Hunera helbestê - 1

 

 Heyder Omer                                

 

                                                       

 

 

 

 

 

Pêþgotin

 

Tevî ku rexne, wek têgeheke sanistî, an jî wek zanistekê di nava zanistên mirovane de, li ba hemî miletan gavên fireh ber bi pêþ de qevaztine lê li ba me gelekî jar e, ta radeya, ku mirov diþê bêje me rexne nas nekiriye, loma jî pirê guftugowên me stuyê evê têgehê badidin, û ji wateya wê ya zanistî bi derdixînin. Lewre jî gava rexnevanek berhemeke wêjevanekî me dide ber ronahiya rexnê, eger boçûnên wî li kêfa xwediyê berhemê nebanin, dinya bi serê wî de tê hilweþandin, û hemî sinçên mirovane dibine qurbana rika çewt û qerêj, ji ber ku rexne li ba me bi wateya pesnê, an birînkirinê tê fêmkirin.

Bi baweriya me ev helwesta çewt pirên rewþenbîr, helbestvan û nivîsevanên me, wek civaka me, ji çanda rexnê bê par dide xuyakirin, pêre jî bandûra xwe ya neyênî dikþîne ser tevayê wejeya me, û wê jar û qels dihêle.

Lê mebest û wateya peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî miletan tê xebitandin, ji wateya peyva criticism( kirîtîsîzm ), a zimanên ewrupî, ku ji lêkera krinein ( kirîneyn ) a Girîkan hatiye wergirtin. (Wek nimûne, bi zimanê îngilîzî (critic – kirîkîk), bi yê elmanî (kritik), bi yê firansizî (critique - kirîtîk) û  bi yê rûsî ( krîtîka ). 

Ev lêker di bingeha xwe de wateya biryar ( hukum ) an jî pûnijî dide, pêre jî, gava di meydana wêje de tê xebitandin, dikare bihayê (nerx) berhemeke wêjeyî diyar bike.

Rexnevanên Eُreban, li gor wateya lêkera Girîkan, peyva Enneqd ( El-neqd ) bi kar tînin. Ev peyva eُrebî, di zimanê wan de, wek ku di zimanê me de jî, wateya dirav ( pere ) dide. Lê çima rexnevanên eُreb wê bi wateya lêkera Girîkan dixebitînin?.

Ewana weha diçin, ku ev peyv dikare diravên rast ji yên sexte cuda bike, ango dikare, di meydana diravan de, biryarê ( hukum ) bide, ku ev pere rast e, û eva din jî sexte ye. Ev wate peyva eُrebî ji wateya lêkera Girîkan ve nêzîk dike, pêre jî diyar dibe, ku evê peyva eُrebî di zimanê wan de du wate hene; yek jê dirav e, û ya din, ku di meydana wêje de tê xebitandin, biryardayîn e, nerxandin e.

Eger mirov li pey wateya peyva biryar here, û wê vekolîne, em bawer im dê li dawiyê bigihîne wateya peyva  hukum û biha an nerxandin, ji ber ku ji hêlekê de biryar bi xwe hukmek e, û ji hêla din de ti biryara bê biha ( bê nerx ) nîne, çi ew nerxa bilind be, çi jî nizim û erzan be, pêre jî dê bigihîne wateya peyva pûnijî, ji ber ku her biryarek encama pûnijiyê ye.

Dêmek gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi wateya lêkera Girîkan, dixebitînin,hîngê mebesta me biryardan e, nerxandin e.Vê lomê em weha diçin, ku peyva kurdî ( nerx )an jî ( nirx ) dê di vê pergalê de ji peyva ( rexn ) rastir be, çimkê, ji hêlekê de, wek diyar e, peyva (nerx ) dikare wateya lêkera Girîkan û ya peyva zimanên ewrupî ( criticism ) di xwe de bicivîne, û ji hêla din de, peyva ( rexn ) a kurdî, eger (e) bi paþ wê nekeve, bilêvkirina her du tîpên (x, n) li pey hevdu gelekî giran dibe, û eger tîpa (n) bête avêtin, (rex) dimîne, û  wateya ( kêlek – kenar ) dide, pêre jî ji wateya lêkera Girîkan ve bi dûr dikeve.Bi baweriya me, tîpên evê peyvê bi pêþ û paþ hevdu ketine, pê re jî nerx bûye rexn.

