- Çîrobêjiya
Cegerxwîn
- Nimûne
- Reþowê
Darî *
-
-
Heyderê
Omer
-
-
- Ez
ewha bawer im, ku her lêkolînerek di meydana çîrokê de berxwe bide,
divaye ew destpêka vî celebê wêje wek berhemeke hunerî li nik kurdan û
mercên jidayikbûn û geþbûna wî jibîra neke. Eger ev yeka jibîra
bibe, gellek neheqî wê li çîroknivîsên kurd bibe.
-
- Ev
berhema hunerî ne ji demeke dûr de li ba kurdan hatiye naskirin. Hinek
rexnevanên baþûrê Kurdistanê çîroka „Erê min di xewnê de dîtiye“
ku Cemîl Saîb sala 1925ê nivisandibû, wek destpêka vî celebê tore dibînin.
Eger em jî xwe bidin kêlek wan, û vî celebê tore li nik jêrxetiyan
bipelînin, pêþî em du çîrokan di hejmara duwem ya HAWARê de dibînin,
ew jî „Du egîd û Gundê nu ava“ yên
Dr.K.Bedirvan û Qedrî Can in.
-
- Digel
hindê em di hejmara çarê de jî pêrgî çîroka „Ber tevna mehfûrê“
dibin. Tevî ku nivîsevanê wê C.Bedirxan, wek Dr.Husên Hebeþ, di xebata
xwe ya nirxbiha de li ser HAWARê, weha diçe, ku ev çîrok sala 1927ê li
Bêrûtê nivisandiye, lê her du hejmarên duwem û çarem di sala 1932ê
de derçûne. Lewre mirov dikare weha biçe ku çîroka hunerî ji wê salê
de ketiye nav destên jêrxetiyan, û di dû re jî gellek nivîsevanên
HAWARê, mîna Nûredî Ûsif (Dr.N.Zaza)
,O.Sebrî û yên din para xwe dixin evê meydanê, û dibine hevparên
destpêkên vî celebê wêje li Jêrxetê.
-
- Cegerxwîn
jî sala 1941ê, di navbera hejmara 31ê re li vî deriyê tore dide, û
çîroka „Berhamê Gur“ diweþîne, û di dû re çîroka „Çîm
û Gulperî“ sala 1948ê li Þamê çapdike, û ya „Reþowê Darî“
sala 1956ê dîsan li Þamê çapdike.
-
- Ev
çîrok bi xwe serpehatiyeke gelêrî ye, pirrê caran di civatên kurdan de
dihate xeberdan, ta Cegerxwîn ew xiste durvê yekeke wêjeyî, û bûyer û
kesên wê kirin sîmbolên nerîn û helwestên xwe yên civakî û neteweyî.
-
- Bûyerên
çîrokê li bakurê Kurdistanê li gundê Darê diqewimin, tehlî û
dijwariyên jiyana gundiyan, û sitema rijîma tirkan û derebegên kurdan wêne
dike, û destpêka hiþyariya civaka kurdî ji warê civakî û neteweyî de
dibelgîne, pêre jî ramana Cegerxwîn, ku dibêje (qata jor sedema
bindestiya gel û welatê wî ye) û çareserkirina wê dozê. Li gor
nerîna wî, numa dike.
-
- Yekemîn
car mirov vê çîrokê dixîne, pê hay dibe ew li goreyî merc û diviyên
awayê kevin, ku sê qunaxên wî hene, ava bûye. Ango bûyerê
çîrokê di sê qunaxan re derbas dibe.
-
- Li
destpêkê em dibînin dem þev e, gundî li eywana Zoro Axa civiyane,
serpêhatiyan dibêjin. Lewend; kurê Zoro Axa laqirdiyan bi mêrxasiya Reþo
dike, û wî neçareyî çûndina þeíkefta „ Berdewêl“ dike.
