|
HAWAR
û xwediyê wê nehatine naskirin?! 1
/ 2 Ev
çi susret e?! Heyder Omer
-
1 - Bê
ku em dîroka malbata Bedirxaniyan dubare bikin, hema bi kurtahî dikarin bêjin,
ku hemî zana, dîroknivîs, lêkolîner, rojnamevan, nivîsevan û rewþebîrên
Kurdan yek xalê diçespînin, ku evê malbatê hîmê bingehîn yê
rojnamegeriya kurdî bi pênûsa mîr Miqdad Midhet Bedirxan daniye. Evî
karê þaristanî, digel xebata wan ya dûr û dirêj di qada kurdeweriyê
de, þûna wan di dîroka Kurdan de gelekî fireh kiriye, her kesê Kurd, di
gelek waran de, nemaze jî di warên rewþenbîrî û zimanewanîyê de, xwe
deyndarê wan dibîne, û heya jê tê, rûmeta wan diparêze. Ev
parastina rûmetê xwe bi pir awayan diyar dike, çi bi xwendin û vekolîna
berhemên wan, çi bi nûveçapkirina bermayên wan, û çi jî bi kefteleftên
salane ji bo vejîna bîranîna xebat û karên wan, ta ku yekemîn û
mezintirîn pirtûkxaneya kurdî li Duhokê bi wan tête navandin, û ev bû
çar carine jî konferansa rewþebîrî û rojnamegerî a Bedirxaniyan tê
lidarxistin. Navenda
ewrupî ji bo lêkolînên kurd, Havîbûn û Dezgeya çap û belavkirinê
amadekarên vê konferansa çaremîn bûn, û hikumeta Baþûrê Kurdistanê
jî lêçûna wê hilgirtibû ser milên xwe.
Amadekaran weha çêtir dîtibûn, ku wê li Berlînê; paytexta
Elmanyayê di her du rojên 21û 22. 04.
2007ê de girêdin. Eger
em pirsa guhertina cihê konferansê, ku Berlîn dike berdêla Kurdistanê,
û gelek pisporên çapemeniya kurdî ji vê konfrrasê bê par dike, bi paþ
xwe ve bihêlin, em dikarin bêjin ku bi rastî pirogram, mijar û axiftevanên
konferansê karîbûn bala gelek kesan bikþînin, nemaze jî hebûna lêgervan
û lêkolînerên biyanî, ewên ku çanda kurdî meraqa dikin. Lê
di heman demê de, ew pirogram, mijar û lêkolînerên, ku beþdarî
axaftinan bûne, pirseke din dilivînin ; pisporên rojnamegeriya kurdî,
ku sisê ji wan li Elmanyayê dijîn, ew jî ev in : Dr. Husên Hebeþ,
Dr. Ebdilmecîd Þêxo û Dr.Îbrahîm Mehmûd, çima ji vê konferansê
hatine bi dûrxistin ?!. Di
pirogramê de du babetên, ku vê pirsê li gel mirov dubare dikin, hebûn ;
babetek ji wan li ser rewþa weþanên kurdî li Sûrîyê ye,ku para berêz
Sêrwan Berko bû, û ya din li
ser Celadet Bedirxan e, ku para berêz Dr Îbrahîm Seydo Aydogan bû. Bê
ku em nerxê wan her du berêzan nizim bikin, em bawer in, ku her kesê
dizane sê pisporên çapemeniya kurdî ji Kurdên Sûriyê li Elmanyayê
dimînin, û ji bo konferansê nehatine vexwendin, dê þaneke pirsane ye
mezim bide pêþ helwesta amadekarên konferansê, dê bipirse : Gelo
çawa em dê ji bo Bedirxaniyan wefadar bin, û di heman demê de jî
em þagirtên wan ji van çalakiyan bi dûr dixînin ?!. Ev
ji hêla teknîkî de, lê ji hêla zanistî de susret hîna giran e, ji ber
ku dîsan her kes dizane, gava pisporên babetekê li meydanê hebin, þagirt rola guhdaran
digirin,û çav û guhên guhdar û temaþevanan ber bi wan pisporan de
digerin, nemaze jî eger ew guhdaran zanibin ku yekî ji wan pisporan ;
Dr Husên Hebeþ, xebata xwe li ser berhemên Bedirxaniyan kiriye, û pileya
zanistî bi wê xebatê wergitiye. Lê mixabin ew xebata giranbiha nebû
sedema, ku xwediyê wê ji bo vê vestîvalê ji bîra nebe.
