|
Hunera
helbestê Alavên
derbirin û avakirina helbestê 2.
Wêneyê helbestî Heyder Omer Têrm: Gava mirov dixwaze evê têrma hanê
( wêneyê helbestî ) vekole, dê ji neçare ji mecazê de dest pê bike,
ji ber ku mecaz bingeha wê ye. Li gor boçûna Erîstotalîs, ku heya îro
sûdar e, mecaz ew e, ku navê tiþtekî ji bo tiþtekî din tê bi kar-anîn
(1), an peyvek wateya xwe dihêle,û
yeke din distîne.
Danasîna mecazê, bi vî awayî, dide xuyakirin, ku ew wekhevkirin e ( teþbîh ), lê ji wateya îstîaُreyê ve jî gelekî nêzîk e. Lê tevî vê jî mirov ji nimûneyên, ku Erîstotalîs pêþkêþ dike, têdigihîne, ku mebesta wî derbirina, ku rastiya sade derbas dike ye. Dêmek, wêne li ba wî wekhevkirin e, û ji îstîaُreyê ve nêzîk e , çimkê eger mirov bêje ( Heso wek þêrekî diqîre), hîngê wêneyê hunerî bi wekhevkirina tewaw tê navandin, lê eger qîrîna Heso bibhîse,û bêje ( tu dibêjî qey þêr diqîre ) hîngê wêneyê hunerî bi îstîaُreyê tê navandin. Lê wateya wêne, wek têrmeke hunerî, ewê danasînê derbas dike, û çarçewa wê li ba birnasiyan, wek nimûne, firehtir dibe, ji ber ku ewana bê dudilî weha diçin, ku wêneyê helbestî hem wekhevkirin e, û hem îstîaُre ye, û hem jî hemî cureyên derbirinê ye, yên dikarin têkiliya wekhevbûnê di navbera tiþtan de diyar bikin. Wateya têrma (Wêne) li ba wan fireh dibe, û weha diçin, ku wêne aferîn e, ev aferîn ne tenê berhema wekhevkirinê ye, belê ew ji nêzîk-kirina du tiþtên, ji hevdu dûr in, peyda dibe, û her çiqasî têkildariya, ku di navbera wan her du tiþtan de heye, dûr û jar be, ewqas jî wêne hukardar dibe, ber bi helbestiyê de diçe, û ciwaniya xwe teqez dike. Ev boçûna wan du rûdawên wêne
diyar dike, yek ji wan ew e, ku wêne di çarçewa wekhekirinê de namîne,
û ya din jî ew e, ku wêne aferînek e, ku berhema hiþ e, lê surylîzman
warê derûnî yê wêne gelekî biha nerxandin, û weha çûn, ku wêne ne
berhema cefayê hiþyarî ye, lewre jî ewana bandûra bêageh (laþiûr
لاشعور
) li ser berhema wêjeyî û wênyên helbestî zor bilind nerxandin.(2). Bi vî awayî rê li pêþ
hemdemiyan vebû, ku têrma wêne firehtir bibe, û wkhevkirin, îstîaُreyê, sîmbolan, û macaza tewaw
(mursel), ku li ser têkildariya cînartiya du tiþtan ava dibe, jî di xwe
de bicivîne. Lê gelek rexnevanan ev yeka nepjirandin, û weha çûn, ku
mecaza tewaw bê nerxê ciwanî ye, lewre jî nikare þûna xwe di meydana wêneyê
hunerî de bibîne. Gava mebesta te av be, û tu bêjî
( min du berdax vexwarin), ma vê gotinê dê çi nerxê ciwanî
hebe?!.(3) Ew rexnevanan weha diçin, ku raste,gava peyv, di mecaza tewaw de jî, diþimitin û wateyine din distînin, lê ew wateyan zû û bê cefa li pêþ xwêner diyar dibin, ji ber ku têkildariya wateya nû li gela ya berê gelekî numa ye, wek nimûne; têkildariya berdaxê û avê, li gel hevdu gelekî numa ye, lewre jî eger mirov bêje ( min berdaxek vexwar ) yekser av yan jî þerap tê bîra me, pêre jî ev gotin bê nerxê ciwanî dinmîne, û mecaza tewaw ji meydana wêneyê hunerî tê avêtin. Giringiya