-
- Li
navînê
Lewend ji civatê derdikefe, diçe mala Reþo, destan dirêj namûsa wî
dike, lê Rewþê; pîreka Reþo, ji neçare wî dikuje, laþê wî perçe
perçe dike, wan perçan dixe çewalekî, hildide milên xwe û berê xwe
dide þikefta „Berdewêl“ da laþê perçekirî bawêjê binê þikeftê,
û þopa wî wenda bike.Li wê derê pêrgî Reþo dibe, xiþma ku hatiye
serê wê jê re xeber dide, her du vêkre
dizêvirin gund, diçin eywana Zoro Axa, û çîroka xwe û Lewend li pêþ Êxe
û gundiyan radixin. Çavên Zoro Axa sor dibin, dike qêrî û sûnd duxe,
ku wê wan bikuje. Lê gundî piþtgiriya Reþo û Rewþê dikin, lewre jî
Zoro a dilê xwe vediþêre, û bi dizî mirovekî diþîne bajêr, da
cendirman bîne, ku li gundiyan bidin.
-
- Li
dawiyê
jî cendieme tên gund, gundiyan tev, digel Reþo û rewþê li mala Zoro
Axa dicivînin, li wan didin, diravên wan distînin, hinekan ji wan
berdidin, û yên mayîn bi xwe re dibin, lê bi rê de gundî diravan didin
wan, û xwe rizgar dikin. Cendirme jî Reþo û Rewþê dibin û dixin zîndanê,
û li dadgehê bi çend salan tên tawanbarkirin.Gundî jî dest ji kar û
berdestiya Zoro Axa berdidin, loma jî Axe neçareyî koçbarkirinê dibe.
Piþtî çend salan Reþo û Rewþê ji girtîgehê tên berdan,
dizêvirin gundê, û tev gundiyan jiyana xwe didomînin.
-
- Dêmek
Cegerxwîn bûyerên çîroka xwe, li goreyî pêdiviyên evê rêgaya
kevin, bi awakî dirist li pey hev rêzkirine, her yek
bûye encam û bermayê bûyerê berê, û ji bo bûyerê din bûye
sedema sereke, ango her yek ji wan bûyeran hem di bin bandûra yê beriya
xwe de mayî, û hem jî li yê di dûv re tê hukardar bûye, ta ku çîrok
gîhaye dawiyê, lê hinek bûyer lê zêde kirine, ta ku xwendevanê çîrokê,
di navbera bûyerên wê re, pêrgî hineke dî dibe, ku ewana li gel bûyerên
sereke ne têkildar in, wek çawa em dibînin axiftinên gundiyan, li
goristanê, ji bûyeran bi dûr dikefin, û ne têkildar in. Lewre jî girêka
çîrokê jihevketî xuya dibe.
-
- Nivîsevan
bi çîrokbêjiya yekser dest bi xeberdana bûyeran dike, lê li
destpêkê xwe bi ser alava zêvirîna
hunerî de pal dide, lewre dîroka Kurd a kevin tîne bîra xwe û me, wê
bajarvaniya bav û kalan bi þûn xwe hêþtine þanî me dike „Kî li
rewþ û hendesa kavilê
(Darê) temaþe bikî, mezinahî û jîngariya nijadê Kurd tê
ber çavê wî“. (Rûpel:4).
-
- Di
dû re wê bajarvaniya giranbiha dide hember rewþa Kurd ya îro, û pêre
mijûl dibe, hîngê jê ve xuya dibe çendî miletê wî li paþ mayî, û
neyaran keys jê birine, ta ku îro nikare li welatê xwe serbest bigere „
niviþt û nivîsaran
bi zimanê xwe, û di biwara tarîxa nijad û welatê xwe de çêkin, û
xwendevanên Kurd, ku di vav welêt de jî naxwazin, ya nizanin ji me re
çêkin, û biþênin, ji xwe dijminê nijadê Kurd her û her xwastine û
dixwazin ku ne tenê rewþ û tarîxa welatê me, lê nav û nîþanê me jî
ji rûpelê tarîxa cîhan windabikin, û bi carekê navê Kurd neyê
xwendin.“ (Rûpel:4).
-
- Ev
awayê çîrokbêjiyê, ku jê re (Zêvirîna hunerî) tê gotin ji sînemayê
hatiye wergitin, pêþî dawiya çîrokê, an jî dawiya bûyerê sereke pêþkêþ
dike, û di dûre jî sedem û bûyer û helwestên, ku gîhane wê dawiyê
berçav dike. Lewre jî gava þûngirtî be , dibe ûþta serkeftina
huneriya çîrokê. Lê mixabin ev gava, ku nivîsevanê me tê re derbas
hundirê çîroka xwe bûye, bi carekê, li nik bûyerên çîrokê ne têkildar
e, û pêre jî kêmasiyeke hunerî gîhandiye durvê wê û þêweyê
xeberdanê.
