Helbestvaniya Cegerxwîn
(Bingeha helbestê)
                                                                                                                                                Heyderê Omer
 


Helbestvaniya Cegerxwîn. Ev babet, bivê nevê, navenda rexne ya wêjeyî cihê wê ye. Lê,  rexne li ba me çî ye?. Li milê din, mirov dikare bipirse: Gelo rexne ya kurdî heye an na?. Eger em boçûnên dîroknivîs û rexnegirên wêje, bi gelemperî, bipejirînin, û digel wan bibêjin: Rexne zanîneke ji zanînên mirovatiyê ye, bingeh û têorên wê hen in, rexnegir, li ber ronahiya wan, wêje dixwîne û tev dide, çê û neçêyên berhemên wêjeyî ji hevudu dike der, asoyên aferînê li pêþ civakê, bi gelemperî, û li pêþ wêjevanan, bi taybetî, zelal û sayî vedike.Eger em weha biçin, û vê yekê bawer bikin, bersiv yekser wê diyar bibe, ku rexneyê.li ba me kurdan wateyeke tersî wateya rexneya zanistî heye. Çima?.
 
 Rexne li ba me hêriþ e, sûclêgirtin e, tawanbarkirin e, nepejirandin e, tunekirina ray û nerînên cida ye. Loma jî gava mirovê kurd evê bêjeyê dibihîse, çavên wî yekser sor dibin, madê wî tirþ dibe, sîngê wî hiltê û datê, derdora xwe dipelîne, ji helekê de, mertalan ji xwe re peyda dike, da xwe di paþ de biparêze. Ji hêla din de jî tîran û gotinên erzan dicivîne, da bi ser kesên din de bibarîne. Lê eger nasbûn û dostanî hebe, dîsan qirika rexnê tê badan, û hemû þaþîtî û kêmasiyên dostan û hogiran, di bin felsefa (xal û xarzî) de ji bîra dibin, û rexne dibe pesneke bê hempa. Bi encama evan her du awayan jî, civaka me nezan û çavmiç dimîn e.
 
Bi rastî jî gava mirov çavên xwe li nav diyardeyên wêjeya jêrxetiyan digerîne, rexnê li pêþ xwe nabîne. Ji roja ku HAWAR derket holê û heya îro gellek berhemên wêje xwe berdane nava civakê, gellek nav û deng hatine dîtin û guhdarkirin, lê heya îro ew berheman hemû tenê li ber siya dil û hestan, dûrî pîvanên heþ û zanînê hatine xwendin û pesinandin, loma jî dergehê rexnekirina wêjeya Jêrxetê, wek Deham Evdil Fetah dibêje “dergehekî kilîtkirî ye. Tu kesî ......  xwe nêzî ewî dergehî nekiriye”.
 
Hêjatirîn û berztirîn nimûne li pêþ me îro Çegerxwîn e, evî mirovê ku heyþt dîwan bi  þûn xwe de hêþtine, nav û dengê wî li her çar beþên gewdeyê perçe, û li her deverên ku Kurd lê cîwar bûne, wek helbestvanekî kurd î mezin belav bûye. Kesî  heya îro jî xwe nêzî helbestvaniya wî nekiriye.
 
Eger em wêjevanên cîranan, yên ku em Cegerwxîn bi giraniya wan dibînin, bînin bîra xwe, û tevger û çalakiyên ku berhemên wan di civakên wan de peyda kirine ji bîra nekin, hîngê nebûn, an qelsiya tevgera me ya rexneyî wê li pêþ me þilf û tazî xuya bibe, û em dê bibînin ka alem gîhaye kû, û em li kû mane.
 
Wek nimûne, dikarim helbestvanê ereb Ebû Teyyib El-Mutenebbî, an jî Cewahirî nîþan bikim, ku pirrên wêjevan û tevaya civaka me Cegerxwîn ji wan kêmtir nabînin. Gava tu pirtûkxana Ereban tev dide, tu bi dehan û bîstan pirtûkan li ser wan û wêjeya wan dibîne, gellek nivîsevan û rexnegiran xwe nêzî wan kirine, kêmasiyên wan berî serkeftinên wan, bê þerm û fedî, diyar kirine. Danustandin, têkiliyên wan çi erênî û çi neyênî, dostanî û hogiriya wan, li ba rexnegiran nebûne xem û qisawet, û ne jî bûne egerên veþartina rastiyên wêjeyî û hunerî, ji ber ku ewana rexne baþ naskirine, û ji bo pêþvebirina ziman, wêje, raman û civaka xwe xebitîne û dixebin. Lê gava tu Cegerxwîn dipelîne, tenê tu pêrgî gotinekê dibe: Cegerxwîn helbestvanekî mezin e. Lê ka ev mezinahî heya kû ye?!. Sînorên wê, diyardeyên wê çin e?!. Bersiv nîn e. Eger hebe jî, ji çarçewa pesnên bê deyaxên zanistî bi dernakefe.
 
Di vê pergalê de, tenê dengê xebatekê bi ber guhê me ketiye, ew jî xebata Esker Þamilov e, ku li Azerbeycanê çap bûye. Prof.Qenatê Kuro, di pêþgotina, ku ji bo dîwana Zendـvista nivisiye de, wê nîþan dike. Pêjna helewsteke rexneyî berprisiyar, li gor boçûna wî, ji wê xebatê tê. Lê mixabin ew neketiye destên me. Bi baweriya me, dengvedana vî karî, ji ber gellek sedeman, wê sînorkirî be, çiku hem li devereke dûrî kurdistanê hatiye nivisandin, û hem jî, li gor texmîna me, zimanê wê ne kurdî ye.
 
