|
Ji
dîroka rexneya wêjeyî kurdî Kurmancî
Heyder Omer -
1 - Danasîn : Peyva
( Rexne ), di zimanê kurdî de, bi wateya peyva ( Kirîtîk ) bi kar tê.
Ev peyv jî di bingeha xwe de girîkî ye, û ji wir derbas hemî zimanên
ewropî bûye. Hemî ferhengên zimanên ewropî didine xuyakirin, ku wateya
peyva ( Kirîtîk ) þirovekirin
û gengeþekirina tiþtekî, diyardeyekê, karekî, têorekê, pirtûkekê,
û berhemeke hunerî ye. Gava
peyeva ( Rexne ) ya kurdî di warê wêje de bikara tê, mebest jê ew e, ku
berhema wêjeyî ji her du aliyên wê ve; durv û naverok, gengeþe
bike, warên serkevtî û yên neserkevtî yên wê berhemê
diyar bike, jihev veqetîne, û biryara xwe di vê tengê de bide,bê
ku nîr û rewþên civakî, wêjeyî û rewþenbîrî yên dem û çerxa wê
berhemê ji bîra bike. Dêmek
karê û barê rexneya wêjeyî ew e, ku berhemên wêjeyî, wêneyên wêjeyî,
celebên wêje, li ber siha rêbazên curbecur û li gor têgehên jiyana wêjeyî,
civakî, rewþenbîrî, polîtîkî û dîrokî ya her çerxekê bixwîne, û wan berheman ji her du warên
ramanî û hunerî de binerxîne. Her
weha xuya dibe, ku rêbazên rexnê ji bo ristina lêkolîna rexneyî gelek
giring in, ji ber ku ewana yekemîn alava xwedî karînên kêrhatîn e di vê
meydanê de. Ji ber vê giringiyê jî rexnevan nikare wan rêbazan bi paþ
piþta xwe de bavêje, belê ew her tim hewcedarê rêbazekê an jî pira
ye, da lêkolîna wî neþimitê û ji rê bi dernekeve. Vê lomê Stanlî
Haymin weha diçe, ku rexnevanên hemdem bi xêra rêbazên xwe ji yên berê
serkevtîtir in.(1) Rêbaz,
bi wateya zimanewanî, ji peyva (rê) hatiye, rê jî ew þûna ye, ku mirov
tê re ber bi mebesta xwe de diçe, lê rêbaz, wek têgehekê an wek têrmekê,
wateya ristina gengeþekirina mijarekê dide. Lê
tiþtê divê, ku mirov hay jê hebe, ew e ku têgeha rêbaza rexneyî û ya
pilana lêgerînê pirîcar tevlihev dibin. Vê lomê divê lêkolîner ji bîra
neke, ku rêbaza rexneyî nerîn û hinek lebatin e, ku di goþeyekê an di
qoziyekê re li berhema wêjeyî dinêre û wê vedikole, lê pilana lêgerînê
mofirkên, ku di wê goþeyê re têne vekolandin, dirêse, ang wan mofirkan
organîze dike. Lê
her rêbazek di goþeyekê re li berhema wêjeyî dinêre, çi ew goþe dîrokî
be, çi jî civakî, derûnî, û hunerî be.Lewre jî rêbazên rexneyî,
li gor wê goþeyê û li gor felsefeya, ku rexnevan pê bawer dike, ji
hevdu cuda dibin. Ev
yeka bûye sedema serek e, ku gelek rêbazên rexnê yên curbecur derkevin
holê, û hemî jî ji bo ravakirina berhema wêjeyî ji her du warên
naverok û durvên wê ve têne xebitandin.
- 2 - Destpêk: Eger
em vê mijarê li ba me Kurdan bipelînin, dê pirsek li vir bête meydanê:
Gelo rexneya wêjeyî li ba me heye yan na ?. Kînga peyda bûye, û gîhaye
çi radeyê ?. Prof.
