Hunera
helbestê *
Heyder
Omer
Di van çend salên dawî de, gelek nivîsarên, ku bi helbestê têne
navandin, derketine holê, û gelek xortên nugîhane berxwe didin, ku para
xwe bixin vê meydanê. Bi ser de jî pir guftugoyên pirsa helbestê dubare
dikin, hatine, û tên xwendin û guhdarkirin. Lê mixabin pirên wan nivîsaran,
wek xuyane, hîna li ser riya belbestê dikulin, û pirên wan guftugowan jî
pirsa helbestê gelekî biçûk dikin, ta radeya, ku wê tenê di hundirê kêþê
û rêzbendê de dihêlin. Pêre jî mirov pê hay dibe, ku helbest, li gor
boçûnên wan, kêþesazî
û nekêþesazî
ye. Eger nivîsarek bi awayê malikan û rêzbend jî pê ve be, bête
nivisandin, ew helbesteke kilasîk e, lê ger vê sistemê biguhêre û bi
awayê hevokên, ku di bin hev re rêz dibin, bête nivisandin, ew jî
helbesteke nû ye.
Bi baweriya me, kurtkirina pirsa helbestê, wek celebekî wêjeyî û
cureyekî hunerî, di hundir vê têgihîþtina
bê nirx de eniya helbesta kurdî dide hember metirsiyeke mezin û sawdar.
Lewre jî xwezî alavên ragihandin û rewþenbîriya
kurdî (rojname, kovar, komeleyên nivîskaran, televiziyon) karibûna hin
keysan lê bînin, da ev mijar tev hemû awa û warên xwe, bête
guftugokirin, belkî hunera helbestê, ku çetintirîn beþê
hunera derbirinî ye, bête naskirin.
Heya ew keys lê tê, dê berxwe bidim, nerîneke, ku heya ji min tê
zanistî be, berdim holê. Lê ji ber ku xebatên ji vî cureyî , bi zimanê
kurdî, di destan de nînin, ku ji mirov re alîkar bin, ez dê berê xwe
bidin boçûnên rexnevanên toreyên din, û sûdeyê ji wan werbigrin, wek
Dr Fayiz Eddaye û pirtûka wî (Ciwaniya þêwe),
Dr Nayif Belloz û pirtûka wî (Zanista ciwan), Dr Þukrî
Mihemmed Eyyad û pirtûka wî (Rêbazên wêjeyî û rexneyî), Giyorgî Gaçiyêv
û pirtûka wî (Hiþyarî
û huner), wergera bi zimanê erebî, û nemaze jî Dr Îzeddîn Îsmaîl û
pirtûka wî (Þîrovekirina
wêje li ber ronahiya pisîkolojiyê), ji ber ku pirrê vê lêkolînê ji
pirtûka wî hatiye wergirtin.
Têgihîþtina
xebata wêjeyî giringtirîn û metirstirîn qunaxa karê rexneyî ye, lê
eger xuristiya wê xebata wêjeyî li pêþ
rexnevan ne sayî be, têgihîþtin
jî zor û zehmet dibe, lewre divaye rexnevan berî pêþî xuristiya berhema, ku mijara rexneya wî ye, nas bike.
Helbest jî berhemeke wêjeyî pir alî ye, lê giringtirînê wan
aliyan, ew e, yê ku xuristiya wê, wek celebekî wêjeyî þirove dike ye, ango naskirina hemû hêmanên hukardar, ku jê peyda
dibe. Ji ber ku hemû celebên wêje û huner berhemên aferînê û
taqetkirina (tecrûbê) hestewerî û hunerî ne. Hemû helbestvan, çîroknivîs,
gotarnivîs, þanonivîs,
û romannivîs di xalekê de hevbeþ
in, ku di tecrûbeyên hunerî re derbas dibin, û berhemên xwe dafirînin,
lê cudabûna durvê hunerî yê her celebekî û awayê avakirinê li ser rêbaz
û awayê aferîna her yekî ji wan xwedî bandûreke mezin e. Ji ber vê jî
divê rexnevan rêgaya, ku her yek ji wan berhema xwe pê dafirîne, bipelîne
û nas bike. Eger em jî li gor vê boçûnê mijara xwe bipelînin, em dê
pêþî
li ba du awayên durvkirina (Teþkîl)
hêlbestê rawestin. Yek demdarî ye, mijara vê xelekê, û yê din cîgehî
ye. Û eger keys lê bê, dê di dû re jî, bi awayê piratîk, li ba wêneyê
hunerî rawestim.
