|
Gelo, Kobanî û Efrînî ne Kurd in?!*
Hevalkar Salihê Kevirbirî, ji Bakurê Kurdistê ye,
hevpeyvînekê bi rêzdar Konê Reþ re digerîne, û di malpera (
netkurd.com ) de diweþîne. Pirsên rêzdar S. Kevirbirî rewþa tevgera
kurdî li Jêrxetê dipelînin, derfetê li pêþ rêzdar Konê Reþ
vedikin, da panorameyakê li ser rewþa tevgera wêjeyî ya vî beþê
Kurdistanê ji bo kurdistaniyan pêþkêþ bike. Lê mixabin hevalkarê rêzdar
K. Reþ qasnaqa (çarçew ) wê teng dike, tenê bi qaserî Cezîra Sûriyê
dihêle, pê re jî hem kurdistaniyan ji naskirina rastiya wê tevgerê bê
par dihêle, û hem jî çavgirtî di kêlek gelek rastiyan re derbas dibe,
û hinan jî serobinî hevûdu dike. Rast e, wek ew jî dibêje, li ba jêrxetiyan, wêjeya kurdî ya
nivîsandî, ji weþandina korara HAWAR dest pêkir, lê divê lêkolîner
hewildan û cefayên rêzdarê rehmelê Husên Hiznî Mukiryanî ji bîra
neke. Ewî rêzdarî hîn sala 1915 yekemîn çapxaneya kurdî li bajarê
Helebê damezirand, û heya sala 1925ê li wir ma, rojnameyên ( Kurdistan,
Çiyayê Kurmênc, Diyar Bekir, Soran, Ararat, û Botan) weþandin(2). Çi mixabin ev
rojnameyan îro di destan de peyda nabin. Tiþtê balkêþ ew e, ku nûçe
û bûyerên þoreþ Þêx þeîdê Pîran sala 1925ê di kovara ( Diyar
Bekir ) de deng vedidan, pê re jî ewî rêzdarî, bi wî cefayê xwe hîmê
hevaltiya pênûs û tifingê, di xebata azadixwaza kurd de danî(3). Gava li ser kovara HAWAR dipeyive, dibêje:"Kovara
ku mîr Celadet Alî Bedirxan di sala 1932 yan de li Þamê diweþand û di
nav Kurdên Cezîrê de belav dikir".
Rêzdar K. Reþ li vir du caran di þaþîtiyên dîrokî werdibe, her du
caran jî, bê hemdî xwe neheqiyê li pêþengê ramana netewî kurdî ya nû;
C. Bedirxan dike; carekê derçûna HAWARê di hundir sala 1932ê de dihêle,
û carekê jî bergeha belavkirina kovarê di Cezîrê de sînor dike, bê
ku zanibe HAWAR ji Þamê digiha gelek welat û deverên din jî, wek Urdun,
Felestîn Misir, Hîcaz, Îraq, Îran û gelek bajarên Baþûr û Rojhilatê
Kurdistanê wek Kerkûk, Zaxo, Hewlêr, Emadiyê, Silmanî, Raniyê, Dihok,
Sincar Kûsinciq, Eqra, Xaneqîn, Kermenþah, Senendec, Seqiz, Mehabad….(4). Her weha þaþîtiyên dîrokî li ba wî rêzdarî zêde dibin, gava derçûna
kovara AGAHÎ ya rêzdarê rehmelê Hesen Hiþyar ji sala 1966ê dikþîne
sala 1980ê, bê ku hema piçekê xwe biwestîne, û ji kurê wî Gorgîn,
ku hîna jî sax e, bipirse. Rehmelê Hesen Hiþyar ev kovar sala 1966ê bi
tena xwe derdixist(5).
