|
Dergeh
( Bingehên Kesayetiyê ): Kesayetî,
çi ya tekekes be û çi jî ya gel be, wek çiyayê qeþayê ye, çarîkek
jê li ber çavan diyar e, û sê çarîkên din jî di binê deryayê de
ne. Di xeleka duwemîn de, me ew bi kurtahî nasandibû, ku kesayetî „ ew
rewþên gelemper in, yên ku gelek ji nav gelan pê tê naskirin, ji her
warên rûçikên (sîfet) gewdeyî, mirûz, hizir (zihniyet) çand û hemî
cûreyên tevgera wî gelî, di hemî helwestên cûrbecûr de“. Ji
hêla bingehîn de jî çar bingehên kesayetiya gelan hene: 1.
Bingeha Anthropology ( zanista salixdana mirov): Du navendên vê
bingehê hene; ya yekemîn di çarçewa ethnology ( zanista celebên mirov
) de digere, û ya duwemîn jî ew berdestina ne, yên ku di çarçewa
ethnography ( zanista salixdana gelan ) de digere. 2.
Bingeha ecology ( êkologî / cîgeh ): Ev bingeh di taybetiyên erdnîgariya
pêkhatinê de, ya ku ( netew / gel / milet ) di hembêza wê de ji destpêkê
de pêk hatiye, diyar dibe, her weha bandora wê erdnîgariyê li
avakirina kesayetiyê, ji her warên zindî ( biyologî ), ethnograhpy
(zanista salixdana mirov), zanînî, derûnî û civakî jî hukardar e. 3.
Bingeha çandî: Ev bingeh, li pileya yekemîn, di rista zanînî, derûnî
û sinçî ya hevtewaw de diyar dibe; ewa ku di serdemên pêþîn yên pêkhatinê
de bi ( netew / gel / milet ) re gav bi gav li rê ye. Ev rist jî gelek
tiþtan di xwe de dicivîne, wek efsan, ayîn, nerîna li heyînê, astên
hiþyariyê, taybetiyên mirûz, sinçên bilind, ku mirov ji xwe re wek rêber
dibîne, û her þaxên vê ristê, wek bawerî û nirxan, û helwest û
tevgerên ji wan bawerî û nirxan peyda dibin. 4.
Bingeha xebatê (nakokî): Ev bingeh di wan dijberiyên, ku li pêþ (
netew / gel / milet ) di navbera pêkhatinê û rêveçûna dîrokê re
derdikevin, wek dijwariyan, gefûguran, metirsiyan û awayên zorkariyê.diyar
dibe. Gava ev
bingehan werin vekolandin, divê du tiþt li ber çavan bin; ew jî ev in: Yek:
Divê bi awayê tekane bi wan re neyête dan û standin, belê divê hemî
vêkra li ber çavan bin, ji ber ku kesayetî ne berhema bingehekê bi
tenha ye; çimkê ji her bingehekê parek di pêkhatina wê de heye. Du:
Divê her tim li ber çavan be, ku ew bingehan ne rawestî û bê tevger
in, belê guhertin her tim li ser wan hukardar e; ango ewana, çi ber bi pêþ
û baþiyê de, û çi jî ber bi paþ û nebaþiyê de, têne guhertin. Piþtî
vê rêdûzkirinê, ka em werin ba kesayetiya Kurd ji warê anthropology
de binerin. Berî pêþî,
dixwazim wan pêdiviyên, ku min gotibû, divê ez di vê lêkolînê de,
bi cih bikim, bînim bîriya xwe; ew pêdiviyan jî ew bûn, ku ez rê li
pêþ kesên din vekirî bihêlim, da ew jî di mijara Kurd de, bi
gelemperî, û di ya kesayetiya Kurd de, bi taybetî, gotin û boçûnên
xwe diyar bikin û bibêjin, lê bi mercê ku gotin û boçûnên wan