Da em vê boçûna xwe xav nehêlin, û gotinên bê bingeh bernedin holê, em dê berên xwendevanan bi ber ve pêþgotinên, ku ji bo dîwanên Cegerxwîn hatine nivîsîn, de bidin. Ev pêþgotinan bi pênûsên rêzdarên wek O.Sebrî, Hemîd Derwîþ, Kemal Burkay, prof . Qanatê Kurdo, Casimê Celîl, û Ordîxanê Celîl hatine nivîsîn, lê mixabin hemûyan jî xwe nêzî helbestvaniya Cegerxwîn nekirine,ew nedane naskirin, þûna wê di rêveçûna helbesta kurdî de diyarnekirine, tenê li gel naveroka helbestên wî mijûlbûne, ango tenê aliyekî aferînê dane xuyakirin, lê aliyê tewrî giring, ku wê naverokê dixe qulafetê aferîneke wêjeyî, ew jî durv e, ji bîra kirine, tevî ku ewana her tim navê Cegerxwîn bi salixdanên wek helbestvan, biwêj, û þair ve girêdane.Weha xuyaye ewan rêzdaran ji bîrakirine, ku pêþgotinên berhemên hunerî, û kurtelêkolînan pirrê caran, li nik miletên din, raperînên rexneyî di wêjeyan de peydakirine.
 
Nivîsevanê ereb El-Cahiz, beriya ji hezar salî bêtir, weha çûbû, ku wate, ango naverok, li kêlek rêkan belavkirîn e, her kesek dikare wan bicivîne, û bixe hundir gotinên xwe de, lê her kesek nikare wan bixe hundir afrînê. Ev boçûn heya îro jî zindî ye, û wê her zindî bimîne, da bergeha ku di navbera axiftina normal û aferînê de heye ji bîra nebe. Rexnevanên îro jî weha diçin, ku huner durvkirin e, tenê durv dikare nivîsaran bike berhemine wêjeyî hunerî, çiku durv ji bo jiyanê rista herî giring e, û hê jî pê de diçin û dibêjin,: Durvê her berhemekê nîþana serkeftin an binkeftina wê ye.
 
Livandina evê mijarê, bi hemû þax û xalên wê ve, barekî giran e, lêkolîneke fireh û demeke dirêj jê re divên, loma jî em dê wê ji çaxeke din re bihêlin, û tenê bingeha helbesta Cegerxwîn, ku ew jî þaxekî wê mijara mezin e, ji bo vê kurtelêkolîna xwe bikin babet û pêre mijûlbibin.
 
Dema ev babet ji min hate xwastin, ramanên curbecur li min civiyan û ez dudilî kirim, ji ber ku qada evê babetê, li nik me Kurdan, nemaze jî li ba jêrxetiyan, yeka bûr e, kesî ta niha gîsnê xwe lênedayî, nekiriye þûv. Ji hêla din de, Cegerxwîn, di çavên civaka me de, mamosteyê bê hempa hatiye nîþandan, û gellek kesan,torevan, rewþenbîr û siyasetmedarên kurd pesna wî dane û didin, çawa kesekî wekî min,li hember Cegerxwîn mîna þagirtekî tê nîþankirin,wê ewî (mamosteyê mezin) binerxîne?!.Lê meraqa hemdemiyê, ku ez pê bawer im, dudiliya min sar kir, û rê li pêþ min hêsan kir.
 
Cegerxwîn di rûpelê 191ê de ji (Jînenîgariya min) dibêje:”Rojekê li dikana mela Hesen, xortan doza ristekê li min kirin. Di hindirê dikanê de min rista (Em guhderz in) got........ Xelkê wan navan bi carekê li hawîr dikana mela Hesen civiyan û derê dikanê hate girtin. Yekî Xerab Babanî, mirovekî girs, bilind ko rengê Kurdên çiya dida xuyakirin, ew çeper çirand û xwe gihande derê dikanê. Çawa ez dîtim, axînek kiþand û got: Tiya, heyfa kurê bavan ko wilo dihn dibin!.. Vî camêrî hîngî xwendiye, dihn bûye”. Lê min dengê xwe nekir û dev ji rista xwe berneda. Tenê heval pê keniyan. Zanîbûn ko ew nizanî ka ez çi dibêjim, nizanî ko doza serbilindiya wî û miletê wî dikim, . Nizanî ko dixwazim wî û bi milyonan weke wî ji bin darê zorê û setemê derxim, û ji pêlên xwîn, þer, berberî, dubendî, talan, þewatê bi þewitandina laþê xwe, bi dînîtiya xwe, bi van ristên xwe, wan bigênim delavê serbestî û peravên azadî û felatê”.
 
Ev boçûn helwesteke têorî ye, ji hêlekê de asta zanîn û þiyariya civakê diyar dike, û li aliyê din, karmendiya helbestê nîþan dike, lewre jî  mirov dikare du taybetiyên sereke û giring ên bingeha helbesta Cegerxwîn, di nav xêz, û paþ gotinên wê de bibîne, yek ji wan li gel zimanê axiftina helbestî girêdayî ye, û ya din li gel þêweyê derbirina helbestî bestandî ye.
 