wêneyê helbestî: Weha tê xuyakirin, ku wêneyê
hunerî helbestî ji zû de bala rexnevanan kiþandiye, ewana bingeha wî
vekolane, û çarçewa wî jî firehtir kirinê, pêre jî xuya dibe, ku
ewna pîvana kilasîkan, ku wekheviya
hevok û wateyan gelekî biha dinerxand, bi paþ xwe de davêjin, û þimitandina
peyvan bi kar tînin, da bigihînin vê boçûna, ku dibêje: Wênekêþî
serkeftirîn alava avakirina helbestê ye. Bi rastî jî, eger em li nimûneya xwe ya berê ( meþ û sema ) vegerin, em diþên bêjin,ku ciwaniya wêneyê hunerî, di helbestê de, þûna ciwaniya tevgeran di semayê de, distîne. Ji ber vê yekê rexnevanên wêje weha diçin, ku helbesta bê wêne ne helbest e (4), bi ser de jî Goyo tevayê aferînê li gel wênekêþiya zimanewanî dibestîne (5), û hinek jî dibêjin, ku wêne û xebitandina wêneyan dikarin helbestvanan ji hevdu cuda bikin (6). Gelo wêneyê hunerî çi metirsî û giranî heye, da bi vî awayî bête nerxnadin?. Eger em bala xwe bidin mirovê, ku daxife, em dê bibînin axiftina wî bi peyvan tenê qayîl nabe, belê pirê caran dest, çav, birih û rûwê wî, li kêlek peyvan, ango zimên,para xwe dixine axiftinê, ta ku em diþên bêjin: Mirov li kêlek zimên zimanekî din dixebitîne, em dikarin evî zimanê din bi "zimanê nîþanan" binavînin. Gelo çima mirov zimanê nîþanan li kêlek yê normal, ku peyv alava wî ye, bi kar tîne?. Ma ev yeka nade xuyakirin, ku ziman pirê caran li hember hilgirtina hestên mirov lawaz dikeve, lewre jî ew ji neçare xwe bi ser zimanê nîþanan de pal dide?. Belê… Zimanê nîþanan ewqas giring û sûdar e, ku dibe alîkarê zimanan da bikaribin hest, û her tiþtên, ku mirov di hundirê xwe de, pê hestedar e, bigihîne guhdaran. Her weha gava nivîsîn di destên mirov de dibe alava derbirinê, dîsan karînên zimên, wek me li jor jî diyar kiribû, hinek caran li hember hilgirtina hestên wî qels dibin(7), lê vê carê, mirov li þûna zimanê nîþanan, hewcedarê derbirina hunerî ye, da hestên xwe numa bike, û bigihîne xwêneran. Pêre jî giringî û metirsiya vî cureyê derbirinê, ku xwe bi ser wêneyên hunerî de pal dide, têne xuyakirin. Helbest
bilindtirîn cureyên wêjeya guhêzî ( xeyalî ) ye, bi ser de jî guhêz
gewherê jiyana wêje ye (8),
ango ew hêmanê wê yê tewrî
giring û nerxbiha ye, wêne jî yekemîn berhema guhêza helbestê ye. Bi vî
awayî, mirov diþê bêje, ku helbest, ne tenê mîna wênekêþiyê ye,
belê ew wênekêþî bi xwe ye. Ev
boçûna jorîn, yekemîn car li ba Horas diyar bû, di dû wî re jî bû rêbaza
rexneya wêjeyî li ba rexnevanên çerxa raperîna Ewrupayê, yên weha diçûn,
ku divê hemî hêmanên serkeftina wênekêþiyê di helbestê de
bêne xebitandin,da bibine sedema serkeftina wê jî. Dîroka
têkildariya helbestê li gel wênekêþiyê, an hevgirêdana herduwan li
gel hevdu gelekî kevn e. Roja ku mirov xwe naskir, û xwast hundirê derûna
xwe bide der, rahiþte wênekêþiyê, û wek alava derbirinê xebitand.