Dr. Î. M. Resûl (2) bersiva vê pirsê bi erênî dide, û weha diçe, ku
belê me rexneya wêjeyî heye, û dîroka wê ji Ehmedê Xanî de dest pê
dike. Rêzdar
Prof. Dr. Resûl, dibîne ku ramana rexeneyî li ba Xanî gelekî bi pêþ
de bû, û li gor rêbaza wî du refên rexnevan hene : 1.
Refek ji wan xêrnexaz in, dilreþ in, kîndar in, mebesta wan ew e, ku nivîsevanan
dilsar bikin, û ji nivîsînê bi dûr xînin. Vê lomê jî her tim xalên
neyênî di berheman de diþopînin, û mezin dikin. 2.
Refê din, ku xwedî karînên payebilind û behreya aferîner e, ewana
dilsoz in, rexne di destên wan de alava pêþvebirina wêje ye. Ewana erêniyên
nivîsevana berz dikin, û neyêniyan bi dilsojî nîþan dikin, û dibine
alîkarên nivîsevanan , da neyêniyên avakirina berhemên xwe
derbas kin. Û van malikên Xanî ji Mem û Zînê werdigire, û ji bo vê
boçûna xwe dike deyax : Umîd
ew e ji ehlê irfan Ew
dê negirin li min çi herfan. Teþnîi
nekin wekî xeyûran Îslah
bikin li min qusûran. Eshabê
kemalê perde poþ in Erbabê
xered di pir xiroþ in. Mamûl
ew e ji ehlê razan Ew
dê nekin bi min tinazan.
(3) Weha
diyar e, ku Xanî bendewarê wî refê duwem e, ku armancên rexneyê ji bîra
nekin, û li gor pêdiviyên rêveçûna wêje li berhema wî temaþe bikin,
wê bixwînin û þirove bikin.
Her
weha Î. Resûl dide xuyakirin, ku Xanî berztirîn usûlên rexneya wêjeyî
diyar kirine û weha çûye, ku divê berhema wejeyî li ber ronahiya têgehên
cih û çerxa xwe bête rexnekirin, û ji birêveçûna wêjeyê neyête
cudakirin. Tevî
ku ev boçûnên Xanî, li gor dema wî û pergala rewþenbîriya gelê
kurd, ya wê demê, gelek balkêþ in, lê bi carekê xwe nêzîkî têora
rexneyê ya xweser nekiriye, û rêbazên wê diyar nekirine, belê tenê,
li gor Î. Resûl, hevtêkiliya berhema wêjeyî û qunaxa wê nîþan
kiriye. Lê mirov dikare bi rihetî bêje, ku pêjna hinek usûlên her du rêbazên
rexneyî, ku sûd ji raperîna romatîkan wergirtine, ji nerînên wî tê.
Ango her du rêbazên bandûrî (împressionismus) û dîrokî. Rexneya bandûrî (împressionismus) berhema wêjeyî þirove
dike, û di dû re jî rexnevan nerîn û boçûnên xwe, li gor çêja xwe,
û li gor bandûra, ku berhemê li ser wî hêþtiye, diyar dike, û rêbaza
dîrokî berhema wêjeyî li ber ronahiya çerxa, ku wêjevan tê jiyaye, þirove
dike, bê ku nîrên jiyana wêjevan û jînenîgariya wî ji bîra bike. Bi
gotineke din, mirov dikare bêje, ku bûyerên dîrokî û kesayetiya wêjevan,
li gor vê rêbaza dîrokî, dikarin bibin hêmanên giring ji bo þirovekirina
berhema wêjeyî, ango dîrok ji bo wêje karmendiyeke zor giring dike. Hêjayî
gotinê ye, ku rexnevanê Firansa Tîn wek serkêþê vê rêbazê tê
naskirin, ji ber ku ew weha diçû, ku divê berhema wêjeyî li ber
ronahiya têgihêþtina celeb û cî û çerxa wê were nirxandin, bê ku
bibe dîla çêja rexnevanan.