zanistî û obyektîv bin. A nûka em gelekî hewcedarên wan boçîna ne,
nemaze jî ez ne pisporê anthropologyê me. Gelo ka lêkolîneran di vê
mijarê de çi gotine?. Gotinên
lêgervan û nivîsevanên ewropî: * Gerokê
Îngilîz Klodyos Rîg, di dema yekemîn çarîka sedsala nozdemîn, li
ser Kurdên Goran, ku (Nîkîtîn tîne zimên, ku ewana niþtevanên wan
waran in, ku ji riya bakur, ya ku Kermenþahê digihîne Bexdê heya bi çemê
Seyrewan (Diyala) li bakur, û ji wir jî heya Hewraman), weha dibêje:
„Goran bi rewþên rû (dêm) û zarava xwe ve ji çînên cengvanan
cidatir in, rûwên wan gelekî nerm in, û xêzên li ser jî gelekî
organîze ne, mirovê li wan dinêre, ji hêla rû de texmîn dike, ku
ewana yonanî ne“(1). * Henry
Field (1819-1883), di lêkolînekê de, li ser ( 324) kesên kurd kiribû,
dibêje: „ Bejna kesê kurd, bi gelemperî, navend e, nîvê wî yê
jor( ji milan heya bi newqê) dirêj e, çîpên wî hinekê kurt in,
seriyê wî pehn e, rûwê (%40) ji kurdan di navbera navîn û dirêjiyê
de ye, û yê hejmareke din, ku li derdora ya jorîn e, hinekê pehn û
bernavîn e, pozê wan bi piranî dagerî ye, û porê wan jî pir e(2). * Anthropologê
firansî, Ernest Chantre di pirtûka xwe (Kurd) de, ku sala (1879) hatiye
weþandin, encamên lêkolînekê li ser (332) mêr û (62) jinên Kurd pêk
hatiye, diyar dike, ku dîmenê kurd, bi gelemperî, sert e, kesayetiya
wan jî weha ye, çavên wan biçûk û agirî û bi hundir de ne, mêrên
wan, bi gelemperî, gewrerengîn in, bejin dirêj in, ne qelew in, hêzdarine
bê hempa ne, gavên wan di meþê de raste rast in, bi bexetwarî serên
xwe ber bi jor de hildidin(3). Her
weha Ernest Chantre diyar dike, ku çavên %60 ji wan kesên, mijara lêkolînê
bûn, reþ bûn, porê (204)an qehwerengî bû,
û yê (118)an di navbera qehwerengî û reþ de bû, û yê (10)an
jî çîl (zer) bû, pozên (%37)an raste rast bûn, û yê (%50) dagerî
bûn, û (%18) hinekê kûr bûn, û pozên (%66) jinan raste rast bûn, lê
rûwên wan teng bûn, çengên wan hêzdar bûn, û sîngên wan bilind bûn(4). * Lêgervanê
Îngilîz Son, yê ku berê demeke ne kurt li kurdistanê jiyabû, di
destpêka sedsala bîstemîn de gotiye: „ Eger em li pêkhata kesê
Kurd, ya gewdeyî, binerin, em dê, bê guman, xwe li hember nimûneyê
hevtewaw bibînin. Kurdên bakur ne qelew in, bejindirêj in, kesên qelew
di nav Kurdan de gelekî hindik in, pozên wan dirêj in, lê bi piranî
dagerî ne, devên wan biçûk in, rûwên wan giloverê berdirêj in, pirên
wan jî çîl in. Eger em kurikekî kurd ji vî cûreyî bidin nav kurikên
Îngilîz, em dê nikaribin wan ji hevdu veqetînin, ji ber ku rû û
gewdeyê wî jî wek yên wan spî ye“(5). * Son
hîn jî gotiye: „ lê ev wêne li baþûr pirtir e, meþa kesan
girantir e, ji nav (40) kesî, ku bi awakî tewþankî hatbûn
veqetandin,dirêjiya bejna nehan bi qasî þeþ lingan(piyan) bû, tevî