Cara yekem, ku li mala rehmelê Dr. Nûredîn Dêrsimî, li bajarê Heleb
sala 1973ê ez pêrgî wî hatim, û min ew nas kir, ewî di nav gotinên
xwe de li ser vê kovarê jî peyivî, û di dû re sala 1975ê min hejmarên
wê li mala kurê wî Gorgîn, li Þamê dîtin. Dîsan gava rêzdar Konê Reþ dibêje: "Di sala 1979an de…….. Mecîdê Haco û
Mele Tahir kovara Gelawêj derxistin",
di kêlek rastiya dîrokî re derbas dibe, û ji bîra dike, ku partiya
demikrat a Kurd li Sûriyê – El-Partî – di wê salê de ev kovar
derxist, ne wan rêzdarên, ku wî bi nav kirin.(6). Gava rola dengbêjan ji bo parastina zimên nîþan
dike, tenê di hundirê Cezîrê de dimîne, û hemû rûmetdarên din, li
deverên din, wek Kobanê û Efrînê, bi paþ guhên xwe de davêje, û ji
bîra dike, ku destana MEMê ALAN bi saya gelek dengbêjan, nemaze jî Mîþo
yê Berazî, gîha pênûsa Rojê Lîsko, ku ev destan heya îro parastiye(7).
Her weha gelek dengbêjên Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ) jî ji bîra dike,
û cefayên wan rûmetdarên rehmelê, wek Hesen Nazî, Eُvdê
Þeُ
rê, Beytas, Reþîdê Memocan, Cemîl Horo û yên mayîn bin cil dike. Hêjayî
gotinê ye, ku wek nimûne bêjim, bûyerên þoreþa Þêx Seُîdê
Pîran, heya îro jî, bi saya wan dengbêjên gelêrî, ji bîra nebûne.
Tevî ku nizanim kiyê dengbêjan xwediyê stirana ( Welato ) bû, lê dibêjin
gava rehmelê Hesen Nazî ew destan distira, û tê bîra min, gava rehmelê
Cemîl Horo jî ew distira, guhdaran nikarîn xwe bigirtana, belê rondikên
hemûwan dibarîn. Birêz Konê Reþ nifþên wêjeyî tevlihev dike, û
dibeje: "Piþtî vî nifþî (
mebesta wî nifþê melayan e ) em digihîjin van helbestvanan: Tîrêj,
Yûsifê Berazî, Omerê Leilê, Keleþ, Rezoyê Osê, Derwêþê Derwêþ
û ez Konê Reþ". Lê ji hêlekê
de mirov nizane çawa Tîrêj, ê ku sala 1923ê ji dayikê bûye, û ji salên
çeliyên çerxa çûyî de helbest nivisîne(8) û Konê Reþ, ê ku sala
1953ê ji dayikê bûye, dê di nav nifþekî de bêne cem hev. Gelo eger
weha bête pejirandin, dê xebat û têorên civaknasan li kû derê bimînin?!. Ji hêla din de, em dibînin, rêzdar Konê Reþ vê
boçûna xwe ji bîra dike, û pirsa, ku rêveçûna tevgera wêjeyî kurdî
ji sala 1990î û vir de dipelîne, weha dibersivîne, û dibêje: "…Bi
sala 1990î re, qonqxeke nû xwe diyar kir. Hingê ev nivîskar hatin xuya
kirin: Rezoyê Osê, Konê Reþ, Derwêþê Derwêþ, ..…"
û pê de dihere, 35 navên, ku li pênc bajar û bajarokên Cezîrê dimînin,
diyar dike, û careke din hem di þaþîtiyên dîrokî û civaknasî
werdibe, ji ber ku Tîrêj û Omerê Leilê jî, yên ku berê di nav nifþekî
de bi cih kiribûn, dixe nav guropa vî nifþî, û hem jî deverên Kurdan
yên din nîne zimên, û nizane, ku wek nimûne, Þêx Elî Omerê Mele, ji
salên çeliyên çerxa borî de, li Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ), bi zimanê
kurdî nivisandiye, û gelek helbestên wî bi pesna pêximber, û pirtûka
wî ( Melûdî þerîf ) sala 1947ê hatine çapkirin, û di salên þêstiyên
wê çerxê de dîsan navine din, nemaze jî Þewket Neُsan(9),
li devera Efrînê hatine xuyakirin, û helbestên wan di kovran de hatine
