Hêmin Kurdaxî çawa helbestê dimeyîne?

  

Heyder Omer

 

 

Lêkera ( meyandin ) li ba Kurdan, di jiyana gundîtî û zevîtiyê de bi kar tê, ku tê gotin ewê/î mast meyand, ango mast ji þîr çêkir, þîr bi alîkariya hêvan kiriye mast.

Belkî bikaranîna vê lêkerê di meydama wêje de hinekî matmayî bête xuyakirin, lê gava mirov bi hûrbînî li mijarê binere, pê re mijûl bibe, ez bawer im, ku ev matmayî dê bi hêsanî ji holê rabe, û bikaranîna wê dê normal bête xuyakirin.

Weke ku helbesta pexþane hemî rist û awayên avakirina helbestê, yên ji berê de hatine naskirin, þikandine, û her tim awayên nû, û ne naskirî pelandine û dipelîne, her weha têkildariya li gel vî cureyê helbestê jî hemî awayên danûstanên li gel wê diþkîne, û her tim rêgayên nenaskirî dipelîne, da xwendevan û rexnevan karibin nêzîkê vê helbestê bibin, û têkevin hundirê wê de.

Me jî li gor vê têgihîþtinê ev lêkera ( meyadin ) ji þûna bikaranîna wê ya normal ber bi vê mijara wêjeyî de kiþandiye.

 

Dêmek þîr bê hêvan nabe mast, weha jî ziman bê hêvan nabe helbest. Ziman di nivîsînê de dibe gotin, û hinek rûdawên, ku berî hîngê di wî de nebûn, hildigire, û li gorî helwest û astyên hiþyariyê regarengî dibe. Vê lomê ziman di nivîsînê de, ji mijarekê ta yeka din, ji celebekî wêje ta celebê din, ji mirovekî ta yê din, tê guhertin.Ev guhertin ne ji xweberê peyda dibe, belê cureyên hêvanên, ku zimên dikine nivîsîn (helbest, çîrok, roman, þano û gotar) û ast û þêwe û awayên axiftinê  wê guhertinê peyda dikin.

Ev curyeyê têgihîþtinê em ber bi vê navþana jorîn de têvedane, ku em hêvanên meyadina helbesta Hêmin Kurdaxî bipelînin.

Hêmin Kurdaxî, wek mirovekî kurd, ji devera Kurdaxê tê li Elmanyayê cîwar dibe, lê ne bi tenha tê, belê gelek xem û qisawetan jî bi xwe re hildigire, ku wek siha wî her tim pê re ne; pê re digerin, pê re radibin û rûdinin, pê re dijîn, ne ew dikare dest ji wan berde, û ne ew dikarin barê wî sivik bikin, belê her tim di derûna wî de dikelin, diqîrin û di helbestên wî re diherikin û digihînin xwendevanên wî.

Hêmin Kurdaxî xem û qisawetên xwe, di du berhevokên helbestî re diyar kirine, û vaye berhevoka wî ya sêyem ( Ez biþewitim, dûmanê min jî wê ji te hezbike ) taqeta (tecrûbe)wî didomîne, û hest û agehên wî wêne dike.

 

Yekemîn çavlêdana li vê berhevokê, ji sernav de heya dawiyê, dide xuyakirin, ku Hêmin bi agirê havîbûnê (غـربة ( tê sotin, lê ev agir nikare gîyanê wî bisotîne, nikare jiyana wî bi dawî bîne, ji ber ku ev dûman hê jî dikare hezke, û hê jî dikare li ser hilma nimêja xwe bigire:

Vaye hespekî tî weha diçe

Wehaaaa direve.

Û hinek din jî…

 

Çolistanên tamarên min

di çûnê de dihelin

Sewlî dihejin…

û hêranî bi pelên zêtûnê dikevin…

û bi refan direvin..

Qijahiya hebûna min bi tenê

bûye destana þeveke sar

ji koka xwe de, herifî mayî.

Gelo, þûn lingên reva hespa ne?.

 

Ji çavên dîwaran firiyam bejna mijeke kurt

Bûm keder…

Bûm lekeyeke avis ji heyaman

Û hê jî…

Li ser hilma nimêja xwe digerim.