ku dirêjiya bejna kesên pirên êlan bi qasî pênc lingan û þeþ înçan
bû, gavên wan fireh û giran bûn, dijwariyên kar dipejirandin, bejnên
kesên çiyayî raste rast bûn“(6). * Dîsan
Son gotiye: „Di nav Kurdan de mêrin hene, rûwên wan nepenî ne,
porê wan nerm û dirêj e, simbêlên wan dirêj û dagerî ne, rengê çermê
wan sayî ye. Eger rû wek pîvan were birin, ev yeka dide xuyakirin ku
nijadê Engilo-Sekson û kurdan yek e“(7). Lêgervana
Îngilîz, Lady Drower di yekemîn nîvê sedsala bîstem de, gava li ser
mixtarê Beُþîqa,
an jî yê Baeُdra, li deverên Ezdahiyê
ye, axiviye, gotiye: „Dêmê wî, wek yên pir kesên, ku me
li gund dîtine, mezin bû,te digot, hema hema ji cûreyê dêmên Sikendînavî
bû…di nav kurikên gund de hinek çîl, çavþîn wek Seksoniyan hebûn“(8). * Nivîsevanê
Ermenî, Ebûviyan li ser kesayetiya kesê kurd dibêje: „ Mirov
dikane bi nerîna pêþî re mirovê kurd bi mêranî û bejna wî ya
sawdar û wateyane nas bike, ewaya ku di heman demê de tinaziya wî ji
saw û tirsê dide xuyakirin, bi ser de jî li ser rûwê kesê kurd çavên
mezin û agirî, ebrowên giran, eniya bilind û pozên dirêj û dagerî
hene, û gavên wî þûngirtî ne. Bi gotineke din, di mirovê kurd de rûçikên
(sîfet) lehengên kevin hene“(9). * Lêgervanê
Rûs, Vladimir Minorsky gotiye: „Kesayetiya kesê kurd cûrbecûrî
ye, ta radeya, ku rûçikên (sîfet) anthropology têrê nakin, pêre jî
mirov dikane di nav Kurdan de rûwên gilover yên ermenî, yên samî ye
erebî, û yên nistorî ye kirîstanî bibîne“(10). * Lêgervanê
Rûs, Basil Nikitin dibêje: Hin lêgervan Kurdên rûniþtevanên
rohilatê Kurdistanê ji yên roavayê kurdistanê vediqetînin. Rengê çermê
rohilatiyan, yên ku Stolz qala wan kiriye, gewr e, û qehfên wan ji cûreyê
(brachycephalic)e, (seriyên pehn), ewana bi vê yekê, wek cînarên xwe
Farisa ne, ewana bi berevajî roavayîya ne, ewên ku Von Luschan, li gor
nerînên Anthropologyê, bi hûrbînî lêkolînên li ser kirine; Kurdên
devera Komajîn (nêzîk Qereqoçê) li çiyayê Nemrûd, û Zincîrliyê
mijara lêkolînên Von Luschan bûn, wan lêkolînan daye xuyakirin, ku
para pir ji wan Kurdan çîl in, û qehfên wan ji cûreyê
(dolichocephalic –seriyên dirêj)in, her weha Luschan gîhaye wê
baweriyê, ku Kurd ji bingeha xwe gelê çîl e, çavþîn e, qehfên wan
ji cûreyê (dolichocephalic)e, lê hebûna xwediyên çermê gewr di nav
Kurdan de, tevî ku qehfên wan ji cûreyê (dolichocephalic)in, li gor
hin lêgervanan, bi sedema zemawenda Kurdan li gel Ereban,Farisan û
Tirkan e(11). * Dana
Adams Schmidt di dema gera xwe li devera Barzan sala (1962) gotiye: “Dema
sibehê, kat heyþt bûn, em gîhan gundê (Baban), gava min kurikên çîl
û kesên xwediyên çavên þîn dîtin, matmayînê ez girtim, ewana bivê
nevê nimûneyekî barzanî ye balkêþ bûn, ew xweþik û ne qelew bûn,
