Hunera helbestê
 2 / 7

Alavên derbirin û avakirina helbestê

 

1. Ziman

 

Heyder Omer

 

Zimanê helbestê ji zû de bala Erîstotalîs kiþandibû, lewre jî ew li ba þêweyê derbirinê rawestiya, û berî pêþî, li gor felsefeya xwe weha çû; tevî ku þêwe ji rastiyê û mecazê peyda dibe, lê  bawerkirin delameta wî ye (1). Evê yekê ew ber bi nîþankirina rûdawên þêwe de kiþand.

Baþbûna þêwe, bi baweriya wî, yekemîna wan rûdawa ye, ku divê peyvên, ku têne xebitandin, yek alî bin, ango wateyeke numa hilgirin, û þûnên xwe yên rast di hevokê de bistînin, da bikaribin wateyên, ku helbestvan dixwaze bigihîne xwêneran, diyar bikin, ji ber ku hevok tenê hîngê sûdar in.

Eger mirov vê hevoka Cegerxwîn, wek nimûne, bide ber boçûna Erîstatolîs, dê bighîne wê baweriyê, ku nerastiya xebitandina peyvan bûye sedema nesayîbûna wateya wê, Cegerxwîn dibêje:

Pir þêrînê, nazenînê

Kuþtime wê ez bi dînê

Dêm ji þana hingivînê

             Dil ji min bir ahî dil (2).

Peyva ( þêrîn) di bingeha xwe de rengdêr e ( sîfe), lê hin caran wek navê mirov jî bi kar tê, û keçek pê tête navandin. Peyva (pir) ew li vî cihî di bingeha wê de hêþtiye; ango Cegerxwîn ew wek rengdêrekê xebitandiye. Ev yeka hebûna (ê)yê li dawiya peyva (þêrîn) rast nabîne, ji ber ku ev (ê)ya tenê li du cihan bi paþ vê peyvê dikeve; carekê dema ku wek navê mirov bi kar tê, û cara din, dema ew wek rengdêra, ku þûna nêv distîne, û mirov bangê lê dike, bi kar tê. Eger Cegerxwîn bangê li wê dike, divyabû di xêza duwem de ( te ) li þûna ( wê ) bi kar baniya. Hîngê mirov diþê bêje ( Þêrînê !), lê li ba Cegerxwîn, di vê nimûyê jorîn de, divê ev (ê) jê bête avêtin, û (e)ya, ku lêkera bûyînê ye, þûna wê bistîne, û bête gotin ( Pir þêrîn e, nazenîn e).

Dîsan ewî, di vî nimûneyê jêrîn de, ji bo xatirê rêzbendê, qirika peyvê badayî, û li þûna ( hatî) gotiye ( hatê ):

Kaniya ava heyatê

Þeker qend û nebatê

Wey li ser çavê me hatê

              Dil ji min bir ahî dil. (3)

Her weha Cegerxwîn di vê helbesta xwe de, pirê caran ji bo xatirê kêþê û rêzbendê peyvên þûn-negirtî bi kar tîne, pêre jî hem þêweyê derbirinê qels û jar dibe, û hem jî ciwaniya wêneyê helbestî birîndar bibe, wek çawa peyva ( das) di vî nimûneyê jêrîn de gunehkariyê li ciwaniya keçikê dike, û wêneyê helbestî diçelmisîne, û peyva ( taqsê ) jî bê delamet, di hevokê de, þûnê distîne, ji ber ku xweristiya ( þerbetê ) wateya ( tasê an berdaxê ) bi xwe re tîne:

Ebriwên wek heyv û dasê

Bejn û bala serw û asê

Da me þerbet wê bi tasê

         Dil ji min bir ahî dil.(4)

Dêmek, li gor boçûnên kilasîkan, divê haya helbestvan ji rûdaw û sînorên peyvan hebe, da her yekê di þûna rast de bixebitîne, da wateya wan zelal be, û bikaribe wekheviya hevok û wateyan biparêze.

Rexneya kilasîk, ku felsefa Erîstotalîs bingeha wê ye, wekheviya hevok û wateyan zor biha dinerxîne. Evê yêkê li ba rewanbêjiyên Eُreb deng zor bilind veda, û ewana weha çûn,ku divê axiftin li gor pergala, ku tê de tê gotin be;( Mutabeqetul kelam lî muqteda elhal ), ji ber ku eger þêwe ne rava be, nikare evê delametê bi cih bîne, lewre jî Erîstotalîs ravabûna þêwe wek berztirîn mercên serkeftina wî dinerxîne; ango divê wateyên peyvan ji hiþan ve zêzîk bin, xwêner bi hêsanî di wan wateyan bigihîne, bê ku her car ji neçare vegere ferhengan, wateyên peyvan bipelîne. Lê Erîstotalîs di meydana helbestê de xebitandina mecazê jî bi ser wan merc û rûdawên þêwe de zêde dike.

