|
Hunera
helbestê 7/7 Helbesta
xwerû Heyder
Omer
Dêmek, wek çawa me dît, avakirina helbestê, durvkirina wê û afirandina wê bala hemî rexnevan û rêbazên ramanî û hunerî zor kiþandiye. Tevî cudahiyên ku di navbera boçûnên þepêlên ramanî de hene, û tevî ku her rêbazekî hunerî nerîn û helwestên taybet hene, lê hemî li nik rastiyekê pêrgî hevdu dibin, û nikarin giringiya huneriya vî celebê wêje erzan bikin. Gelo, ev bihayê nerxbilind dikare helbestê yek alî bihêle, û bêje ku helbest tenê durv e, û naverok jî bê nerx e?. Bi gotineke din; ev yeka dikare helbestê bê naverok bihêle?. Bi rastî gelek guftugowan ev yeka cût û dubare kirin, nemaze piþtî ku ciwan-nasî, wek zanisteke mirovane, gelekî bi pêþ ve çû, pêre jî aloziya helbesta xwerû derkete holê, û xwediyên vê nerînê weha çûn, ku huneriya helbestê guh nade naverokê. Ev boçûn ji paþila zîmbolîzmê bi derket, û li Firansayê û Îngilîstanê bû mijara gelek guftugowan, nemaze jî di yekemîn çarîka çerxê bîstem de. Mebesta xwediyên vê boçûne ew e, ku hinek hêmanên helbestî hene, dikarin gewherê helbestê diyar bikin, bê ku ewana berbiçav bin. Ew hêmanan rastiyeke kûr û veþartî û pêjindar e, ne peyv û hevok dikarin wê diyar bikin, ne jî ritma peyvan û derbirinê, û awaza kêþê û rêzbendê dikarin bigihênin wê devera kûr di hundirê derûnan de, ku îlham tê de tê meyandin. Ewana boçûna xwe þirove dikin, û dibêjin gava guhên mirov hevokeke normal werdigirin, hiþê wî bi wateyên peyvan re dide û distîne, û li gor rêbazên zimên û rêzimên, û li gor lihevkirina peyvan di wê hevokê digihêne. Pêre jî mebesta wê hevokê diyar dibe, lê nikare çi þopê di derûna mirov de bihêle. Lê helbest, an jî hevoka helbestî derûnan dihejîne, ji ber ku pêjna wê dikare helwestên taybet diyar bike. Eger li vî nimûneyê jêrîn binerin, em dê hinekê ji mebesta wan ve nêzîk bibin. Hêmen Kurdaxî di helbesteke xwe de dibêje: Wey
lo xerîbo, wey lo! Berxê
dayîka mino, lo! Kanî
ew stêrk, yên
ku ji kenên te diweþîn? Kanî
ew tîrej, yên
ku ji ezmanên te dibarîn? Kanî
ew gund, yên
ku li ser sîngê te radiketin, lo? (1) Ev banga pêþî, ku bi peyva ( wey ) dest pê bûye, gelek þîn û keseran ji hêmanê matmayînê(اندهاش), ku ji wê bangê diherike, diyar dike, pêre jî her sê pirsên, ku di pey wê re serên xwe hldidin, sînorên xwe, wek ku pirs in, derbas dikin, bi paþ xwe de dihêlin, û li benda bersivan namînin, lê dikarin buhêreka wî kesê, ku bang lê tê kirin, bînin ber çavan. Xuyaye, ku gelek xewnên þêrîn derûna vî kesê ( xerîb ) hurhutandine, ew ji hembêza cihê bîranînên þêrîn û ciwan hilkirine, û ber bi biyanistanê de avêjtine, bi hêviya ku bikare wan xewnan bi rastiyê biguhêze. Lê gava xwe dispêre hembêza biyanistanê, rastiya tehl û dijwar, rû bi rû, li pêþ wî sayî dibe, û du wêneyên wî dide pêþ çavan; wêneyê berê, ku tev þahî, ken, hêvî û duwaroja sozdar bû, û yê îro, ku kenê wî diçelmisîne, xewnên wî dihêre, û hêviyên wî mirdar dike. Bi ser de jî em dikarin bêjin ; ev tablowa jorîn dikare mirov ji derdora wî bibire, da bi razên jiyanê re mijûl bibe; ku çendî ev jiyan xweþik û þêrîn e, bi gelek hêmanên, ku dikarin xweþiyê di derûnan de pêk bînin, xemilandî ye, lê her tim lekeyên tarî berxwe didin, ku wê tehl û tirþ bikin. Ev hejîna derûnî, û helwesta taybet wateyên peyvan derbas dikin, û cudahiya, ku di navbera pêjna helbestî û hevoka pexþan a normal de heye, diyar dikin, ku ji pêjna helbestî bi þûn de çi awayên derbirinê nikarin vî barî hilgirin. Dêmek hêmanên helbesta xwerû, li gor mêldarên wê, ji vê pêjna hêzdar, ku dikare peyv û hevokan ji sînorên wateyan derbas bike, peyda dibin. Pêre jî naverok, digel hemî raman û hizrên wê, û hestên, ku dilivîne, li ba mêldarên helbesta xwerû, bê nerx dimîne, ji ber ku ew ji gewherê helbestê ve gelekî dûr e. Ev boçûna wan