Hunera helbestê

6 / 7

Alavên derbirîn û avakirina helbestê

5. Yekîtiya gewdeyî

 

Heyder Omer

 

Dêmek, tiþtê balkêþ di penava helbestê de ne naverok e, ji ber ku naverok ji bûyerên jiyanê têne wergirtin, her kesek wan dibîne, an guhdar dike, her kesek bi wan hestedar e, lê tiþtê herî giring û balkêþ ew e, ku mirov bi çi awayî wan hestên, ku bi wê naverokê re mijûl in, didebirîne, û digihîne xwêneran. Nivîsevan û rexnevanê ereb, El-Cahiz, yê serdema Ebbasiyan, beriya hezar û du sed sal weha çûbû, ku wate li keviyên rêkan belavkirî ye, her kesek dikare ji xwe re bicivîne, lê her kesek nikare wan bixe hundirê durvê hunerî yê derbirînê. Ev boçûn hînazindîtiya xwe diparêze, û rexneya nû jî nikare wê bi paþ guhên xwe de bavêje.

Arnst Fîþir dibêje: “ Eger em bala xwe, tenê, bidin naverokê, û durv jî li pileya duduwa deynin, hîngê em karekî neyî hiþmend dikin, çimkê huner, bi xwe, durvkirin e; huner durvê tiþtan didiyê, û tenê durv her aferînekê dike karekî hunerî. Durv ji bo huner û jiyanê ristekî gelekî pêwîst e, mercê serkeftin an binkeftina her aferîneke hunerî durvê wê ye, ji ber ku durv, di qelsbûn an hêzbûna wê aferîna hunerî de, roleke giring heye(1).

Weha tê xuyakirin, ku durvê hunerî nîþana serkeftina yehelbestê û her celebekî wêje ye, lê tevî vê rastiyê, helbesta bê naverok jî tune ye. Ango ev durv naverokekê di hundirê xwe de dicivîne, lewre divê mirov têkildariya ewan herduwan ( durv û naverok ) li gel hevdu bipelîne.

Rexnevanên wêje, dîsan ji serdema Eflatûn de, ev yeka pelandine; Ma me nedît, ewî û di dû re jî þagirtê wî Erîstotalîs tiliyên xwe dabûne ser giringiya hebûna naveroka civakî û armanca perwerdeyî ya helbestê?.Rexnevanên, ku di dû wan re hatin, hebûna naveroka helbestê teqez kirine, û gîhane wê baweriyê, ku divê durv û naverok li gel hevdu bestandî bin, lewre jî weha çûne, ku eger yekîtiya gewdeyî ( biyologî ) di navbera hemî beþ û hêmanên helbestê de nebe, hîngê ew helbest jihevketî tê xuyakirin, û nikare hilkiþe tenga helbesta serkeftî.

Yekîtiya gewdeyî ji zû de bala Erîstotalîs kiþandibû, lê ewî ev yeka di tirajîciyê û komîdiyê de pelandibû, û weha çûbû, ku divê tirajîdî, wek celebekî wêjeyî, xwedî kireke tewaw be, ango dîve xwedî destpêk, navend û dawî be, û her sê qunax divê li gel hevdu bestandî bin, her yek ji wan bi encama xwe li gel ya pêþiya xwe girêdayî be, da xweseriya babeta wê teqez pikin. Erîstotalîs bi vê yekê tenê nake, belê pêde dihere û weha diçe; her ku cudahî di navbera van qunaxan de hebe, û hemî vêkra ber bi eþkerekirin û nimakirina wê kirê de herin, ewqas dikarin lihevhatinê ( harmoniyê, însicamê ) di navbera xwe de peyda bikin, û yekîtîya gewdeyî ya tirajîdiyê xurt bikin.(2)

 Her weha ewî bi zanebûn, rengdêra ( gewdeyî, biyologî ) bi ser vê yekîtiyê de xistiye, ji ber ku mebesta wî ew e ku, beþên wê yên curbecur( guhertin, naskirin, girêk, çareserî, û dawîya wê, ku jêdera êþê ye) lihevhatîne, û kireke tewaw pêk tînin, eger beþek ji wan bête avêtin, anþûna xwe biguhêre, an jî beþekî din di nav wan de bi cih bibe, hîngê hemî ji hevdu dikevin, û nikarin bibine nîþana serkeftina wê yekîtiyê.