-
3 - Qunaxa
HAWARê: Lê
pirsa ku di pey van boçûnan re tê meydanê ew e: gelo çi gav piþtî Xanî
di vê meydanê de hene?. Bi
rastî rewþa Kurdan ya li ber çavan bersiva vê pirsê gelek zor û zehmet
dike, ji ber ku ji hêlekê de gelek berhemên Kurdan wendabûn, û negihan
destan, û jî hêla din de haya nivîsevan û rexnevanên me ji hevdu tune
ye, an jî kêm e, dibê hinek berhemên rexnê li hin deveran hebin, lê
haya me jê tune ye. Tiþtê li ber destên me hin gotarên curbecur, ku hin
caran di kovar û rojnameyan de têne xuyakirin, lê wek pirtûkên xweser
gelek kêm e. Lê pirêcana ew gotaran jî nakevin destan. Vê
lomê, bi baweriya me divê mirov biryara dawî nestîne, belê divê
çavên xwe bigerîne, heye pêrgî tiþtina were. Berî
pêþî dixwazim li xwe mukir bêm, ku tevî hewildanên xwe, min nikarîbû
tiþtekî, ku belkî berî kovara HAWARê hebe, bi dest xista. Kovara
hawarê para xwe dixe vê meydanê, û hin gotarên curbecur bi pênûsên
C. B û kesine din mîna Havindê Sorî di hej 6,7,8,32 de li ser edebiyata
kurdî têne diweþîne, lê ewana ji dîroka wêje ve nêzîk in. Tevî
ku civandin û tomarkirina wêje xem û qisaweta hawarê ya tewrî giring bû,
lê mirov di nav hin gotaran de pêrgî hinek nerîn û boçûnên rexneyî,
an jî hinek metiryalên, ku ji bo rexnê balkêþ in, dibe. Wek nimûne,
Herekol Azîzan ( C . B) sala 1932yê gotarekê dinivisîne, Melayê Cezîrî
dide nasîn, û di hejmara 6ê de belva dike. Nivîsevan di gotara xwe balê
ber bi rewþên (sîfet) kesayetî yên Mele de dikþîne, û dibêje:” Bejna
Melê ne kurt ne dirêj, lê navîn bû, rûwê wî girover, sipî û sor bû,
çav û birihên wî reþ bûn, eniya wî fireh, stowê wî dirêj bû…Hergav
bi ken bû, bi dora xwe re xweþ bû, dilê xelkê ji xwe nedihêþt”.
(4) Herekol
Azîzan bi vê yekê, ji hêlekê de, boçûna Xanî didomîne, û bi awayê
eþkere balê ber bi kesayetiya wêjevan de dikþîne, û ji hêlekê de jî
rê li pêþ rexneya kurdî vedike, da alavên rêbaza derûnî bixebitîne,
berhema wêjeyî li ber ronahiya wê rêbazê gengeþe bike. Pêre jî eger
mirov ji bîra neke, ku rexneya wêjeyî li ba cîranên Kurdan, ku wê hîngê
xwediyên karînên payebilin bûn, hîna ji nû de ev rêbaza derûnî
nasdikir, dê nirxê sanistî û dîrokî yê vê helwesta Herekol Azîzan bête
naskirin, û dê bête zanîn, ku rexneya wêjeyî gaveke dine têorî ye
balkêþ ber bi pêþ ve davêje, ji ber ku ev rewþên kesayetî li ba
rexneya bandûrî û derûnî gelek nirxdar in,çimkê rola wan di peydabûna
û birêveçûna kesayetiya mirov de gelek payebilind e. Dîsan
gava kovara hawarê sala 1941ê, di hejmara 35ê de dest bi weþandina dîwana
Melayê Cezîrî, ku Qedrî Cemîl Paþa guhestiye elfabeya latînî, dike,
pêþogtineke kurt ( ez bawer im bi pênûsa C. Bedirxan e ) di pêþiya
xeleka yekê de tête weþandin, tê de ev gotin derbas dibe:” Dîwana