Efletûn jî ji zû de tiliya xwe daye ser vê yekê, û weha çûye, ku tenê
wêneyên, ku helbestvan û wênekêþ
dafirînin, balan dikþînin (9),
û Erîtotalîs di pe wî re
hat, nerxê wêneyê hunerî bilidtir kir, û weha çû, ku mirov bê wêne
nikare birame (10). Dêmek
bihayê wêneyê hunerî ji zû de hatiye nîþankirin, ku ew istûnê
navend e, ku bingeha helbestê li ser ava dibe (11). Çima evan rexnevanan wêne ewqas bilind û biha nerxandine?. Çima hebûna wêneyan di helbestê de ewqas pêwîst bûye?. Rexnevan Hirbirt Rîd bersivê dide, ku tenê tiþtek dikare behreya helbestî û helbestiyê bipîve û nîþan bike, ew jî xebitandin û avakirina wêneyên hunerî ye, gewrebûn û negewrebûna helbestvanan bi wêneyan û hêza wan tê nîþankirin (12), ji ber ku, li gor boçûna Erîstotalîs, her kesek dikare peyvan li gor divîtiyên kêþan, li pey hevdu rêz bike, lê aferîna wêneyan ne hêsan e, aferîn ne axiftina normal e, ne bermayên kesine dine. Aferîn çêkirina nû ye, ku gava bermayê wê ji destên xwediyê wê bi derdikeve, û tê ber çavan, hîngê ji xwediyê wê pêve çi kesekî din nikare li wê xwedî bi derkeve, û bêje ev berhema mine, lewre jî rexnevanên helbestê weha diçin, ku awayê avakirin û xebitandina wêneyan ne tenê xweseriya helbestvanan nîþan dike, belê bi ser de jî helbesta nû û ya kevin ji hevdu cuda dike, ji ber ku her yek wênyan bi awakî cuda dixebitîne. Li gor van boçûnan, mirov diþê bêje, tevî ku ziman, tev peyv û rêbazên xwe ve, alavên afirandina wênyên hunerî ne, lê wêne ne berhema wan e, weka çawa xanî ji hinek metiryalên wek kevir, dar, çîmento, û hesin tê avakirin, lê durvê wî xanî ne berhema wan metiryala ye, belê berhema cureyê pûnijiya avakerê xênî ye, weha jî cureyê pûnijiya helbestvanan û hest û nestên wî wan wêneyan dafirînin, ne ziman û peyv.Ev boçûn me ber bi pelandina delameta wêneyê hunerî de têve dide. Delameta
wêne: Helbestvan wek hemî hunermendan taqetek ( tecrûbe ) heye, ev taqet dikare gelek raman û hestên curbecur di derûna wî de bilivîne, pêre jî ewana her tim di hundir derûna wî de dimînin û dikelin, û alavekê dipelînin, da di riya wê re bêne der û bigihên pêþ çav û hestên xwêneran. Wêneyê hunerî ev alava ye, ango wêne yekemîn alava ku taqeta helbestvan ji awayê derûnî bi derdixîne, û dixe awayê zimanewanî yê hissî. Dêmek wêne sîmbola taqeta helbestvan e, ango sîmbola raman û hest û nestên wî ye, lewre jî eger rexnevan hêmanên wê taqetê ( raman û hestan ) ji bîra bike, nikare rola, ku wênê ji bo gewdekirina (wegerandin) taqeta helbestvan distîne, bipelîne û þirove bike. Delameta wêne ewqas giring û nerxdar e, ji ber ku eger ev taqeta agehî neyête gewdekirin, da bikeve pêþ hestên xwêneran, ku ew jî pê hestedar bibin, ev taqet hîngê