Hunera Helbestê

4 / 7

Alavên derbirin û avakirina helbestê

3. Awaz û ritma helbestê

 

 Heyder Omer

 

Lê ne tenê ziman û wênekêþî; an guhêz, hêmanên avakirina helbestê ne, belê hineke din hene, rola wan di vê penavê de nayê ji bîrkirin, belkî awaz giringtirîna wan alavan be.

Wek tê zanîn, ku kêþ, li ba kilasîkan kaniya awazê bû, lewre jî ewana diristiya kêþê û rêzbendê wek yekemîn mercên serkeftina helbestê nîþandikirin, û helbesta, ku kêþa wê jihevketîba û rêzbenda wê ne dirist ba, nirxnizim didîtin. Helbestvanê kurd seydayê Tîrêj jî hevalê vê boçûnê bû, di hevpeyvînekê de weha çûbû, ku helbesta bê kêþ û bê rêzbend nikare þûna xwe di meydana vî celebê wêje de bistîne (1).

Li gor boçûna rexneya kevin, kêþ jêdera awaza helbestê ye, lewre jî gelek rexnevanan berxwe dane, da raza (sirr ) vê awazê diyar bikin. Ferahîdî yê eُreb ji zû de ev yeka þopand, û helbesta eُrebî da ber lêkolînên fireh, û di encama lêkolînên xwe de15 rêbazên kêþê diyarkirin, ew bi navê (Behr ) navandin, û Exfeþ jî yeka din diyar kir, divê helbestvanê eُreb helbesta xwe li gor wan kêþan birêse.

Evê babetê bala helbestvanê mezin Cegerxwîn jî kiþandiye, ewî berxwe daye, ku kêþên helbesta kurdî vekolîne, û li dawiyê gotarekê di kovara Hawar de diweþîne, çar rêbazan tê de þirove dike, her yekî ji wan bi ( hesp ) dinavîne; hespê çeleng, yê laxer, yê sivik û yê rewan, û dide xuyakirin ku her yek ji wan du gava davêje, û di her gavekê de çend movik hene (2).

Lê gava mirov bala xwe dide vekolîna Cegerxwîn, dibîne ku ritmê (Rhythm) bala wî nekiþandiye, ji ber  ku tenê movikan ( kîtan, bergan ) nîþan dike, bê ku bala xwe bide kurtî û dirêjiya wan; evê yeka, ku roleke berbiçav di avakirina ritma helbestê dilîze.   

Her weha Deham Evdil Fetah jî xwe bi kêþên helbesta kurdî re mijûl kiriye, û li gor nerîna xwe gîhaye rêbazine nû, ku di pêþiya xwe de nedîtine (3). Lê wek ku li guhên me ketiye, ev babet ji beriya wî li ba rexnevanên Baþûrê Kurdistanê hatiye vekolandin, lê mixabin berhemên wan di destên me de nîn in.

D. E. Fetah berxwe dide, da kêþên helbesta kurdî vekolîne û þirove bike. Evê helewstê ew ber bi pelandina wan kêþan de kiþandiye, pêre jî ewî rêbazên Ferahîdiyê eُreb bi paþ xwe de avêjtine, ew rêbazên ku kilasîkên Kurdan, wek M. Cezîrê û yên din, pejirandine, û helbestên xwe li gor wan ristine.

Eger em nimûneyekî, ku D. E. Fetah ji ber M. Cezîrî digire, û kêþa wî li gor têgihîþtina xwe þirove dike, li vir jî bidin ber kêþên uُrûda eُrebî, em dê bi hêsanî bibînin, ku D. E. Fetah çawan, bi bandûra hestê xwe yê netewî, qirika rastiyê badide (4).