Melê di nav Kurdmancan, nemaze di nav mela û feqehan de gelek nas e, û
gelek niviþtên wê ên destnivîs hene. Me hêvî ji xwendevanên xwe
heye, ko niviþta Qedrî begî deynin ber niviþtine din û ferqên ko di
nav niviþtan de bibînin ji me re bidin zanîn. Em wan di hawarê de belav
dikin, û piþtî ko dîwan bi temamî qediya em li van ferqan hûr dibin û
ji wan niviþteke tekane ditînin pê”. Nivîsevanê
kurtepêþgotinê bi van gotinên jorîn deriyekî dine têorî li pêþ
rexneya kurdî vedike, û balê ber bi tûjandina (tehqîq, تحقـيق)
berhemên
kevin de dikþîne. Ji ber ku berhemên
kevin li ba her miletan, bi sedema çapnebûnê û destinivîsînê, dikevin
ber dava hinek guhertinan, lewre jî ewana beriya çapkirinê têne tûjandin
û
niviþta herî rast çap dibe, lê di wê çapê de hemî niviþtên, ku
hatine berhevkirin, têne nîþankirin. Boçûnên
Hawarê, nemaze yên C. Bedirxan didine xuyakirin, ku cudahiya, ku di
navbera rexneya wêjeyî û dîroka wêje de heye, li pêþ wî sayî dihate
xuyakirin, ji ber ku gava ew sala 1941ê gotara ( Klasîkên me ) bi navê
Herekol Azîzan di hejmara 33yê de diweþîne, weha diçe:” Heke îro
em vê bendê dinivisînin, mexseda me ne ew e, ko em li vê behsê hûr
bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin;
bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiþtekî tekûz bi ser xin. Di
vê bendê de emê bê awarteyî qala hemî þahir û edîbên kurdmanc
bikin yên ko bi kurdmancî nivisandine. Heye ko hinekê wan bi tenê þahirê
dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe
û klasîkan ji neklasîkan bibijêre, û heqê herkesî li gor hêjabûna wî
bidiyê”. Dêmek
xwediyê vê boçûna jorîn sînor û tixûbên, ku di navbera zanistên wêje
de hene, naskirine, lewre barê her zanistekê ji xwediyê wê re dihêle,da
pê rabe. Pêre jî dizane, ku nirxandina hunerî ne stubarê gotara, ku
hinek helbestvan û nivîsevanan dide naskirin e. Her weha ev boçûna C.
Bedirxan bala rexnevanan ber bi warekî rexnê yê giring de dikþîne, û
dide xuyakirin, ku karê rexneyî li ber deriyê þirovekirina naveroka
berhemê û melevaniya di hundirê wê naverokê de tewaw nabe, belê bi ser
de jî divê rexne awayê avakirina berhemê ji bîra neke, ji ber ku ew
awaya dikare hem berhema wêjeyî ji ya zanistî veqetîne, û hem jî
dikare þûna wan berhemên wêjeyî di nav rêbazên hunerî de nîþan
bike. C.
Bedirxan, bi vê nerîna xwe, gaveke zor payebilind bi pêþ rêbaza bandûrî
de diçe, ji ber ku veqetandin û bijartina kilasîkan ji nekilasîkan, ne
tenê rola çêja tekane nizim dike, belê bi ser de jî wê napejirîne, çimkê
ev cureyê bijartinê xwe bi ser behaneyan de pal dide, ew behaneyan jî divê
ji hundirê berhemê bêne derxistin. Nerîna ku bêje ev berhem baþ e, û
serkevtî ye, û behaneyên wê
serkevtinê diyar neke, dê her û her bi biha bimîne.
