Gotarnivîsîna
O. Sebrî
Heyder Omer
Eger em bibêjin ku O. Sebrî di tevgera azadîxwaza
gelê kurd de, bi gelemperî û li Jêrxetê bi taybetî, gelekî navdar e,
hergav di navenda guftugoyên, ku di vî warî de dibin, de ye, xebata wî
pirr cure ye, gelek cefa di ber bîr û baweriyên xwe de kiþandî
ye, û ta dawiya temenê xwe dest ji wan baweriyan bera nedaye, eger em weha
biçin, hîngê em ti titþtê nû, an sergirtî diyar nakin, çiku gelekan ji
beriya me ev mijaran dubare kirine.
Û eger em bibêjin ku O. Sebrî
hevaldozê hizra hevriya xebata çekdarî, rêzanî û nivîsînê bûye, dîsan
em ti hizra nû bernadin holê, ji ber ku her kesek dizane, ku pênûsa wî
di navenda xebat û lebita wî de her amade bûye, û pêre ew pêþî
wek helbestvan, û di dûv re wek çîroknivîs jî hatiye naskirin.
Lê huneriya nivîsîna wî heya îro bala kesî nekþandiye, ango tê gotin ku ew helbestvan û nivîskar bûye, lê
helbestvanî û nivîsevaniya wî ta çi radeyê ye ?. Þopa
wî di van waran de çiye ?. Cîgehê wî di rêveçûna helbest û pexþaneya
kurdî de, nemaze li Jêrxetê, li kuderê dimîne ?. Û gelek pirsên
din, ku di navenda nivîskariyê de digerin, ta îro jî bê bersiv mane.
Ev lêkolîna me wê berxwe bide,
da hinek bersivên wan pirsên, ku digel gotarnivisînê bestandî ne, bide.
O. Sebrî gelek gotar nivisandine, û di rûdawên
rojnamegeriya dema xwe de weþandine,
lê mixabin ewana îro bi hêsanî nakefin destên me, ji ber ku kesî
nedane ser hev, belê di wan kovaran de mane, tenê çendek ji wan di pirtûka
wî ya biçûk de « Derdên me » sala 1956ê hatine çapkirin, lê
ew pirtûk ji wê salê û vir de careke din çap nebûye, loma jî bi hêsanî
nakefe destên xwendevanan. Tevî vê yekê me berxwe da, û pareke pirr ji
wan gotaran, bi alîkariya dostên hêja, xemxwarên wêjya kurdî, bi
gelemperî û ya H. Sebrî bi taybetî, ketin destên me, ku dikarin ji bo vê
lêkolîna me binin çavkanî û alîkar.
Giringtirîn hêlîna, ku kurteçîrok û gotar, wek
du celebên wêje tê de þîn
û geþ dibin, rojnamegerî ye; rojname û kovar in. Rewþa
evê diyardeya rewþenbîrî kurdî li ber çavên me ye, di destên jêrxetiyan
de, di dema O. Sebrî de, tenê HAWAR, RONAHî û ROJA NÛ bûn, lê ew jî
zû rawestiyan, û GULISTAN a Cegerxwîn û AGAHÎ ya Hesen Hiþyar,
ku di nîvê salên þêstiyên çerxa çûyî de derketibûne holê, di
çarçeweke teng de belav dibûn, loma jî nikarîbûn roleke berbiçav bilîstana.
Gelo di siya evê rewþa
rojnamegerî ya jar, û destpêkên nivîsîna bi zimanê kurdî li jêrxetê
de, gotara O. Sebrî çawa ava bûye ?.
Gotar berhemeke wêjeyî navend e; ango ewqas ne dirêj
e, li ser hinek hêmanan (pêþgotin,
hundir û paþgotin) ava dibe. Nivîsevan, di gotara xwe de, û li goreyî nerîna xwe,
babetekê ji babetên zanîn, wêje, civak an konevaniyê, rave dike, û zanîn
û tecrûbeyên xwe ji bo xwendevanan pêþkêþ dike. Lewre jî divê gotar hewesa xwendinê li nik wan peyda bike, bê
ku bibe meydana civandina agahî û ragiyandinan, ango divê babeta wê numa
û sînorkirî be.