Dilberê  îro  seher                    avête cergê min du dox

Yek li sîne, yek li dil da            lew ji min tên ax û ox        

D. E. Fetah kêþa evê çarînê bi vî awayî vedikole:

Dil  be       î        ro  se  her   a

 /      -      /    /         /     -     /    /

   te   cer         min  du   dox

 /     -      /     /          /       -      /

Yek  li      ne       yek  li   dil  da

  /      -    /     -          /      -    /     /

lew   ji   min  tên      ax   û   ox

  /      -     /       /          /     /     /

û weha diçe, ku kêþa evê çarînê li ser pêlikeke ( tef-île ) çarkîtî ava bûye; kîteke deng bilind(/), kîteke deng nizim(-), û du kîtên deng bilind(//); ango bi vî awayî: (/-//), lê di pêlika yekem ji birrê sêyem ( yek li sîne ) de, kîta çarem (ne) , ku di bingeha xwe de deng bilind e (/), bi duristî deng nizim(-) hatiye. Ev yeka jî, li gor boçûna wî, ji xweristiyên tîpa (e) ye, ku hin caran deng bilind tête xwendin. Her weha gelek duristiyên din jî di kêþa vê helbesta çezîrî de hene.

Lê gava D. E. Fetah weha diçe, ku kît cihên xwe diguhêrin, yên dengbilind hin caran deng nizim têne xwendin,bi carekê nîþan nake, ku kîtên deng nizim jî hin caran deng bilind dibin, bi ser dej jî gava pêde dihere, ku kîtên deng bilind hin caran deng nizim têne bilêv kirin, diyar nake, ku kînga ev kîtan dengên xwe diguhêrin. Wek nimîne, gava li ba kîta (û) radiweste, da bide xuyakirin, ku hin caran dengê wê bi duristî nizim ji devê mirov bi derdikeve, dibêje:"Lê çaxê tîpa (û), di rêxistina pêlawazan de, di cihê kîteke deng nizim de bêt, duriste ku deng nizim bête xwendin."(5). Lê diyar nake, ka kînga ew (çax) peyda dibe, an jî li kîjan cihî dengê vê kîtê nizim dibe.

Þirovekirina D. E. Fetah dide xuyakirin, ku rêbaza vê yekê heye, lê bi rastî rêbazek nîne, ku kîtên deng bilind li gor wê dengên xwe nizim bikin, lewre jî ewî çi rêbaz nîþan nekirine.Evê yekê bala Ferahîdî kiþandibû, lewre weha çûbû, ku helbestvan dikare carcaran kîtekê ji pêlikekê bavêje.   

Bi baweriya me, D. E. Fetah di kêlek rastiyê re derbas dibe, û bala xwe nade wê, ji ber ku kêþa her helbestê, li gor uُrûda eُrebî, bi bilêvkirina wê; ango awayê xwendina wê, diyar dibe, ji ber vê yekê jî Ferahîdî du awayên nivîsîna helbestê nîþan dike, yek awayê rêzimanî ye, û yên din awayê muzûkî uُrûdî ye, ku guh nade usûlên rastnivîsîne, belê li gor bilêvkirina peyvan tê nivisandin.

Eger em bi vî awayî çarîna Cezîrî bixwînin, kîta (ne) di birrê sêyem de, ku deng nizime(-), dê deng bilind(/) bête xwendin, kêþa pêlikê dê bibe (/-// ), û kîta (û) di birrê çarem de, ku deng bilind e, dê deng nizim bête xwendin, kêþa pêlikê dê bibe (/-/), pêre jî kêþa helbestê dê bi ser kêþa helbesta erebî ( Behr-remel) de vegere.