 

Gelek çiya di hilmeke min de dijîn…

Deriyên koçkên tarî,

di paþ bijangên min de kutik kirî ne.

Û – ji ber wê jî – sîngê min bi êþ e!!.. ( rû 8 )

 

Ev helbest yekeke dirêj e. Ramana wê ya bingehîn havîbûn e. Havîbûneke du alî ye; havîbûna cih, û havîbûna aferînê. Ji hêlekê de xuyaye, ku helbestvan li hember xemên koçberiyê berxwedaneke bê hempa dike, lê ne dikare þûnwarên bi þûn xwe ve hêþtine ji bîra bike, nemaze jî devera Kurdaxê, ku (pelên zêtûnê ) di helbestê de sîmbola wê ye:

Çolistanên tamarên min

di çûnê de dihelin

Sewlî dihejin…

û hêranî bi pelên zêtûnê dikevin…

û ne jî dikare xwe li gel heyam û warê nû, ku têwer bûye, bibîne:

Ji çavên dîwaran firiyam bejna mijeke kurt

Bûm keder…

Bûm lekeyeke avis ji heyaman

Û hê jî…

Li ser hilma nimêja xwe digerim.

û ji hêla din de jî awayên derbirîna, ku dikare van xem û qisawetan biderbirîne, dipelîne.Vê lomê tu dibînî çawa berxwe dide, da temriya alavên hukardar,ku dikarin ramana wî hilgirin, bi dest xwe ve bîne, û ji wan alavan hemiyan jî awayê çîrokî vedibjêre û dixebitîne, û ritma (إيقاع ( helbestê li ser awazkirina ramanê, di navbera li peyhevherikîna wêneyên hunerî û lêkerên niho, (diçe, direve, dihelin, dihejin, digerim,dijîn …) ku bi tevgerê dagirtî ne, ava dike. Tamarên wî çolistan in, ku li pêþ hespan vekirîne, ew hespan jî her li bazdanê de ne, û hêrehêra wan li ba pelên zêtûnê deng vedidin, hestên wî germ dikin, lê tevî wê jî þevên wî her sar in, ta radeya, ku ew kirine ne tenê lekeyek, belê lekeyek avis jî.

Helbestvan, bi vî awayî, zimên diguvêþe, û tirajîdiya xwe wêne dike. Her du peyva ( leke ) û (avis)vê tirajîdiyê nîþan dikin, û weha diyar dikin, ku ew û vê heyama nû, ku ew têwer bûye, li hevdu nabanin, nikarin bibin hevdostên hev. Pêre jî azariya wî tê xuyakirin, ku ji ber destên havîbûnê çiqas dinale, û bi ser de jî ev lekeke avis e, ango berhemdar e,dikare her tim bidome, û hestên bîranînê û bîrîkirinê li hember havîbûnê û wendabûnê hêrsdar bike.Lew re helbestvanê me her tim li ser hilma nimêja xwe digere, û bêtebat xuya dibe.Vê lomê tu dibînî ev helbest gelek lêkerên niho yê ji tevgerê dagirtînê, dixebitîne.

 

Dêmek siyaqa wateya, ku dikare bîranînê, bîrîkirinê, wendabûnê û raperîna giyanî tev li hev bike, vê helbestê  bi ber xewna, ku hest û agehan bi xwe re mujûl dike de, dikþîne. Ji ber vê yekê jî xwenerê vê helbestê ji neçare divê dest ji pêzanîna xwe ya berê berde, ew pêzanîna, ku li ber ronahiya wê, deqê helbestî yê bi alavên kevin hatiye avakirin werdigirt, û pê re dida û distand. Lê li hember vê helbestê, û gelek helbestên Hêmin Kurdaxî, divê xwener ji neçare di navbera lihevkirina hest û agehên xwe û heyama helbestê de ritmeke nû ji helbestê re peyda bike, da karibe wê werbigire, û xwe jî di helbestê de bibîne, û bibe hevpiþkê afirandina wê, nemaze gava tu dibînî, ku helbestvan gelek caran gotina xwe tewaw nake, belê radiweste, bê deng dimîne, û hinek xalan (…..) li peyhev rêz dike :

Weha direve…

Û hinek din jî… (rû 8)

Bûm lekeyeke avis ji heyaman

Û hê jî….      (rû 8)

 

Cerg dê karibin,

destanên volkanan

di pirtûkan de bixwînin

Û…..          (rû 9).