Axiftina helbestî, di helbesta Cegerxwîn de, bi sê rewþan diyar e, yek ji wan ravabûn e (eþkere),ya din yekserî ye, û ya sisiyê xiroþanî ye(hemasî).
 
Rexneya kevin, ji Erîstotalîs de bigir û pê de were, her tim bala xwe daye evê rewþê, ew bilind nirxandiye, lewre jî ravabûn û hêsanbûnê wek giringtirîn mercên rastbûna wateyan dibîne. Rêgayên derbirinê û alavên wê çiqas curbecur bin, derbirinên rasteqîn, ku ji wateyan ne kêmtir û ne zêdetir bin, an jî bêjeyên fosforî û xwedî pêjin bin,  ravabûn û hêsanbûn her û her nirxtirîn taybetmendiyên þêwe ne.
 
Hêsaniya bêjeyan sînor û nîþana evê ravabûnê ye, divê bêje eþkera bin, xwendevan û guhdar li hember wateyên wan bêjeyan dudilî nemênin, wateyên wan yekser û bê cefa derbasbin hundirê heþan, û pêre jî divê pevekên helbestê bê girêk û servekirî bin, da “wate beriya wan bighênin xwendevanan” û cihên xwe di dil û hestên wan de bistînin.
 
Hemû wêjeyên cîhanê, nemaze ya ewrupiyan û di dû re jî ya Ereban,û Farisan û Turkan, demek dûr û dirêj li ber siya vê têorê berhemên xwe afirandin, ta ku ev rêbaz, di çerxa nozdehê de, li hember hêriþên romantîkan jar bû, û ji hev ket. Ji hîngê de pêjna rêbazên nuh derket holê, ku bêtir xwe bi ser siya bêjeyan de paldidin, ne bi ser bêjeyan de, û zimanê aferînê pêre derbas qunaxine nuh bû.
 
Gava em helbesta Cegerxwîn dixwînin, ev rewþ li nik wî sayî xuya dibe. Bêjeyên wî ji sînorên wateyên zimanewanî û ferhengî bi dûr nakefin, siyên wan nînin, ku mirov pê mijûl bibe, birame, wateyan bipelîne, çiku rava û hêsan in, yekwateyîn in, zû û bi lez digihênin xwedevanan. Eger hin caran xwendevan û guhdar pêrgî hinek dijwariyan jî bibin, û di wateyên wan bêjeyan negihênin, teqez ev yeka ne ji ber dijwariya bêjeyê ye, belê ji ber ku ewana zimanê xwe nexwendine û pê nizanin. Em dikarin çend mînakan nîþan bikin:
 
Li jor firok e, li jêr tang û top.
Ji xwînê sor bûn, hemî der û þop.
Dijmin hilweþand tev gund û bajar.
Zar û zêrçê kurd mane ber dîwar.            (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 65)
 
Di helbesteke din de dibêje:
 
Hezar salin em gerdenxwar û mest.
Tim çav þikestî, reben dîl û mest.
Dijmin bo xwe xwest, me jî jê re xwest.
Bo dijmin nîviþk, tenê bo me dew.                (Jêrera berê. Rû: 27)
 
Ravabûna bêjeyên evan her du nimûneyan gellekî berz e, (firok, tang, xwîn, dijmin, gund, bajar, gerdenxwar, þikestî, dîl). Pêre jî pevekên wan her duyan servekirîn in, hêsan in, nikarin xweneran bi ber ve pûnijiyê de bikþênin. Ne tenê weha, belê mecazên zimanewanî jî gellekî sayî û eþkeran in.Wek nimûne, her du bêjeyên (Nîviþk û dew) ku wateyên ferhengî beradane, û  yeka din nîþan kirine, dîsan sergirtî nebûne, mirov zû têdighîne ku mebesta helbestvan ne (nîviþk û dew) e, belê her tiþtê biha û yê erzan e, her tiþtê bi kêr tê, û yê bi kêr netê ye, her tiþtê baþ û yê ne baþ e. Bi ser de jî ev peyvelîstik alaveka derbirin û rewanbêjiya kevn e, ku bi zimanê erebî jê re (kînayet) tê gotin.
 
Bikaranîna bêjeyan bi evî awayê ferhengî dibe ûþt û egera yekseriya  axiftina helbestî, ku hîngê bêje bê pêjn, bê aso dimînin, û naþimitin. Ji ber vê jî tê xuyakirin ku helbestvanê me bi asoyên curbecur yên bêjeyan û wateyan ne bawer e.
 
Helbesta Cegerxwîn her tim bi vî awayî li gel bêjeyan dide û distîne, nikare ewan ji bo wateyên nuh û asofireh bixebitîne. Wek nimûne, Cegerxwîn dibêje:
 
Zû nûjenî bixwîne.
Bese kevneperestî.
        Tu guh mede melakî.
        Tu guh mede feqîkî.            (Hêvî. Rû: 6)
 
Mînakeke din:
 
Ev welatê payedar û serbilind û bê xwedî.
Sed emanet, ey birader! Vî welatî bernedî.
Tev bihiþt e, mêrg û deþt e, qaz û qumrî tim di nav.
Nakevî destê me carek, ta bi xwînê avnedî.                    (Hêvî. Rû: 28)
 
Eger ziman di axiftina normal de metiryalekî pilastîkî yî li ber destan her amade ye, bê pêjn û bê aso ye, ew di axiftina wêjeyî de, çi pexþane be, çi helbest be, metiryalekî fosforî yî bi þewq û ronahî ye. Lê xuyaye haya Cegerxwîn ji evê yekê nîne, ji ber ku bêjeyên evan her du mînakan sînorkirîn e, nikarin wateyên ferhengî li þûn xwe bihêlin, û bi ber ve hinek wateyên din de biþimitin, lewre jî bûne sedema jarbûna kela dilê helbestvan, û giyanê helbestî talankirine û çelmisandine.
 