 Kilasîkan jî di dû wî re ev rûdawên þêwe teqez kirine, û durvê helbestê li gor wan pîvanan sînor kirine.

Dêmek pîvanên kilasîkan ne tenê kêþ e, belê bi ser de jî ziman, peyvên bijarte û hêzdar, ravabûna ( eþkere ) hevokan, wekheviya hevok û wateyan, û serdestiya hiþ in, ku hemî vêkra ji bo avakirina durvê helbestê têne xebitandin; evî durvê, ku bala hemî rêbazên rexnê kiþandiye, ta ku birnasiyê, û sîmbolîzmê durvê helbestî wek yekemîn jêdera bihayê helbestê dane nasîn.

Her weha tê xuyakirin, tevî ku rexneya îro hinek ji wan pîvanên kilasîkan dane paþ xwe, û lê neguhdar e, lê bi rastî hinek ji wan pîvanan, hîna jî, lê bi awayine din, û li gor têgihîstina çerxên curbecur,li ba rexnevanan balkêþ in, nemaze jî ziman, awaz û pêjna peyvan.

Hest û ageh meydana helbestê ne; ango helbestvan hestên xwe di riya helbestê re dike der, û digihîne xwêneran, ev yeka ne bê mebest e, eger mebestek nebê, û helbestvan ber bi derkirina wan hestan de nekþîne, ku wan bigihîne xwêneran, da hestên mîna yên xwe li ba xwêneran jî bilivîne, helbestvan hîngê nabe hewcedarê nivisandina helbestê . Lê eger mebesta wî ew be, ku hestên xwe bigihîne xwêneran, û hestên wan jî bilivîne,û wan bikþîne hundir heyama derûnî, ku li ser afirandina helbesta wî destlatdar bû, divê ew alavên hunerî bipelîne, û derbirina xwe li wan alavan siwar bike, ji ber ku tenê ew alavan dikarin, bi hevpiþkiya awazê, hestên xwêneran bilivînin, û wan jî bixin hundirê heyama derûnî, ku helbesvan pê hestedar e.

Lewre jî zimanê helbestê her tim bala rexnevanan kiþandiye.Tevî ku her çerxeke wêjeyî nerînek cuda di vê penavê de heye, lê em bawer in, ku hemî vêkra weha diçin, ku zimanê helbestê zimanê hestan e, û yê pexþanê zimanê hiþ e. Mebesta pexþanê ew e, ku ramanên nivîsevan, bi awayê numa, bigihîne xwendevanan, lewre hevokên wê sayî û yekser in, xwendevan bê cefayê giran di wateyên wan digihîne. Lê helbestvan xwe bi ser hestên xwe de pal dide, çawan bi xwe û bi derdora xwe diheste, çawan bi wan hestan re dide û distîne, û çawan dixwaze wan hestan, bi awayê hunerî, û bi zimanê, ku tevde wêneyên hunerî ne, bi derxîne.

Peyv û hevok, di helbestê de, bi mebesta afirandina wêneyên pêjindar têne bi kar anîn. Da em cudahiya, ku di navbera zimanê helbestê û yê pexþanê de heye, binasin, ka em li meþê û semayê binerin; gava mirov dimeþe, ew ber bi armancekê de diçe; ango mebesta wî ew e, ku bigihîne cihekî. Ev armanc li ser ritma (إيـقـاع )gavên wî destlatdar e, ku awayê gavên wî organîze dike ta ew digihîne wê armanca xwe, lê di semayê de, tevî ku gewdeyê xwe, tev hemî wan beþên gewde, ku di meþê de xebitandine, dixebitîne, lê rista tevgeran armanca wî ye, da bikaribe ciwaniya wan tevgeran diyar bike.

Dêmek, tevî ku ziman, ji bo pexþanê û helbestê, alava bingehîn e, mirov dikare weha biçe, ku mebesta zimên li ba her yekê ji wan, cuda ye, lewre rexnevanên nû weha diçin,ku divê zimanê helbestê guvaþtî (مكثـَّف ) be, pêjindar ( إيحائي ) be.