-
4 - Qunaxa
pey HAWARê, heya 1985:
Bi baweriya me, nerîn û boçûna rexneyî di vê qunaxê de, li ba
Dr. N. Zaza gaveke dine balkêþ ber bi pêþ de davêje. Ewî sala 1957ê
ji bo yekemîn çapa dastana Memê Alan pêþgotineke nirxbiha nivisandiye,
di wê pêþgotinê de balê ber bi hevtêkilya derbirînê û hest û
agehan de dikþîne, û weha diçe:” Malik bi xwe ne mewzûn in: beytên
pir dirêj û beytên pir kurt hene…..ev tiþt li gora bêhna dengbêj tête
saz kirin. Li gora rêzê þiُrê
yên kevn ev awayê ha bê qîmet tête jimartin. Lê li gora edebiyata îro,
li gora þiُrên
serbest dibin eserên pir hêja”.(5) Ev
boçûna Dr. N. Z doza
wekheviya her du pevekên helbestî û hestewerî dike, û weha diçe ku divê
peveka helbestî li gora ya hestewerî bête guhertin, ji ber ku hest û
agehên helbestvan çi carekê li þûnekê namînin, belê wek çawa ava
newalan her tim diherike, û li þûnekê namîne, û tu nikarî du caran di
avekê de melavaniyê bikî, her weha hestên mirov jî her tim diherikin û
têne guhertin, û hevtêkiliya mirov li gel jiyan û heyînê her tim bi
awakî namîne, belê ji ciyekî ta yê din, ji heyamekê ta ya din, ji çerxekê
ta ya din tête guhertin, pêre jî divê peveka helbestî, ku wan hestan û
cureyê têgihêþtina mirov werdigerîne, bi qaserî ya hestewerî be, ne
her tim li kêþekê siwarkirî be û li ba rêzbendekê bi dawî were. Dr.
N. Z bi vê nerîna xwe gaveke din ber bi rêbaza derûnî de diçe, û piþta
rêbaza kilasik diþkîne, û mizgîna serkevtina helbesta serbest dide.Lê
bi ser de jî ew ji rêbaza hunerî ve jî nêzîk xuya dibe, ji ber ku
taybetmendiyên peyvan ji bîra nake, lewre dibêje:” Di zimên de bêjeyin,
dengin hene ku bi dengê ku didin mana wan xuya dike”(6).
Rexneya
kurdî bi evan her du boçûnan gavên hêja ber bi pêþ ve qevastine, ta
ku mirov dikare bêje ew ji hundirê deqê wêjeyî vê nêzîk bûye, ku ji
hundir de lê binere, ango ew bi gaveke berbiçav ber bi rêbaza hunerî de
diçe; ev rêbaza, ku Yong dibêje bê wê mirov nikare
rastiya huner binase (7). Pejirandinina
evan nerînan, heya îro li ba gelek rexnevanên cîhanê, nirxbihayê wan
û yê xwediyên wan diparêze. Piþtî
derçûna pêþgotina Memê Alan heya sala 1969ê, destên me negîhane çi
tiþt û boçûnên din, belkî tiþtek li hin deveran hebe, lê me hay jê
tuneye. Di wê salê de lêkolînerekî kurdên Azerbeycanê, navê wî
Esker Þamilov e, hinek helbestên Cegerxwîn vedikole, pirtûkekê bi
sernavê ( Efrandinên þayîrê kurd Cegerxwîn ) amade dike. Þamilov di vê
xebata xwe de balê ber bi ritme û awaza helbestê de dikþîne, û nirx û
bihayê ritmê di avkirina tevgera hundirê helbestê de dide xuyakirin. Þamilov
bi vê berhema xwe gaveke dine balkêþ, lê vê carê pratîkî, di meydana
rexneya wêjeyî kurdî de ber bi pêþ de davêje.Ev pirtûka Þamilov, wek
ku ji pêþgotina Prof.Dr.Q. Kurdo ji bo dîwana Cegerxwîn (Zenda-Avesta)
nivisandiyê tê xuyakirin, gaveke hêja ye di qada rexneya wêjeyî kurdî
de, nemaz jî ewî li ba þirovekirina durvên helbesta Cegerxwîn ya wê hîngê
gelek cefa daye(8). Ritme
û awaza helbestê bala seydayê Tîrêj jî kiþandiye, ewî jî di hevpeyvînekê
de li gel kovara Gelawêj sala 1979ê biha û rola kêþê di helbestê de
gelekî bilind nirxadiye. Tevî