Durvkirina demdarî:
Ji demeke zû de, rexnevanan tiliya xwe dabûne ser xaleke giring, ku
hunera peyvê ji cureyên din cuda ye. Hunera peyvê demdar e, lê yên din,
mîna wênkêþî
û peykervaniyê, cîgehîn e, alav û metiryalên ya pêþî
peyv e, lê yên a paþî
reng, herî, hevîr û kevir in. Her yek ji wan bi alava xwe karekî hunerî
xwedî bandûra dereûnî dafirîne.
Ziman alava helbestê ye, ew jî alaveke demdar e, çiku ji dengan û
bergehan peyda dibe; ew jî wek mofirkên zincîrekê, geh tevger in, û geh
rawestin in, li pey hevudu rêz dibin. Ziman, bi vî awayî, durvkirina sînorkirî
ye, ji hin bergeh, an tevger û rawestinên xwedî wate peyda dibe. Yan jî
ew bi xwe durvkirina demê ye, lê durvkirineke xwedî wate ye, wek çawa wênekêþî
(resim) durvkirina cîgeh, ya xwedî wate ye, an jî ew durvkirina cîgeh bi
xwe ye, da wateyeke taybet bistîne.
Lê digel hindê, ziman xwedî wateya cîgehî ye jî, ta radeya, ku
mirov dikare bibêje: Durvkirina demdarî a cîgehî jî di xwe de dicivîne.
Ez
bawerim, ku peyva (dibistan) dikare mebesta me rave bike. Ev peyv ji sê
bergehên (kît) dengdêr ( di- bis-tan)peyda bûye, gava mirov wê bilêv
dike, pê hay dibe, ku di pey her bergehekê re rawestineke kin, an dirêj
he ye, û her sê bergeh vêkra peyvekê durv dikin, ango bûne bingeha
dengdêr a vê peyva, ku bûye zîmbola cîgehekî sînorkirî û nas, ango
gava mirov vê peyvê bilêv dike, an dibhîse, yekser cîgehekî taybet û
sînorkirî tê pêþ
çavan, pêre jî tê xuykirin, ku ziman durvkirina dengdêr a xwedî wateya
cîgehî ye.
Bi vî awayî, em dikarin bibêjin, ku gava
helbestvan zimên wek alava derbirinê bikar tîne, hîngê ew di yek demê
de durvkirina du alî, an du rû, pêk tîne. Ango
ew ji demê û cîgeh bingeheke xwedî wate çê dike. Eger cefayê
hunermendê muzûkê ew e, ku dengan bi awakî lihevhatî, li dû hevudu di
hundir demê de rêz dike, û yê wênekêþ
jî ew e, ku bergehan, di cîgehekî de, li hev tîne, helbestvan her du
taybetmendiyan di karê xwe de dicivîne; ew cîgeh di demê de, û demê di
cîgeh de, durv dike. Xuristiya alava derbirinê (ziman) jêdera vê yekê
ye. lewre jî karînên derbirina zimanewanî ji yên derbirina wênekêþî
pirtir û hêzdartir in.
Lê tevî dewlemendiya karînên alava derbirina zimanewanî, û tevî ku
ziman wateya demê û cîgeh di xwe de dicivîne, helbestvan nikare
pozbilindiyan li wênekêþan
û peykervanan bike, çiku ew alaveke, ku beriya wî pêk hatiye, û tewaw bûye,
bikar tîne. Wênekêþ
xêzan û rengan bikar tîne, û tabloweke xwedî wate pêk tîne, û
peykervan hêvîr an herî û kevirên bê wate bikar tîne, û peykerekî
xwedî wate jê peyda dike. Lê rewþa
helbestvan cuda ye, ji ber ku peyvên zimên bikar tîne, ew peyvan jî
beriya wî çê bûne, û wêne û wateyên wan li nav civakê diyar bûne
û hatine naskirin. Ma çi cudabûn di navbera bikaranîna wî û ya kesên
din de he ye?!.
Gelo em dikarin weha biçin, ku helbestvan bermayên civakê bikar tîne,
û ti cefayê wî di durvkirinê de nîn e?! Em dikarin weha biçin, ku
helbestvan ti tiþtên
nû çê nake, wek çawa wênekêþ
û peykervan tiþtên nû çê dikin?!. Eger em weha biçin, em dê çima serên xwe bêþînin,
û aferînê di karê wî de bipelînin?!.