Lê tevî vê baweriya me, em dê di vê xebata xwe de peyva ( rexn ) bi kar bînin, û vê boçûna xwe ya jorîn ji danustandin û gengeþeyên wêjeyî re bihêlin.û bidine pêþ zimanzanên me, da her du peyvan vekolin, belkî karibin vêkra bigihînin boçûneke yekta.

Ev lêkolîna me pirojeya karekî rexneyî ye, li kêlek hinek lêkolînên me mîna ( Helbest û civak, durvkirina demdarî û helbesta pexþane ) ku berê di kovar û malperan de hatine weþandin,berxwedide ku durvê helbestê û hêmanên huneriya wê bipelîne. Lewre jî dê giraniyê bide warê têorî, lê gava pêwîstî bi warê piratîkî, ji bo ravakirina hin boçûnan hebe, dê berxwebide, ku hinek nimûneyan ji helbesta kurdî bide ber ronahiya boçûnên rêbazên rexnê.

Lê wek çawa Kurd dibêjin goþt bê hestî nabe, em jî nikarin vê xebata xwe ji lekeyan biþûn, û bêjin ew karekî bê kêmasî ye, nemaze jî em dibînin, ku deriyê vê babetê, li ba me hîna kilîtkirî ye. Hêviya me ew e, ku hevalkarên rêzdar berxwe bidin, da, bi xebatên xwe,wan lekeyan ji vî karê me bidin alîkî, û þûna wan kêmasiyan teng bikin, belkî cefayên me hemiyan vêkra vê valahiya, ku di tevgera me ya wêjeyî de li ber çava ye, dagirin.

 

                                                                   1 / 7

 

                                     Helbest di navbera îlhamê û cefa de

 

 

Bê ku em dîroka helbestê, wek celebekî wêje, dubare bikin, em dikarin xwe bidin kêlek gelek dîroknivîs û rexnevanên wêje û helbestê, û weha biçin, ku helbest, li nik miletên, ku wêjeya wan ji roja zaroktiya wan de hatiye naskirin, di pêþiya pexþanê de bûye; ango helbest ji beriya pexþanê hatiya naskirin, Ji ber ku ew li ber dergehên zaroktiya miletan ji dayikê bûye, û ji wê demê de jî awayê nivisandina helbestê bûye mijara gelek danûstandinan, û gelek rexnevanan cefayên mezin, di vê babetê de, diyarî pirtûkxaneyên mirovaniyê kirine, û hîna jî dikin.Pêre jî diyar dibe, ku ewana her tim tiþtê, ku helbestê û pexþanê ji hevdu cuda dike, dipelînin.

Mixabin, pirên guftugowên, ku di vê mijarê de, li ser zibanên pirên helbestvanên me digerin, didine xuyakirin, ku haya wan ji evan cefayan tune ye, an kêm e, pêre jî xuya dibe, ku ewana weha diçin, ku kêþ, bi tenha, dikare helbestê û pexþanê ji hevdu cuda bike, û deriyê helbestê li pêþ her kesekî li ser piþtê veke, bi ser de jî hinek dibêjin: "Ma form ( durv ) dikare çi li helbestê zêde bike? " . Gelo ev yeka rast e?.

Bi rastî eger ev boçûn li cihine din de bête gotin, belkî bi hêsanî derbas bibe, bê ku bala mirov bikþîne, lê gava di meydana helbestê de tê gotin, gelek pirsên, ku li derdora zanîna xwediyê wê digerin, dilivîne.