Li goreyî evê nasnameya gotarê,
em dê hinek gotarên O.Sebrî bixwînin, avahiya wan vekolin, da karibin
nerîneke, ta radeyekê cihgirtî, berbiçav bikin.
a.Pêþgotin:
Hemû gotarên O.Sebrî didine yuakirin, kun nivîsevan
berî pêþî bi pêþgotinekê
dest pê dike. Ev pêþgotin carcaran dirêj dibe, wek çawa pêþgotina gotara „Tarîxa Kurd û Kurdistan“(1) xuya ye, lê
çima ew dirêj bûye, û ji pêdiviyên pêþgotina
gotarê, wek celebekî wêje, hinekê bi dûr de çûye?!.
Ev gotar lêkolîneke dîrokî fireh û dirêj e, pêþgotinên kurt nikarin barên evan lêkolînên hanê hilgirin, loma jî lêkolîner
ji neçare pêþgotina xwe dirêj dike.Lewre gava mirov pêþgotina vê lêkolînê dixwîne, hemî pêdiviyên pêþgotina
evî cureyê lêkolînan tê de dibîne.
Babeta gotarê serrastkirina hinek þaþiyên dîrokî, ku di pirtûka „Xulasya Tarîxa
Kurd û Kurdistan” a M.E Zekî de
hene ye. O.Sebrî sernavê pirtûkê ji bo gotara xwe jî dike
sernav, û berî pêþî çavên xwe li rewþa
berî pirtûkê digerîne, lê tu tiþtê
hêja nabîne, lewre jî dibêje „ Heya van demên nêzîk, tu kitêbên
tarîxê di heqê gelê Kurd û welatê wan Kurdistan da nehatine nivîsîn.
Çiqas ko mîr Þerefê Bidlîsî bi navê
„ Þerefname“ tarîxek der heqê emaretên dema xwe
nivisandiye jî, ev kitêba han di warê dîrokî û zanistî da nabe tarîxa
gel an welatekî“.
Ev gotin rê li pêþ
pesinandina pirtûka M.E.Zekî û cefayê wî û yê wergervanê wê bo
zimanê erebî, M.Elî Ewnî, dûz dike, û di dû re nivîsevan tiliya xwe
dide ser hebûna hinek kêmasiyên dîrokî di wê pirtûkê de.
Ev pêþgotin
hewesa xwendina gotarê li nik xwendevanan germ dike, û ji pêdiviyên pêþgotina
lêkolîneke zanistî bi dûr nakefe. Bi ser de jî xwendevanan bi tiþtên,
ku wê di hundir gotarê de bên, agahdar dike, da têkildariya navbera wê
û gewdeyê gotarê (hundir) xurttir bibe.
Nivîsevan her tim pêþgotinên
gotarên xwe weha dirêj nake, belê ewana li goreyî pêdiviyên vî celebê
tore dinivisîne. Mebesta pêþgotinekê ew e,ku rê li pêþ
xalên ku wê di hundirê wê de diyar bibin, dûz bike, û hewesa xwendina
gotarê di derûnên xwendevanan de bilivîne, û wan
ber bi wê de bikþîne.
Pêþgotina
gotara „Gelo dem ji zêr e?„(2) evê karmendiyê baþ
bi cih tîne. Ev sernav metelokeke gelêrî ye, bihayê demê dinirxîne.
O.Sebrî ewê bi þêweyê pirsane bikar tîne,û pêre pêþgotina
gotarê kurt û di wê çarçewê de tê.“Ev meselokeke welê
ye, ko ên wê nizanin gelekî hindikin. Tevî vê yekê dem di pir kesan va
radibire bê ko bala xwe bidinê “. Cihgirtina evê pêþgotinê
ewqas durist e,ku ew gelek hizran li pêþ
xwendevanan peyda dike, ka nivîsevan wê çawa hundirê gotarê bidomîne.
Her weha pêþgotina
gotara « Raman di navbera aferîn û vacabûnê de »(3)
jî riya xwe raste rast distîne, û hemî pêdiviyên vî hêmanê huneriya
avakirina gotarê di xwe dicivîne.
Nivîsevan pêþî
du celebên ramanê dinavîne « Raman di binyata xwe de du celeb
in : xweser û riçder » û her du celeban dinasîne
ku « ramana xweser ew e, ku havila mêjû, zanîn û tecîba
mirov e, û ji hevyariya wan çar dibe. Her çî riçder riça xwe ji der
ve, yanê ji alî hinkên jîrtir ve tê, û di serê mirov de tête çandin ».
Ev pêþgotin
digel sernavê gotarê pirsekê li ba xweneran peyda dike, û wan ber bi
xwendina gotarê de dikþîne, da bizanibin ka çi bandûr û akama ramanê li mirov heye, û çawa
ew vaca dibe.