Tevî vê jî mirov dikare bêje, ku helbestvan jî hin caran peyvine nû,
ku berê bikar nehatine, çê dike, wek çawa hin caran peyveke nû ji yeka
din dirêse û dizeyîne. Lê rastiya hunerî ew e, ku helbest kareke di
dû çêkirin û peydabûna peyvan re dest pê dibe. Ango zayendina peyvên
nû ne nîþana
helbestvaniyê ye.
Bi baweriya me, zanîna vê xalê yekemîn gav e li
ser riya durvkirina helbestî. Helbest wek xebateke hunerî, durvkirina
taybet e, ku ji gelek peyvan peyda dibe, ew durvkirina taybet e, ji ber
ku her hevoka zimanewanî, çi helbestî be, çi na, ji peyvan peyda dibe,
ji peyvan çê dibe. Lê taybetiya çêkirinê sedema sereke ye, ku
derbirina helbestî ji hemû cureyên derbirinên din, ên zimanewanî, cuda
dike.
Eger em careke din vegerin ba têgehê (durvkirin)ê, em nikarin ji bîra
bikin, ku meydana durvkirinê hunera wênekêþiyê
ye. Lê ev têgeh ji wir jî ber bi meydana hunera peyvê tê kiþandin,
ango durvkirin, wek karekî, di hemû huneran de dibe, lê cudayî ew e, ku
hunerên wênekêþî
hissî ne, li ber çavan û destan in, lê hunera peyvê paþhissî
ye.
Metiryal
(reng, herî, hevîr, kevir…..) li pêþ
hunermendê wênekêþ he ye, berhemekê jê durv dike, ew berhem jî
yekser dikefe pêþ
çavan û ber destan, û di vê riyê re derbas rehên mejiyê mirov dibe,
û li wî hukardar dibe, lê berhema helbestvan, tevî ku li pêþ
alavên hiskirina mirov in, (nemaze çav û guh) û di navbera wan re derbas
hundir rehên mejiyan dibin, û lê hukar dikin, lê ne xwedî hebûna ber
biçav in, ango berhema helbestvan zîmbola tiþtan û wateya ye, bê ku taybetmendiyên wan tiþtan di wan zîmbolan de hebin. Wek nimûne, çiaqs
em peyva (kevir) dubare bilêv bikin, ew nikare kevirekî bîne pêþ çavên me, lê dikare xuristî u wêneyê kêvir
bîne bîra me, dîsan wek nimûne, wênekêþ
dikare di navbera taybetmendiyên xweyîtî yên (rengê sor) re hukariya
yekser li rehên mejiyên xweneran bike, ji ber ku wî rengî yekser bikar tîne,
û xweneran rû bi rû dide hemberê, lê helbestvan nikare vê hukariya
hissî, ya yekser, li xweneran bike, çimkê wan rû bi rû nade hemberê,
belê ew zîmbolekî biçûk, ku wateya wî rengî hildigre, bikar tîne, ew
zîmbol jî peyveke ji yek bergeha dengdêr peyda bûye, ti taybetmendiyên
rengê sor tê de nîn in, lê dikare xuristî û taybetmendiyên wî di bîriya
mirov de bilivîne.
Bi vî awayî, xuya dibe, ku rewþa
wênekêþ
û ya helbestvan ji hevudu cuda ne. Li ba wênekêþ,
pêþî
çav rengê sor werdigre, û di dû re jî bandûra wî li rehên mejî
berhemdar dibin, lê li ba helbestvan, pêþî
guh peyvekê dibhîse, û çav jî wêneyekî bê bandûr, ku ji çend tîpan
peyda bûye, taybetmendiyên wî rengî tê de nîn in, dibîne. Lê gava ev
peyv di navbera çavan û guhan re derbas hundir heþê
mirov dibe, û wêneyê hissî, yê ne diyar, yekser dide pêþ
heþ,
hîngê ew jî dikare wê lerzîna, ku berhema wênkêþ
di derûnên xweneran de pêk tîne, pêk bîne. Bi vî awayî mirov dikare
bêje, ku hunermendê hunera peyvê, di berhema xwe de, bi karê
durvkirina, ku di ser tiþtên
hissî re ye, radibe.