Wek me berê gotiye, helbest celebekî wêjeyî kevn e, her weha ji wê kevinbûnê de jî bûye mijara rexnevanan.

Berî pêþî helbest li gel Ilhamê hate bestandin, û hate gotin, ku helbestvan li gel xwedayê huner ( muses ), ku li gor boçûna efsaneyên Girîkan, sîmbola wê îlhamê bû, têkildar e.

Efletûnê Girîk pirsek berda holê: Gelo îlham jêdera helbestê ye, an cefa?.Ilham jî li ba wî li gel xweda girêdayî ye. Lê li benda bersivên kesên din nema, belê ewî bersiva pirsa xwe da, û weha çû: Helbesta, ku jêdera wê ne îlham be, bê nerx dimîne, îlham dikare helbestvanan bixe pergaleke mîna pergala sofîtiyê û pêximberiyê, lewre jî cefa û xebat têra afirandina helbestê nakin, ji ber ku helbesta helbestvanê, ku hestên wî sar in, nikare hilkiþe asta ya hestên wî germ in.

Rexneya Romayê ya kevin di bin bandûra vê boçûna Efletûn de milxwar bû, û gelek rexnevanên wan, mîna Þîþron, Horas û ên din xwe dane kêlek boçûna Efletûn, û nerîna wî cûtin û dubare kirin.

Her weha gelek nivîsevan û helbestvanên çerxa raperîna Ewrupayê jî weha çûn, ku helbestvan xwediyê helwesta pîroz û derûna xwedayî û zîrekiya, ku ronahiya xweda wê dafirîne ye. Lê bi vê yekê tenê qayîl nebûn.   

Rexnevanên Eُreban yên kevin jî li gor vê boçûnê, gotin, ku her helbestvanekî þeytanek heye, hêza helbestiyê di wî helbestvanî de dafirîne (1), ango ewana jî helbestvanî xistin bin bandûra hêzeke veþartî, bêyî wê hêzê helbestvan nikare helbestê bafirîne.

Dêmek Efletûnê Girîk berî pêþî weha çû, ku helbesta nerxbiha berhema îlhamê ye, ji ber ku, wek ew dibîne, cefa bi tenha nikare helbestê bafirîne (2). Lê tevî vê boçûna wî, ku giraniyê nade cefayan, belê tenê bi lez rola wan nîþan dike, mirov nikare çavên xwe li hember wê rolê damirîne; ango helbest, li gor boçûna Eflatûn, berhhema îlhamê ye, lê hinek cefa jî divê, da naveroka îlhamê wergerîne.

Lê di pey Eflatûn re, þagirtê wî Erîstotalîs hat, û nerîneke eþkera diyar kir, tevî ku ewî jî, li gor mamostê xwe, naveroka civakî û perwerdeyî ya helbestê teqez kir, lê ewî rola cefa ji ya îlhamê, ne tenê, kêmtir nekir, lê bi ser de jî îlhamê ewqas bala wî nekiþand, ji ber ku rûdawên helbestê bala wî kiþandin,pêre jî ewî riyeke din, di penava þirovekirina helbestê de qelaþt. Lewre jî ewî zagon û usûlên hunerî, û bandûra wan, ku helbest li gor wan tê afirandin, pelandin, û pêre Eflatûn û Erîstotalîs, di meydana rexna helbestê de, bûne du nûnerên du rêgayan, ku heya vê çexa nû têne gengeþekirin, û bersiva wê pirsê dipelînin: Gelo afirandina helbestê giraniyê dide îlhamê an dide kar û cefayê helbestvan?!.

Evî cefayê, ku Efletûn rola wî bi lez nîþan dike, û Erîstotalîs wî gelekî biha dinerxîne, bala nivîsevan û rexnevanên çerxa raperîna Ewrupayê kiþand, ewana jî ew zor bilind nerxandin, û weha çûn, ku afirandina helbestê gelek cefa û kar jê re divên (3).