(Behr-remel) a eُrebî pêlikek heye ew jî ev e( fa-îla-tun/فاعِـلاتـُنْ), di her birrekî malikê de sê caran dubare dibe, lê helbestvan dikare cara þeþê wê bike ( Fa-îlun/فاعِـلـُنْ ). Kilalsîkên Kurd, ku uُrûda eُrebî xebitandine, hin caran pêlekek li kêþên wan zêde kirine, Pro.Dr. Î.M.Resûl wê kêþê hîngê bi (Behra mustezad) dinavîne. Pêre jî kêþa çarîna Cezîrî bi vî awayê jêrîn xuya dibe:

Dilberê îro seher

avête cergê min du dox

Yek li sîne, yek li dil da

lew ji min tên av û ox

 

}Dil  berê    î   {  }   ro  seher  a   {  

 Fa    îla    tun  {   } Fa     îla   tun { 

   /    - /      /               /     - /    /             

}     tecer     {    }    min  du   dox

  }Fa    îla     tun  {       }Fa     î    lun

     /      - /       /                /       -     /

 

}Yek  lisî   ne  {    } yek  lidil   da {

}Fa     îla   tun  {   }  Fa     îla   tun {

   /       - /     /             /       - /      /      

  }lew   jimin  tên {  }   a        ox {

}  Fa     îla     tun {   }  Fa    î    lun {

     /      - /        /              /    -     /

Weha diyar e, ku kêþa çarîna Cezîrî li ser kêþa behra Erremel, a uُrûda erebî ava bûye, ( Fa-îla-tun) di her birrekî malikê de sê caran dubare bûye, û cara çarem jî (Fa-î-lun) hatiye, pêre jî bûye remela mustezad.

Bi baweriya me, xebitandina kêþên uُrûda eُrebî li ba kilasîkên Kurd rastiyek e, ku divê em jê nerevin, bi ser de jî divê em vê yek wek numandeyeke (Zahîre) nerxbilind di birêveçûna helbesta kurdî de nîþan bikin, ji ber ku, di vê meydanê de, gaveke nû bû. 

Lê tevî ku D. E. Fetah di vê xebata xwe de evê yekê bi paþ xwe de dihêle, bi rastî ew tiliya xwe dide ser warekî, ku di avakirina awaza helbestê de gelekî nerxbiha ye; ew jî ritma

helbestê ye.

Gava ew dide xuyakirin, ku deng, hin caran, ji xweristiya xwe bi derdikevin, û yên nizim bilind dibin, û yên bilind jî nizim têne xwendin, hîngê ew ji nîþankirina wê ritmê de, bê ku binavîne, nêzîk dibe. 

Bi rastî jî tevî ku, helbestê, û rexneya nû jî, bihayê kêþan û rêzbendan erzan kirine, û ew bi paþ xwe de avêtine, lê nikarîne rola awazê û ritmê (Rhythm) ji bîra bikin. Eger kêþ li ba helbestvan û rexnevanên kevin jêdera awazê bû, em dibînin, ku rexnevanên nû awazê di têkiliyên, ku di navbera kîtan ( berg ), dengdêr û dengdaran, û peyvan de henin, de dipelînin, û dîsan weha diçin, ku helbest bê awaz û bê ritme nabe. Fîlosof û helbestvanê Elman Goetê weha diçe, ku ramana helbestî hunerî bê ritme nîn e.

Eger huner derbirina pêjindar e, ku dikare wateyine dine, ku ji yên rava û nêzîk bihatirin, diyar bike, ritme giringtirîn alavên wê derbirinê ye, ji ber ku ew zimanê hestan e. Lewre jî rola wê di bingeha avahiya muzûkî ya helbestê de gelekî biha tê nerxandin.

Peyva ritme (rhythm ) ji zimanê Girîkan hatiye wergirtin, wateya wê herikîn e, mebesta wê jî li peyhevhatina deng û bêdengiyê, ronahî û tariyê, tevger û rawestinê, sert û nerm, kin û dirêj, sivik û giran. Ango ew zîmbola têkildariya, ku di nav beþekî û yê din, yan hemî beþên din de heye, ew beþên ku berhema hunerî ( helbest ) jê ava dibe.

