Hunera helbestê

8

Helbesta pexþane

 

 

Heyder Omer

 

 

Birêveçûna helbestê dide xuyakirin, ku ewê gelek caran durvê xwe guhertiye, ta gîhaye vî durvê nû, ku jê re „ helbesta pexþane „ tê gotin, û pêre jî bûye mijara gelek guftugo û nivîsarên, ku pirtûxaneyên miletan pê hatine dagirtin, û hîna jî em dibînin ew guftugowan berdewam in, û nerînên cuda-cuda diyar dibin. Hinek ji wan nerînan hîna jî bi guman li vî celebê helbestê dinerin, û nikarin wê wek helbest bipejirînin.

Lê tevî vê yekê em dibînin,ku ev helbest riya xwe diqelêþe, û þûna xwe di qada wêje de dûz dike, û roj û dû rojê heyîna xwe teqez dike, bê ku guh bide ewan boçûnên, ku dixwazin wê gem bikin.

Li ba me Kurdan jî evê helbestê xwe diyar kiriye, û gelek dîwanên wê, di van salên dawî de derketine holê, lê mixabin ta îro ti gotar, an lêkolînên, ku nerînên têorî, yên vî awayê helbestê mijara wan e, neketine destên min. Têvî vê yekê, gava hin caran ev mijar bi awayê lêvane tê guftugokirin, her tim gotina „helbesta nûjen e bê kêþ “ li ba gelek helbestvanan tê gotin û dubarekirin. Pêre jî diyar dibe, ku her nivîsarek bi awayê heklbestî û kêþ bête nivisandin, dikare bibe helbesteke nûjen e pexþane. Gelo ev nerîn rast e?!..

Bi rastî jî peyva „ helbest „ bi xwe di vî warî de ne sayî û ne zelal e, ji ber ku gotina „ helbesta pexþane „ ya ku di van demên dawî de gelek caran tê gotin û dubarekirin, gelek taybetiyên peyva „ helbest „ ku berê hatine naskirin, bi paþ xwe de dihêle, û guh nade wan, çunkê wateya vê peyvê berê gelekî zelal bû, û bi durvê kêþesaz dihate naskirin. Wê hîngê helbest durvekî zimanewanî yî kêþesaz bû, usûl û rêbazên wê naskirîbûn, pêre her nivîsarek li gor wan rêbazan bihata nivisandin wek helbest dihate pejirandin, û ya rêza wan rêbazan negirta, pexþan jê re dihate gotin.

Ev yeka yekser dide xuyakirin, ku dijberî ( تـنـاقـُض) di hundir gotina „ helbesta pexþane „ de heye, ji ber ku her peyvekê ji wan her duwan taybetmendiyên xweser hene. Vê lomê em weha diçin, ku divê ev gotin careke din bête nasandin, da peyva „ pexþane „ hilkiþe astayê, ku dikare wê li kêlek peyva „ helbest „ deyne, û rûçik (sîfat ) û taybetmendiyên peyva „ helbest „ yên derbirînî û hunerî bide wê jî.

Berî her tiþtî divê ev gotin “ helbesta pexþane “ wek têrmeke xweser e, ji hev cuda nebe, wê hîngê cudayîya, ku di navbera her du têrmên „ pexþana helbestî „ û „ helbesta pexþane „ de hene, wê sayî û zelal bête xuyakirin.

Têrma yekem peyva „ pexþan „ dide pêþ, û ya „ helbestî „ dide paþ. Ev yeka dide xuyakirin, ku naveroka her têrmekê taybetmendiyên cuda hene.

Berztirîn taybetmendiya „ pexþana helbestî „ ew e, ku ev cureyê nivîsînê dirêj e, gelek hevokan ji bo wateyekê dixebitîne, wateyekê bi gelek awayan dubare dike.Ango qulafetê wê nivîsarê ji wateya wê dirêjtir e, lê „helbesta pexþane „ kurt û bi pêjn e, qulafetê wê yê kurt dikare gelek wateyan diyar bike.

Lê tevî vê jî, nîþankirina sînorên, ku di navbera helbestê û pexþanê de hene, hewildaneke ne hêsan e, xebatên gelek nivîsevan û rexnevanan bê encamên hukardar ji vê kefteleftê bi derketin. Pêre jî pirê caran, û ji demeke zû de, tê gotin, ku „ helbest hin caran gotinên yekser bi kar tîne, da bawerî wênekêþiya wê xurt bike, û derbirîna yekser jî hin caran gotinên helbestî dixebitîne, da wênekêþî hêmanê baweriyê tê de xurt bike „. Ev boçûna kevin careke din di rexneya nû de dubare dibe,û rexnevan  Hanrîþ Bilês di pirtûka xwe „ Rewanbêjî û stîl „ de dibêje: „ Hêmanên baweriyê û ciwaniya hewaldanê di deqên helbestî de hene, wek çawa hêmanên helbestî di deqên yekser de hene „.