weþandin. Dîsan, ji sala 1980ê û vir de, gelek navên din li
Kobanê û Efrînê þûnên xwe di qada tevgera wêjeyî kurdî de girtine,
ku her lêkolînerek wan ji bîra bike, dê lêkolîna wî ji ber kêmasiyên
giran binale. Hema ez li vir, navên, ku têne bîra min, bêjim, dê ji bîstan
bêtir bin: Ehmed Qasim, Jan Dost, û Mistefa Elaþ(endamê desteya rojnama
NEWROZ bû) li Kobnê, Dr. Husên Hebeþ, Dr. Ebdil-Mecîd Þêxo, Memo/Dêrsim,
Rûxawþê Zîvar, Awazê Kalo, Sînorê Yekta, Dr. Mihemed Elî, Bahoz Efrînî,
Hêmin Kudaxî, Nezîr Palo, Pîr Rustem, Kamiran Bêkes, Rozad, Apê
Osnebiran, Nesret Hebeþ, Axîn, Îbrahîm Îbrahîm, Reþoyê Pîrê,
Mihemed Hemo, Merwan Berekat, Mihemed Nûrî Xorþîd û hinên din li Efrînê,
ji bilî kobanî û erfîniyên, ku li dervayî welêt dimînin, mîna Þahînê
Bekirê Soreklî, Dilbixwîn Dara, Mistefa Reþîd, Gundî û hinên din. Eger birêz Konê Reþ, hema piçek cefa bida xwe, û bixwasta deverên
Kurdan yên din jî bîne ser zibanê xwe, hema karîbû li kovara PIRS, ku
ez bawer im hemû hejmarên wê li ba wî peyda dibin, vegeriya, dê gelek
agahî li ser vê mijara xwe ji hejmara 14 werbigirtana, û dê ji bîra
nekiriba, ku sala 1976ê kovara ( PÊÞENG ) ji beriya GELAWÊJ û STÊR
derketiye, û þeþ hejmarên wê yên xwerû bi zimanê kurdî derçûne. Hêjayî
gotinê, ku ev kovar li bajarê Efrîn, wek hemû çapemeniya kurdî, bi dizî
derdiket, û sernivîserê wê birêz Menanê Qenterî, ji gundê Qenterê bû(10).
Ez bawer im, ku rêzdar Konê Reþ ji bîra nekiriye,
û nikare ji bîra bike, ku yekemîn festîvala helbesta kurdî li Sûriyê
bi banga Dr. Ebdil-Mecîd Þêxo, Rûxwaþê Zîvar, Elî Cefer û xwediyê
vê gotarê û bi saya pirên van nivîsevan û helbestvanên, ku li jor bi
nav bûne, sala 1993ê bi rê ket, û heya niha jî berdewam e, û roja 22.
10; roja koçbarkirina helbestvanê mezin Cegerxwîn, di wê festîvalê de
wek roja helbesta kurdî li Sûriyê hate ragihandin. Hêjayî gotinê ye, em bînin bîra rêzdar Konê Reþ, ku eger wî
bixwasta nivîsevan û helbestvanên Kobanê û Efrînê banîna bîra xwe,
û bersiva xwe nekulanda, û xwe ji pêjna bêhna helwesta herêmî
biparasta, dê hema li malpera ( tirejafrîn.com ) bineriya, ku bidîta 38
navan di wê malperê de þûnên xwe girtine, navên 11an ji wan di (
Ferhenga nivîsevanên Parêzgeha Heleb yên çerxa bîstem) de hatine(11),
hemû jî bi her du zimanên kurdî û erebî dinivisînin, û xwediyên
pirtûkên çapkirîn e, hinekan ji wan 12 pirtûkên xwe hene. Eger bixwsta
ji devera Cezîrê derkeve, û kurdên din bîne bîra xwe, teqez dê zanîba,
ku dengvedana Hamid Bedirxan ê, ku li gundê Þiyê ji dayikê bûye, di
salên heftê û heþtêyên çerxa borî, di nav ereban de, ji dengvedana
nivîsevanê rêzdar Selîm Berekat, a îro, ne kêmtir e, û dê Zanîba,
ku gelek nivîsevanên dine erebînivîs jî li Efrînê hene, bi ser de jî
dê zanîba, ku du nivîsevanan ji wan ( helbestvan Nesret Hebeþ û çîroknivîs
Cîger Xorþîd ) xelatên giranbuha ji her du dewletên Kuwêt û Emarata
erebî wergirtine. Gelo, çima rêzdar Konî Reþ van rastiyan nîne zimên?!.