Pêþgotina gotara „Çend gazind“(4) nikare vê rolê bilîze,
û nikare hewesa xwendinê li nik xwendevana bilivîne, ji ber ku nivîsevan
çalakiyên HAWARê û xwediyê wê dipesine. Ev boçûn deriyê, ku
xwendevan tê re derbas hundir gotarê bibe li ser piþtê
vedike, û texmîna wî ji sînorên gumanê dikþîne
warê ybaweriyê, ku nivîsevan dê li ser nivisandin û civandina zimên
bipeyive, ji ber ku ev yeka xem û qisaweta HAWARê û xwediyê wê bûye.
Lê gava tu derbas hundirê gotarê dibe, tu
ramanine dî dibîne.Ev yeka, li goreyî pêdiviyên avakirina gotarê, þermeke
hunerî ye, divê nivîsevan xwe ji wê bi dûr bixe. Lê carcaran sernavê
gotarê bandûra vê þermê kêm dike, nemaze jî gava karibe têkildariya, ku divaye di
navbera pêþgotinê û hundirê gotarê de hebe, xurt bike, ango
eger karibe rola xwe û ya pêþgotinê
jî bilîze.
Sernavê vê gotarê dikare wê mebestê bi cih bîne,û
hewesa xwendinê li nik xwendevanan germ bike,da pirsan ji xwe bikin, gelo
nivîsevan çalakiyên HAWARê dipesine, lê ka wê gazinan ji çi û ji kê
bike?. Wê ji gelê xwê yê nezan bike?. Wê ji felekê bike?. Wê ji rewþa
Kurdan, a tehl û tirþ bike?. Wê ...Wê… Wê…Ev sernav“ Çend
gazind“ gelek hizr û ramanan di hiþan
de dlilvîne, û pêre jî têkildariya, ku di navbera wî û pêþgotinê
û hundirê gotarê de heye xurt dike.
Nivîsevanê me ev yeka bi zanebûn û bi awakî hiþmend kiribû, an na, ev yeka ewqas ne giring e, lê tiþtê balkêþ
ewe, ku ew di vê xalekê de serkewtî xuya ye.
b.Hundirê
gotarê(gewde):
Nivîsevan
hundirê gotara xwe, nemaze ya zanistî, li gor pilaneke hiþmend
ava dike. Eger em li gotara „ Tarîxa Kurd û Kurdistan“
vegerin, em dê bibînin,ku berî pêþî
ew li gel nerîna danerê pirtûkê radiweste.
Danerê pirtûkê, di pêþgotina
her du çapên kurdî û erebî de, hebûna hinek kêmasiyan nîþan
kiribû, nivîsevanê me jî tiliya xwe dide ser wan, û pêre du mebestan
teqez dike; ji hêlekê de dide xuyakirin, ku ew neheqiyan li danerê pirtûkê
nake, û li milê din, serrastkirina þaþî
û kêmasiyan nirxê pirtûkê yê zanistî û dîrokî birîndar, an kêm
nake. Ev xalek riya derbasbûna hundir mofirka din dûz û hêsan dike.
Nivîsevan di vê mofirkê de, berî pêþî, cihên wan þaþî
û kêmasiyan diyar dike „ Warê vê kitêbê ko ez hinekî haydarê
me, rewþa erdnîgariya Kurdistanê û hejmara gelê kurd e“.
Di dû re sedemên hebûna wan kêmasiyan niþan
dike, û dibêje“ Di tevayîya vê kitêbê da, xwespartina
Emîn Zekî begî ya kaniyan û biyanîbûna nivîsevanên wan kaniyan“,
û sedemên ray û boçûnên wan biyaniyan bi mebestên konevanî û
berjewendî ve girê dide.
Nivîsevan bi vî awayî berê hundirê gotara xwe
sayî dide xuyakirin, û raman û mofirkên hundir bi zanebûn li dûv
hevudu radixe. Lê bi gotinên têorî qayîl nabe, loma jî berî pêþî
cihên, ku þaþî tê de hene, nîþan
dike, wek çawa dibêje“ Di rûpelê 23 û benda „ Kurd li Tirkiyê“
de li ser gotina (Sir Mark Saykis) sînorê welatê Kurdan,hêla bakur û
roavê holê nîþan dide: Alazgird, Erzincan, Zara, Egin, Meletî, Bêsanî
, Bîrecik, Riha“. Di dû re dide xuyakirin, ku evê boçûna Sir
Mark Saykis erdnîgariya Kurdistanê teng dike, û pareke mezin ji welatê
wam bi ser Tirkan de ber dide. Loma jî nivîsevan vê boçûnê serrast
dike û dibêje: „ Sir Mark bi xweyakirina vî sînorê han sê wîlayetên
Kurdan bi tevayî, û sisiyan jî nîve nîv bi ser Tirkan va berdide. Bi vê
yekê rojhelat û nîvroyên Erdihan û Qersê, tevayîya Meraþê,
Entab û Kilisê, bi bakurê Heleb û Skenderûnê va derî sînorê
Kurdistanê dimîne. Di vî erdê han da pirtirî milyonek kurd heye“.
