|
Hunera
helbestê 5
/ 7 Alavên
derbirin û avakirina helbestê
4.
Hewaldana çîrokbêjî Heyder
Omer
Evî
hêmanê hunerî di penava helbestê de ewqas bala rexneya kevin nekþandiye,
ewan rexnevanan, Erîstotalîs wek nimûnê, tenê bihayê wî di helbesta
destane de zor bilind nerxandine, lê rexneya nû pê de dihere, û hewaldana
çîrokbêjî (السرد
الحكائي ) wek
serkeftirîn hêmanên helbesta nûjen dinasîne, û dibêje, ku avahiya
helbesta pexþane, bê hebûna vî hêmanê nerxbiha, wê ji ber kêmaniyê
binale. Pêre jî xuya dibe, ku helbest her tim bi xwe re di cirîdê de ye,
û durvên nû, li gor cêjn û têgihîþtina çerxa xwe, dipelîne. Hewaldana
çîrokbêjî berztirîn hêmanê ristina tevna çîrokê ye, ku bûyeran ji
wêneyê heyînî dikþîne wêneyê zimanewanî yê hunerî. Eger
em berxwe bidin,û wateya vî hêmanî bipelînin, em diþên bêjin, ku
di bingeha xwe ya zimanewanî de, wateya lidûhevhatina gelek tiþtên,
ku li gel hevdu têkildar in, dide, û wek têrmekê dîsan wateya lidûhevhatinê
digel xweþikbûna herikîna xeberdanê dide, lê wek têrmeke wêjeyî
wateya hewaldan û bihevgirêdana bûyerekî, an jî gelek bûyeran dide, çi
ew bûyeran rast bin, çi jî aferîna guhêzê bin. Ev
danasîna dawî dide xuyakirin, ku evî hêmanî roleke berbiçav di
avakirina yekîtiya helbestê de heye, çimkê ji hêlekê de, dikare bi hebûna
bûyeran, zindîtiya wê yekîtiyê xurtir bike, û ji hêla din de, hemî
beþên helbestê li gel hevdu dibestîne. Nerxandina
hewaldana çîrokbêjî bi vî awayî, bersiveke giring, ji bo
pirseke giring, diyar dike. Gelo çi têkildarî di navbera nûjeniyê û
bermayên berê de yehe?. Refekî
mezin ji helbestvanên nûjen weha diçin, ku nûjenî, wek qunaxeke aferînê,nema
li gel bermayên beriya xwe têkildar e, ewê hemî damarên, ku bikaribin wê
li gel bermayên berê bibestînin, birrîne û sotandine. Ewana, bi vê yekê,
valahiyê dixin navbera her du qunaxan. Lê
tevî vê boçûna wan, ewana nikarin nerxê çîrokbêjiyê û giringiya wê
di avakirina helbesta nûjen de erzan bikin.Ma em nabînin, ku helbestvanên
nûjen, ne tenê çîrokên nû dibêjin, belê bi ser de jî pirê caran
xwe bi ser çîrokên kevin de paldidin, da bi wan, an di riya wan re, segêrên
çerxa me þirove bikin, pêre jî em dibînin, ku ev yeka di helbesta nûjen
de bûye diyardeyeke berbiçav, ku helbestvan pirê caran xwe bi ser çîrokan,
efsaneyan û zargotinê de pal dide. Helbesta
hemî wêjeyên cîhanê rahiþtiye evê teknîka hunerî, wek nimûne,
helbestvanê ereb yê hemdem Bedir Þakir Seyyab bi xebitandina evê teknîkê
gelekî navdar e, ew hin caran tevayê çîrkê hewal dide, û hin caran jî
tenê çîrokê nîþan dike, da xwêner jî bi wê re mijûl bibe. Helbestvanên
Kurd jî pirê caran evê teknîkê dixebitînin, Eger mirov, wek nimûne,
li dîwanên Cegerxwîn û Osman Sebrî vegere, dê gelek helbestan bibîne,
ku her du helbesvanan gelek çîrok, çi bi tevayî, çi jî tenê nîþanek
ji wan çîrokan, an jî gelek metelok û pend di helbestên xwe de
xebitandine. Mebesta
wan ji evê yekê ne we e, ku çîrokê careke din hewaldin, lê mebest ew
e, ku sergêrên dema xwe di riya wan re þirove bikin. O. Sebrî
meteloka, ku dibêle "Wekî
kûcikê Bekiran"
di helbestekê bi kar tîne (1),
pêre jî çîroka evê metelokê bi tvayî hewal dide, lê mebesta wî ne
hewaldana çîrokê ye, belê wê ji bo nerîneke xwe bi kar tîne, ku gelek
kesên dema wî hene, ewana jî
wek kûçikê Bekiran tenê têrkirina zikên xwe dipelînin, her weha di
helbesteke din de çîroka Îbrahîm pêximber tîne bîra xwendevanan, lê
tenê wê nîþan dike û dibêje: "Min
xaç û pûtên xwe wekî Îbrahîm þikandin"
(2).