pirsekê dilivîne, û ber bi pelandina vê helbestê, an jî hêmanên wê de têvedide. Gelo ma bi rastî ev cureyê helbestê( ango helbesta xwerû ye bê naverok ) heye, an na?. Em bawer in, ku bersiva vê pirsê dê neyênî be, ji ber ku helbest, berî pêþî, axiftin e, û çi axiftina bê wate nîne. Mêldarên vî cureyê helbestê jî li xwe dinin, ku helbesta bê wate nîne, belê ewana weha diçin, ku her helbestekê hêmanên xwerû û yên ne xwerû ( naverok ) hene, û helbestiya helbestê bi hebûna wan her du cureyên hêmanan teqez dibe, lê ewana giraniyê didine hêmanê pêjnê, û li ber siha gotina Filobîr, ku dibêje: "Malikeke helbestî ye ciwan, tevî ku bê wate be jî, ji yeka dine ne ciwan, lê xwedî wate, çêtir e" helbestê dinerxînin, û weha diçin, ku helbest bê wate nabe, lê wate nikare helbestiya helbestê nîþan û teqez bike, tenê hêmanê wê yê xwerû dikare vê delametê bi cih bîne, û helbestiya helbestê li darxe. Dêmek wate û naveroka helbestê, li ba mêldarên helbesta xwerû, bê nerx nîn in, lê ewana weha diçin, ku gava naverok û durvê derbirinê, bi awayê zor hêja, li hevdu dibanin, û hevyarî û hevtêkiliya wan digihêne astayê, ku nema mirov dikare wan ji hevdu cuda bike, hîngê helbest digihêne tepela afrandinê ya tewrî bilind. Bi vî awayî, mirov dikare bejê, ku xwediyên vî cureyê helbestê piþta xwe di taqeta helbestvan û naveroka helbestê yal nakin, lê awana, wek xwediyên boçûna "huner ji bo huner e, helbest ji bo helbestê ye" ber xwe didin, ku helbestê ji sînorê sudariyê bi dûr de bidin. Helwesta xwediyên boçûna, ku dibejê helbest ji bo helbestê ye, nerxê naverokê an taqeta helbestvan erzan nake, lê li gor nerîna wan, naverok ne armanca helbestê ye, ango tenê awayê derbirinê û avakirinê dikar bibe nîþana serkeftina helbestiya helbestê, lê suda helbestê di pey vê gava hunerî re tê, çi suda rewsenbîrî be, çi ya ayînî an hînkarî an jî civakî be, bi carekê li gel helbestiyê ne têkildar e, pêre jî nikare helbestê binerxîne, ji ber ku nerxandina helbestê li ber siha sudê, li gor nerîna wan, bihaye wê erzan dike. Dêmek xwediyên vê boçunê jî helbestê li gel jiyanê dibestînin, û nikarin têkildariya herduwan li gel hevdu tune bikin, lê li gor nerîna wan, tevî ku her du helbest û jiyan bi gelek awayan li gel hevdu hevbest in, belê ev cureyên hevbestiyê gelekî kûr û veþartî ne. Jiyan ji rastiyê û bûyeran pêk tê, lewre jî nikare guhêzê têr bike, lê helbest, tevî ku gelek rastiyan di babetên xwe de dicivîne, di riya guhêzê re di ser wan rastiyan re baskên fireh vedirþêne, û gelek tiþtên, ku roj bi roj ji jiyanê diherikin û peyda dibin, pêþ me dike. Gava mirov bala xwe dide helwest û boçûnên mêldarên helbesta xwerû,û yên "rêbazê helbest ji bo helbestê ye" , û dibîne ewana jî nikarin sînoran bixin navbera helbestê û jiyanê, hîngê dikare bêje ku helbesta xwerû navekî bê navhligêr e. Tîka mezin, di riya berhemên ramabîrên rêalizma hevbeþ re, li eniya vê helwesta hunerî qelibî. Rêalîzmên hevbeþ weha diçin, ku helbestvan jî dirame, lê ramana wî xwe bi awayê wêneyan dirêse, lê rastiyê teqez nake, belê ew wê diyar dike. Lewre jî helbest, li gor nerîna wan, ji bo rastiyê ye, û gava durv û naveroka wê li hevdu dibanin, hîngê ciwaniya wê eþkera û teqez dibe, ji ber ku ciwaniya helbestê, li gor nerîna wan, ew e ku mirov naveroka wê di jiyanê de, an jî jiyanê di naveroka wê de bibîne; ango helbestê armanca sudariyê heye, lê ne suda tekmirovî ye, belê ya tevayî ye, ku nerxên tekane bi paþ xwe de dihêle, û yên civakî tevayî dide pêþ, pêre jî helbest dibe alava xwebatê ji bo rizgariya miletan û dadweriya civakî. ***** *** ***** Jêder
û çavkanî: (1) Hêmen Kurdaxî. Çêrokên neynûkên þikestî. Helbest. Çapxana Babol Druck, Köln, Elmanya,çapa yekem, sal 2003, rû 7. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org