Bi vî awayê zanistî û hiþmend,
yê ku xwe bi ser mînakan de pal dide, O.Sebrî hundirê gotara xwe ava
dike, bê ku ji sînorên pêdiviyên vî cur û celebê wêje bi derkefe,
û pêre jî du tiþtên
giring teqez dibin; ji hêlekê de dewlemendiya zanîna nivîvsevan, ya dîrokê
û erdnîgarî, û ji hêla din de zanîna usûl û pêdivîyên nivisandin
û avakirina lêkolîna zanistî.
Hundirê gotara „Gelo dem ji zêr e?!“
jî weha hevbest e, û li gel sernsvê wê têkildariyeke xurt heye. Tevî
ku me berê gotibû pêþgotina vê gotarê gelek hizran li pêþ xwendevanan datîne, lê nivîsevan hevbesttirîn hizrê digre, û rave
dike.
Nivîsevan bi awayê jimartinê dest pêdike, û dibêje
„Her kes sêyikek emrê xwe dinive, sêyikekê jî dixebite,
sêyika mayî vala diçe“. Di dû re heþan
ber bi her du sêyikên xebatê û vala de dikþîne, û weha diçe ku kesên evan herduwan bikar nînin, bihayê demê
nizanin.
Erk û mebesta gotara zinstî ewe, ku xwendevanan bi
boçûnên nivîsevan bide bawerkirin, lewre jî her tim mînakên hiþmend ji wan boçûnan re dike deyax, û xwe bi ser de pal dide. Hundirê
evê gotarê, ku awayê jimartinê bikar aniye, ewê erkê bi cih tîne, û
li gel sernav û pêþgotinê tê bestandin, û her sê vêkra serkewtina
nivîsevan aþkere û numa dikin.
Gava em zanibin, ku rexna wejeyî, ya wê demê,
dema nivisandina vê gotarê (1943) bala xwe ewqas nedida evê têkildariya,
ku di navbera sernavê berhemeke wêjeyî û hundirê wê berhemê de heye,
hîngê em dê nirxê vê serkewtina nivîsevanê xwe nasbikin, û pê hay
bibin, ku ewî gaveke nirxbiha di pêþiya dema xwe de avetibû.
Hundirê gotara « Raman di navbera aferîn
û vacabûnê de » jî digel sernav û pêþgtina
wê, bi zanebûn û serkewtina payebilind, bestandî ye, lew nivîsevan
ramanê digel demê dirêdide, û rola demê û guhrtinên, ku di wê û di
heyînê de peyda dibin, di vacabûna ramanê de diyar dike, loma jî dibêje
« Raman. Xweser dibe, riçder dibe.......þopine
xurt li ser jiyana mirov dihêle. » Lê li hêla din ji bîra nake, ku raman
demdar e, ne herhe ye. « Raman ji bo rewþekê, dozekê an demekê......çar dibe, û ji bo wê
rewþê doz û demê bi kar tê ».
Nivîsevan hundirê vê gotarê weha bi vî awayê
hevbest didomîne, boçûnên xwe rava dike, bi hêsanî û bê qevastin
derbas mofirka din dibe, û weha diçe ku gava raman bi paþ
demê dimîne, û nikare bibe hevyarê pêdiviyên nîrên nû, hîngê berê
wê ber bi vacabûn û kirêtiyê de dibe, lewre jî dibêje « Gava
haletê ku raman jê re çar bûye hate guhertin, bihayê xwe wenda dike, û
roj bi roj ber ve mirinê diçe û dimire ». Vê gavê divê
mirov dest ji wê ramanê bikþîne,
û wê bi paþ xwe de bavêje, çiku, wek nivîsevan dibêje « Ramana mirî
heke neyê berdan, wek cendekê mirî ku binax nebûye,bîn dikevê û dibe
sebebê gelek nexweþiyan. »û
hewildanên nezanan, ku dixwazin ewê ramana mirî vejînin, û ciwantir
bikin, ber ba diçin, wek çawa pînekirina kumê kevin û perritî bi
pirtaline renga reng nikare wî nû û ciwantir bike.