Ev rewþa bêjeyan û ferhengiya zimên bûye hêmanekî berz û hêzdar ji bo xiroþaniya axiftina helbestî li nik Cegerxwîn, û ew bêgav kiriye, ku bêtir bala xwe bide bilêvkirina bêjeyan., û ên bi teqil û xwedî hukariyeke derveyî vebrêje. Lewre jî tu di helbestên wî de, pirrîcar pêrgî bêjeyên, ku devan û gulman dadigrin, dibe. Wek ( þer, ceng, serxwebûn, mirovperest, serbest, sorgul,dijmin, mêrkuj, xwînxwar, aþtîxwaz, koledar ....) pêre jî lêkerên fermanî di helbesta wî de pirr dibin.
 
Heye mirov bibêje, ku taybetmendî û nîr û mercên civakî û rêzanî yên dema Cegerxwîn ji hêlekê de, û taybetmendiyên babet û naverokên xiroþanî û neteweyî,ji hêla din de, rê li pêþ axiftina helbestî diqelaþtin, û berê wê bi ber ve vî awayî de dikþandin. Bi baweriya min ev boçûn ne rast e, ji ber ku pirrên helbestvanên wê demê ji evan babetên neteweyî bi dûr neçûne, lê pirrên wan neketine ber dava vê yekseriya sar, belê derbirinên wan, zimanê axiftina wan nerm in, bi hêsanî diherikin, bê ku ji heyama helbestî bi dûr de bikefin, û ji saloxanan de nêzîk bibin.
 
Helbesta Cegerxîn a neteweyî û civakî hêjaye, ku wek saloxanan, di civatên mezin û pêþandanan de bête gotin, ji ber ku dikare derûnên xweneran zû germ bike, û wan li gel civînê û pêþandanê zor bibestîne. Lê bi rastî þopa wê jî hêza xwe zû wenda dike.
 
Xuyaye haya helbestvanê me ji vê yekê hebûye, lewre jî berxwe dide, da bandûra wê hinekê jar bike. Ev berxwedan li ber dergehên avakirina pevekê diyar e. Cegerxwîn pirrîcar peveka xwe ji sîstema normal bi der dixe, û cihên hêmanên wê (kirar, paþkber û lêker) diguhêre, ewan bi pêþ û paþ hevudu dixe.
 
Guhertina cihên hêmanên pevekê ne tenê roleke zimanewanî heye, belê ev yeka þêweyê derbirina helbestî  jî ciwantir dike.Wek nimûne, Cegerxwîn dibêje:
 
Wekhev bibin tev êl û ol.
Tev þîn bibin ev deþt û çol.                 (Hêvî. Rû: 35).
 
Her yek ji her du birrên vê malikê pevekek bi serê xwe ye, normaliya hevoka yekê bi vî awayî ye (Tev êl û ol wekhev bibin) û ya duduyê jî weha tê ( Ev deþt û çol tev þîn bibin). Lê gava helbestvan lêker bi pêþ de anî, û kirar bi paþ de xist, hîngê du mebestên zimanewanî û ciwanî pêk anîn, û her du jî ji bo ramana xwe kirin karmend.
 
Ji hêla zimanewanî de, paþ û pêþxistina hêmanên hevokê wateyê teqez dike, û ji warê ciwanî de, rêzbend (qafiye) cihê rawestinê ye, loma jî hêjayî peyvên bê tevger e,ango xweristiya rêzbenê þûna wê ji bo navan  layiq dibîne, ne ji lêkeran re, çiku lêker tev de tevger e.Bi vî awayî helbestvan naveroka pevekê teqez dike, ku wekhevî beriya her tiþtî xem û qisaweta wî ye, û li milê din jî rêzbendê hinekê nerm dike.
 
Lê mixabin Cegerxwîn nikare evan serkeftinan biparêze, an bi rê ve bibe, ji ber ku pirrê caran lêkerên fermanî milên wan ber bi jêr xar dikin, û zora wan dibin, û pêre jî ciwaniya helbestê birîn dikin , ewê ji heyama helbestî bi dûr dixin, û helbestvan jî dixin þûna þîretvan û fêrkeran.
 
Gelek nivîsarên Cegerxwîn ji bo vê boçûna me mînakên hêja ne,nemaze dîwana (Zend-Avista). Hemû nivîsarên di hundir vê dîwanê de nikarin þûna xwe di meydana helbestê de bibînin, çikuþ û rêzbend û lihevhatina kîtan nikarin bi tena xwe helbestê bafirînin.
 
Cegerxwîn, di vê dîwanê de, ji bîra dike ku ew helbestê dinivisîne, tenê ew waneyan ji bo þagirtan pêþkêþ dike, û bi ser de jî nikare rola mamosteyan bilîze, ji ber ku waneyên wî bê þirovekirin in, tenê fermanan dide.Wek nimûne:
 
Tu rêzan be carek, siyaset bixwîn.
Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn.                       (Zend-Avista. Rû: 55).
 