-
2 - Sernivîsa
babeta, ku para berêz Dr. Î. S. Aydogan bû, “ Celadet Bedirxan,
HAWAR û kurdayetiya nû “ di enternêtê de min lê guhdar kir. Bi
rastî yekemîn guhdariya min ez ber bi wê de kêþam, ji ber ku Dr. Î. S.
Aydogan du-sê caran dubare kir, ku dê tiþtine nû, ku kesekî din di
HAWARê de nedîtine, diyar bike, du-sê caran dubare kir, ku HAWAR hîna baþ
nehatiye xwendin, du-sê caran dubare kir, ku Kurdan û lêkolînerên wan hîna
jî Celadet Bedirxan nas nekirine. Lewre jî min careke din, bi meraqeke
mezin li axiftina wî guhdar kir, û cara sêyem jî lê vegeriyam, belkî
wan tiþtên nû, ku ji wî berêzî ve xuyabûn, hînbibim û bizanibim. Lê
mixabin, wek Kurd dibêjin, ez pir û poþman û bi tûrikê vala vegeriyam. Berêz
Dr. Î. S. Aydogan, ne tenê tiþtekî nû diyar nekir, lê bi ser de jî
guh neda merc û pêdiviyên lêgerîn û vekolîna zanistî. Berêzî du-sê
caran got:“ Em Kurd agahiyên belaþ didin hev“. Ev peyva “belaþ”
di warê bazirganiyê û kirîn û firotinê de bêbiha û bênerxê
tiþtan diyar dike, ango tu dikarî tiþtekî, bê ku tu diravan ( pere )
bidî, werbigirî, pêre jî gava di warê agahiyan û zanistiyê de bête
xebitandin, hîngê dikare wateya bêcefa û bêxebat hildigire. Vê
lomê, gava mirov vê peyvê di pêþiya axiftinekê an gotarekê de dibihîse
û dixwînê, hîngê bendewarê agahiyên, ku encamên cefa û xebatine dûr
û dirêj in, dimîne. Her
guhdarê axiftina wî dê bibîne, ku tenê jêderek ji bo xwe kiriye palpiþt,
pêre jî xebat û cefayên kesên beriya xwe ji bîra kirine, an jî
nexwestiye bi bîr bîne, da bête xuyakirin, ku tenê ewî Celadet Bedirxan
nas kiriye, HAWAR xwendiye, û di wê gihîþtiye. Berêz
Dr. Î. S. Aydoxan, bi vê yekê, di ser giringtirîn mercên avakirina lêkolîneke
zanistî re gav dike, û pêre lekeya mezin digihîne karê xwe, û riya þaþîtiyên
dîrokî û zanistî li pêþ xwe dûz dike. Hîna
em þagirtên xwendinê bûn, mamosteyên me em hînkirin, ku pêdiviya herî
giring û sudar di warê lêkolîn û lêgerîna zanistî de, ew e ku divê
lêkolîner, berî pêþî, pêþiya xwe bipelîne, heye ku kesekî beriya wî
ew mijar vekola be, û nerîn û boçûnên xwe diyar kiribe, her nerînek,
çendî biçûk, kin û kurt be jî, eger li gel babetê têkildar be, divê
lêkolîner piþta xwe di wê yal neke. Her weha hemî lêkolîn û lêgerînên
me xwendine û dixwînin jî vê rastiyê diçespînin, ji ber ku wek Kurd
dibêjin “Dar li ser koka xwe þîn dibe”. Ez bawer im, ku hem
mamosteyên berêz Dr. Î. S. Aydogan ev agahiyan ji wî re diyar kirine, û
hem jî ew bi xwe van rastiyan dizane. Lêgervan
Dr. Î. S. Aydogan weha diçe, ku HAWAR nehatiye xwendin, lê nizane ev boçûna,
ji hêlekê de, hemî xebatên li ser HAWARê hatine kirin, û ewan cefayên,