Tevî ku gotara „Çend gazind“ bi þêweyê xwe hinekê ji gotara zanistî bi dûr dikefe, û ji ya wêjeyî
ve nêzîk dibe, dîsan hundirê wê li goreyî pilaneke rave diyar dibe.
Nivîsevan berî pêþî tiliya xwe bi ber ve ewan kesên zana û xwe
gelparêz dibînin, lê ji bo zimanê xwe naxebitin, dirêj dike, ku ewana,
tevî ku rola zimên di hebûna miletan de dizanin, lê bi zimanên biyanî
daxifin û dinivisînin. Bi ser de jî qîma xwe bi naverok û metiryalên
kovarên kurdî nînin. Lê rojekê pênûsên wan di kovaran de nehatine dîtin.
Ew kesana nezanîna bi zimanê dayik di siya nebûna dibistanên kurdî de
vediþêrin,
û ji bîra dikin, ku hevalên wan jî dibistanên kurdî nedîtine, lê bi
cefayên zor û xwendina pirr xwe hînî zimanê bav û kalan kirine.
Piþtî
têrkirina vê mofirkê, nivîsevan derbas ya din dibe, û gazindên xwe
didomîne, ku gelek zanayên Kurdan ji hinek bêjeyên kurdî kiz dibin, û
dibêjin ewana bêjeyine biyanîne. Lê mixabin ewana nizanin ku zimanê wan
bi eُþîrên
Kurdan re belav bûye, û xebata zana û xemxwarên zimên di dewra
civandina wan bêjeyan de ye. Ji bo teqezkirina vê yekê, xwe bi ser boçûneke
rehme lê C. Bedirxan de pal dide, ku ewî digot „Zimanê kurdî wek
ko çiwalek ka di nava deryayê da birijînî. Çawan her hebek ji wê kayê
bi ber pêlan dikeve bi hêlekê da dihere, bêjeyên zimanê me jî her
hinek bi eُþîrekê
ra bi hêleke Kurdistranê da çûne. Karê me xwadevanên kurd ew e ko em
wan bicivînin û bidin ber hev“.
Û carcaran jî pêdiviyên bidûrxistina
bêjeyên biyanî ji zimanê kurdî nivîsevanan bê gav dike, ku hinek bêjeyan
çêkin, loma jî her kesek nikare zû-zû di hemû bêjeyan bigihîne. Çaraeserkirina
evê aloziyê li gel civandina hemî bêjeyên kurdî bestandî ye.
Bi vî awayî raman û mofirkên
vê gotarê li dû hevudu rêz dibin, û deziyê, ku ewana li gel hevudu girêdide,
pêrgî tu kendalan nayê. Tenê mirov pê hay dibe ku tîkek di navbera her
du ramanên sereke de (helewsta nezanên zimên, û ya kesên, ku hinek bêjeyan
biyanî dibînin) heye. Lê heyama tevayî, û helwesta nivîsevan li hember
nivîsîn û civandina zimên ewê tîkê gelekî zirav dike.
c.
Paþgotin(Dawî):
Xuyaye pênûsa O.Sebrî di evî celebê tore de
hinekî jîr e, dizane di çi prgalê de melevaniyê dike. Lê mixabin
nikare ta dawiya cirîdê xwe bigre, belê li dawiyê þîna
(hêz) wê li pêþ girêdana paþgotina
gotarê li gel gewde yê wê hinekê jar dibe.
Li goreyî pîvanên vî celebê tore, nemaze jî
gotara zanistî, paþgotina gotarê, mîna pêþgotinê,
kurt e, bi ser de jî tu tiþtên nuh tê de nîn in, tenê ew hundirê gotarê, bi awakî gelekî
kurt, dubare dike, û tîne bîra xwendevanan. Lê pirrê caran gotara
O.Sebrî evê yekê ji bîra dike, û carcaran jî bê paþgotin
dimîne.