Bibe Partîzan bi rist û dirist.
Digel Partîzanan here dest bi dest.                      (Zend-Avista. Rû: 57).
 
Bibe dezgevanek bilind û mezin.
Tu dezgê bixwîn, çi mêr û çi jin.                         (Zend-Avista. Rû: 98).
 
Bibe ajiwek, hiþiyar û çeleng.
Tu her tiþtî bajo, çi lorî , çi teng.
Dibî rojekê ev bi kêrî me bê.
Nikarin xelasbin ku ev rê nebê.
Gerokê, firokê tu bajo heval.
Bibe ajiwekî pir çeleng û þepal.                           (Zend-Avista. Rû : 145).
 
Þêweyê derbirinê di bin tîna evan lêkerên fermanî û yekser de (rêzan be, bixwîn, bibe, bajo) milþikestî xuya dibe, nikare hilkiþe asoyên helbestê. Bi ser de jî Cegerxwîn qirika bêje û rûçikan (sîfet, adjectiv), ji bo xatirê rêzbendê badide, û (teng) li þûna (tang) dinivisîne, û her du rûçikên (çeleng û þepal) di cihên ne layiq de bi kar tîne.
 
Helbest afirandineke xwedî pêjne. Ev lêkerên fermanî jî pêjnê dikujin, wêneyên hunerî talan dikin, guhêzê (xeyal) jar dikin, û pêre jî axiftin dibe axiftineke normal.
 
Bingeha guhêzê, di helbestê de, bi alîkariya wênekêþiya zimanewanî tê xuyakirin û naskirin, loma jî wênekêþî di meydana aferînê de roleke nirxbiha heye, ku dikare ji bo zindîbûna derbirinê bibe alava tewrî giring, lê tiþtê balkêþ ewe, ku divê têkiliya wêneyên hunerî li gel dem û rêveçûna civakî û zimanewanî ji bîra nebe, da ew wêneyan karibin zindîbûna derbirinê diyar bikin û biparêzin.
 
Tevî ku helbesta Cegerxwîn nirxê wênekêþiyê û rola wê baþ dizane, û derbirina zimanewanî pirrê caran mebesta xwe di siya wê de dibîne, lê þêweyê derbirin û wênekêþiya hunerî li ba Cegerxwîn her tim alavên kevin ji bo xwe dike deyax,lewre jî her tim di çarçewa (kînayet)ê û berehevdanê (teþbîh, wekhevkirin) de dimîne. Wek nimûne, Cegerxwîn dibêje :
 
Rengê bêjen kûr dinalim, xanî bûye rengê çal.          (Hêvî. Rû : 67).
 
Ev berehevdan (xanî bûye rengê çal) dikare me bi rewþa û pergala, ku helbestvan tê de ye, agahdar bik,e, û þanî me bide ka çiqas ew bêhnteng bûye, lê li hember livandina hestên xweneran ji hêz dikefe,lew hebûna peyva, ku têkiliya wekhebûnê di navbera du tiþtan de peyda dike, ku mirov dikare wê bi (alava berehevdanê) binavîne, bandûra berehevdanê sist û qels dike.
 
Berehevdan alaveke wênekêþiyê ye, hinek rûçikan ji tiþtekî distîne.û tiþtekî din pê direwþîne, wek çawa berehevdana jorîn diyar dike, ku kelbestvan her du rûçikên (teng û tarî) ji çalê istandine, û bi ser xanî ve kirine. Lê berehevdan bi xwe nizimtirîn û jartirîn alava wênekêþiya hunerî ye, bi ser de jî hebûna peyva (bûye) têkiliya wekhevbûnê di navbera xnî û çalê de kêmtir kiriye.Cegerwxîn pirrê caran evî cureyê berehevdanê bikar tîne, wek çawa evan mînakên jêrîn diyar dikin :
 
Bejn û bala rengê serwa.                             (Hêvî. Rû : 114).
Wek gurê birçî gihande piþt girik.              (Hêvî. Rû : 116).
Ebrû ji rengê dalê.                                        (Hêvî. Rû : 123).
Dêm hingiv e, por wek þevan.                     (Hêvî. Rû : 123).
 
Xuyaye Cegerxwîn neyêniya evê yekê baþ naskiriye,loma jî carcaran alava berehevdanê bikar nîne, wek çawa di evan mînakên jêrîn de numa ye :
 
Çen gewher û ebrû kevan.                            (Hêvî. Rû : 145).
Du birhên reþ kevanê min.                            (Hêvî. Rû : 91).
 
Bi rastî jî gava alava berehevdanê jê dikefe, hem derbirin xurt dibe, û hem jî wêne ciwantir dibe, lê mixabin Cegerxwîn nikare evî cureyê berehevdanê bafirîne, belê her tim xwe bi ser bermayên pêþiyan de paldide, mebesta xwe li ba wan dibîne, û dibe deyndarê wan, nemaze jî di helbesta evînî de, wek çawa wê di rûpelên bêne de bête diyarkirin.
 
Cegerxwîn ne tenê evê alava wênekêþiya hunerî bikar tîne, belê wêneyên wî pirrîcar di navbera (kînayet)ê re diyar dibin. Kînayet ewe, ku peyvek dibe nîþana hinek rûçikên din, wek çawa evan nimûneyên jêrîn diyar dikin :
 
Bi devken û bi yarî.
Þekir ji dev dibarî.                                (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû : 182).
Lê ji çavan tîr dibarin.                          (Jêdera berê. Rû : 422).
Di  dil de agir û pêt e.                        (Hêvî. Rû: 96).
 