-
- Gava
nivîsevan xeberdan, an çîrokbêjiya yekser, bikar tîne, hîngê ew rola
dîroknivîsan dilîze, bûyeran xeberdid, kesan pêþkêþ dike, bizavên
wan berbiçav dike, digel wan kesan û bûyeran meþîneke xweristî dimeþe,
ta ew bûyeran digînin dawiyê. Ango ev cureyê çîrokbêjiyê rê nade
nivîsevan, ku hêza xwe bide ser kesên çîrokê, wan bi xwe ve girêde,
çiku zanîna wî bi wan ji ya wan xwe bi xwe ne pirtir e. Lewre jî ew çîrokê
ji dûr de xeberdide, û kesan û bûyeran ji der ve de salixdide, lê nerx
û wateyan ji xwener re dihêle, ku bi xwe têbighîne.
-
- Çîrokbêjiya
çîroka Reþwê Darî pirrê caran li tersî huneriya vî cureyê xeberdanê
hatiye, û di bin hêza nivîsevan de milxwar xuya ye, hulma wî li ser wê
gellekî giran e, û ew li gor daxwaza nivîsevan tê hûnan, ne li gor birêveçûna
bûyerê çîrokê, pirrê caran hevpevînan dibirre, û ji helwestekê diçe
yeka dine bê têkildar, ji bo xatirê ku dozekê yan ramaneke taybet, xwedî
nerîneke polîtîkî yan civakî diyar bike
-
- Nimûneyên
ku evan gotinên me teqez dikin, di çîroka Reþowê Darî de pirr in, me
gellek rûpel divên da em gîþkan bînin meydanê, vêca em dikarin berên
xwendevanan bi ber ve rûpelê, 25 ta 53 de bidin, da bibînin çawa
xeberdan ji birêveçûna bûyerê çîrokê bi dûr de dikefe..Ji ber vê
yekê jî çîrok bê hemdî bûyerên wê dirêj bûye, û dawiya wê
jihevketî xuya dibe.
-
- Dawiya
her çîrokekê, wek hêmanekî hunerî ku hevparê avakirina wê ye, gellekî
nirxbiha ye, ji ber ku hemû deziyên bûyer tê de dicivin, û mebesta, ku
nivîsevan ji bo diyarkirina wê dixebite, tê de numa dibe, lewre jî
rexnevanên wêje vê dawiyê bi gaveka ronîkirinê dinavînin.
-
- Bi
rastî eger em li çîroka Reþowê Darî, bi 83ê rûpelên wê vegerin, em
dikarin bibêjin ev dawiya, ku hemû dezî û hêmanên bûyer tê de
dicivin û wateya bûyerê wê bi serî tînin, di rûpelê 60î de diyar e,
gava Soro civandin û dandina diravan pêþniyar
dike, û riya çûndina ba bervedêr þanî gundiyan dike, çiku wê hîngê
dawiya çîrokê û çareserkirina doza Reþo, ku di çîrokê de bûye sîmbola
doza cotkar û gelê kurd, sayî û zelal xuya dibe, ku wê di dadgehan re
derbas bibe.
-
- Ev
kêmasiya çîrokbêjiyê siya xwe daye ser livandina kesên wê jî,
wek çawa formê Reþo tê guhertin. Reþo gundiyekî reben e, li ber destên
Zoro Axa, mîna hemû gundiyên din, dixebite, jîr e, mêrxas e, dilsoz e,
û nezan e. Ew, di civakê de, bi van rûçikan tê naskirin. „…peyayên
wek Rêþo gernas û mêrxwas,
ku di rojên reþ de kozik û çeperê dijmina diherivênin, mêra dikujin,
talana vedigerênin…“.(Rûpel:
15).
-
- Lê
mixabin Reþo mêrxwasiya xwe biçûk û qels dike, ji ber ku li hember Zoro
Axa gellekî sist û jar xuya dibe.“Axa ha serê mi û þûrê
te, namûsa me teva namûsa
te ye , emê tev rojekê xwe di ber te de bidin kustin, tu serê me, û em
lingê te ne.“ (Rûpel: 19).