ku hinek warên HAWARê nerxandine û sûd jê wergirtine, bin pê dike, û
ji hêla din de jî hemî lêgervan, lêkolîner, nivîsevan û rewþenbîrên
Kurd tawanbar dike, ku wan nerxê çanda xwe nezanîne, ji ber ku wan HAWAR;
kaniya çanda kurdî ya nû, nasnekirine. Ev jî tawaneke giran e, çênabe,
mirov xelkên din, bê pelandin, bi wê sûcdar
bide xuyakakirin. Me
li jor gotibû, ku berêzî, ji bo vê babeta mezin, tenê jêdereke ji xwe
re kiribû palpiþt, ew jî xebata her du berêzan Malmîsanij û Mehmûd
Lewendî bû, ku sala 1989ê li Uppsala/Siwêd, di bin sernavê “ Li
kurdistana Bakur û li Tirkiyê rojnamegeriya kurdî 1908-1981 “ de hatiye çapkirin. Tevî ku ev xebata wan
berêzan karekî girangihaye, ku 76 weþanan, çi rojname, çi jî kovarên
kurdî, ku di navbera wan salan de hatine weþandin, bi xwedevanan didine
naskirin, lê nikare bi tenha xwe barê lêkolîna babeteke, wek ya berêzî
daye ber xwe, hilgire. Xwespartina
jêdereke tenha ew xiste riya þaþ, lewre jî ewî hemî xebatên, ku
beriya wî hatine kirin ji bîra kirin.Lê tiþtê mirov matmayî û maliq
dihêle ew e, ku çawa akadîmîkerek dikare xwe bide bawer kirin, ku miletê
wî heya îro HAWAR û xwediyê wê nas nekirine Xebat
û cefayên ku Celadet Bedirxan kirine û dane, û xizmetên wî ji bo çand
û wêjeya gelê Kurd bûne sedema sereke, ku rewþenbîrên Kurd nikarin
wan cefayan ji bîra bikin. Her kesê ku li ser wêje, çapemenî û zimanê
kurdî hevokek gotiye, tu pêjn û cefayên wî di wê hevokê de dibînî. Yekemîn pirtûka
li ser dîroka wêjeya kurdî, ku rehmelê Eladîn Sicadî sala 1952yê di
bin sernavê “mêjuyî edebî kurdî” de çapkirî, di çapa1971ê
piþkekê li ser çapemeniya kurdî lê zêde dike, û di rûpela 555 de
HAWARê dinasîne. Her
weha Prof Dr. Maruf Xeznedar di pirtûka xwe de “ Dîrkoa wêjeya kurdî
ya hemdem “ ya ku pileya doktor sala 1967ê li Sovyetistana berê pê
wergirtiye, û hevkarê me Dr. Ebdilmecîd Þêxo jî sala 1993yê bo zimanê
erebî wergerandiye, HAWARê û
rola wê dinasîne, û weha diçe, ku HAWAR di nav çapemeniya kurdî de
bi awayê xwe yê wêjeyî û zimanewanî tê naskirin. Fîlologiyê aferîner
û nivîsevanê jîrek Celadet Bedirxan ew sala 1932yê
damezirandiye……ewê metriyalên xwe li destpêkê bi her du alfabêtên
erebî û latînî diweþandin, di dû re jî hemî rûpelên wê bi alfabêta
latînî bûn…..evê kovarê roleke gelekî erênî di belavkirina
vê alfabêta, ku li gor fonîtîka zimanê kurdî ye, de lîst, û bingeha
zimanê kurdî yê hemdem danî û ava kir, û berxwe da, ku zimanê kurdî
ji peyvên biyanî rizgar bike. Û pê de dihere: Ev yeka di salên
sihiyan de mijara gengeþeyan bû, ji ber ku bi awakî ne yekser li gel rewþenkirinê