Her du peyvên (þekir û tîr) bûne nîþanên rûçikên dilberê,ku hem gotin û axiftina wê xwaþik û þêrîn in, û hem jî awirên wê tûj in, dil-êþ in, û bi þewat in. Weha jî her du peyvên (Agir û pêt) bûne nîþana êþên giran.
 
Lê mixabin Cegerxwîn karmendiya wênekêþiyê ji bîra dike...Belê. Ew ji bîra dike, ku wênekêþî alaveka ciwanî ye,þêweyê axiftinê ji asta normal dikþîne asta ciwan.Lewre jî wênekêþî li ba wî, ne tenê xwe bi ser berehevdanê û kînayetê de pal dide, belê pirrê caran dadikefe asta salixdaneke sar jî, wek ku dibêje:
 
Bisk bi têl ê, ser bi zêr ê!.
Pir çeleng ê xweþ ciwan ê!.                      (Brehevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 205).
Nazik ê þox û þepal ê!.                              (Jêdera berê. Rû 206)
Ji kuþtina dilan re pir xurt û jêhatî ye.     (Jêdera berê. Rû: 208).
Pir þepal ê, þox û þeng ê!.                         (Hêvî. Rû: 72).
 
Gava wênekêþî ji ezmanê aferînê dadigere asta rêzkirina bêjeyan, hîngê alavên rewanbêjiya kevin li ser þêweyê derbirina helbestvana hukardar dibin, û ewî bi ber ve peyvelîstinan de dikþênin. Cegerwîn jî detiye ber dava wê yekê, û Pirrê cara (cînas û tîbaq) bikar aniye, wek Cawa dibêje:
 
Cîgerxwîn bû, ji derdan.
Min can û dil bi derdan.                            (Hêvî. Rû: 95).
Hin bi rewþa min kenîn, û hin girîn.         (Hêvî. Rû: 115).
 
Nizanim ev salixdanên yekser çiqas dikarin xweneran bi naverokên xwe bawerkirin bidin, an hestên wan bilivînin. Bi ser de jî her tim wêneyên Cegerxwîn ji bermayên pêþiyan diherikin, û nikarin ji bandûra wan rizgar bibin. Her ku tu helbesteke wî, nemaze di warê evînî de, dixwînî, Melayê Cizîrî, an Pertew Begê Hekarî, an jî Macin yekser têne bîra te. Wek nimûne, helbesta “Dil ji min bir” ku di dîwana “Kîme ez” de ye, Bi çarekê nikare ji dava bandûra Melayê Cizîrî bi derkefe, bi ser de jî, ne tenê li paþ helbesta Cizîrî dimîne, belê hinek wêneyên wê birîn dike.Her du helbestvan (Cizîrî û Cegerxwîn) dilberê dipesinin, lê tu pê hay dibe ku dildera herduyan yek e, çiku bejna dilbera herduyan serwe ye, gerdenê wê þemal e, dêmê wê roj e, ebriwên wê nûn in(Tîpa nûn a erebî), heyv in, û kevan in, ango zirav û xar in, dilbera Cizîrî awir piling e, ya Cegerwîn awir þûr û þêr e, ya herduyan þox e, þeng e, nazik e, þêrîn e, cîwan e.Biskên dilbera Cegerxwîn pirrê caran li hev badayî dirêj û reþ in, li ser sîngê sipî wek marê reþ daleqandî ne:
 
Sînga sipî reþmar li ser.                    (Hêvî. Rû: 185).
Rengê mar in reþgulî.                       (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 422).
 
Lê ev wêne li ber deriyên aferîna Elî yê Herîrî milxar e, ne ji aferînên Cegerxwîn e. Çiku Herîrî, beriya wî, bi sedê salan weha çûbû û gotibû:
 
Werdan ji nêv zulfan derîn, þula binefþê têwerîn.
Bala û qedda er-erîn, her yan li ser marê reþ e.  (Þaîrên kilasîk ên Kurd. Rû: 26).
 
Weha jî dawîya helbesta Cegerxwîn nikare ji bandûra pêþiyan rizgar bibe, û her car ew navê xwe di malika dawî de bi cih dike. Ev xalek li nik hemû kilasîkên kurd diyar e, ku ewana navên xwe di dawîya helbestên xwe de digotin.Belkî ev gav, di dema wan de, ji ber nebûna çapemeniyê bû, û mebesta wan ew bû, ku berhemên xwe biparêzin, lê domkirina wê di dema  Cegerxwîn de, nemaze jî deh – panzde salên dawî, dibe þûna pirsekê, û awayê avakirina helbestê di siya wan pêþiyan de dihêle.
 
Weha xuya dibe ku þêweyê derbirina Cegerxwîn yekekî bîrî ye, ango ew aferînên pêþiyan, ên ku xwendine û jiber kirine, tîne bîra xwe, û derbirin û wêneyên xwe ji wan werdigre. Evê yekê Cegerxwîn xistiye ber dava carandinê.
 
Her kesê li birrê evînî, ji dîwanên wî vegere, wê bibîne ku çawa û çiqas caran Cegerxwîn bûye dîlê carandin û dubarekirinê.Dilber her tim þox û þeng û þepal e,  ebriwên wê dipesine, û her car jî eawan dal in, heyv in, kevan in, (zirav û xar in), bejna wê mîna dara serweyê ye, (zirav û dirêj e), lêvên wê  her car þêrîn û qend in, memikên wê her tim sêv in, biskên wê lihev badayî û wek marê reþ bi ser sîng de daleqandîn e. Bi gotineke din, mirov dikare bibêje, ku ferhenga zimanewanî ya evîndariya Cegerxwîn di bin dubarekirinê de milxar e.
 