Ev boçûnên jorîn tenê di tenga metiryalên durvkirinê, ên pêþî
re ne, (reng, kevir,herî, hevîr li ba wênekêþ
û peykervan, û peyv li ba helbestvan), lê helbest, wek karekî hunerî çawa
tê durvkirin?.
Ev boçûnên jorîn diyar dikin, ku pirsa helbestê
ne tenê lihev-anîna çend peyva ye, wek çawa her hevoka zimanewanî tê
ristin. Li meydana helbestê durvkirina taybet he ye, ku axiftinê dike
helbest, û ji cureyên axiftinên din cuda dike. Gelo çi rûçikên wê
taybetiyê he ne, ku axiftinê dikin helbest?!.
Eger em careke din li xuristiya zimên vegerin, wek çawa ew hem demdarî
ye, û hem jî cîgehî ye, em dikarin bibêjin, ku durvkirina zimanewanî
her du awayên durvkirina demdarî û cîgehî ye. Lê tevî vê jî,
pergala durvkirina cîgehî cuda ye, ji ber ku meydana vî cureyê durvkirinê
wênekêþî
ye, çimkê metiryalên pêþî,di
vê meydanê de,xwedî cîgeh û li ber alavên hiskirina mirov in, û
dikarin bandûra yekser li rehên mejiyên xwenerên berhema hunerî bikin,
lê hunera derbirinî, mîna helbestê, ne bi wî awayî ye, ji ber ku
durvkirina cîgeh, di meydana vê hunerê de, cîgeh derbas dike, û jê
bilindtir dibe.
Me gotibû her du cureyên durvkirina demdarî û cîgehî,
di meydana durvkirina helbestê de hevbest in, tevlihev dibin, û berhemê
dafirînin. Pêre jî mirov dikare bêje, tevî ku helbest, bi rastî jî,
demê û cîgeh vêkra derbas dike, lê ew bi xwe bingeha demdarî û cîgehî
ye. Jî ber vê rastiyê jî, gava rexnevan helbestê dixwîne û vedikole,
divê ew vê hevbestiya her du cureyên durvkirinê ji bîra neke. Tevî vê
jî xuristî û mebesta vê lêkolînê, ku dixwaze evan her du têgehan
rave bike, dê her yekî ji wan bi tenha vekole.
Çarçewa helbestê ya muzûkî meydana durvkirina demdarî ye. Zanyarê
kêþên
helbesta eُrebî Xelîl Bin Ehmed Elferahîdî hizrek hebû, hevyarên
wê ta roja îro jî hene. Ew hizr weha diçe, ku her kêþke
helbestê taybetiya derûnî heye, lewre jî her yek ji wan ji bo pergaleke
derûnî layiq e, hinek ji wan ji bo þahiyê,
û hinek ji bo þînê
layiq in. Helbestvan jî kêþa,
ku ji bo pergala xwe ya derûnî û hestewerî layiq e, vedibjêre, û
helbesta xwe li gor muzûka wê dirêse. Li gor vê boçûnê, mirov dikare
bêje, tevî ku kêþ
bi xwe wêneyekî ne diyar û ne li ber çav e jî, ew wateya hestewerî di
xwe de dicivîne, lê þirovekirina
wê wateyê ji peyvan re dihêle. Gelo ev wate ji çi peyda dibe?!.
Mirov dikare çarçewa vê nerîna Elferahîdî firehtir bike, û di
hundir kêþên
helbesta eُrebî de nehêle, çimkê awazên muzûkê li her deverê,
û li ba her çandê ev xuristiya derûnî heye, li her deverê tu dibînî
hinek awaz hene, dikarin mirov bikenînin, hinek wî ber bi semayê de dikþînin,
û hinek jî wî digrînin. Bi baweriya me, mirovê kurd,ji ber ku helbesta
kurdî demeke dûr û dirêj lêvane bû,ji kesên din pirtir hestedar ê vê
taybetmendiyê ye .
Dêmek, kêþa
helbestê bandûreke derûnî heye,
dikare pergala helbestvan ya derûnî wergerîne. Ev yeka rastiyeke bê
guman e. lê tevî vê jî ev rastî li ba helbestvanê pêþî,
yê yekemîn car ew kêþ
afirandibû, dimîne, an jî ew kêþ
ji pergala wî ya derûnî bi der ketibû, ji ber ku hîngê ewî helbestvanê
pêþî
wêyeyê surûþtê,
ku berê tune bû, afirand, ango ewî muzûka, ku ji bo pergala xwe ya derûnî
layiq bû, afirand.