Weha tê xuyakirin, ku ritme, di þêweyê wêjeyî û durvê hunerî de, her tim tevgereke li dûzan e, û hemî cureyên hunerê ( helbest, pexþana hunerî, sema…) hevpiþkên wê ne, ji ber ku, wek me li jor gotye, huner derbirina pêjindar e, xwe bi ser ritmê de pal dide, û wê dixebitîne. Vê lomê, ew ji bo avakirina awaza helbestê bûye palpiþt û alava serk e. 

Bingeha awaza helbestê li ser du hêmanên sereke ava dibe; ew jî ritme û kêþ in, lê tevî vê rastiyê, cudahiyeke gelekî zirav di navbera herduwan de heye. Da ev cudahî bête naskirin, divê mirov bi du awayan li her dengekî ( tîp) binere; divê carekê em xweristiya her dengekî, wek ku ew yekîtiyeke xweser e, bizanibin, ango wek ku ew M, N, L ….e, û cara din li wî dengî, wek çawa bilêv dibe, bête nerîn, ango divê em li taybetmendiyên dengan, di hundir siyaqa gotinê û hevokê de, binerin, wek ku ew bilind an nizm in, dirêj an kin in, xurt an jar in, sert an nerm in. Awayê bilêvkirina dengan û dengkirinê di van taybetmendiyan de diyar dibin.

Ev boçûn dide xuyakirin, ku ritme ji dubarekirina mêlodiyekê di hundir malikê, an hevoka helbestî de, peyda dibe.

Têkildariya ritmê û kêþê li gel hevdu ew e, ku her du jî xwe bi ser dubarekirinê de pal didin;  ritme li ser dubarekirina hin komelên kîtan (bergan) ava dibe, lê kêþ li ser dubarekirina hinek ritman ava dibe. Ev cureyê dubarekirinê berxwe dide, da lihevhatinê ( harmonî, însîcam ) di navbera peyvan û ramanan de pêk bîne, û her ku ritma vê lihevhatinê rava û eþkere be, lihevhatineke hêzdar di navbera peyvan û wateyan de peyda dibe, wêneyên hunerî jê têne zayandin, û axiftin ber bi xebitandina alavên mecazê de dihere, û hukariya xwe li ser derûnan hêzdartir dibe.Pêre jî ritme dikare þûna kêþê bigire,ji ber ku kêþ ji ritman peyda dibe.

Li gor boçûan Corc Sambson, kêþ ji bo helbestê bingeha dînamîkî ye, lê ritme bingeha sereke ye, ku helbestvan ramanên xwe li ser wê diderbirîne, lewre jî ritme ji kêþê bihatir e(6). Vê lomê formolîstên Rûsan weha çûne, ku hebûna kêþê ewqas ne giring e, ji ber ku axiftin bê kêþ jî dikare bibe helbest, û harmoniya ku ji ritmê de peyda dibe, bi gelek awayan pêk tê, kêþ jî tenê yek ji wan awaya ne (7).

Rexneya îro ritmê glekî biha dinerxîne,û weha dibîne, ku bingeha helbesta nû li ser hêmanên, ku ji rawestinê û tevgerê peyda dibin, ava dibe, û ev her du pergalên rawestinê û tevgerê jêdrea tevgera hundirê helbestê ye, ya ku durvê ritma wê dafirîne (8). Pêre jî xuya dibe, ku ritme girngtirîn hêmanê berhema helbestî ye, û her helbestek jî ritma xwe dafirîne. Vê lomê mirov dikare bêje, çi rêbazên, ku berê amadene, ji bo ritma helbestê nîn in (9), ji ber ku têkildariya zimên, peyvan an kîtan, di hundirê helbestê de, digel tevgera derûnî ya hundirê derûna aferîner durvê helbestê sînor dike, ka ritma wê sivik e, an giran e, bê ku sivikbûn, an giranbûna ritmê ewk þermeke, an kêmasiyeke hunerî bête nîþankirin, ji ber ku pergala derûnî ya aferîner bervê ritmê ber bi sivikbûn an giranbûnê de dikþîne.Eger em careke din li her du nimûneyên, ku me ji ber O. Sebrî wergirtibû, vegerin, em dê bibînin çawa ritma helbestê li gor pêlên derûna aferîner diherike (10).