Danasîna yekîtiya gewdeyî, bi vî awayî, dide xuyakirin, ku ewaya bûyerên bê sûd, ku li gel wê kira sereke ne têkildar in, napejirîne, ji ber ku divê her bûyerek þûna xwe ya rewa di navbera hemî bûyeran de bibîne, da di avakirina bûyerê sereke de xwedî rol be, ku li kêlek wan ji bo birêveçûna wê kirê sereke bixebite.Ev boçûn, ji hêleke din de tirajîdiyê serberdayî nahêle, belê dirêjî û qulafetê wê jî sînor dike.

Tevî ku gava Erîstotalî yekîtiya gewdeyî þirove dikir, mebesta wî ne helbest bû, belê þano û destan mebesta wî bûn; tevî vê jî, awayê vê yekîtiyê, çi ji hêla têorî de, çi ji hêla piratîkê de, li ba rexneya di dû wî re hatiye, nikare çavên xwe li hember serkêþiya wî, di vê babetê de, bigire.

Yekîtiya gewdeyî ya helbestê bermayê rexneya Rojavayê ye, mebesta wê ew e, ku divê babeta helbestê û hestên, ku ew babet wan dilivîne, li gel hevdu têkildar bin, li hevdu bibanin.Ev yeka ji têkildarî û orgenîzebûna raman û wêneyan li gel hevdu peyda dibe, pêre jî helbest mîna gewdeyê zindî tê xuyakirin; ango wek çawa gelek endam û beþên dewdeyê mirov hene, her yekî ji wan delameta wî, ku ji delameta yê din cudaye, heye, lê ew beþan hemî vêkra, digel delametên xwe yên curbecur, zindîbûna gewde diparêzin, weha jî divê beþên helbestê, yên curbecur, ku delametên wan jî curbecur in, li gel hevdu têkildar bin, da helbest bikaribe wê þopa, ku helbesvan bendewarê wê ye, bigihîne xwêneran.

Li gor pêdiviyên vê yekîtiyêdivê helbestvan rêbazê avakirina helbesta xwe baþ binase, û baþ bi wê þopa, ku dixwaze bigihîne xwêneran, û bi beþên helbestê, ku wê þopê dafirînin, birame, da hemî vêkra li gel bingeha helbestê bi rê ve biçin, û yekîtiya wê ya gewdeyî zindî biparêzin.Bi vî awayî helbest hino-hino ber bi pêþ de diçe, lê divê beþên helbestê li gel hevdu bi xurtî bêne bestandin, ji yekîtiya babetê, ramanê, û hestan biherikin; ango divê xweristiya babetê jêdera vê yekê be.Pêre jî divê her ramanek þûna xwe di helbestê de bistîne, eger helbestvan careke din, di wê helbestê de, li ramana derbas bûye vegere, hîngê ramana helbestê li hevdu dikeve, û bingeha wê jî ji saz dikeve.

Tê gotin, ku helbest ji niþkave bi derdikeve holê, lê ev boçûneke çewt e. Tiþtê ji niþkave derdikeve holê ne helbest e, belê ramana yekemîn û sereke ye, ku ji niþkave vedibriqe, û helbestvan di hundirê hestên xwe de pir bi wê ramanê û awayê avakirina helbesta xwe dirame û mijûl dibe, belkî ev mijûlî demeke dirêj bidome, pêre jî helbest tê afirandin, û di dû rehelbestvan wê li ser kixazê datîne, û hinek guhertinan di pilana wê de peyda dike. Derketina helbestê bermayê wê mijûliyê ye.

Bi ser de jî, wek me berê diyar kiribû, ku rexnevanê erebTeysîr Þêx El-Erd weha diçe, ku raman bi awayê tewaw venabiriqe, belê ew beriya, ku bi derkeve meydanê,her tim dubare dibe, da ew û xebata helbestvan ya zimanewanî û kêþesaiyê li hevdu bibanin (3).