Eger em, wek mînak li gotara “Tarixa Kurd
û Kurdistan” vegerin, em dê bibînin, ku paþgotina
wê berî pêþî baþ û li goreyî hundirê wê xuya dibe. Nivîsevan
dibêje „Ez ko kurdekî welatî me, û welatê xwe tevî xelkên
wî çêtirî biyaniyan dinasim“. Ev gotin dide xuyakirin, ku paþgotina
gotarê wê di hundir pîvanên hunerî yên vî beþê
pilana gotarê de were, lê gava mirov pê de dihere, û dixwîne, dibîne
ku nivîsevan hê jî mînakan ji bo nerîn û boçûnên xwe tîne, û
ramanine nuh diyar dibin. Loma jî pê hay dibe, ku ew hîn ji hundirê
gotarê bi der neketî ye.Ev kêmasiya hunerî di gotara „Mezin û
mezinatî, an sergevaz û sergevazî“(5) de berztir xuya
dibe, ji ber ku ramanên nivîsevanê me ta xêza dawî berdewam in, û pêre
jî gotar bi carekê bê paþgotin dimîne.
Eger rexne ya wêjeyî bikaribe çavên xwe li
hember hebûna vê kêmasiya hunerî, di gotara wêjeyî de, bigre, ji ber
ku ew curegotar dengvedana hestên nivîsevana ye, û hest jî her û her bê
pilan in, lê ew nikare di ber hebûna wê kêmasiyê, di gotareke zanistî
de, çavgirtî derbas bibe, çunkê ev gotar berhema heþan
e, û hebûna pilanên sayî û numa jî berztirîn rûçikên heþ
e.
Lê pênûsa wî her tim riya xwe þaþ nake, hinek gotarên wî didine xuyakirin, ku pilana avakirina wan li pêþ wî di bin mij û dûmên de mexelayî namîne, belê ew sayî û aþkere ye. Paþgotina
her du gotarên „Gelo dem ji zêr e?“ û „ Çend
gazind“ ji bo vê boçûna me nimûneyên hêjan e. Paþgotinên
herduwan jî lezok û kurt in, hundirên wan teqez dikin, û pilana gotarê
serrast diparêzin, û paþgotina gotara « Raman di navbera aferîn û vacabûnê de »
hostevaniya O. Sebrî di warê avakirin û nivisandina gotara zanistî de,
bi awakî numa û zor aþkere, dide xuyakirin, ku ew çawa dikare hundirê
gotara xwe biguvêþe,
û giyanê wê di paþgotinê de dubare bike, da gotarê tev her sê hêmanên avakirinê, ji
bo nerîn û boçûnên xwe bike neynikeke geleke sayî, « mafir
em bav û diyên xwe ên mirî binax dikin, divê em bi ramanên mirî
negrin, û wan jî binax bikin. Ji bo kesên xweþ
ne raste bi ramanên mirî bigrin. Rahîþtina
ramanên mirî bê ku me bikuje, bi kêrî tiþtekî
nayê ».
Nirx û bihayê vê gotarê ne tenê di hevbestiya
avakirin û huneriya wê ya payebilind de diyar e, belê naveroka wê ya ku
ala hevdemiyê bilind hildaye, nemaze jî di wê dema zû, nîvê çeraxa bîstem
de, gelekî balkêþ e.
b.
Zimanê gotarê:
Pirrên gotarên O.Sebrî, ji hêla naverokê de, dîrokî
û ramanî ne,þêweyê nivisandina wan jî, wek di rûpelên çûyîne
de diyar bûye, þêweyê zanistî ye. Ne tenê awayê avakirina gotarê,
belê zimanê wê jî karînên O.Sebrî di nivisandina vî celebê wêje de
diyar dike.
Ravekirina rastiyên zanistî erk
û merema gotara zanistî ye, vê lomê zimanê wê yekekî sade û hêsan
e, heya jê tê ji mecazên zimanewanî bi dûr dikefe, û bêjeyên yekwate
û bê pêjn bi kar tîne, da karibe hizr û ramanên nivîsevan sayî û bê
firk bighîne xwendevanan.
Gotara O.Sebrî dide xuyakirin, ku ewî ev rastiyên
hanê ji bîra nekiribûne, lewre zimanê wî sade û rava ye, û gelek
caran jimaran bikar tîne, nemaze jî gava rastiya boçûna xwe teqez dike.
Wek nimûne, gotara „Tarîxa Kurd û Kurdistan“ pirrîcar
xwe bi ser jimaran de pal dide „Di rûpelê 23….Sê wîlayetan….Nîve
nîv…“. Ev yeka bêjeyên wî, wek sînor, eþîr,
wîlayet,
û navên bajar û eُþîran, li gel babetê bestandî dihêle, pêre jî ew bêjeyan yekwateyî
dimînin, û dibine sedema sadebûna hevokên wî, yên her tim ji pêþ û paþketinan, û ji wênekêþiya
zimanewanî dûr in, lewre jî hizr û ramanên nivîsevan bi hêsanî dighînin
xwendevanan, û mebesta gotara zaistî bi cih tênin.