-
- Lê
xeyala Cegerxwîn ji niþkave Reþo bi awakî din þanî me dike, ku ew serê
xwe bi dozên mezin re dêþîne, û bi sergêrên cîhnê mijûl dibe.“Gerek
mirov bêtir bîr bibira, bibûna dost û birayên hev, ev çi kuþtin,
talan, ceng û pevçûne?. Xwezî ev awa ji nav me rabûna, xwezî me zanîbûna
ka dermanê rabûna vê berberiyê çî ye?. Ma ev dinya têra me nakî?. Ev
top, bumbe, gule, berik diteqin, mirova dikujin, xaniya diþewtênin,
avaniya hildiweþênin, ev tev ji bona çî ye?. Xûyaye beg, axa, þêx
mela nahêlin weke bira her kes bi hev re bikin, û bi hev re bixun, ev
ristika komelî a sermayedarî nahêlî kes bi xweþî geza nanê xwe bipûrisênî,
ev ristik tim kuþtin, pevçûn, talan, û þewatî diafirênî .A çê eve
ku em terpelozekê li wan deynin,
va xwînxwar û dijmina teva bikujin.“ (Rûpel 38 – 39).
-
- Ev
pêþkeþkirin evê kesayetiyê ji birêveçûn û meþîna xweristî bi dûr
dixe, û dide xuyakirin ku çîroknivîs ji rastiya hunerî ya çîrokninîsînê
û avakirina kesayetiyê bi alîkî din de dikefe. Divaye çîroknivîs kesên
çîrokê bi xwe ve girênede, divaye destê xwe ji wan bikþîne, da ewana
gotinên xwe bibêjin, ne yên çîroknivîs bicûn. Mirovê ku xwe bide þûna
lingên dijminê xwe wê ne bizanibe evan gotinên jorîn bibêje, û ne jî
wê karibe li evan helwestan xwedî derkefe.
-
- Pênûsa
çîroknivîsê me li ba kesayetiya Soro jî riya xwe þaþ dike. Tevî ku
ev serpêhatî ya Reþo ye, lê Soro rola sereke di çîrokê de dilîze.Ew
zana ye, hêdî ye, li gel xwe mijûl dibe, û diponije, baþ guhdar e,
gotin û bersivên wî pîvayîn in, li ba gundiyan xwedî rûmet e, bandûra
wî li wan mezin e. Zoro Axa jî hesabê wî dike.
-
- Mirov
dikare bibêje, ku çîoknivîsê me evê kesayetiyê, li gor nerîn û
ramana xwe, ji bo serkêþiya gundiyan amade kiriye, çiku ew þiyar û zana
tê xuyakirin, dost û dijminê xwe ji hevdu vediqetîne, nirx û bihayê
xebata cotkar û gundiyan baþ naskiriye, dibêje Zoro Axa: „Ma ku em
ji cem we barkin, wê çi rûmet ji wer e bimênî?.. Ev mezinahiya
we tev bi me ye, çi bi wijdanê we hatiye ku bi ser de jî hûn dor namûsa
me bigerin?.“ (Rûpel: 15).
-
- Lê
mixabin gava dem lê tê, ku ev serkêþê gundiyan çareyekê ji bo serpêhatiya
Reþo bipelîne, çîroknivîsê me bervê wî bi ber ve dandina bertîlan
û bervedêr û dadgehan de dide.“Heke bi a min dikin emê bêþekê
bavêjin ser hevala, heme her yek karibin çi bidin, û hin ji hevala ku
nikarin xwe li ber dara bigrin, bere birevin, xwe bidin alîkî, wê paþê
bi kêrî me bên, evê dî ne mêra bikujin, û ne li
cendirman xin, û ne jî kesî talan bikin, emê çendeka ji xwe vebrêjin,
biþînin bajêr, bere
ew jî gilî bikin, bervedêrekî bigrin, bawer dikim emê zora Zoro bibin“.(Rûpel:
60).
-
- Ev
guhrtina helewsta ramanî ya vê kesayetiyê, ewê ji birêveçûna wê ya
hunerî, ku çîroknivîs li destpêkê wênekiribû, bi derdixe, û
bergehekê dixe navbera gotin û kirinên wê de, pêre jî, tevî ku ew
kesayetiya sereke ye, yekeke lerzandî dimîne, û nikare þûna xwe, li gor
pêdiviyên destpêka, ku pê hatiye naskirin, dagre.