Bi vî awayî, helbest berxwe dide, da sînor û bergehên, ku kêþ pirê caran dixe navbera derbirinê û pergala derûna ya aferîner, derbas bike, û ber bi afirandina ritma hundirîn de here, da çi sînor di navbera hevoka helbestî û ya agehî de nemînin.

Mirov diþê bêje, haya rexneya kevin jî ji vê yekê, bi awakî ji awayan, hebû, ji ber ku rêbazên Ferahîdî yê eُreb, ku kilasîkên Kurdan, mîna Melayê Cezîrî û yên din, pejirandibûn, û helbesta xwe li gor pêdiviyên wan risitbûn; ewan rêbazan fersendên kurt dabûne helbestvanan, ku hin caran, li gor hulma derûnî, wan rêbazan piçekê biguhêrin. Gelek durvên din di helbesta eُrebî de, bi encama van guhertinên piçûk pêk hatin, lê ewana ne babeta me ne, tenê mirov diþê bêje, ku helbestê her tim ritme, durv û awayên derbirinê pelandine, ta ku kêþên amede bi paþ xwe de hêþtine, û ritma hundirîn pelandiye; ev ritma ku li kêlek hêmanê dengan, xwe bi ser hêmanine din de, wek ziman, wêne û zîmbolan, de pal dide, da ji têkildariya ritma derveyî, ku kêþ û rista dengdêran jêdera wê ne, li gel hêmanên zimanewanî yên din mîna zimanê helbestî, wêne û zîmbolan, û hevokan û awayê avakirina wan hevokan sûdê werbigire.

Her weha helbestvaê nû, ji bo avakirina ritma hundirîn, hin caran di helbesta xwe de di navbera helbestê û pexþanê re dihere û tê, û hevokine pexþane tê de dixebitîne. Ev yeka dikare hêmanê tevgera helbestê hin caran bi hêrs û hin caran hêdî û nerm bike, ji ber ku ziman û awaza helbestî delametine hêrsdar hene, lê yê pexþanê hêdî û nerm e.

Bi rastî jî pelandina evê ritma hundirîn gelek riyên din li pêþ helbestê vekirin, ku rahêje têknîkên celebên wêje yên din, mîna hewaldana çîrokbêjî, û wan jî bixebitîne. 

 

                                           *****         ***          *****

 

 

Jêder û çavkanî:

(1) Kovara Gelawêj, hej 19,sal 1979,Weþanên Partiya demikrat a kurd li Sûriyê ( El-partî ).

(2) Cegerxwîn: Hespên xoþxanên kurdî. Hawar, hej 22, sal 1933.Berhevoka Hawar, beþê yekem. Weþanên Nûdem, Stockholm 1998. rû 461,462.

(3) Biner: Pirtûka wî: Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî. Þam 1992.

(4) Jêdera berê, rû 40.

(5) Jêdera berê, rû 34,

(6) Pro.Dr. Mihemed Sabir Uُbêd: Helbesta eُrebî ya nû di navera bingeha wateyî û ya ritmî de. Bi zimanê eُrebî, Þam 2001, rû 21.

(7) Grupekî daneran: Têora rêbazê durv, wergera eُrebî. Îbrahîm El-xetîb, çapa yekem, Bêrût 1981, rû 16.

(8) Biner: Pro. Dr. Mihemed Sabir Uُbêd. Jêdera berê, rû 26.

(9) Îlyas Xorî: Lêkolînên rexneya helbestê: bi zimanê eُrebî, çapa duwem,Bêrût 1981, rû 101.

(10) Biner : Durvkirina demdarî, di vê lêkolînê de.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org