Dêmek pelandina sînoran di navbera helbestê û pexþanê, wek me berê jî gotibû, ne hêsan e, nemaze di van demên dawî de, ku gelek boçûnên cuda-cuda diyar dibin, û kêþan û rêzbendê bi paþ guhên xwe de davêjin. Lewre tiþtê herî sereke û bingehîn di vê meydanê de, wek çawa rexnevan Hesen Kazim di pirtûka xwe „ Têgehên helbestiyê „ de dibêje, ew e ku mirov bala xwe bide taybetmendiyên gotinên helbestî û tevgera wan ya zindî ye awart e.

Yekemîn û berztirîna wan taybetmendiyan, li gor formolîzên Rûsan, peyva helbestî ye, ku divê wek peyv , ne wek berdêla tiþtekî, an hilgirê hestan, lê bête meyzandin. Hîngê ew peyvan nirxên xwe yên xweser distênin. Taybetmendiya duwem jî wateya piralî ye, ku rê li pêþ wergirtin û têgihîþtina durvên derbirînê vedike, û ya sêyem, wêneyê hunerî û delameta wî di helbestê û pexþanê de ye.

Formolîzên Rûsan weha çûne, ku hebûna guhêzê ( xeyal ) di helbestê de tiþtek e, û xebitandina wê tiþtekî din e. Ewana weha diçin, ku xebitandin û bi karanîna guhêzê di helbestê de ewqas giring û balkêþ e, lê bi carekê çênabe, ku wêneyê helbestî bibe alava þirovekirinê. Wek nimûne, ewana weha diçin, ku îstîaُre di pexþana normal de wateyê þirove dike, lê delameta wê di helbestê de tiþtekî dine; ew ji bo bandûra ciwanî di helbestê de tê xebitandin; ango wek çawa rexnevan Dr. Selah Fedil dibêje: „ Gava îstîaُre tiþtê normal dixe awayekî niþkavî, hîngê wî dike tiþtekî biyanî û ne normal „. Pêre jî em dibînin, ku delameta îstîaُreyê, wek alaveke guhêzê, tê guhertin.

Dr. Selah Fedil hîn jî pê de dihere, û dibêje: „ helbest gotûbêja, ku bi xwe bûye mebest e; ango helbest ziman e; zimanê ku bi xwe bûye mebest û armanc, ne yê ku ji bo ravekirin û hevgihîþtinê bi kar tê, û piþtî, ku ewê delametê bi cih tîne, tê sotin û þewitandin „.

Ev boçûnan taybetmendiyeke dine helbesta pexþane diyar dikin, ew jî rewþa zimanê wê ye, ku gelekî guvaþtî ye, peyvên bê rol û delamet napejirîne, ji ber ku ev cureyê peyvan ji hêlekê de gewdeyê; ango qulafetê wê, bê sûd, mezin û giran dikin, û ji hêla din de jî hêmanê matmayînê û niþkaviyê ku ji berztirîn rûçikên wê ye, qels dikin.

Her weha diyar e, ku ev cureyê helbestê bi carekê guh nade kêþan, ewên ku awaza derveyî ji wan diherike. Evê yekê gelek kes hurhutandin, û ber bi pelandina awaza hundirîn de têvedan, lewre jî ewana bi her awayî ev cureyê awazê di hundirê wê de pelandin, da bidin xuyakirin, ku evê helbestê awaza xwe guhertiye, dest ji ya derveyî berdaye, lê yekeke dine, ku ji hundirê wê dertê, dixebitîne, lê mixabin ewana ji bîra kirin, ku helbesta kêþezas û pexþana normal jî ji vê awaza hundirî ne bê par in, ji ber ku ziman bi xwe ji wê ne bê par e. Lewre jî hebûna vê awazê di helbesta pexþane de, tevî ku hêmanekî giring e, lê ti caran nabe nîþana çespandina hebûn an serkeftina wê.

Bingeha helbesta pexþane, li gor boçûnên rexnevanan, Dr. Selah Fedil wek nimûne, li ser sê hêmanan vedine.

Yek ji wan ew e, ku ev cureyê helbestê piþta xwe di kêþên hene û nasbûne yal dike, lê dest ji awaza hundirî bera nade. Pêre jî bingeha ” rhythmus ” a ( ايـقـاع  ) wê tê guhertin, û xwe bi ser wêneyê muzûkî ye derûnî, ku li gel taqetkirina ( tecrûbe ) helbestî gelekî hevbest e, pal dide. Ev muzûka hundirî, ji awayê têkildariya kurtbûn û dirêjiya  kîtan ( bergan ) û dengdêr û dengdaran, li gel hevdu, peyda dibe.