bê nerx dimîne. Li vê derê pirsek tê bîra mirov; gelo mirov dikare bi þêwe û alavine din taqeta xwe biderbirîne?. Eger bersiva vê pirsê neyênî be, hîngê ji rastiyê de bi dûr dikeve, ji ber ku gelek awayên din hene dikarin vî barî hilgirin, lê derbirin hîngê nikare bikeve çarçewa huner û wêje. Pêre jî her du derbirinên zimanewanî, yên hunerî û normal ji hevdu cuda dibin. Lê delameta wêneyê hunerî ne tenê ew e, ku taqeta helbestvan hilgire, belê bi ser de jî divê ewê taqetê bigihîne xwêneran, ger nikaribe vê yekê pêk bîne, hîngê bê nerx dimîne, çimkê helbestvan ne tenê ji bo xwe dinivisîne. Gava ew radihêje pênûsê da taqeta xwe bi nikilê wê birijîne ser kaxezê, hîngê delameteke din li pêþ wêneyê hunerî peyda dibe; dê çawan wê taqetê bigihîne xwêneran?. Ji ber ku wêne ne tenê alava derbirinê ye, belê bi ser de jî alava dihevgihîþtinê ye. Eger wêneyên hunerî li hember
bi cih-anîna vê delametê qels û jar bikevin, dê nerxnizim bimînin, çimkê
durvê hunerî û sûda, ku jê tê wergirtin, vêkra dikarin ciwaniya wêne
teqez bikin û biparêzin, lê bi ser de divê ew bikaribe xwêneran jî
bixe hundirê heyama derûnî, ku maka wan wêneyan bû, da xwêner jî bibe
hevpiþkê hest û nestên helbestvan û hunermendan. Wê hîngê hêja ye,
ku ew bi wêneyê wêjeyî bête
navandin(13). Bi rastî jî Efletûn ji berê de
ev xal nîþankiribû, û tiliya xwe dabû ser vê yekê, ku di navbera þêweyê
wênekêþiya helbestvan û hestên ku di derûna xwêneran de dilivînin, têkilî
heye, di pey wî re gelek rexnevan weha çûn, ku wêneyê hunerî di
helbestê de dikare xweþiyê bixe hundir derûnên xwêneran, û li dilên
wan hukardar be (14). Ji bo ravakirina vê hukariyê,
werin em vêkra li vê serpêhatiyê guhdar bin: Tê gotin, rojekê cînarên
gundiyekî reben û belengaz þer birin ser mala wî û lê dan, gundiyê
reben çû giliyê wan li pêþ hukmet bike, lê nizanîbû ne bixwîne û
ne jî binivisîne, lewre ewî serpêhatiya xwe li pêþ erzalciyekî ( kesê
ku nameyan ji xelkên nezan re dinivisîne ) raxist, ewayê erzalcî jî
nivisand, û paþê name da pêþ wî û gotê: Ê dî ka tiliya xwe bi vir
vene. Gundî gotê: Hela bêje
min te çi nivisandiye?. Gava erzalcî name xwend û þirove kir, hema
gundiyê reben girya û got : Weyyy, ev yeka gîþ bi serê min hatiye,
û haya min jê tune ye ?!.. Tevî
ku ev serpêhatiyeke normal e, her rojê dehên caran li gundan, di navbera
gundiyan de diqewime, lê gava mirov bi helwesta rexneyî wê dixwîne, an
guhdar dike, hîngê hukariya derbirin û wêneyê hunerî diyar dibe, pêre
jî pê hay dibe, ku ev cureyê derbirinê û wênyê hunerî dikarin ta çi
radeyê heyîna hunerî ji ya rastî cuda bikin, û li ser hestên mirov
destlatdar bin. Gelo
çima helbestvan ji bo vê hukariyê radihêje wêne û wênekêsiyê?.