Eger ev rawestin û bêdengî di bingehên xwe kirike fîzîkî û biyologî ye pêwîst e, da helbesvan hulma xwe berde û bikþîne, û bêhna xwe vede, lê ne bê wateya zimanewanî û derbirînî ye, ji ber ku ev bêdengî, wek ku Jean Cohen (Can Kohên) dibêje, ne lalbûn e, belê ew nexwastina dengkirinê ye, ango ew jî cureyekî dengkirinê ye, lê karînên zimên hîngê li hember derbirîna hestan jar dibin, lewre helbestvan dest ji dengkirin û gotinê dikþîne, û rê li pêþ zimên li ser piþtê vekirî dihêle. Bi vî awayî, ev þûnên ku helbesvan vala dihêle, bêdengiya ku di hundir gewdeyê helbestê heye, nîþan dikin, û didine xuyakirin, ku ziman ji kar ketiye, û gelek wateyên din, ku li dervayî zimên in, di hundirê helbestê hene. Ev yeka jî berztirîn rûdawên helbesta hemdem û nûjen e, ji ber ku hêmanê pêjnê di helbestê de xurt dike, û ezmanê wê fireh dike.   

 

Ramana havîbûnê li ser Hêmin Kurdaxî weha destlatdar e,ku pirên helbestên wî vê ramanê werdigerînin, û bêtebatiya wî diyar dikin :

Xelkinooo !

Ka hûn li ku ne ?

We xewnên xwe

di hilmên bajarî de

ji bîr kirine

We ev kolanan xemgîn hiþtine.. ( rû 32 )

Pêre jî ritma helbestê, li gor pergala wî ya derûnî, ku dîla havîbûnê ye, di navbera hevokên pirsiyane re, hinekê lezok dibe, lewre tu dibînî ev nimûneyê jorîn bi wê banga diþewat ( Xelkinooo!) dest pê bûye, û pirsên wî, yên ne bendewarên bersiva ne, bi lez li pey hevdu herikîne, ku ji hêlekê de giraniya bîrîkirinê diyar dikin, û ji hêla din de jî didine xuyakirin, ku helbestvan ta çi radeyê, di bin zora havîbûnê de westiyaye. Ji ber vê jî her tim xwe davêje bextê bîrîkirinê:

Gelek çiya di hilmeke min de dijîn…

Deriyên koçkên tarî,

di paþ bijangên min de kutik kirî ne.

 

Hêmin Kurdaxî ne tenê taqeta xwe wedigerîne, belê di navbera wê banga dilþewat û herikîna pirsan re derdên gelek kesên, ku mîna wî ji ber havîbûnê dinalin, wên dike, û dide xuyakirin, ku havîbûn ji bo Kurdan mîna qedera herhe ye, ku li welatê xwe jî dîlên wê ne:

Toz…

Ne xudiyê malê ye

Ji ber lingên biçûk jî diqêjin

Ji ber vê jî

Nexþan li ser sîngên keviran dikolin

Sînorekî ji çawîran digerînin

Ma ne kevir jî bûne hevalên zordaran !

Lê ew jî wek me ne

Di dîwaran de diqîrin

Kevir…tîp…serê mar

Elfabeya pirsan, tîpên wek kevanan

Marên qut mîna destan

Kuçên ji hev dûr

Di nîvî de qoq û tûj

Ew jî wek me ne…diqîrin.

Em jî kevir in

Ji bo kuþtinê hatine avêtin

Ji bo jiyaneke bê ruh, li ciyê xwe ne

Pesnên xwe medin

Bila toz þiyar nebe

Bila ev kevir

ên ku, rojekê xwedayê we bûn

bi ser we de nebarin.     ( rû 33)

Hêmin kurdaxî, bi vî awayê çîrokî helbesta xwe ava dike, lê tenê çîrokbêjiyê (xeberdan, hewaldan, السرد) ji hêmanên çîrokê vedibjêre, û ritma helbestê li gorî herikîna vî hêmanî dihûne.