Bi rastî jî divê avahiya muzûka helbestê ji vê wateyê bi dûr
nekefe,divê ev avahî, ji bo pergala derûnî ya helbestvan, neynika sayî
be, ango divê helbestvan surûþtê
di navbera hest û derûna xwe re wêne bike, ne li gor çarçeweke, ku berê
hatiye çêkirin, li ser wî destlat e, û stûyên hestên wî, li gor pîvan
û pêdiviyên xwe, badide.
Ev boçûnên hanê eniya me didin hember pirsekê; ew jî ew e ku gelek
helbestvanên din, di pey ên pêþîn
re hatin, û kêþên,
ku ji bermayên aferîna wan bûn, bikar anîn. Gelo ev helbestvanên paþîn li gel xwe, û li gel hestên xwe ne dilsoz bûn?!.
Lê wek me berê jî gotibû,gelek awazên muzûkê hen in, her hinek ji
wan ji bo pergaleke derûnî layiq in, gava helbestvan helbesta xwe durv
dike, layiqtrîn awaza muzûkê ji nav ên din vedibjêre, û helbestê lê
siwar dike, ango ew her tim kêþa,
ku ji bo pergala xwe ya derûnî layiq e, ji nav koma kêþan
vedibjêre. Ev yeka dide xuyakirin, ku helbestvan ne girêdayê kêþeke
sînorkirî ye, û tevî ku ew di hundir çarçeweke sînorkirî de dilive,
lê ew çarçew fireh e, gelek kêþ
tê de hen in. Ev jî rastiyeke berz e.
Tevî ku ev boçûna jorîn gelek rûçikên rastiyê di xwe de dicivîne,
lê nikare xwe ji rexnê biparêze, ji ber ku kêþ
bi xwe, ango wêneyê wê yê ne diyar ti wateya derûnî nîne. Mixabin li
ba me Kurdan lêkolînên tecrûbeyî nîn in, ku vê yekê sayî bikin, lê
miletên din, toreyên din, gelek lêkolînên wisa hen in, ku deg di mexberên
zimanewanî de tomar kirine, û li wan degan guhdar bûne, li dawiyê hatiye
çespandin, ku kêþ
bi xwe ne rasteqîn muzûka helbestê ye, belê awayê rêzbûna dengan
li pey hevudu, digel kin û dirêjiya wan, sert û nerbûna wan, bilindî û
nizmiya wan,digel bergehên kin û dirêj, ku di navbera wan dengan de hen
in, ev yeka hanê muzûka helbestê ava dike, da karibe
pergala derûnî ya helbestvan wergerîne.
Zanyarê derûnî G.B.Gêlford di pirtûka xwe de (
meydanên pisîkolojiyê), wergera bi zimanê eُrebî, weha diçe, ku
encamên wan lêkolînên tecrûbeyî diyarkirine, ku divaye malika helbestê
mîna awayê xêzeke muzûkê bête nivisandin, her xêz li gor hulma
hestewerî be, hejmara deng û bergehên, ku di wan xêzan de hen in
curbecur be, ne hejmareke sînorkirî be, bi ser de jî divê muzûka her xêzê
li gor bilêvkirina peyvan û wateya xêzê be, çimkê pêlên hestewerî
û derûnî her tim bi awakî nîn in.
Ev lêkolînên piratîk diyar dikin, ku curbecuriya dengan û bergehan,
çi ji warê jimara wan di xêza helbestê de, û çi ji warê astayên
hulma hestewerî de, dikare helbestvanan ji hevudu cuda bike, pêre jî kêþên
hene li hember xêza helbestî û hulma hestewerî teng dibin, û nikarin
wan bikine dîla çarçewa sînorikrî. Ev curbecuriya kêþê,
ne kêþ
bi xwe, ciwaniya muzûka helbestê diyar dike, û ji bo avakirina helbestê
dibe hêmanê giring, eger helbestvan, û rexnevan wê ji bîra bikin, dê riya xwe jî þaþ
bikin.
Da em bôçûnên xwe xav û bê mînak nehêlin, em dê bala we ber bi
du helbestên O.Sebrî de bidin. Sernavê her duwan „Newroz“ e, her du jî
di dîwana wî (Apo, gotinên xav nepijîn bê tav), ya ku rehme lê Hemreþ
Reþo
berhev kiribû de ne,(rûpel 4 û 109). Destpêka ya pêþî ev e:
Bi xêr hatî tu newrûz
rersala me Kurdan î.