ku awir û boçûnên rexneyî yên nifþê pêþîn ji helbestvanên me
gelekî kêm hatine diyarkirin, lê hin caran mirov pêrgî tiþtina tê,
wek vê nerîna Cegerxwîn, ku nikare helbestê bê kêþ bipejirîne:” Hin
xortên nûhatî dixwazin ristê jî weke stranê serbest bikin û guh nedin
kêþ û dawiyê”. (9) Seydayê
Cegerxwîn bi vê boçûna xwe berztirîn mercên rêbaza kilasîk nîþan
dike, çimkê helbest li ba wî rist e, û serkevtirîn mercên ristê
jî hebûna kêþê û rêzbendê
ye. Cegerxwîn
careke din boçûnine têorî diyar dike:”Rojekê li dikana mela Hesen,
xortan doza ristekê li min kirin. Di hindirê dikanê de min rista
(Em guhderz in) got.... Xelkê wan navan bi carekê li hawîr dikana mela
Hesen civiyan û derê dikanê hate girtin. Yekî Xerab Babanî, mirovekî
girs, bilind ko rengê Kurdên çiya dida xuyakirin, ew çeper çirand û
xwe gihande derê dikanê. Çawa ez dîtim, axînek kiþand û got:“Tiya,
heyfa kurê bavan ko wilo dihn dibin!.. Vî camêrî hîngî xwendiye, dihn
bûye”. Lê min dengê xwe nekir û dev ji rista xwe berneda. Tenê
heval pê keniyan. Zanîbûn ko ew nizanî ka ez çi dibêjim, nizanî ko
doza serbilindiya wî û miletê wî dikim, . Nizanî ko dixwazim wî û bi
milyonan weke wî ji bin darê zorê û setemê derxim, û ji pêlên xwîn,
þer, berberî, dubendî, talan, þewatê bi þewitandina laþê xwe, bi dînîtiya
xwe, bi van ristên xwe, wan bigênim delavê serbestî û peravên
azadî û felatê”
(10) Ev
boçûn helwesteke têorî ye, ji hêlekê de asta zanîn û hiþyariya
civakê û karmendiya helbestê nîþan dike, ev yeka jî nerîna Cegerwîn
ber bi dîrokî de dikþîne, û ji aliyê din de hinek rûdaw û rewþên
huneriya helbestê diyar dike. Lewre jî mirov dikare du taybetiyên sereke û giring ên bingeha
helbestê, li gor nerîna Cegerxwîn, di nav xêz û paþ gotinên wê de
bibîne, yek ji wan li gel zimanê axiftina helbestî girêdayî ye, û ya
din li gel þêweyê derbirina helbestî bestandî ye. Lê berî pêþî divê
ji bîra nebe, ku helbest li ba Cegerxwîn rist e. Ev yeka jî nerîna wî
ber bi rêbaza hunerî de dikþîne. Sê
rewþên axiftina helbestî, li gor vê gotina Cegerxwîn hene ;yek ji
wan ravabûn e (eþkere),ku divê helbest hêsan be, her kesek têbigihîne,
û ya din yekserî ye, ku divê wêneyên wê hêsan bin, û ya sisiyê
xiroþanî ye(hemasî), divê peyv û pevekên wê bi teqil bin, dev
û gulman dagirin, da delameta xwe ya civakî, ku hiþyarkirina civakê
mebesta wê ye, zû pêk bîne, û bandûra wê li xweneran zû kef
bide.Ango divê helbest li gora asta têgihêþtina civakê bête ristin. Her
çiqas ev boçûn li ser huneriya helbestê giran e, û wê nizim dike jî,
lê ji hêleke din de, nemaze ji warê kêþê û ravabûna helbestê de, ew
ji pêdiviyên rêbaza kilasîk bi dûr de nakeve. Rexneya
wêjeyî sala 1980 careke din boçûna Dr. N. Zaza, ku me li jor nîþan
kiribû, didomîne. Me
gotibû, ku Dr. N. Zaza doza wekheviya her du pevekên helbestî û hestewrî
dike, lê vaye Kemal Burkay sala 1980 hevgirêdana naverok û durvê berhema
wêje pêwîst dibîne. Tevî ku Kemal Burkay di nav Kurdan de wek
siyasetmedar hatiye naskirin, lê ew helbestvan e jî, gelek helbestên wî
wek dîwan hatine çapkirin. Kemal
Burkay di wê salê de pêþgotina dîwana Cegerxwîn ( Ronak ) dinivisîne.