Eger mirov li reþbelekên helbestvanan vegere, û wan bide hember nivîsîna dawî, dê bi hêsanî rastiya vê boçûna me bibîne. Rexnevan û zanyarê derûnî yê Misirê; Dr. Mistefa Siwêf, di pirtûka xwe de ( Bingehên derûnî yên aferîna hunerî, nemaze di helbestê de ), ev yeka baþ vekolaye, û resbelekên gelek helbestvanên Ereb dane ber ronahiya lêkolînê, pêre jî gihayê wê baweriyê, ku helbestvan, ji bo parastina vî durvê huerî, gelek caran pilana avakirina helbestê diguhêre.

Hin caran helbestvan, li gor bandûra hestên xwe, hinek ramanên, ku têkildariya wan li gel hevdu jar e, li pey hevdu rêz dike, wek çawa li ba pirên sîmbolîstan diyar e, mebesta wan ji vê yekê ew e, ku hêmanê matmayînê û pêjniya helbestê xurt bikin, ji ber ku xebitandina wêneyên cuda-cuda, bi mebesta, ku wan ji hiþên xwêneran ve nêzîk bikin, dikare pergaleleke derûnî ye taybet li ba xwêneran peyda bike, pê re jî wêne û hest tevlihev dibin, û ziman jî hîngê, wek ku alava derbirinê ye, dikare kûrtirîn deverên derûna mirov û hestên wî wergerîne.

Me gotibû, yekîtiya gewdeyî, wek têrmeke hunerî, û hêmanekî giring, ku rola wî di avakirina helbestê de gelekî nerxbiha ye, berhema rexneya Ewrupayê ye. Rexnevanên Ereb, yên pêþî, boçûnên Erîstotalîs gelekî dubare kirin, lê neþên bigihîþtina mebesta wî, lewre jî ewana weha çûn, ku gava helbestvan bikaribe beþên helbestê, yên ku di bingehên xwe de li gel hevdu ne têkildarin, pev bibestîne, hîngê yekîtiya gewdeyî tê parastin.(4). Pêre jî ji rastiya vê têrmê bi dûr de ketin, lê hino-hino ber bi mebesta Erîstotalîs de çûn, û carcaran helewstên rexneyî balkêþ li ba wan diyar bûn, û têkildariya malikên helbestî li gel hevdû bala wan kiþand. Wek nimûne, Ibin Quteybe di pirtûka xwe ( Helbest û helbestvanan ) de dibêje: helbesvanekî gote yê din: Ez ji te helbestvantir im. Ewê din gotê: Çawa?. Lê vegerand û got: Ez malikê û birayê wê dibêjim, lê tu malikê û kurmamê wê dibêjî.

Tevî vê jî gava herî berbiçav, di vê penavê de, gelekî bi derengî li ba rexnevanên Ereban, hate qevastin, û di navbera berhemên nivîsevan û ramanbîrên Misirê; yên wek Eُbbas Mehmûd El-Eُeqqad û hinên din re, sayî diyar bû.

Mixabin evê babetê, wek tevayê rexneyê, bala lêkolînerên Kurd nekþandiyê. Tiþtên, ku di destên me de henin ji evê babetê dûr in, lê ji ber jarbûna têkiliyan, nizanim ka rexnevanên Baþûrê Kurdistnê para xwe xistine wê, yan na. Lewre jî gava mirov vê babetê li ba me Kurdan dipelîne, pêþiya xwe vala dibîne.

Tevî vê jî, gava mirov hinek helbestên kilasîkên kurd dixwîne, pêjna vê termê, tenê ji hêla bandûra derûnî de, dike,û hin caran jî dibîne, ku ewana dawiya malika berê li destpêka malika, ku di pey re tê, dubare dikin, û herduwan li gel hevdu dibestînin, pêre jî wateya vê têrmê, li ba wan, wek çawa li ba rexnevanên Eُreb, yên kevin, dimîne; ang ew jî malikê û birayê wê dibêjin.

Helbestvanên Kurd, yên nû, bi bandûra çandên biyanî, bihayê vî hêmanê giring nas kirine, û berxwe didin, ku yekîtiya gewdeyî ya helbesta xwe biparêzin. Lê mixabin pirên berhemên wan hîna jî li ber deriyên pêk-anîna vî hêmanî dikulin, û nikarin bi serkevin.