-
- Kêmasiyên
hunerî û ramanî, ku di wênekirin û livandina evan her du kesayetiyan de
peyda bûne, û cureyê ramana Cegerxwîn, nivîsevanê me neçareyî hebûna
hinek kesayetiyên din kirine, mîna dozdar û
fermandarê dadgehê û bervedêr,lewre jî rola wan di çîrokê tenê
helwesta Cegerxwîn a êdyal numa dike, û ji wê pê de bê nirx dimîne.
-
- Lê
bi rastî pênûsa nivîsevanê me hin caran hostevaniya xwediyê xwe, di
warê wênekirina kesayetiyên çîrokê de, bi awakî zor jêhatî dide
xuyakirin, nemaze jî ewan kesayetiyên gelêrî,mîna Bizdo, Hovo;lalo, Çekûso,
Þêro, Perîþanê û Silo, ku di çîrokê de bûne sîmbolên asta têgîþtin
û hiþyariya civaka kurdan ya wê demê, ku pirrên endamên wê bi
mezinahiya axa û began, û serdestiya tirkan; birayên misilman zor bawerbûn.
Her weha nivîsevanê me di wênekirina kesayetiya Zoro Axa de jî serkewtî
xuya ye. Ev kesayetî sîmbola qata jor e, her tim dilsozê berjewendiyên wê
qatê dimîne. Koçbarkirina Zoro Axa ji gundê xwe, bi qaserî ku bûye nîþana
ramana Cegerxwîn ya êdyal, nabe nîþana guhertina rêveçûna hunerî ya
vê kesayetiyê.
-
- Tiþtê
balkêþ di kesayetiyên çîoka Cegerxwîn de ewe, ku hemû sade ne, hundirê
wan eþkera ye. Ango hundirê hemûyan vekirî ye, zû têne naskirin, ji
ber vê yekê jî çîroknivîsê me monolog bikar ne aniye.
-
- Monolog
hêmanekî huneriya tevna çîrokê ye, dikare rê li pêþ xwendevanan dûz
bike, da derbas hundirê derûnên kesayetiyên çîrokê bibin, dijayetiya
hundirîn, ku di derûnên wan de dikele, û siya xwe dide ser helwestên
wan, nasbike. Nivîsevanê me kar û barê vî hêmanê hunerî hildide ser
milên xeberdanê, û hemû helwestên kesayetiyan di wê riyê re þirove
dike, lê gava xwe neaçareyî bikar anîna monologê dibîne, dîsan ewê
li gor asta têgîþtina xwe dixebitîne, pêre jî avakirina kesayetiyê
jihev dikefe, wek çawa li nik Reþo diyare, ku ew kesê reben û nezan, þûnpêyên
Zoro Axa serê xwe bi sergêr û dozên mezin dêþîne.Lewre jî tenê çîrokbêjî
û hevpeyvîn di destên çîrokbêjê me de mane, ku kesên çîrokê bighînin
hevdu.
-
- Hevpeyvîna
hunerî axiftineke di navbera du, an pirr, kesan de digere, zindîbûnê
dixe hundirê çîrokê, kesayetiyan wêne dike û dide naskirin,perdeyan ji
pêþ wan radike, û ji bo mebesteke hunerî tê xebitandin, bi ser de jî
zanîn û rewþenbîriya çîroknivîs numa dike. Lewre kar û barê hevpyvînê
ne xeberdana bûyerên, ku bi kesan re diqewimine, belê karê wê ewe, ku
bide xuyakirin ka ew kesana çawa bûyeran dijîn. Ji ber vê yekê, divê
hevpevîn li gor astayê zanîn û hiþyariya kesên çîrokê , û tenga
helwestên wan be.
-
- Mixabin
hevpeyvînên çîroka Reþowê Darî didine xuyakirin, ku karmendiya evî hêmanê
giring li pêþ çîroknivîsê me ne sayî bûye. Çiku ew pirrê caran
destên xwe ji kesên çîrokê nakþîne, ku ewana li gor asta zanîna xwe
bipeyivin, belê ew bi xwe gotinan li ser zibanê wan dibêje, û hevpeyvînên
wan li gor zanîna xwe digerîne. Yek ji kesên çîrokê dibêje: „Ew
dewlemend û xudî gund dixwazin her ji çend sala kuþtin,
talan, þewat bikevî welêt, da karibin her tiþtê xwe giranbiha bifroþin,
û rebenê weke me bi nan-zikê karê xwe bi wan bigerênin“.