û nêzîkbûna wêje ji cemawerê gelêrî ve têkildar bû. HAWARê bi her
du zaravên kurmancî, ya baþûr û ya Bakur, berhemên helbesta kilasîk
û ya hemdem, û berhemên zargotinê weþandine, û þirove û lêkolînên
wêjeyî jî belav kirine, û hinek pirsgirêkên çandî yên curbecur jî
gengeþe kirine(1). Gelo
mirov dikare bêje ku xwediyê van boçûnan HAWAR nexwediye?!. Her weha
HAWAR þûna xwe di pitrûka berêz Cemal xeznedar de “ Raberî
rojnamegerî kurdî “ ku sala 1973yê li Bexdayê çap bûye, û di ya
berêz Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed “
Têgeyiþtinî rastî û þuênî le rojnamegerî kurdî da “ ku
sala 1978 ê li Baxdayê çap bûye de dibîne. Dengvedana
HAWARê û xwediyê wê sînorên
Kurdistanê derbas dike, û Prof. Dr. Qenatê Kurdo li Sovyetistana berê
bendekê li ser wê dinivisîne (2), û berêz Yûsiv Melek warekî
kesayetiya Celadet Bedirxan di pirtûka xwe bi zimanê erebî de weha wî
dinerxîne: “ Firansizan li Sûriyê destê arîkariyê nîþan dan, lê
ew razî nebû, Îranê þûnkarê wezîrê raspêrî li welatekî ewrupî
danê, ew razî nebû, karbidestên tirkan pileyine bilind jê re xuya
kirin, ew razî nebû, ew razî nebû xwe girêdayî bibîne, bi serbestî
ew jiyana xwe terxanî doza Kurdan dike”(3). Hevkarê
me Dr. Ebdilmecîd Þêxo gotarekê li ser rojnamegeriya kurdî li Sûriyê,
di kovara “PIRS” de diweþîne, HAWAR û xwediyê wê cihên xwe di wê
de distînin. Xwediyê gotarê di penava nivîsîn û nivîskarên HAWARê
de weha diçe, ku …Rûpelên HAWARê bi pênûsên rewþenbîrên
kurdperwer, wek Dr. Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can, Cegerxwîn,
Ebdela Goran, Tewfîq Wehbî; Dr Nûredîn Zaza, Ehmed Namî, Reþîdê Kurd
û h.w.d. xemilandî ne, lê helbestê di sîngê hejmarên kovarê de cihê
xwe standibû.187 helbestan bi xamên 50 ristevanî, û ji hemî beþên
Kurdistanê tê de hatine belavkirin (4). Xwediyê
vê gotarê jî rola HAWARê di pêvajowa helbesta kurdî de li Sûriyê
diyar dike, ku ewê gelek helbestvan pêþkêþî civaka kurdî kirin, ku
dengvedan wan heya îro jî zîndîrtiya xwe diparêze, û weha diçe, ku HAWARê
helbestvanek pêþkêþî Kurdan kir, ger helbestên wî di destên
helbestvanên îro de peyda bibana, helbesta kurdî wê karîba , di bin
babdûra wî de, pêþveçûneke berçav bidîta. Ew hebestvan
jî Qedrî Can e(5). Her weha
Dr. Kamiran Bêkes jî gotarekê dinivisîne, tê de rola HAWARê û xwedî
û sernûserê wê Celadet Bedirxan di çand, rojnamegerî, û hiþyariya
netewî de diyar dike, û dibêje: Bê guman pay, nirx, û rûmeta HAWARê
di dilê her Kurdekî de gelekî berz û bilind e. Çi gavê yek bixwaze li
ser rojnamegeriya kurdî vekolînekê bike, yan tiþtekî binivîse, helbet
HAWAR ciyekî sereke û taybet di wê lêkolîn an nivîsarê de distîne.