Lê gava O.Sebrî gotareke wêjeyî dinivisîne,
zimanê wî tête guhertin, bêjeyên xwedî pêjn, û wêneyên hunerî li
nik wî diyar dibin.Ev rûçik û rewþên hanê di gotara „Agirî“(6) de
berz in. Agirî landika þêran
e, Agirî dikare mirrovan fêrî gelek tiþtan
bike,Agirî baþ guhdar e….
Li vê dawiyê mirov dikare weha biçe, ku li goreyî
mercên dema O.Sebrî,rewþ
û
pergala nivîsîna kurdî, nebûna mercên bûyîn û geþbûna
pexþana kurdî, û jarbûna rojnamegeriya kurdî, gotara O.Sebrî gavine hêja
ber bi pêþ
de avêtine.
Vekolîna gotara AGIRÎ:
Agirî. Ev çiya yê ku
her kesê kurd rûmeta wî digre, û milên xwe li pêþ wî ber jêr xar dike, li ba nivîsevanê me jî xwedî nirxekî biha û
payebilind e.Vê lomê, her ku çavên xwe digerîne, Agirî xwe dide pêþ
wan
Kela bîrîkirinê di sîngê nivîsevanê me de dikele, û di çavên wî
de diyar dibe. Lê çi bike, Þam
û Agirî ji hevudu dûr in, û bergeh dirêj e.Lê bi rastî jî bergehên
dûr û dirêj li pêþ
xeyalên wêjevanan zû wenda dibin, weha jî nivîsevanê me li baskên
xeyalê xwe siwar dibe, û berê xwe dide „Landika þêran“.
Hestên nivîsevan di navbera pêþgotineke
kurt re xuya dibin“ Çi gava çavên xwe digrim û berê xwe ber ve
welêt diguhêzim, bê hemd navçavên çiyayê Agirî ên bilind û pir
berf tên ber çavên min.“.
Ev pêþgotin
girêdana hestewerî, ku di navbera nivîsevan û Agirî de heye numa dike,
û pêre jî xwendevanan li hember çaterêkekê dihêle, û hewesa wan germ
dike, ku bizanibin ka nivîsevan wê çawa gotarê didomîne.
Gelo nivîsevan wê vî çiyayî wek daristanekê, ku
hemî cureyên dirindeyan tê de hen in, salix bide?. An wê xêr û bêrên
wî ji warên aborî de berçav bike?. An wê dar, lat,zinar, gelî û newalên
wî wêne bike?. An…An….?.
Ev pêþgotin
weha gelek texmînan dilivîne, lê gava mirov pê de dihere, û dixwîne,
ewan texmînan hemî ne rast xuya dibin, çiku nivîsevan, di hundirê gotarê
de, evî çiyayî dipêsine, lê ne mîna cîgehekî erdnîgarî, ne jî ji
bo xêr û bêrên wî, belê ji ber ku ev çiya ji demên dûr û dirêj de
„ wek pandîgehekê hatiye daçikandin“ û ji berê û paþê
de ji bo gelên doraliyên xwe her carê bi awakî bûye qilbegah.“ Hinan
ji bo parastina canê xwe berê xwe dane wî, û hinan jî ji bo
serbestî û rizgariya gel û welatê xwe piþta
xwe dane wî“. Lewre
li nik her kesekî xwedî rûmet bûye.
Nivîsevan çavnêr û hêvîdarê hevgotinekê ye, da li gel Agirî
baxife, ji ber ku ewî serpêhatiyên pirr kesan di bêdengiya xwe de veþartine
û parastine, û wê „teqez dilê bazgûrbûyan ji ronahiya
rastiyê bê par“ nehêle.
Nivîseva, bi vê hêviyê, pirsa „hevalên canecan û mêrxas“
dike; ew hevalên ku xwîna xwe ji bo rûmeta milet û welatê xwe
rijandine, û hinekan ji wan dinavîne, û lehengî û serpêhatiyên wan ji
Agirî re salix dide.Di dû re jî digel hêviya domkirina xebat û têkoþînê,
ta roja rizgariyê, gotara xwe didomîne.
Tevî ku ev gotar li goreyî pilana gotarê, wek celebekî wêje, hatiye
nivîsîn, lê deziyê xêza ku di navbera hêmanên wê de (Pêþgotin,
hundir, û paþgotin)
heye, gelekî zirav e, ta ku li pêþ
xwendevanan dighîne wendabûnê, nemaze jî di nabera gewde û paþgotina
wê de.