Rexnevanên wêje bersivê didin, û weha diçin, ku derûna mirovanî her
tim mêldar û hezkira ciwaniyê ye, lewre jî wêneyên yekser û bê giyan
vê derûnê bêhnteng dikin, wê ditengijînin, lê axiftina mecazî dikare
wêneyan ciwantir bike (15),
ji ber ku axiftina mecazî
maka pêjnê ye, ku dikare hem gelek wateyan ji wan wêneyan biherikîne, û
hem jî dikare wateyekê bi gelek þêwe û awayan biderbirîne. Rexneya wêjeyî
ye nû evê yekê gelekî biha dinerxîne, pêre jî gîhaye wê baweriyê,
ku þimitandina peyvan berztirîn rûdawa helbesta nûjen e, nemaze jî
helbesta pexþane. Gava
helbestvan wêneyan ji bo taqeta xwe û dihevgihîþtinê bi kar tîne, hîngê
tiþtên ku ne diyar in (
raman, hest û nest ) gewde dike, û durvê berbiçav ( hissî ) ji bo wan
dafirîne, û dide pêþ xwêneran, pêre jî heyînê bi awa û þêweyekî
nû ye hukardar dafirîne; ev hukarî dikare heyînê ciwantir bike. Ji ber
vê yekê mirov diþê bêje, ku hêz û pêþkêþkirina ( avakirin ) wêneyan,
ji bo nîþankirina zîrekiya helbestvanan, pîvanên sereke ne, ku dikarin
hulma wan ji hevdu cuda bikin, û xweseriya wan jî teqez bikin. Li
gor van boçûnan, mirov dikare bêje, ku wêne giyanê aferîna helbestê
ye. Ev bawerî riyekê dide pêþ rexnevanên helbestê, rev jê nabe. Eger
rexnevan wê riyê bide paþ xwe, karê wî dê xav bimîne. Em dixwazin
weha biçin, ku eger rexnevan wêneyên helbestê nede ber ronahiya vekolîne,
hîngê lêkolîna wî dê her xav bimîne, û dê ji rastiya helbestvaniya
helbestvan bi dûr de bikeve. Wek
çawa wêne dikarin vê delametê pêk bînin, û helbestvanan ji hevdu cuda
bikin, weha bandûra wan li hemî xwêneran jî di astayekî de namîne, belê
ji xwênerekî ta yê din, ji deverekê ta ya din tê guhertin, ji ber ku
mirov û miletan li gel jiyan û dinyayê têkiliyên cuda-cuda henin. Wênyê
ku li ba te hukardar e, belkî nikaribe li nik kesekî din wê hukariyê
bixebitîne, wek nimûne, belkî peyva ( çiya ) nikaribe li nik miletên
din, wek çawa li nik Kurdan, hukardar be, ji ber ku ev peyv dikare gelek bîranîn
û serpêhatiyên Kurdan, ku li gel wijdana wan têkildar in, bi xwe re bîne
bîriya mirovê Kurd. Dêmek
wênyê hunerî bi qaserî, ku li gel aferîner hevbest e, ewqas li gel xwêner
jî girêdayî ye, çimkê wek çawa Îrwîn Êdman dibêje ku du tiþt bandûra
helbestê teqez dikin; ew jî ev in; wergerandina xewnên helbestvan û hestên,
ku dikare di derûnên xwêneran de bilivîne, ji ber ku gava xwêner
helbestê dixwîne, û hestên, ku helbestvan wan werdigerîne, li gel yên
xwe dibestîne, hîngê ew jî wan wêneyan, bi helbestvan re, dafirîne (16). Nerxandina
wêneyê hunerî bi vî awayê biha ne aferîna rexneya nû ye, belê hemî
rêbazên rexneya berê jî wêne weha nerxandine, lê delameta wêne berê
ew bû, ku ramanan þirove bike, ango pêþî raman diyar dibû, di dû re jî
wêne dihat û ew ramana þirove dikir. Wêne bi vî awayî, ji hêla
naverokê de, rola þirovekar distand, lê ji hêla durv de, pirê caran,
wek pîneyan li ser gewdeyê helbestê xuya dibû. Rexneya
nû bi vê rolê qayîl nabe, ji ber ku ev rol zindîbûna yekîtîya
helbestê ne tenê birîn dike, belê mirdar jî dike. Lewre delameta wêneyê