Çunkê, bi rastî HAWAR ne tenê kovareke kurdî bû, ew dibistaneke giþtî
ye kurdî bû jî. Belê, dibistaneke giþtî bû ji bo belavkirin û hînkirina
hêmanên kurbûnê yên sereke: Ziman, çand, folkilor, tore, dîrok, erdnîgarî
û h.w.d(6). Ez bawer
im, ku evan rûmetdaran, û hinên din wek Sadiq Behadîn û Mihemed Uzun û
yên mayîn, ku me nerînên wan di lêkolîn û xebatên wan de hêþtine,
ne ji xwe berê ev helwestan di tenga HAWARê û xwediyê wê re girtinê,
belê ev nerîn û boçûnan encamên mijûliyên dûr û dirêj in bi HAWARê
re. Ewana xwe westandine, ji bo van nerînan cefayên mezin dane, bi rojan
û þevan rûpelên HAWARê tev dane, di xêzên wan rûpelan re çûne û
hatine, heya gîhane van baweriyên, ku mirov nikare li bazarên baziganiyê
belaþ bi dest xîne, da belaþ jî raghîne. Rewþebîr
û lêkolînerên Kurdan HAWAR û xwediyê wê naskiribûn, ku hinekan ji
wan dîsan cefayên giran dan, û lêçûnên çapkirinê ji qirikên zarokên
xwe girtin, û HAWAR careke din çapkirin, wek çawa her du rehmelêyan
Hemreþ Reþo hejmarên 24-57 careke din sala 1976ê li Elmanyayê, û
Mihemed Bekir hejmanên 1- 9 sala 1987 li Siwêdê, û berêz Firat Cewerî
hemî hejmar sala 1998ê li Siwêdê çap kirine. Her yekî
ji wan karê xwe bi gotarekê pêskêþ kiriye, nerx û paya wê kovarê, û
cefayên, ku di ber van karên xwe de dane, diyar kirin. Teqez nerxandina
wan rêzdaran encama xwedin û têgihîþtina kovarê ye. Pêre jî ewana
cefayên kesên din, li gor dilsozî û pêdiviyên zanistî, zor bilind
nerxadine, wek çawa em dibînin, ku berêz Firat Cewerî cefayê rehmelê
Hemreþ Reþo dinerxîne, gava dibêje: Niha, gava ez rûpelên HAWARê
di ser hev re diqulipînim, ez têdigihîjim ku Mîrza Hemreþ Reþo bi jinûveçapkirina
HAWARê zehmetiyeke çawan kiþandiye; karekî çiqas baþ û pîroz kiriye.