Ev pêþgotin du xalên berbiçav nîþn dike ; yek ji wan ew e ku, ninîsevanê
pêþgotinê delameta pêþgotinan baþ naskiriye. Tevî ku ew jî wek hemî
nivîsevanên pêþgotinan, tenê li ba naveroka helbestên wê dîmanê
rawestiye, lê hinek boçûnên wî rê li pêþ nivîsevanên pêþgotinan
vedikin, da delameta wêjeyî û rexneyî ya pêþgotinê bi cih bînin, û
wê ji warê pesnên bê biha bi dûr de bixin. Xala
din ew e, ku Kemal Burkay doza yekîtiya durv û naveroka berhema wêjeyî
dike gava dibêje : « Eþkere ye ku xweþikî û delaliya þier
bi yekîtiya raman û his û þikil pêk tê »(11). Tevî ku ev boçûn
li ba rexneya miletên din ne nû ye, ew ji bermayên rêbaza romantîkê
ye, û heya îro jî tê dubarekirin, lê di tenga rexneya kurdî re, tevî
ku dereng jî hatiye, gelek
balkêþ e. Belkî
hinek bibêjin, ku hevtêkiliya durv û naveroka berhema wêje ji zû de li
ba wêjevanên me diyar e, û helbestên helbestvanê mafwenda Qedrî Can
wek nimûne nîþan bikin, emê jî xwe bidin kêlek nerîna wan, ji ber ku,
ji hêlekê de, aferîn, bi gelemperî, her tim di pêþ tevgera rexneyî de
dest pê bûye, lê ji hêla din de divê ji bîra nebe, ku boçûnên ji wî
cureyî her tim li ba aferînerên kurdan lêvane mane, û dereng derbas nivîsîna
kurdî bûne. Helwesta
Herekol Azîzan, ku sala 1932yê di gotareke wî de diyar bûbû, û ya
Dr.N.Z wek çawa me berê jî ew nîþankiribû, ku hinek giranî dabûne pêdiviyên
rêbaza derûnî, ev helwest sala 1983yê li ba Ordîxanê Celîl deng
vedide. Ordîxanê
Celîl, di pêþgotina ku ji dîwana Cegerxwîn ( Hêvî ) re nivisandiye
de, bi awayê eþkere doza xebitandina rêbaza derûnî dike, gava dibêje : « Cigerxwîn
emrê xweda neî xort e, lê xort e û xurt e bi þuxulê xweva, bi qewata
helbestê xweva. Ew xort e, çimkî her dem xwe dide ber çetinaya û bi
qewata xortaniyê ew çetinayê alt dike »(12). Weha
diyar e, tevî ku tevgera rexneya wêjeyî li ba me Kurdan lawaz e, lê ewê
li gora vê rewþa tehl û dijwar, ku Kurdan dorpêç dike, ne xwendin, ne
dibistan, ne saziyên wêjeyî, ne û ne….ewê gavên ber bi çav
qevastine, lê me çi caran dîroka wêjeya xwe baþ tev nedaye, da ser wan
çirûskên, ku di bin tariya salan de hîna jî pêtekî mane, vedin û zêtê
bi ser wan de kin, da ronîtir bibin. Belê,
tevî ku ew çirûskan, li gor rewþa tevgera me ya wêjeyî, gelek nirxdar
in jî, lê ewana nikarîbûn têora rexneyê ya xweser peyda bikin, ji ber
ku pirên cefayên rexneya kurdî li ba gava yekem ya karê rexnê mane, û