Wek ku me li jor gotiye, gelek ramanbîr û fîlozofên Romayê, û nivîsevan û helbestvanên çerxa raperîna Ewrupayê bûbûne dîlên beþê yekem ( îlham ) yê  boçûnên Eflatûn, û ew cûtin,lê nivîsevanên çerxa raperîna Ewrupayê rola kar û cefayê helbestvan ji bîra nekirin, ta ku ewana gîhane çerxa 17ê, ku rêbaza kilasîk destlatdar bûye (4), hîngê felsefa Erîstotalîs li ba kilasîkan deslatdar bû, û rexnevanên wê demê bûne meldarên nerîna wî, û cefa û karê helbestvan, di endizyariya helbestê de bala wan zor kiþand, û ewana þeweyê derbirina helbestî pelandin.

Di pey wan re romantîk hatin, û careke din boçûna Eflatûn ( helbest berhema îlhamê ye ) vejandin, û helbest ji bin sîbera hiþ ber bi sîbera hestan bi tenha de kiþandin, û weha çûn, ku îlham û paþhestan (bêageh) kaniya helbestê ye, ji ber ku ewana mêldarên xweyîtiya mirov bûn,  ew gelekî biha dinerxandin, û hest didane pêþiya hiþ. Lê tevî vê yekê jî gelek helbesvanên wan, ku rexnevan bûn, nerxê îlhamê kêmtir dikirin, wek çawa helbestvan û rexnevanê emerîkî Êdgar Alan Po dibêje, ku pozbilindiya helbestvanan rê nedida wan, ku lixwenin, ka çiqas cefa di ber afirandina helbestê de dikþînin, ewana wî cefayî nîþan nakin, da kesên din bidin qayîlkirin, ku ewana îlhamdar in, û helbesta wan jî berhema wê îlhamê ye.

Her weha her du helbestvanên firansî Bodlêr û yê îngilîzî Spîndar yê hemdem, xwe dane kêlek Ê. A. Po, û bûne hevalên boçûnên wî.

Bodlêr weha diçe, ku divê helbestvan destlatdarê helbestê be, rê nede wê ku destlatdarê wî be, da zanîn, hiþyarî, aramî û rastiya hunerî di helbesta xwe de bicivîne, û bikaribe li ser wateyan û derbirina wan destlatdar be.

Her weha Spîndar jî weha diçe, ku cefa di helbestê de her tiþt e, belkî ev cefa rojekê, çend hefteyan, an çend mehan bidome, ta ku bête xuyakirin, ku helbest di tevaya vê demê de, ji xwe berê hatiye nivisandin.

Ji vebriqandina ramana yekemîn bi þûnda çi rola îlhamê namîne. Di dû vebriqandina ramana yekemîn re rola  karînên helbestvan dest pê dike, ku bikaribe wan wateyan bi cefa û derbirina xwe bike helbest.(5).

Bi ser de jî rexnevanê eُreb Teysîr Þêx El-Erd weha diçe, ku raman bi awayê tewaw venabiriqe, belê ew beriya, ku bi derkeve meydanê,her tim dubare dibe, da ew û xebata helbestvan ya zimanewanî û kêþesaiyê li hevdu bibanin (6).

Kiroçê jî para xwe kiriye vê babetê, û îlham þirovekiriye, lê ji çarçewa ewan rexnevanên jor bi dûr de neçûye. Ewî jî rola cefayê helbestvan di dûzankirina berhema îlhamê de zor biha nerxandiye, û weha çûye, ku gelek cefa divêye, da helbestvan bikaribe bermayê îlhamê, ku bi xwe nehênî ye, bi derxîne, û bike helbest, pêre jî gîhaye wê baweriyê, ku eger îlham kaniya zîrekiyê ye, zîrekî, di  meydana helbestê de, wateya karîna hunerî distîne.