Ma kobanî û erfrînî ne kurd in, û para wan di rêveçûna
tevgera wêjeya Jêrxetê de nîn e?!.. Çima ewî derçûna kovara AGAHÎ
ji dêvla sala 1966ê kiþandiye sala 1980ê û derçûna kovara PÊÞENG ji
bîra kiriye?!.Gelo ewî di ser van rastiyên dîrokî re qevastiye, da xwe
bide nasîn, ku ew yê yekemîn e, ku piþtî nifþê pêþî, bi zimanê
kurdî nivisandiye?!. Evê agahiyê di pêþgotina hevpeyvînê de þûna
xwe girtiye, ku Konê Reþ "Piþtî
Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleþ, û Rezoyê Osê, kesê
pêþîn e ku li Binxetê bi zimanê kurdî nivisandiye". Gelo, li ber ronahiya rastiyên dîrokî, dê çi nirxê
boçûnên weha bê bingehên ber biçave,
bimîne?!. Ma ne hêjayî gotinê ye, ku mirov beriya carekê binivisîne,
divê deh caran birame, û carên bê hejmar jî derdora xwe bipelîne?!.
Nemaze jî li ba me Kurdan, ev bar gelekî dijwar û giran e, ji ber ku heya
îro dîroka wêjeya me, ku seranserî Kurdistanê, an jî her beþekî, ji
bilî Baþûr, bigire, nehatiye nivisandin, û ne jî me pirtûkxaneyên
navend, ku hemû berhemên çapemeniya me tê de hatibine civandin, hene. Her weha hevalkarê delal Salihê Kevirbirî jî parekê
ji van kêmasiyan hildigire, ji ber ku li hember vê yekê bê deng dimîne.
Bi baweriya min pêdiviyên hevpeyvînan, rê didine kesê, ku hevpevînê
digerîne, da ew jî nerînên xwe li ser mijara hevpeyvînê diyar bike, çunkê
têgeha (hevpeyvîn) bi xwe wateya hevpiþkiya wî jî diyar dike, û dide
xuyakirin, ku hevpeyvîn gotûbêja du-sê alî ye, ne tenê guhdarkirin e. Ez bawer im, ku rêzdar S. Kevirbirî teqez dizane, ku
rojavayê Kuristanê, Binxetê, Jêrxetê ne tenê devera Cezîrê ye, lewre
jî divêbû ewî deverên din jî, hema bi kêmanî, bikirana mijara
pirseke xwe, yan jî di paþgotina hevpeyvînê de ev yeka nîþan bikira.