Zimanê guvaþtî çi wate heye?. Mebesta rexnevanan ji vê têrmê ew e, ku divê helbestvan, heya jê tê, xwe ji peyvên bê sûd bi dûr de bixe, ew peyvan durv û gewedeyê helbestê, bê sûd, dirêj dikin, û pirê caran aferînê qels dikin. Eger em li vî nimûneyê jêrîn binerin, dê mebesta me zor numa bête xuyakirin. M. Hemo di helbesteke xwe de dibêje:

Zîndanek çendî reþ be 

ji qesrk kole geþtir e!. 

Zîndanek çendî teng be  

ji komarek bindest ferehtir e!. (5)

Zîndan, di bîriya mirovaniyê de, her reþ û teng e. ango, gava mirov vê peyvê dibihîse, tarî û tengahî yekser li pêþ çavan diyar dibin, û bêhna wî ditengije, lewre jî pêwîstî bi xebitandina rengdêrên "reþ û teng" li kêlek peyva "zîndan" nîne. Bikaranîna wan rengdêran giyanê  wêneyê helbestî çelmisandiye, û rê nedaye dijberan ( zîndan – qesr ). ( teng – fereh ) ku bikaribin hêmanê havîbûn (الغرابة), matmayînê ( الدهـشة ) û niþkaviyê ( الفجائية ) di wî de bicivînin. Her weha her du rengdêrên ( bilind û fere ) li kêlek ( zozan û deþt ) ne tenê bê sûde ne, lê ziyan jî gihandine ziman û avakirina wêneyê helbestî, ku peyva (dil) gelekî berxwe dide, da wê ziyanê kêmtir bike:

Zozanên dil blind in 

deþt fere ne. (6)

Her weha ev rexnevan têrma þimitandina peyvan (انزياح, înziyah) dixebitînin, ango zimanê helbestê bi wateyên ferhengî nayête sînorkirin, belê ev cure-ziman asoyên peyvan fireh dike, çimkê peyv û gotin bi mebesta afirandina wêneyên pêjindar di helbestê de têne bi kar anîn, ji ber ku helbestvan hewldide da bi zimanê wênekêþiyê baxife, û peyv û hevokên xwe  bi wê armancê bixebitîne.Ev cureyê derbirinê giyanê helbestê ye.

Eger careke din em vegerin ba revnevanên pêþî, dîsan em dê bibînin, ku ewana jî tiliya xwe dabûne ser xaleke giring. Tevî ku helbest û pexþan li ba wan bi hebûn û nebûna kêþê û rêzbendê ji hevdu cuda dibûn, belê ewana helbesta hînkarî, ku xwedî kêþ û rêzbend e jî, bi carekê wek helbest nepejirandin. Elfiya ( hezarmalikiya ) Ibin malik, di wêjeya erebî de, nimûneyekî navdar e; evê berhema, ku hezar malikên wê hene, hemî rêbazên rêzimana erebî di xwe de civandine, û bi awayê helbestî, ango bi kêþ û rêzbend hatiye ristin, lê rojekê ji rojan þûna xwe di qada helbesta eُrebî nedîtiye, ji ber ku zimanê wê ji yê helbestê cuda ye,peyvên û hevokên wê naþimitin,nikarin wêneyên hunerî  ava bikin, lewre zimanê wê nikare hestan bilivîne, pêre jî ji giyanê helbestî bi dûr de dimînin.

Bi ser de jî hinek rexnevanên din, di penava zimanê helbestî de, têrma bêdengiya zimanewanî bi kar tînin, û du cureyên wê ( zimanê vekirî, û yê sînorkirî ), ku di sê astayan re diyar dibin, nîþan dikin:

a. Xalên, ku li dawiya xêza helbestî, têne rêzkirin: Ziman di vî astayî de, vekirî ye, ku keys li pêþ xwêner peyda dibe, da texmîn bike, ka çi li þûna wan xalan heye.Hêmen Kurdaxî dibêje:

Em rengan bi darve dikin.

Em perwanan diþewitînin.

Em gulan diquriçînin.

Em helbestan diçirînin.

Em zarokan diçerpînin.

Em….

….

….