Ez bawer dikim, ger ne ji vê fikir û xebata Hemreþ Reþo bûya, wê HAWAR
bi tenê di arþîv û pirtûkxaneyên hin entelektuelên Kurdan de bima, û
wê nivþek ji xwendina HAWARê bêpar bima. Bêparmayina vî nivþî, wê
di warê zimên de gelek serêþî bi xwe re bianîna. Hemreþ Reþo bi jinûveçapkirina
HAWARê, hem HAWAR ji mirinê û jibîkirinê parastiye, hem ew gîhandiye
nivþekî, hem jî rê li ber berberî û nelihevkirinên zimanê kurdî
girtiye“(7). Bi rastî,
eger mirov hemî quncik û goþeyan vekole, dê gelek nerîn û boçûnên
xemxwerên çanda Kurdan, bi taybetî jî ya HAWARê û xwediyê wê, bibîne,
û dê aþkere bête xuyakirin, ku ew boçûn û nerxandinên paye bilind
encamên çefayên giran, yên wan rûmetdaran di ber mijûliya bi HAWARê
re dabûn, de bûn. Lê
nerxandina HAWARê û cefa û çanda xwedî û sernûserê wê, li ba
xemxwerên çand û wêjeya kurdî, ne tenê di navbera gotarên wan yên
curbecur re têne xuyakirin, belê bi ser de jî hinekan ji wan pirtûk û
karên xweser û dûr û dirêj terxanî HAWARê û xwediyê wê kirine. Yek
ji wan rêzdar Dr. Husên Hebeþ e, ku sala 1982yê lêkolîneke berfireh bi
zimanê rûsî li ser HAWARê dafirîne, û sala 1983yê pileya zanistî;
doktor ( Ph. D) li zanîngeha Mosko pê werdigire. Yê din jî rêzdar Konê
Reþ e. Konê Reþ sala
1992yê pirtûkekê di bin sernavê(Mîr Celadet Bedirxan; jiyan û
ramana wî )de, bi zimanê erebî, li Þamê çap dike. Li gor agahiyên
me jî wî wergiritine, ew dibêje, ku wî berî pêþî ev pirtûk bi zimanê
kurdî amade kiriye ( bê ku sala nivisandina wê bi kurdî diyar bike), lê
ji ber mercên dijwar nikariyê wê çap bike. Gava heyam lê tê, ku ev
pirtûk bi zimanê çap bibe, ew, bi alîkariya du dostên xwe, wê destnivîsê
werdigerîne bo zimanê erebî, û sala 1992yê li Þamê çap dike.
Ev
pirtûk ji pêþogtinê û sê biran pêk tê; di birê yekemîn de mîrên
Botanê û jiyana wan dipelîne, û birê duhemîn terxanî Mîr Emîn Alî
Bedirxan dike, û yê sêyemîn jî ji mîr Celadet Bedirxan û jiyan û
ramana wî û bîra qederê re dihêle. Lê di pey wê re, ev pirtûkê sala
1997ê li Stockholm/Siwêd bi zimanê kurdî tê çapkirin, da xwendevanên
Kurd yên zimanê erebî nizanin, ji wê bêpar nemînin.
Mixabin, ne ev
pirtûk li ba min, li vî welatî, peyda nabe, da karibim naveroka wê ji
hevkar û xwendevanan re pêþkêþ bikim, lê berhema rêzdar Dr. Husên
Hebeþ li ba min heye. Ev berhem dikare bersivên hemî pirsên, ku rêzdar
Dr. Î. S. Aydogan lê digere, bide. Bila ev yeka jî para piþka duhemîna
ya vê gotarê. ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Jêder : (1)
Biner malpera Newroz: Rojnamegeriya kurdî, bi zimanê erebî. Ji ber wê
wergerê hatiya girtin. (2)
Biner: Dr. Husên Hebeþ: Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de. Çapa
yekemîm, belavgeha Hogir, Boon 1996, rû 10. (3)
Biner: Jêdera berê, rû 42. Ji pirtûka „ Fî zîkra el-emîr Celadet
Bedirxan 1897-1951“ ya Y. Melek, ku dîrok û cihê çapê ne diyar in,
werdigire. (4) Dr P.
Berwarî ( Dr Ebdilmecîd Þêxo: Pêþveçûna bizava çapemeniya kurdî li
Sûriyê, yên bi zimanê kurdî. Kovara Pirs, hej 14, sal 6, Havîn 1998z,
2610k.rû 6. (5)
Heyderê Omer: Helbesta kurdî li Sûriyê. Nûdem hej17, sal 1996, 11. (6) Dr.
Kamiran Bêkes: Mêjû û rewþa rojnamegeriya kurdî li Kurdistana Rojava.
Kovara Pênûs, hej 10,bûhar 2002, rû 9. (7) Firat
Cewerî: HAWAR, cild 1, weþanên NÛDEM 34, çapa yekemîn, Stockholm, sala
1998, rû 15.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org