Ya din jî bi vê malika jêrîn dest pê dike:
Newroz çiqas delalî
vedikujînî derdan.
Ev her du helbest li gor gavên hespê sivik, ê Cegerxwîn, hatine
ristin. Ev hesp, wek Cegerxwîn dibêje, du gavan davêje, û her gavek ji 7
movikan pêk tê.(Biner: Hespên xweþxwanên
kurdî.Hawar, hejmar 22).
Eger em kêþa
evan her du malikan veriþênin,
dê bibînin ew bi awayê jêrîn hatiye:
Malika yekem:
1 -
2 -
3 - 4 - 5
- 6
- 7
Gava
yekem:
Bi -
xêr - ha
- tî -
tu -
new - rûz
Gava duwem:
Ser -
sa -
la - me - kur -
da -
nî
Malika duwem:
1 - 2 - 3
- 4 - 5 -
6
- 7
Gava yekem:
New - roz
- çi
- qas - de -
la -
lî
Gava duwem:
Ve -
di -
ku - jî
- nî -
der - dan
Dêmek tê xuyakirin, ku her du helbest li gor pêdiviyên kêþekê
hatine ristin, lê têvî vê jî, gava tu wan dixwînî, cudabûna heyama
derûnî, ya her duwan, yekser li pêþ
te sayî numa dibe, ya pêþî
hestê þîndar,
û ya paþî
hestê þahiyê
werdigerîne. Xuya ye, gava ewî
helbesta pêþî
dinivisand, rewþeke derûnî þîndar,
ku ji ber nebûna dewlet û keysên jîyîna þahiyên
netweyî peyda bûye, ew dorpêç kiribû, û li derbirina wî destlat bû,
lê gava helbesta paþî
dinivisand, xuyaye ewî tablowa cejnê û þahiyên
wê di xeyalê xwe de çêkiribû, ku hemû kes, jin û mêr, kêç û xortên
Kurdan li çolê belavbûbûn, kom bi kom, û cih bi cih govendên semayê
lidar bûbûn, û stiran û lîlî bilind dibûn.
Ev yeka teqez dike, ku kêþ
bi xwe, bê wate ye, lê hêmanên muzûkê yên din, mîna curbecuriya
bergeh û dengan, kin û dirêjiya wan, sert û nermiya wan, nizm û
bilindiya wan, digel hêrsê helbestvan û astayên pêlên hulma hestewerî
vêkra kêþê
xwedî wate dikin. Lewre gava helbestvan helbestê dixwîne, û tu jî lê
guhdar e, tu dibînî çawa rûdawên xwedî wate li ser rû, û di navbera
dengê xwendinê re diyar dibin.
tevî ku hewildanên gelek helbestvanên îro li ber
deriyê nûkirinê dikulin, lê mirov dibîne hinekên wan, bi zanebûn, bi
giringiya evê bingeha muzûkî ya helbestê haydar in. Ew pê hay bûne, ku
ev cureyê durvkirinê dikare rasteqîn û hukardartirîn wêneyê wan
wergerîne.Lewre berxwe didin, da ji çarçewa durvkirina kevin bi der
kefin, û yeka nû, ku dikare pergala wan ya derûnî û hestewerî wergerîne,
bafirînin,da helbest bibe wêneyê muzûkî ye tewaw, awazên curbecur tê
de hem tev lihev bibin, û hem jî ji hevudu cuda bibin, da helbest li derûnên
xweneran hukardar bibe. Ev wêneyê muzûkî, digel hemû hêmanên wî yên
curbecur ji bo xweneran alîkarê bê hempa ye, da karibin hestên xwe yên
belav bûne, li gor sîstema wê muzûkê birêsin.
Bi rastî jî bandûra berhema hunerî, dikare hestan li dû hev raxîne,
û wan li gel hevudu, di çarçewa sînorkirî de bibestîne, ev yeka sedema
sereke ye, ku em ji wê berhemê razî bibin an razî nebin. Eger nerîna me
ya ciwanî êdyal be, û çêjna me jî hissî be, em dê mêldarên rista
kevin bin, lê eger em bi felsefa ciwanî, ku nirxê heyîna (rêal, waqieُ)
derûnî di huner û jiyanê de ji bîra nake,bawer bin,
em dê mêldarên rista nû bin. Bi baweriya me, bandûra evê yekê,
ta roja îro jî , li ser çêjna civaka kurdî heye, wê ber bi helbesta
kevin de dikþîne,
û kend û keleman li pêþ
birêveçûna helbesta kurdî datîne.