Mixabin ewî jî bi vê bêdengiya xwe lekeyên ziyanê hem gihadin hunerî
û zanistiya hevpeyvînê, û hem jî gihandin mijara wê, û li gel birêz
Konê Reþ bû gunehkarê tevgera wêjeyî ya vî beþê welêt. Bi baweriya min, heya em dîlên evê rewþa awarte
ne, her kesê, ku di vê mijarê de; ango dîroka wêjeya kurdî, biryarên
dawî bistîne, dê bergehên dûr, dirêj û fireh bixe navbera boçûnên
xwe û rastiyê, pêre jî dê pareke pir ji rêza, ku her mirovek berxwe
dide, da ji alî kesên din de werbigire, wenda bike. Dawî, hêvîdar im, ku ev nivîs û boçûnên min li
dilên her du hevalkarên delal Konê Reþ û Salihê Kevirbirî giran
nebin, ji ber ku em hemû vêkra rastiyê dipelînin, û berxwe didin, da
karibin bi kêrî welat û miletê xwe yê bindest werin.
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Not
û ravakirin: * Mixabin, desteya malpera ( netkurd.com ) ev gotar neweþand,rê li pêþ wê girt, û nehêþt bigihêne xwendevan û nivîsevanan. Belê ji dêvla weþandina gotarê, ewê hevpeyvîna, ku mijara gotarê ye, yekser ji ser sîngê malperê rakir, û xiste erþîfê. Bila ev kira wê jî mijara gotareke din be. (1) Hevpeyvîna yekem di kovara ( El-Erebî ) li Kuwêtê sala 1993ê,
hej 418, hatiye weþandin. Û ya duwem di hejmareke rojnameya erebî(
Ezzeman ) de sala 2000î hatiye weþandin. Wê hîngê me bersiva rêzdar Þêrko bi gotarekê da.
Ji bo wê bersivê, biner :Kovara PIRS hej 9, sal 1994, û Kovara NUDEM hej
17, û erþîfa Malpera ( amude.com ) ya sala 2000î. (2) Biner: Dr. Husên Hebeþ: Raperîna çanda kurdî
di kovara HAWARê de. Çapa
yekem, belavgeha Hogir, Bonn 1996, rû 19. (3) Biner: Pirtûka me: Osman Sebrî helbestvan û nivîsevan.
Çapa yekem, çapxana Evra, Berlîn 2004, rû 19, û çapa duwem, weþanên
dezgeya Sema, çapxana Yad, Silêmanî/
Kurdistan 2006, rû 29. (4) Biner: Kovara PIRS, hej 14 û 15 sal 1998. (5) Biner: Dr. P. Berwarî ( Dr. Ebdil-Mecîd Þêxo ): Pêþveçûna
bizava çapemeniya kurdî li Sûriyê bi zimanê kurdî. Kovara
PIRS, hej 14, sal 1998. Û pirtûka me ya navborî, çapa yekem, rû 27, û
çapa duwem, rû 43. (6) Biner: lêkolîna Dr.
Ebdil-Mecîd Þêxo ya navborî, kovara PIRS, hej 14. (7) Biner: Destana Memê Alan, weþanên
Riya Azadî 8, Köln/Elmanya 1990,pêþgotin, rû 6. (8) Biner: Malpera ( tirej.info
), û Kovar PIRS hej 25, sal 2002. (9) Helbestên wî di kovara ( Çiya
) de, ku rehmelê Hemreþ Reþo di þalên þêstiyên çerxa borî de, li
Elmanyayê belav dikir, bi navê ( Ebû Rahib ) , û di dû re jî di
kovara( Gelawêj ) de, li Sûriyê, dihatin weþandin. (10) Hêjayî gotinê ye, ku ev
kovar ji berhemên rêxistina ( Girêdana markisîzmên Kurd ) bû. Ev rêxistin
sala 1976ê ji hêla hinek rewþenbîrên kurd ve, çi li welêt bûn, çi jî
li dervayê welêt, nemaze li Elmanyayê
bûn, hatiye damezirandin, lê dengvedana wê ewqas ne fireh bû, û zû jî
sist bû, ta ku sala 1990 ji hev ket û hate rawestandin.Biner: Kovara PIRS
hej 14. (11) Biner: Ehmed Doxan: Ferhenga nivîsevanên parêzgeha
Heleb yên çerxa bîstem. Rû: 15, 17, 62, 67, 108, 141, 220, 274, 378,
385.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org