her duwên mayîn bi paþ piþta xwe de hêþtine. Wek
tê zanîn, xebata rexneyî di sê gavan re derbas dibe. Tevî ku ew her sê
gav di nav hev re derbas dibin jî, lê mirov dikare ya yekem bi gava þirovekirinê
binavîne, ku rexnevan hîngê wateyên berhema wêjeyî (naverok), ku nivîsevan
dixwaze biderbirîne, diyar dike, û gava duwem jî bi gava þînkirinê
(tehlîl) binavîne, ku rexnevan hîngê awayê derbirîna wan wate û raman
û hestan vedikole. Ango gengeþekirina durvê hunerî yê berhemê, ku
naverok û hest û nestên nivîsevan hilgirtiye, qisawet û kar û barê vê
gava duwemîn e.Gava sêyem jî ew e, ku rexne serkevtin yan jî
neserkevtina nivîsevan di lihevkirina durv û naverokê de dipelîne û
biryarê dide.Her gavek ji van her sêyan gelek þaxên wê hene, rexneya wêjî
nikare çavên xwe li ser wan damirîne.
***** ****
*****
Jêder :
(1)
Stanlî Haymin. Rexneya wêjî û rêbazên wê yên nû. Wergera erebî :
Îhasan Ebbas û
Mihemed Yûsif Necim. Beþ 1, nimra çapê nediyar e. Bêrût 1958, rû
12.
(2)
Ehmed Xanî helbestvan û ramanbîr, fîlosof û mitesewuf. Çapxaneya
Elhewadis, nimra çapê nediyar e, Bexda 1979, rû 236-238. (3)
E. Xanî: Mem û Zîn, vekolîn û þirovekirina Mihemed Emînê
Osman, çapa yekem, çapxana El-Cahiz, Bexda 1990,rû 70, ma 353-356. Umîd:
Hêvî, Teþnîi: Kirêtkirin, Perde poþ: Sir, raz veþêr, Xiroþ: pirbêj,
Raz: Sir. (4)
Hemî nimûneyên me ji ber kovara hawarê wergirtine, ji berhevoka,
ku rêzdar Ferat Cewerî sala
1998 li Siwêdê çapkiriyê hatine wergirtin. (5)
Dr.N. Zaza ( çîroknivîs): Memê Alan, pêþgotin, weþanên Riya
Azadî, çapa duwemîn ( rastî çapa sêyemîn e) Köln 1990, rû 16. (6)
Jêdera navborî, pêþgotin, rû 18. (7)
Mistefa Siwêf. Bingehên derûnî yên aferîna hunerî nemaz di
helbestê de.Bi zimanê erebî.Navê çapxanê û nimra çapê ne diyar in,
Elqahîre 1981, rû 88. (8)
Pêþgotina, ku Prof. Dr. Qenatê Kurdo ji bo dîwana Cegerxwîn (
Zend-Avesta ) nivisandiye, em bi vê xebata Eskerov Þamil haydar kirine. (9)
Cegerxwîn: Folkilora kurdî. Nimra
çapê ne diyar e, stockholm 1988, rû 111. (10)
Cegerxwîn,Jînenîgariya
min. Weþanên Apec , çapa yekemîn, Stockholm 1995, rû 191. (11)
Kemal Burkay. Pêþgotina dîwanaCegerxwîn: Ronak, weþanên Roja nu, nimra
çapê ne diyar e, Stockholm 1980, rû 9. (12)
Ordîxanê Celîl. Pêþgotina dîwana Cegerxwîn: Hêvî, weþanên
Roja nu, nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1983, rû 8.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org