hunerî, li ba rexnevanên nû hatiye guhertin, û bûye alava derbirinê, bûye
hilgirê hestan. Gava
ev rexnevanan wênekêþiya zimanewanî ewqas bilind dinerxînin, ewana nerxê
guhêz (xeyal) di avakirina helbestê de diyar dikin, ji ber ku guhêz
bingeha wênekêþiyê ye. Bi
rastî jî guhêz, wek hêmanekî derbirina helbestî, ji zû de bala
rexnevanan kiþandiye, Erîstotalîs, û di dû wî re rexneya kilasîk, li
ba rola guhêz rawestiyabûn, û nerxê wê nizim kiribûn. Kilasîkê
Firasa, Labroyêr weha diçe, ku divê di axiftin û pirtûkên xwe de em
ewqas pir xwe bi ser guhêzê de pal nedin, ji ber ku ramanên çewt pirê
caran jê de dibarin, ew ramanan ji me re bê sûde ne, divê ramanên me
berhema hiþ bin. Bi
ser dejî nerxandina guhêzê li ba kilasîkan gîha wê radeyê, ku ewana
gotin : Guhêz di navbera mirov û lawiran de hêmanekî hevbeþ e (17). Lê
nêrîna fîlosof û rexnevanan di dû wan re hate guhertin, loma jî guhêz
wek aferînerê wêneyên, ku delameta wan diyarkirina rastiyên derûnî û
wêjeyî ye, tê nasandin, pêre jî guhêz tevli hevîrê stirandina
helbestê dibe, û dibe jêdera wêneyên hunerî, yên ku taqeta (tecrûbe)
helbestvan hildigirin. Ev
danasîna guhêz, bi vî awayî, bermayê filosofê Elman Kant e, ku weha
çûbû, ku guhêz mezintirîn û metirstirîn hêza mirov e. Her weha,
romantîk, û hemî rêbazên hunerî,mîna birnasiyan ( xwediyên boçûna,
ku dibêje: huner ji bo huner e) û zîmbolîstan û yên din, ketin pey þopa
Kant, û weha dane nasîn, ku mirov dikare,di riya guhêzê re, bi wêneyên
zimanewanî birame. Di
serdema romantîkan de,guhêzê bala fîlosofên wan, neamze Wordzwors û
Kolêrç, zor kiþand. Rol û bandûra guhêzê di avakirina wêneyê
helbestî de xem û qisaweta Wordzwors bû, lê Kolêrç, bi bandûra
felsefeya Kant, ku biryara ciwanî û ya hiþmendî ji hevdu dike der, guhêz
li ser du cureyan parvekir, û weha çû, ku cureyê yekem ( li ba Kant yê
berhemdar e ) yê sereta ye, ku ji bo zanîna mirovane hêz û hêmanê
yekem e, lê cureyê din dengvedana yê yekem e, ango di karê de xwe mîna
wî ye, lê di awayê wî karî de, ji yê yekem cuda dibe, ji ber ku tiþtan
þirove dike, ber bi hevdu de tîne, wan wek hevdu dike, û ber bi astayine
bilind de hildikþîne, loma jî di meydana huner de tê xebitandin. Kant evî
cureyê guhêzê bi ( guhêza ciwanî ) dinasîne. Her
weha Birnasiyan jî guhêz zor bilind nerxandin, lê avakirina wêneyên
helbestî, û babetên derveyî xweyîtiya mirov bêtir bala wan dikiþand,
da wêneyê helbestî bikaribe, bi awayê objektîv, nerîn, hest û ramanên
helbestvan wergerîne. Gava
zîmbolîst; xwediyên rêbaza pêjindar, hatin, guhêzê, bi xebata wan,
gaveke berbiçav ber bi pêþ de qevazt, û weha çûn, ku ziman li hember
paþhestan (bêageh)ji hêz dikeve, lewre jî eger xwe bi ser hêmanê pêjnê
de pal nede, dê nikaribe bikeve hundir wan deverên, ku di derûna mirov de
nediyar in. Li
gor zîmbolîstan, wêneyên hunerî bi alîkariya alavên zimanê wijdanî
dikarin bibine xwedî pêjn, ango divê helbestvan rewþên tiþtina ji bo
tiþtine din bixebitîne; wek nimûne, dengan ji meydana guhdariyê bi derxîne,