Em welatan ava dikin.(7)

Weha diyar e, ku H. Kurdaxî di vî perçê helbestê de civaka xwe zor giran rexne dike, gelek rûdawên kar û xebata wê, yên ku nikarin bibine riya bidestxistina hêvî û armanca, ku pê dirame, tîne pêþ çavan, lê gava ziman li ba wî ji hêz dikeve, ew bê deng dimîne, pêre jî keys li pêþ xwêner vedibe, da ew wê valahiyê dagre.

b. Xêzeke kurt li pêþiya xêza helbestî tê danîn: Ziman di vî astayî de, bi peyvekê, sînorkirî ye, wateya wê ew e, ku hevpeyvîner hatiye guhertin. Ehmed Huseynî dibêje:

- Kê av çêkiriye?

Xalê te cewdikê avê ji newqa xwe vedike

û li te dizêvire:

- Ji hêrsên me kurê min, ji hêrsên me!.(8)

c. Li pêþî an dawiya xêza helbestî bihnokek tê danîn, û nivîsîna wê xêzê bi dawî dibe: Eger pêþiya xêza helbestî vala be, ziman hîngê bi hevokekê sînorkirî ye, ango tenê hevokek li wê þûna vala heye, lê eger dawiya xêzê vala be, ziman hîngê vekirî ye. Hêmen Kurdaxî dibêje:

Her ku dixwaze

lêvan biramûsim,

dibêje:

"De ka helbestekê

Ji min re

Bixwîne".(9)

Bihnoka, ku li dawiya xêza duwem hatiye danîn, ne ji xwe berê ye, belê wateya xwe heye, lê fersendê ji xwêner dihêle, da ew texmîn bike, û bibe hevpiþkê ristina helbestê.

Ev valahî li ba wan rexnevanan, rûdaweke helbesta hemdem e, bêdengiya, ku di hundir gewdeyê helbestê de heye, werdigerîne, û dide xuyakirin, ku ziman hîngê ji hêz ketiye, bê kar mayî, nikar bikeve hundirê taqetê (tecrûbê), ew hundirê ku li dervayê karînên zimên di bin destalta bêdengiyê de dimîne.

Ew rexnevanan weha diçin, ku helbestvan, bi vî awayî, xwênerê xwe jî bi xwe re hem dike hevpiþkê aferînê, û hem jî yê diyarkirina wateyên deqê helbestê û armancên wê, ku ew valahî zîmbola wan e.

Ji vê bi þûnda, ziman di helbestê de, wek ku helbestvanê Eُreb, yê navdar, Edonîs dibêje, derbas pergaleke dîtir dibe, ji ber ku hîngê ew dibe gotin.

Gotin û ziman ji hevdu cudan e, heyîna zimên li pêþ ya helbestvan e, ango helbestvan zimanê, ku beriya wî hebûye dikxbitîne, ew zimên venabjêre, tenê radihêje tiþtekî, ku beriya wî hebûye, tiþtê heye bi kar tîne. Lê helbestvan ji berî helbestê heye, lewre jî ew gotinên helbestê vedibjêre, ango awayên nivîsînê vedibjêre, û gotinê bi kar tîne. Her kesek zimên dizane, û dinase, ji ber ku ew tiþtekî, ku li ber destên hemî kesan e, lê gotin û awayê avakirina hevokan tiþtekî din e, afirandina hevok û þêweyekî nû ye, ku li ba kesên din ne nas e, lê li gel kesayetiya aferîner bestandî ye, lewre jî tê gotin ku þêweyê derbirinê neynika kesayetiya xwediyê xwe ye. Edonîs,bi vê boçûnê, xwe dide kêlek nerîna Bodlêr, û helbesvan li ba wî jî wek destlatdarê helbestê tê xuyakirin.

                                                      *****          ***          *****

Jêder û çavkanî:

 

(1) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 114.

(2,3) Cegerxwîn: Kîme ez.Çapa sêyem,weþanên Avesta 151, Istanbul 2003, rû 230.

(4) Cegerxwîn: Jêdera berê, rû 232.

(5) H. Hemo: Di kûraniya vê riyê de. Helbest. Çapa yekem, Silêmanî, Baþûrê Kurdistanê 2004, rû 45.

(6) Jêdera berê, rû 77.

(7) Hêmen Kurdaxî: Çêroka neynûkên þikestî. Helbest. Çapa yekem, çapxana Babol Druck , Köln, Elmanya, rû 49.

(8) E. Huseynî: Bazbend, Kewname. Helbest. Çapa yekem, weþanên Apecê, Stockholm 1999, rû 76.

(9) Hêmen Kurdaxî: Jêdera berê, rû 45.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org