Lê piþtî ku zanyarên derûnî tiliya xwe didine ser devera paþhestan (bêageh), nemaze jî piþtî derçûna pirtûka Sîgmond Firoyd ( Cîhana xewnan ) sala 1900î, pirsgirêka îlhamê pirtir ber bi warê zanistî de tê kiþandin, ji ber ku cîhana paþhestan, li nik wan, þûna îlhamê distîne,û nerînên rexnevanan jî têne guhertin, û giraniyê didine cefa û xebata helbestvanan.

Bi vî awayî, sayî tê xuyakirin, ku ewan rexnevanên, ku di meydana helbestê de, giranî dane îlhamî, ji Efletûn de bigir, ta digihînî Kiroçê, nikarîbûn rola cefayê helbestvan di endizyariya helbestê de tune bikirana.

Eger em bipirsin, gelo mebesta wan ji cefa çî ye, em bawer in, ku mirov dikare, bê dudilî, bibêje, ku cefa wateya xebat û karê helbestvan di avakirin û endizyariya helbestê de, nîþan dike; ango me ber bi pelandina durvê ( form ) wê de; ber bi alavên hunerî, ku helbestvan ji bo avakirina wî durvî dixebitîne de, dikþîne; ev cefa jî ne tenê hilbijartina kêþa ye, belkî mirov bikaribe bêje, ku kêþ hêsantirîn beþê wî be, ji ber ku kêþ, bi xwe, bermayên kesine dine, û ji beriya helbestvan hatine afirandin, ew dikare, bê cefa, rahêje wan.

Cefa, wek me berê gotibû wateya kar û xebata helbestvan distîne, awayê ristin û avakirina helbestê distîne; ango hestên ku helbestvan bi wan hestedar e, ji xwe berê nabine helbest, belê divê ew hestan bi awakî bêne wergerandin û organîzekirn, ev awa þêweyê derbirina helbestî ye, awayê avakirina durvê helbestê ye.

Rexnevanê Eُreb Teysîr Þêx El-erd weha diçe, ku sê istûnên derbirina hunerî hene, ew jî ev in: Pergala wijdanî ya hunermend, karîna wî ya hunerî, û þêweyê wî yê taybet, ku dikare pê li ser xebata xwe ya hunerî destlatdar be, û pêde diçe, û dibêje, karîna hunerî di xebitandina alavên hunerî û ciwanî de tê xuyakirin, ku hunermend çawan dikare pergala xwe ya wijdanî bi alîkariya wan alavan bide diyarkirin, û wê pergala hestewerî ( agehî ) derbas hundirê derbirina hunerî bike (7).

Wek çawa koma keviran ji xwe berê nabine avahiyeke ciwan, belê gelek metiryalên din divên, da avahiyeke ciwan û tewaw ji wan hemiyan, bi zanîn û xebata avakerê jîrek qulafetê xwe yê dawî bistîne, weha jî koma gotin û peyvan nikarin ji xwe berê bibine karekî hunerî ye xweser. Lewre jî rexnevanan her tim alavlên derbirina hunerî û avakirina helbestê pelandine.

 

                                         *****                 ***              *****

                                                                                                                     

Jêder û çavkanî:

(1) Biner: Dr. Mihemed Xuneymî Hilal:Rexneya wêjeyî ye nû. Bi zimanê eُrebî, Bêrût 1987, rû 345,346.

(2) Jêdera berê, rû 347.

(3) Jêdera berê, rû 348.

(4) Biner: Dr. M. X. Hilal: Romantîk. Bi zimanê eُrebî. Bêrût 1973, rû 11- 30.

(5) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nu. Bi zimanê eُrebî, rû 349.

(6) T. Þêx El-Erd: Pelandina bingeha huneran. Bi zimanê eُrebî. Weþanên hevgirtina nivîsevanên Eُreb, nimra çapê nediyar e, Þam 1991, rû 223.

(7) Jêdera berê, rû 203.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org