Ev xalek nirxê vê gotarê gelekî bilind dike, çiku mebesta gotara wêjeyî
xweyîtî ewe ku hukariyê li xwendevanan bike, ne ku wan bi hinek rastiyan
bide bawerkirin. Ango ev curegotar hestên nivîsevan diyar dike, û pêre jî
cavên wê li hest û dilê xwedevan e, ne li heþê
wî ye.
Heþ
pilanker e, sînoran dinase û rûmeta wan digre, mebesta wî jî ewe, ku
kesên din, çi xwendevan,û çi guhdar be, bi nerîn û boçûnên xwe bide
bawerkirin, lewre ramanên xwe sayî û li dûv hevudu rêz dike, û bi mînakan
teqez û dewlemend dike.
Hest ewan sînoran nas nake, bi carekê nabe dîlê
pilanan, vê lomê ramanên gotara wêjeyî xweyîtî pirrêcaran serûbinî
hevudu dibin, û pêre jî gotar bê pilan dimîne, û ji warê hunerî de
serkewtina wê teqez dibe. Ravebûn û numabûna ramanan, ku di gotara
zanistî de rûçikekî biha ye, nirxê xwe li ba gotara wêjeyî xweyîtî
wenda dike, ta ku mirov dikare bibêje, ravebûna ramanan ne xem û qisaweta
vê curegotarê ye. Ji ber vê yekê ev curegotar xwe bi ser mecaza
zimanewanî de pal dide, û bêjeyên xwedî pêjn û wêneyên hunerî
dixebitîne.
Agirî, li ba nivîsevanê me, ne tiþtekî
hiþk
û bê jiyan e, belê ew giyanekî bi hinavên Agirî de ber dide, ta ku ev
çiya zindî dibe, û dikare guftugoyan bike, kesan fêr bike, da daxwazên
xwe jê fêr bibin..
Nivîsevanê me di vî warî de jêhatî xuya ye, diyardeyên sirûþtê
mirovane dike, ew dikarin baxifin, lewre jî nivîsevan pirsa „hevalên
canecan“ ji Agirî dike, û bi ser de jî ew diyardeyan dikarin bibin
guhdarên hêja.“Wî (Agirî) zeman zeman lavlavên pir mirovên
wekî min ên derdimend bihîstine“.
Bi vî awayî derbirina zimanewanî ji þêweyê yekser bi dûr dikefe, û wêneyên hunerî ciwanî dibine alavên
wê. Agirî ne mîna çiyayên mayîn kevir, lat , zinar, dar, gelî û
newal e, belê ew „Landika þêrên
welêt“e, ango cihê
vehes û rihetiyê ye, cihê parastin û emanê ye. Ji vê pê ve ew
guhdarekî baþ û hêja ye, gotinên kesên din nabirre, guhên wî li hember wan
gotinan her vekirîn e.
Ev gotar, li goreyî mercên pexþan
û nivîsîna kurdî wê demê, yekeke serkewtî ye. Tenê mirov dikare têbîniyekê
bibêje, ew jî li gel huneriya wê ewqas ne têkildar e, belê ew bêtir li
gel cureyê pûnijiya nivîsevan û kesayetiya wî girêdayî ye.
Bi baweriya me O.Sebrî axiftin berevajî kiriye, ji dêvla ku ew bi xwe
guhdar be, ewî Agirî xistiye wê þûnê.
Nîþanên
evê baweriya me di gotarê de gelek in. Carekê dibêje“ da ko daxwaza
xwe jê fêr bibim“ û carekê jî pirsê ji Agirî dike „Ma
gelo haya te ji wan heye?“. Kesê ku fêrbûn hêviya wî ye, û yê
pirsan davêje, li benda bersivan dimînin, lê nivîsevanê me li tersî vê
yekê diçe, û bersivên pirsên xwe bi xwe dide.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
*
Ev lêkolîn ji ber pirtûka me ( O.Sebrî helbestvan û nivîsevan) hatiye
wergirtin. Lê hinek mofirk bi ser vebûne.
(1) Hawar, hej 28, 29, 30.
(2) Jêdera berê, hej 52.
(3) O. Sebrî. Derdên me. Çapa yekem, Þam 1956, rû 14ـ 16.
(4) Hawar, hej 20.
(5) Jêdera berê, hej 51.
(6) Jêdera berê, hej 36.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org