Hêmanê duwem jî ew e, ku ev helbest, heya jê tê, karînên helbestî, yên zimên çalaktir dike û diteqîne, da hêmanê sêyem; ango pirbûna wateyê biçespîne. Lewre peyvên wê gelek caran diþimitin, û pijaqên wan bi ber pir aliyan de belav dibin.

Lê eger awayê avakirina wê bingehê, ku li ser tevlihevbûna gelek pileyên, ku semta ( bervê ) wan ji hev cuda ye, û bandûra wan weke hev e, li ba helbestvan û xweneran ne sayî û ne nas be, hîngê têgihîþtina wan hêmanên jorîn gelekî dijwar dibe. Ew pileyan jî ev in: Awaz, rêziman, guvaþtin, û pijiqandin.

- Awaza vê helbestê, wek me berê gotiye, hundirî ye, ji têkildariya kîtan, kurtbûn û dirêjbûna wan, û dengdêr û dengdaran li gel hevdu peyda dibe, lê bi tenha nikare bibe nîþana serkeftina wê.

-Rêziman têkildariya peyvan li gel hevdu diyar dike, pêre jî rola wê ya berz di awayê nivisandina helbestê û xwendina wê de diyar dibe. Loma jî gava helbestvan helbesta xwe dixwîne, gelek nîþanên curbecur li ser rûwê wî diyar dibin, û têkildariya hevoka helbestî û ya hestewerî li gel hevdu teqez dikin. Ev têkildariya hanê pirê caran rê li pêþ hevokên helbestî vedikin, da guh nedin rêbazên rêzimên, ji ber ku eawana hestan werdigerînin, û hest jî pirê caran organîze nabin.

-Guvaþtin ( تـكـثـيـف ), wek me berê gotiye, berztirîn rûçikê ziman û þêweyê vê helbestê ye, ku her tim peyvên watedar û bi pêjn dipelîne. Pêre jî wateyên vê curehelbestê ji qulafetê wê firehtir dibin.

- Pijiqandin, digel ku ev rewþ peyv û gotinên vê helbestê pirwateyî dike, rê jî  li pêþ þimitandina peyvan û xebitandina mecazê li ser piþtê vedike, û asowên guhêzê hem fireh dike, û hem jî ber bi matmayînê, û nenormaliyê de dikþêne.

Ev rêbazên jorîn vêkra dikarin qulafet û delameta helbesta pexþane li pêþ me sayî bidin xuyakirin. Her deqê nivîsînê, yê di çarçewa vê têrmê de þûna xwe dipelîne, divê wek çawa Sozan Bîrnar dibêje, sê mercên ciwanî tê de hebin:

1.Yekîtî ya zindî ( biyolojîk) ye xweser; ji ber ku ew berxwe dide da cîhaneke lihevhatî, bi rêk û pêk pêþkêþ bike. Ev yeka dide xuyakirin, ku hêmanên durvê wê û delametên wan ji hevdu cudan e, lê hemî ji bo pêkanîna tabloweke pirî reng û bi rêk û pêk dixebitin. 

2. Delameta wê ya sereke û bingehîn helbestî ye;ango bingeha wê bê pilan e, û semta (bervê ) wê ne ber bi armaceke sînorkirî de ye, lewre jî ramanên hundirê wê pirê caran bê dûzan in.

3. Guvaþtin, ji ber ku kurtbûna þêwe berztirîn hêmanê helbestiya wê ye.

Lê divê em hewaldana çîrokbêjî (الـسـرد الـحـكائـي ) ya ku helbestiyê di hundir pexþanê de dipelîne, jî bidin kêlek wan mercên jorîn, ku Sozan Bîrnar nîþan dike, da em karibin bibêjin, ku me, li gor zanîna xwe, û li ber ronahiya boçûnên hin rexnevanên rûmetdar, ev cureyê helbestê hinekê da naskirin.

Mixabin nebûna kêþê av bi devên gelek kesan xist, û daxwaza nivisandina helbestê di dilên wan de mezin kir, bê ku haya wan ji van merc û usûlên têorî hebe, lewre jî gelek nivîsarên lezok û jar xwe bi navê helbestê berdane holê, lekeyên mezin û giran gîhandin vê helbesta, ku riya xwe, wek awayekî derbirîna nû di rêveçûna helbesta kurdî de, diqelêþe.

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org