O.Sebrî
bi vê yekê, helwesta xwe wek ya Îbrahîm pêximber dide xuyakirin. Îbrahîm
ji rê û rêbazên ola dê û bavên xwe bi derket, û oleke dine nû pêþkêþî
mirovaniyê kir, gava O. Sebrî ji rê û rêbazên eþîrtî bi derdikeve,
wan bi paþ xwe de davêje, riyek nû ye tersî wan rêbazan
digire, hîngê taqeta ( tecrûbe ) xwe bi ya Îbrahîm pêximber þirove
dike. Lê
awayê xebitandina vî hêmanê hunerî li ba wan pêþengên Kurdan dide
xuyakirin, ku haya wan ji rola wî ya hunerî di avakirina helbestê de nîne,
çimkê ev hêman di helbestên wan wek pîneyan têye xuyakirin,pêre jî,
ji hêla huneriya derbirinê û wênekêþiya hunerî de, ji helbestê
direve; ango mirov dikare çîrokê ji gewdeyê helbestê bavêje, ango ew
tev hevîrê stirandina helestê nabe, tenê karmendiya naverokê dike, û
delameta xwe di wê tengê re bi kar tîne. Delameta
hunerî ya evî hêmanî ew e, ku helbestê ji qîre-qîra helbesta kevin bi
derxîne. Eger ew qîre-qîr û dengên bilind û stirana helbestê çavkaniya
helbestiya helbesta kevin bû, ku helbestvan hildiperikî ser milan, û bi qîrîn
û hawar bang cemawerê xwe dikir, helewsta xwe bi awayê hestewerî ( aُtîfî
) bi wan dida bawerkirin. Lê mirov û civaka hemdem, bi bandûra pêþveçûna
þaristanî û fabrîkeyên vê çerxa me, bi wê qîre-qîrê û dengên
bilind hatine dorpêçkirin, û guhên xwe li hember wan dengan digirin, û
jê direvin; ango ciwaniya wê helbestê nema dikare li wan hukar dar be. Bi
gotineke din; hukariya, ku helbesta kevin dipelad, îro nerxê xwe wenda
kiriye; bê nerx maye, mirovê hemdem fermanan napejirîne, belê dostaniyê
dipelîne, pêre jî çavkaniya helbestiya helbesta nû hatiye guhertin, û
berê wê ber bi alîkî din de çûye, ku helbest karibe bi xwênerê xwe
re hêdî bipeyive, pêre danûstandinê bike,û ber bi pûnijiyê û pirsê
de bikþîne, ka ev helbest çî ji min re dibêje(3), hîngê dikare
delameta xwe, ji her du warên durv û naverokê de, pêk bîne. Hewaldana
çîrokbêjî, di vî warî de, dikare pareke pir ji barê helbestê
hilgire, ji ber ku dikare helbestê ji wê qîre-qîrê rizgar bike, pêre jî
diþê, di navbera pirbûn û cûrecûreya dengan re, diramatikiya avakirina
helbestê xurtir bike, ev avahiya diramatîkî, li ba rexnevanên îro,
berztirîn rengdêra (sîfe) helbesta nûjen e(4).