Ritma çîrokbêjiyê, wek hêmanekî hunerî, hin caran di navbera hevpeyvînê re lezok dibe, û hin caran jî di navbera lêkerên buhêrekê re lawaz dibe, lê çîrokbêjî li ba Hêmin pirê caran lêkerên nihokê dixebitîne, wek çawa di vî nimûneyê jorîn de xuya ye, ( diqêjin, dikolin, digerînin,diqîrin…) da ku du xemên wateyî û hunerî vêkra biderbirîne; Ji hêla wateyê de berdewamiya tirajîdiya havîbûnê numa dike, û ji hêla hunerî de jî lezbûna ritma çîrokbêjiyê bi alîkariya lêkerên niho û curbecuriya þêweyên axiftinê, çi pirsane bin û çi jî matmayî bin (Ma ne kevir jî bûne hevalên zordaran!),  diparêze.

Bi vî awayî ritma helbestê delameta ramanî jî distîne,wek çawa helbestvan û ramyarê elmanî Geothe (Gûtê) dibêje, ku ramana helbestî hunerî ye zindî bê ritme nîne, û ritme jî, li gorî boçûna rexnevanê Ereb M.sabir Ubeyd, ji bo derbirîna ramanan dibe bingeha sereke,ji ber ku  hîngê dikare giraniya taqeta hestewerî û agahî zor numa wergerîne.

Dêmek Hêmin Kurdaxî, ji dêvla nebûna kêþê, her berxwe dide, ku ritma helbestê, bi her awayî biparêze, lê mixabin hin caran hewildanên wî riya xwe þaþ dikin, û awaza helbestê ber bi awayê kevin de dikþînin, wek çawa di vî nimûneyê jêrîn de diyar e:

We ev kolan xemgîn hiþtine

Min jî ew

diyarî mijê kirine

Li deverên han

çend kevirên biçûk

xwe ji tozê daweþandine

Xwe dirêjî navên çawîran kirine.  ( rû 32,33 )

Evî nimûneyî, wek xuya ye, heft xêzên helbestî girtine, lê di bingeha xwe de çar hulm in, tu hest dikî ku helbestvan li dawiya her hulmekê bêhna xwe vedide, û hulma din di pey re tê, bê ku cudahî di navbera wê û ya beriya wê de hebe.

Û hin caran jî ji bîra dike, ku guvaþtin (تكثيـف ) berztirîn rûdawa helbesta pexþane ye, dikare hêmanê pêjnê di wê de xurt bike, û deriyên mijûliya ramyarî li gel wê, li pêþ xweneran, li ser piþtê veke. Lê Hêmin hin caran peyv û hevokên, ku wê pêjnê sar û lawaz dikin, dixebitîne, wek ku di vî nimûneyê jêrîn de xuyaye:

li ser eniya me hatiye nivîsîn ku em nikarin,

Zarokekî digirî bi kenandin bidin.   (rû 19)

Wek tê xuyakirin, nîvê vê hevokê ziyaneke giran bi ser hêmanê pêjnê de barandiye, ta radeya, ku ew ji kar xistiye, ji ber ku ( li ser eniya me hatiye nivîsîn ku ) rê li pêþ pêjnê girtiye.Bi ser de jî hebûna bihnokê, li dawiya xêza yekem, kurtrbêhnvedanekê nîþan dike,û nivisandina tîpa yekem ji xêza duwem,bi awayê girs,vê bêhnvedanê teqez dike. lê ew bêhnvedan di siyaqa bilêvkirina hevokê de nîne.Her weha eger gotina ( bikenînin ) li hemder ya ( digirî )ji dêvla ya ( bi kenandin bidin ) xebitandiba, tevgera ritmê jî birîndar nedibû.

Tevî vê û tevî hebûna hindek çewtiyên rêzimanî jî ez bawer im, ku Hêmin Kurdaxî, bi evê berhevoka xwe ya sêyem gaveke berbiçav di birêveçûna helbesta pexþane de ber pêþ de davêje, û þûna xwe di vê qadê de dadigire.

  

 

 

     

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org