Dubarekirin ne tenê roleke neyênî di ciwaniya helbestê de heye, belê bi ser de jî hewesa xwendinê li nik xweneran sar dike, û hin caran jî dibe egera êþên derûnî.
 
Eger em werin warê þê û awaza helbestê, em dê helbestvanê xwe dilsozê kêþê bibînin, destan ji wê bera nade, û ji rêça kilasîkan bi der nakef. Ma me beriya vê nedîtibû çiqas ew dilsozê wan bûye, çi ji warê peyvan, û çi ji warê þêwe û wênekêþiya hunerî ve?!..
 
Lê tiþtê balkêþ ewe, ku Cegerxwîn, li kêlek hemdemên xwe, berê kilasîka kurdî ji (urûda erebî) daye alîkî din, ewana kilasîka kurdî bi ber ve kêþên folkilora kurdî de kiþandine. Tevî ku em nikarin serkêþiya evê gava giring bidin dest wî, ji ber ku helbesta Kamiran Bedirxan, ku dîwana wî “Dilê kurên min” sala 1932yê çapbûye, li gor evan kêþên folkilorî hatiye hûnandin, û li ser bingeha dengdêran ava bûye, lê helbesta Cegerxwîn ev gav li ba kilasîkên kurmanciya jor çespand, beriya ku helbesta kurmanciya jêr jî berê xwe bide wan kêþan.
 
Helbesta Cegerxwîn bi awa û formên bangan (kît) hatiye hûnandin, gellekên wan “þeþbangîne, heftbangîne, heyþtbangîne, dehbangîne, û mîna stiranên kurdî bendên wan li hev tên, û bi teqil têne gotin û stranê” ji ber ku li saz in , û li gel rêzbendê dilsoz in.
 
Dilsoziya Cegerxwîn di vî warî de, weha diyar e, ku ew ji bo xatirê parastina kêþê pirrîcar bêgavî bikaranîna hinek bêjeyên bê sûd bûye, ku di hevokên wî de cih girtine. Wek nimûne:
 
Rojê ko min dî bi çavan.                 (Hêvî. Rû: 125).
Min xweþ bi çavan lê nerî.              (Hêvî. Rû: 123).
 
Peyva (çavan) di evan her du mînakên jorîn de bê sûd e, mirov dikare wê bavêje, bê ku wate birîn, an wenda bibe, ji ber ku her du lêkerên (dî û nerî) þûna wê digrin, û mebestê diyar dikin.
 
Ev kêmasî li ba Cegerxwîn pirrêcaran diyar dibe, û destlatiya kêþê li ser wî sayî dide xuyakirin, wek çawa di evan mînakên jêrîn de numa ye:
 
Mey ji lêvan daye min.
Min ji lêvan mey vexwar.                         (Hêvî. Rû: 82).
Maçek ji du lêvan bide, ey lêvþeker!.       (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 195).
 
Hin carên din hewesa diristkirina kêþê bûye sedema jibîrkirina rêbazên zimanewanî, wek çawa ev mînaka jêrîn diyar dike:
 
Van mexolan kirne talan.
Bax û gulzarê dimin.                              (Hêvî. Rû: 65).
 
Pergala pirranî, di liqê Botanê de ji kurmanciya jor, bi paþkîta (an) pêk tê (gund – gundan), lê gava navekî ku di vê pergalê de be, bi ser navekî, an bernavekî din ve bibe, hîngê verêsek peyda dibe, û paþkîta (an) dibe(ên),(gundên me). Lê di liqê Hekarê de dibe (êd), (gundêd me).Cegerxwîn ev mînaka jorîn bi liqê Hekarê gotiye, lê ji bo diristkirina kêþê dengdêra ( i ) xistiye paþ tîpa ( d ), ku mîna daçeka ( di ) bûye, û li derveyî rêbaza rêzimên çûye. Cegerxwîn gellek caran evî awayî, ji bo xatirê kêþê, bikar tîne, wek çawa dibêje:
 
Em kuþtiyê çavên direþ û dêmên gulîn e.              (Hêvî. Rû: 75).
Pir kuþtiyê çavên dibelek vane me dîne.                (Hêvî. Rû: 75).
Dane ber lêvên dimin sîng û qirik.                           (Hêvî. Rû: 115).
 
Tenê diristkirina kêþê bûye sedema hebûna kîta (di) di evan her sê mînakan de, û pêre jî rêziman bûye qurbana vê yekê.
 
Bi vî awayî tê xuzakirin, ku þ li ser bingeh û avakirina helbesta Cegerxwîn gellekî rikdar e, û ew xemxwerê wê bûye, ta ku ewî berxwe daye para xwe bixe warê têorî de jî, vê lomê ewî lêgerîneke fireh di vî warî nivisandiye, û “Hespên xweþxwanên kurdî” þirovekirine. Beþek ji vê lêgerînê, ku çar hespan þirove dike, di hejmara 22ê  a Hawarê de belav bûye.
 