Mebesta duvkirina helbesta nû ew e, ku pergala hestewerî bi awayê muzûkê
wêne bike, zimanê kurdî jî ji bo pêk-amîna vê erkê amade ye, çimkê
zimanekî awazdar e, durv û kêþên
peyvan weke hev in, dengên ku bilêv dibin, tên nivisandin jî, lewre ti
dijwaryên hunerî li pêþ
helbestvanên nû ji bo durvkirina helbestê nîn in.
Lê mixabin pirên helbestvanên nû, ku bi vê yekê
haydar in, pirsa helbestê gelekî biçûk dikin, ta radeya, ku wê dixin
hundirê berdaxa kêm û zêdekirina bergehên xêzên helbestê, ji ber vê
jî tu dibînî ew zû dikefin ber dava dubarekirina sar, û bê hemd dibine
dîlên rêzbendên, ku pirê caran derbirinê dibirin berî pergala
hestewerî tewaw bibe, pêre jî nivîsara wan nikare derbas hundir awayê
helbesta nû bibe, çimkê ew ji bîra dikin, ku awaza helbestê ji
lihevkirina tevger û rawestinên, ku di navbera bergehan de hene, û
pergala hestewerî ya helbestvan pêk tê.
Lê kînga xêza helbestî ya helbesta nû bi dawî dibe?. Bersiva vê
pirsê li ba hulma helbestvan, û li gel pêlên muzûkî, ku di pergala wî
ya hestewerî de hiltên û datên, hevbest e. Serkeftina helbestvanê nû
di vî warî de nîþaneke
ji nîþanên serkeftina helbestê ye, û pêre jî destlata rêzbendê li ser wî
sivik dibe, ta radeya, ku dikare jê rizgar bibe, û bê hemd li pey
vebjartina peyvên, ku bi yek tîpê, an yek dengî kuta dibin, nebeze. Hîngê
pergala hestewerî û birin û berdana hulmê rola xwe ji bo kutabûna xêza
helbestî dileyzin. Çiqas muzûka helbestê li gel birin û berdana hulmê
lihevhatî be, ewqas jî rihetiya fîzyolojî li ba mirov peyda dike.
Ji hêla derûnî de jî, pirê caran gava mirov dest bi xwendin, an
guhdarkirina hevokê dike, yekser texmîn dike, ku dê wê di demekê sînorkirî
de bixwîne an bibhîse. Rastiya texmînê rihetiya derûnî bi xwe re tîne,
lê tersiya wê mirov bê gav dike, da cefayên zêde bide, pirê caran jî
cefayên zêde û bê berhem hewesa xwendinê di derûnan de sar dike. Ji
ber vê yekê hin caran mirov xwendina helbestê bi dawî nîne, belê
destan jê bera dide. Sedema sereke ya vê yekê kulandina muzûka helbestê
ye.
Helbest avahiya muzûkî ya tewaw e, durvkirina wê jî karekî dijwar û pir girêk e, çiqas kin an dirêj
be, wê divê yekîtiya hunerî hebe, hemû hêmanên wê yên curbecur
delametên xwe pêk tînin û wê yekîtiyê ava dikin û diparêzin, wek çawa
hêmanên gewdeyê mirov curbecur in, lê hemû vêkra gewdeyê bi rêk û pêk
û lihevhatî pêk tînin, lewre jî tu dibînî çawa helbestvan peyvên þayik
vedibjêre, û wan bi zanebûn di cihên layiq, di hevokê û xêza helbestî
de datîne, û pirê caran jî bi pêþ
û paþ
hevudu dixîne.
Mebesta helbestvanê kevin ew bû, ku malika helbestê bi awayê hevbest
û hêja birêse, lê xem û qisaweta helbestvanê nû ew e, ku ji bo
avakirina helbestê avakerê hêja be,da avahiya muzûkî ya helbestê, û wêneyê
wê yê hissî di guhan re debas rehên mejiyan bibin, û biherikin hundir
derûnan. Mebesta wî ew e, ku ewî tiþtê,
ku mirov pê diheste, gava helbesteke biyanî, ku di zimanê wê nagihîne
dixwîne an guhdar dike, di derûna xwener de bilivîne.
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
*
Ev gotar di malpera TIRÊJ de jî hatiye weþandin.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org