Tevî
ku ev awayê helbestî, li ba gelek miletan, hîna jî þûna xwe ya rûmetdar
negirtiye, lê mêldar û hogirên wê li ba wan, çi helbestvan, û çi jî
erxnevan, gelek in, ji hêlekê de dîwanên wê, û ji hêla din de lêkolînên
li ser wê, di nav destên xwedevanên wan miletan de pir in, lê li ba me
kurdan hîna jî civaka me jê direve, û wê napejirîne. Gelo çima?. Bi
baweriya me sedemên vê yekê gelek in, em dikarin, hinekan li vir diyar
bikin, bê ku em deriyê vê yekê li pêþ kesên din bigirin: a.
Civaka kurdî hîna civakeke gundî ye, ji gelek rûdawên bajarvaniyê bê
par e, lewre dîla dengên bilind û hukardar maye, û bi ser de jî, bi
bandûra jarbûna xwendinê, zanîn û hiþiyariya wê ya ciwanî bi þûn
de maye, û nehêþtiye mirovê Kurd bala xwe bide awayê xeberdana wan çîrokên
zargotinê, ku ji devê dapîr û bavpîran dibihîstin. b.
Tevî ku çîrokê di kelepûra kurdî de þûneke giranbiha heye, lê haya
pirên helbestvanên, ku evê teknîka hunerî dixebitînin, ji vê yekê nîne,
ji ber ku têkildariya wan li gel kelepûrê an tuneye, an jî gelekî jar
e, lewre nebûne hosteyên çîrokbêjiyê. c.
Evê têkildariya wan ya jar bi kelepûra kurdî re, rê li pêþ wan teng
kiriye, ku bala xwe bidin awaza hundirîn, ku di destanên kurdî de,ji
lihevkirina her du hevokên zimanewanî û agehî diherike.
Em
weha diçin, ji ber ku bi baweriya me, gava helbestvanê nû çîrokbêjiyê
dixebitîne, hîngê ew radihêje kevintirîn alava diyardeyên derbirinê,
û hewil dide, ku nuhoya xwe di riya buhêrekê re þirove bike, bê ku
mandeyê ji pêþ çavan bide alîkî, çimkê nûjenî ne tenê çavkaniyên
aferîna berê careke din berbiçav dike, belê bi ser de jî cûbarên nû
li pêþ wan çavkaniyan vedike, da hemî vêkra ber bi çemê gir de, yê
ku ber bi mandeyê de diherike,herin(5). çîrokbêjî
ji roja hebûna mirov de hebûye, belkî hebûna wê di pêþiya naskirinan
zimên de be, ku mirov hîngê bi nîþanan çîrok û serpêhatî hewal
didan. Eger
ev boçûna me cih bigire, dikare ewê valahiya, ku boçûna têorî ya wî
refê helbestvanan dixe navbera du qunaxên birêveçûnê, dagire, çimkê
jiyan wek ava çema ye, her diherike, lê ji hevdu natê birrîn.
*****
*** ***** Jêder
û çavkanî: (1)
Dîwana Osman Sebrî. Berhevkirina A. Balî, çapa yekem, weþanên Apec,
Stockhol 1998, rû 183. (2)
Jêdera berê, rû 76. (3)
Fazil El-Eُzzawî:
Dûr, di hundir daristanê de. Bizimanê erebî. Çapa yekem, Þam 1994, rû
126. (4) Dr. Seُdedîn Kuleyb: Hiþyariya nûjeniyê. Bi
zimanê erebî. Nimra çapê ne diyar e, Þam 1997,
rû 46. (5) Fazil El-Ezzawî: Jêdera berê, rû 112.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org