Tevî vê jî hin caran mirov pêrgî hinek nimûneyên balkêþ dibe. Nezîr palo helbestekê di kovara Pênûs de, diweþîne(5), sernavê wê ( Bêdengiya Qizêzê ) ye. Heyama derûnî ya vê helbestê yekeke xab e ( bêhêvî ), melûl e, ji destpêkê ta dawiyê berdewam e, û bi gelek awayan xwe diyar dike.

Dîmenê wî qeþa girtiye, û her ku diçe, ew qeþaya pirtir dibe, pêre jî diqerime, û bê tevger dimîne, û her tiþtî wenda dike, ta ku nema lorandin; ev kira ku pirê caran pencerên bêhnvedanê li pêþ derûna þîndar vedike, bikaribe dilê wî hinekê xweþ bike, an bêhna wî fireh bike, lewre bûye dîlê keserên, ku bi carekê nikarin tiþtên wenda vegerînin, lê tenê dikarin mirov ji xwe, ji heyîn û jiyanê birevînin, loma jî helbestên wî biyanî û bê nav dimînin, û ev gerdûna pehn û fireh li pêþ helbestvanê me teng dibe, hemî derî û pencere li pêþ têne hev, bi ser de jî piçek ronahiya, ku di qoziyekê de xuya ye, nikare tariya, ku li derdora wî ye, biqelêþe, belê "pelên jiyana wî yeko-yeko dihêre", birînên wî xwînzê dike, û fermiska diherikîne,pêre jî jiyan bê wate dimîne, û helbestvan roj dû rojê tê sotin, diweste, ji hal dikeve, pêre jî tenê rastiya rasteqîn li pêþ wî diyar dibe, û wî ber bi amadekirina kefenê xwe de dikþîne.

Bi baweriya me, helbestvan di awayê avakirina vê helbestê de gelekî biserkeftî tê xuyakirin, heyama bêhêvî, li ser helbestê destlatdar e, lewre tevgera wê giran bûye, û bandûra xwe bi ser ritmû awazawê de kiþandiye, ew jî giran kirine, pêre jî hevokên wê dirêj bûne, û herîkîna wan li gel pergala xab ( bêhêvî) lihevhatî ne.

Tevî ku ev helbest ji neh kurteperçan pêkhatiye, lê her perçakî ji wan delameta xwe di bingeha wê de heye, ku perçê din nikare wê delametê bi cih bîne, û hemî vêkra tablowa wê dirêsin û nîgar dikin, û yekîtiya wê ya gewdeyî diparêzin, çimkê gava tu wê dixwînî, tu dibînî, ku çawa helbestvan di rûnê bêviyê de diqewire, û her perçakî helbestê dilpopekê ji wî rûnî dadirivîne, ta li dawî bê hêz dikeve, nema dikare ji bilî dirûtina kefenê xwe, tiþtekî din bike.

Her çiqas ev cure-hest di helbestê de, bi gelemperî, ne rûmetdar be jî, em bawer in, ku taqeta (tecrûbe) Nezîr Palo di nav agirê havîbûnê de werdigerîne, û dikare siha xwe bide ser jiyana, mirovê, ku ji welatê xwe bi dûr ketiye, û bibe sîmbola rewþ û pergala, ku pirên koçberan di bin hêz û zora wê de dinalin.

 

***** *** *****

Jêder û çavkanî:

 

(1) Arnst Fîþer: Pêwîstiya huner. Wergera erebî: E. Helîm, weþanên komîteya gelemper ya pirtûkê 1971, hejmar û cihê çapê ne diyar in, rû 201.

(2) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 65. Hêjayî gotinê ye, ku ew van boçûnan ji ber her du pirtûkên Erîstotalîs; Hunera helbestê, û Rêzanî, werdigire.

(3) T. Þêx El-Erd: Pelandina bingeha huneran. Bi zimanê erebî. Þam 1991, rû 223.

(4) Dr.M. X. Hilal: Jêdera berê, rû 204.

(5) Biner: kovara Pênûs, hej 20, sal 2006.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org