(Rûpel:48).
-
- Bê
guman xwediyê van gotinên jorîn zana tê xuzykirin, lê Cegerxwîn bi
carekê, di çîrokê de, nedabû xuyakirin ku ji bilî Soro kesên zana li
gundê Darê henin, vê lomê em dikarin ne tenê bibêjin ku pêjna Cegerxwîn
ji van boçûnan tê, belê teqez ev boçûn û gotin yên wîn in, ne yên
kesên çîrokê nin.
-
- Tiþtê
me bi ber ve vê baweriyê de dikþîne ewe, ku xwediyên vî cureyê gotin
û boçûnan, her car di çîrokê de bê navin, ne nas in. Bi ser de jî
hin caran du astayên zanîn û hiþyariya kesayetiyekê xuya dibin, bê ku
pêjna guhertinên ramanî û hiþyarî ji wê bê, wek çawa xwendevanan Reþo
naskiribûn.
-
- Pênûsa
Cegerxwîn gellek caran li hember bikar anîna hevpeyvînê jar xuya dibe,
û nikare dagere asta zanîna kesên çîrokê, pêre jî pirrê caran
hevpeyvîn ji gewdeyê çîrokê direve, û nikare þûna xwe ya rast tê de
bigre.
-
- Evê
yekê pirrê caran ziyneke giran kiþandiye ser zimanê çîrokê, û
ew ji jiyana rojane de bi dûr xistî. Ziman alaveke giringe, ne tenê çîrokê
ji awayê lêvanê dikþîne formê nivîskî, belê bi ser de jî her ku ji
jiyan û têkilî û danustandinên rojane ve nêzîk be, ewqas heyama çîrokê
zindî dike. Lê gava nivîsevanê me hêza xwe dide ser kesên çîrokê,
û wan li gor asta zanîna xwe bi dengkirin dide, hîngê zindîbûna zimanê
çîrokê birîn dike, û pêre jî bergehek dikefe navbera bûyeran û
heyama çîrokbêjiyê, ku ne tenê hewesa xwendinê li nik xwener sist
dike, belê bi ser de jî huneriya çîrokê jar dike.
-
- Xuyaye
çîroknivîsê me bi neyêniya akama vê yekê haydar bûye, çiku carcaran
zimanê çîrokê ji heyama rojane, û jiyana gundiyan ve gellekî nêzîk
dibe, û rola xwe ya hunerî di wênekêþiya heyama civaka gundiyan de distîne,
wek çawa nivîsevan bi zibanê kesekî çîrokê dibêje: „Ma xwe ne
em jinê wa ne, nikarin dengê xwe bikin“. (Rûpel: 14).
-
- Gotinên
bi vî awayî, pirrê caran di civatên gundiyan de têne gotin, û digerin,
nemaze gava mirovek zora xwe bajo ser kesên din.
-
- Bi
rastî zimanê çîrokê ji vî warî de dewlemend e, pirrîcar xwener di
navre pêrgî cureyê raman û ponijiya gundiyan dibe, mîna evê gotina, ku
di pesna jîrîtî û jêhatiya jinekê de, li ser zibanan her tê gerandin
„ Jin jî hene, jinkok jî hene, wey tu diya min bî Rewþê!!.“
(Rûpel:16).
-
- Ji
vê pê ve zimanê çîrokê sade û gellekî hêsan e, bêjeyên wî numa
û servekirîn in, û bê pêjin in, lewre jî hevok û derbirinên nivîsvan
eþkera û bê girêkên zimanewanîn in, lê pirr caran dirêj dibin û hêmanê
tevgerê di çîrokê de jar dikin.
-
- Tevî
evan têbîn û nerînên me, (Reþowê Darî) wê bimîne wek çîrokekê
ji bermayên nifþê pêþengên wêjeya kurdî li Jêrxetê, dikare, li gel
berhemên endamên wî nifþî, destpêkên çîroka hunerî li vê devera
kurdistanê diyar bike.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
- _________________________________________
- *
Ev babet bi awakî firehtir, di durvê kitêbokekê de, li çapxaneya HAVÎBÛN,
li Berlînê îsal 2003, hatiye çapkirin.
-