn
û giyanê gelê kurd de biçînin, ji ber ku ew dizanin, ji bilî rûmetê
tiþtek di destên vî gelî de nema ye, tenê bi hêza rûmetê li hember
dek, dolab, top û tivingên wan radiweste, û bi ser dikeve, lê eger wî
ji rûmetê bê par bike, dê bi hêsanî nave wî ji dinyayê rake.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org