Ji vê pê ve, helbesta Cegerxwîn bi du-sê formên kevin diyar dibe,lê pirrên wan an mesnewî ne, ku rêzbenda her du birrên malikê yek kît heye, ji ya malikên din cuda ye:
 
Þoriþ dest pêkir qêrîn û gurmîn.
Gule barandin li hawîr xurmîn.
 
Li jor firoke, li jêr tang û top.
Ji xwînê sor bûn hemî der û þop.              (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 65).
 
An jî çarîn in, ku her sê xêzên pêþîn yek rêzbend hene, lê ya xêza çarê hem cuda ye, û hem jî ta dawiya çarînan bê guhertin dimîne:
 
Agir û pêta evînê.
Awirên wê lebþêrînê.
Kuþtime roja evînê.
            Ah û nalîn hey hewar.
Pir divêm carek bibînim.
Perdeya ser rû hilînim.
Serxweþ û bê tîn bimînim.
          Ah ji bejna wek çinar.                      (Hêvî. Rû: 148).
 
Weha xuyaye, ku Cegerxwîn her tim di siya pêþiyan de paldaye, ji bermayên wan bi dûr neçûye, her car û li her helwestekê destê xwe li ber wan vekirî, ewan jî çekûs nebûne, her tim pêre camêr bûne, û ji bo þêwe û derbirina wî bûne alîkarên bê hempa.
 
Ev boçûn û rayên me dikarin pirsekê li ba xwendevanan bilivînin: Gelo Cegerxwîn li kû ma ye?!. Te Cegerxwîn xiste paþila pêþiyan, li gor nerîna te, ew bûye dengvedana wan. Ma ew bê taybetiyên kesayetî ye?!.
 
Belê...Ev pirseke þûngirtî û balkêþ e.Lê wek çawa dîwanên wî li ser du beþan parvekirîn in, bersiva vê pirsê jî wê bi du awayan bê, her du jî wê hevudu tewa bikin.
 
Çiqas em hezkirên Cegerwîn bin, ray û nerînên xwe ji dil û hestan, dûrî boçûnên heþ û rêbazên rexeneyê bidin, em nikarin, di tenga helbesta evînî re, Cegerxwîn ji paþila pêþiyan, nemaze Melayê Cizîrî, bi derxin. Her helbesteke wî, her peyveke wî, her wêneyekî hunerî ewan pêþiyan tîne bîra me, her tim li wan vedigere, û derbirinên wan bikar tîne.
 
Cegerxwîn jî evê yekê lixwe dine. Dibêjin carekê ji wî hate piskirin ma çiqas akama Cizîrî li helbesta wî heye, ew bi vî awayî bersivê dide :”Eger ji dîwana Cizîrî pê ve tiþtek di tûrkê min de tune be, ma çawa bandûra wî li min wê nebe?!”.    
 
helbesta civakî û neteweyî, bi þêweyê wê yê xiroþanî, bi peyv û têgehên nuh, bi naverokên hemdem, bi kêþên lezok û awaza xiroþanî, bi ser de jî rizgarkirina kilasîka kurdî ji bêjeyên biyanî, kesayetiya Cegerxwîn a hunerî eþkera û sayî diyar dike, ewî mirovî karîbû ev têkiliya dijwar, ku di navbera naverokên nuh û durvê kilasîk ê kevin de heye, hêsan bikira, û gellek helbestvanên pey xwe, ta roja îro, di paþila xwe de bihêþtana.
 
                                                  *****        ***        ***** 
Jêder û çavkaniyên lêkolînê:
a. Bi zimanê kurdî:
1. Cigerxwîn, Kîme ez û Ronak. Weþanên Deng, çapa duwem, Istenbul 1993.
2. Cigerxwîn, Zend-Avista. Weþanên Roja nu 2, nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1981.
3. Cigerxwîn, Þefaq. Weþanên Roja nu 4, nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1982.
4. Cigerxwîn, Hêvî. Weþanên Roja nu:6, nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1983.
5. Cigerxwîn, Jînenîgariya min. Weþanên Apec , çapa yekemîn, Stockholm 1995.
6. Abdulreqîb Yûsuf, Þaîrên klasîk ên Kurd. Weþanên Jîna nû 17,çapa yekemîn,Uppsala , Sweden 1988.
7. Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa edebyata kurdî 1. Weþanên Roja nu, nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1983.
8. Dr.Husên Hebeþ, Raperîna çanda kurdî di kovara Hawar ê de. Belvgeha Hogir, çapa yekemîn, Bonn 1996.
9. Dr. Ebdil Mecîd Þêxo, Kovara çiya. Awêna çanda kurdî li Ewropa 1965 – 1970. weþanên Dengê Bakur, çapxana Adar Graphics, çapa yekemîn, Elmanya 2003.
10. Deham Evdil Fetah, Nêrînek Rexneyî li helbesta kurdî, çapxana elkatêb el-erebî, nimra çapê ne diyar e, Dîmeþq 1992.
 
b. Bi zimanê erebî :
      1.الدكتور محمد غنيمي هلال, النقد الأدبي الحديث, دار العودة بيروت 1987, رقم  الطبعة غير معروف . 
1. Dr . Mohammed Xuneymî Hîlal, Rexneya toreyî ya nuh.                    
2. الدكتور شكري محمد  عياد, المذاهب الأدبية و النقدية عند العرب و الغربيين, سلسلة عالم المعرفة رقم 177,الكويت1993.                                                                                                         
2. Dr.Þukrî Mohammed Eyyad, Rêbazên toreyî û rexneyî li nik Eereban û Rojavayiyan.