wan birengîne, û bixe ber çavan, tiþtên, ku têne bîhkirin, ji meydana
poz û bîhkirinê bi derxîne, wan bike xwedî awaz, û þûna wan di
meydana guhan de jî rast bike, ji ber ku ziman, di bingeha xwe de,zîmbola
tiþta ye, ku dikarin wate û hestan di hundir derûna mirov de bilivînin.Bi
gotineke din; ewana weha diçin ku guhertina rewþên tiþtan dikare wêneyê
hunerî ciwantir bike. Ev boçûna wan, ku dibe jêdera hêmanê matmayîne,
hîna jî nerxbihayê xwe di rexneya îro de diparêze. Bi
vî awayî alaveke zîmbolî ye din li ba zîmbolîstan diyar e, ew jî
nependiya wêneyê hunerî ye, ku li gor boçûna wan, divê ew ne eþkera
be, divê perdeyek di navbera wî û wate û mebesta wî de hebe, ji ber ku
peyv û ziman pirê caran li hember rewþên hundirê tiþtan ji hêz
dikevin, û nikarin biderbirînin, hîgê pêjniya wêneyan rê li pêþ guhêza
xwêneran jî vedike, da rola xwe bilîze, lê divê ew perdeya, ku di
navbera wênê û mebestê de heye tink be, da wêne ji mebesta xwe pir bi dûr
de nekeve, û bikaribe delameta
xwe bi cih bîne. Bê
ku em mijara xwe dirêj bikin, û li nerînên hemî rêbazên felsefî û
hunerî binerin, ji ber ku mijara me ne dîrokî ye, belê ew e, ku em bînin
bîriya xwendevanan, ku guhêzê, wek jêdera wêneyê hunerî, bala hemî
felsefeyan kiþandiye, û hemiyan jî bi awa û têgihîþtinên curbecur,
para xwe xistine vê mijarê, û rola guhêzê, ya payebilina, zor hêja
nerxandiye.
*****
***
**** Jêder
û çavkanî: (1)
Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 122. (2)
El-Welî Mihemed : Wênyê helbestî di axiftina rewanbêjî û rexneyî
de. Bi zimanê eُrebî,
çapa yekem, Bêrût 1990, rû 16. (3)
Jêdera berê, rû 17. (4)
Dr. Ebdrrehman Bedewî:Helbesta Ewrupî ya hemdem. Bi zimanê eُrebî,
çapa duwem, Bêrût 1980 , rû 72. (5)
C. M. Goyo: Pirsgirêkên felsefeya hunerê ya hemdem. Wergera eُrebî. Dr. Samî Eddrobî, çapa duwem, Bêrût 1965 , pêþgtina wergêr, rû
17. (6)
Dr. Îhsan Ebbas: Hunera helbestê. Bi zimanê eُrebî,
çapa sêyemîn, Bêrût, sala çapê ne diyar e,rû 230. (7)
Biner: Beþê berê ( Ziman ) di vê lêkolînê de. (8)
Giraham Ho: Gotara rexneyî. Wergera eُrebî. Mihîdîn
Subhî, Þam 1965, rû 122. (9)
Ebdilqadir Errîbaî:Wêne di rexneya Ewrupayê de.Bi zimanê eُrebî, kovara ( Zanîn ) hej 204. Þam 1979. (10)
C. M. Goyo. Jêdera berê. Pêþgotina
wergêr, rû 17. (11)
Ostin Warîn û Rînê Wêlîk: Têora wêje.Wergera eُrebî: Mihîdîn Subhî, Þam 1972, rû 239. (12)
Dawod Sellom: Rexneya wêjeyî: Bi zimanê eُrebî, bêþê yekem, Bexda 1967, rû 165. (13)
Ehmed Eþþayib: Usûlên rexneya wêjeyî.Bi zimanê eُrebî,
çapa heftemîn, Qahîre 1964, rû 242. (14)
Mark Þor: Usûlên rexneya wêjeyî ye nû. Bi zimanê eُrebî. Wergera Heyfa Haþim, Þam
1967, rû 40. (15)
Dr. Henefî Mihemed Þeref: Wêneyê wêjeyî di navbera têorê û
xebitandinê de. Bi zimanê eُrebî,
çapa yekem, Qahîre 1965, rû 221. (16)
Êrwîn Êdman: Huner û mirov. Wergera eُrebî:
Mistefa Hebîb, cih û sala çapê nediyar in, rû 75. (17)
Biner: Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 388.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org