bivê nevê ewana tev lihev bûbûn, bi hev re zewicî bûn heya ku ev
celebê bê hempa ji wan peyda bûye“(12). * Jonathan
Randl dibêje: „Kurdê gewr û bejin kurt ji lawên Ewropa ya baþûr
û Ereb û Farisan nayê veqetandin, lê pareke pir ji Kurdan çîl û
bejindirêj û çavþîn in, ewana li wê xêza teng, ku ji gola Urmiyê
li roavayê Îranê de dest pê dike, û di piraniya deverên bakurê Îraqê
re derbas dibe, heya digihîne sînorên Sûriyê, dijîn. Û beriya nîv
sedsalêkê mamosteyê dîrokê yê zangowa Kolombiyayê teqez kiriye, ku Kurd
dikanin bibêjin, ku ewana rehê xwe paqij parastine, her weha rewþên
sereke yên çanda xwe jî li dirêjiya demeke dûrdirêj, ji her gelên
ku îro li Ewropayê dijîn,
pirtir parastine“(13). * Jonathan
Randl hîn jî, gava Kurd sala (1991) bi milyonan miþextî bûbûn, dibêje:
„Gava nûçegîhanê tora c.b.s ya ermrîkî, Alan Pîtzî li ser
sedemên yekseriya ragihandina nûçeyên Kurdan li wan çiyan, û li dirêjiya
21 rojan, bi kurtahî dipeyive, weha dibêje: mendal xweþik bûn, mêr hêzdar
û bi xwebawer bûn, û jin jî xweþik û bê pençe bûn, cîhana derve
bi tevayî li hember hebûna Kurdên çîl û çavþîn maliq ma“(14). Gotinên
nivîsevanên Ereb: Lêgervanê
Sûrî, Munzir El-Mûsillî berztirîn nivîsevanên Ereb e, ku li ser
Kurdan bi awayê tewaw nivisandiye; ewî di pirtûka xwe ( Ereb û Kurd )
de piraniya tiþtên li ser Kurd, ji warên dîrok, erdnîgarî, kesayetî,
civak, ayîn û wêje de kom kiriye, û gava ew Kurd salix dide, weha dibêje:
„Bejn û bala kesê Kurd xweþik û zirav e, gewdeyê wî raste rast
e,Klodiyos Rîg li ser Kurd dibêje: Kesên Kurd, bi gelemperî hêzdar
in, min kesên xwedî gewdeyên hêzdar; çi mêr û çi jin bin, wek çawa
min li Kurdistanê dîtine, li deverên din nedîtine. Her weha lêgervanê
Îngilîz, Mistir Hîbard; endamê komîta xêzkêþana sînorên Rûsiya
û Tirkiyeyê sala (1914), li ser Kurd gotiye: Gava ewana ji me ve nêzîk
bûn, min rû û bejnên, ku nîþana paqijiya xwûn û xweþikbûna
bingeha gwedeyên wan in, dît“(15) Munzir
El-Mûsillî hîn jî dibêje: „Gewdeyê beþekî ji Kurdan dagirtî
ye, lê bi gelepmerî gewdeyê wan naverast e, rengê çermê wan, li gor
deverên hebûna wan, spî û gewr e, porê wan, bi piranî ber bi reþbûnê
de ye, lê di nav wan de kesên çîl û çavhingivî an jî çavþîn
hene, çavên Kurdên bakur þîn in. Kesê Kurd hiþk û sert e, simbêlên
wî giran in, ji ber ku xwedîlêderketina simbêlan nîþana mêraniyê
û siwariyê ye“(16). Bi ser
dejî Munzir El-Mûsillî dibêje: „Rûçikên Kurd yên ethnography
û sirûþtî anthropologie, li gor danasîna kilasîk, wan ji Samiyan bi
dûr de dixin, û didine xuyakirin ku ewana Arî ne. Lê tiþtê giring ew
e, ku em bînin bîriyan, ku rûçikên gelemper yên Kurd ne wek hev in,
belê ji vî warî de, bi sedema tev lihevbûna wan li gel niþtevanên
derdora deryaya Spî, cidahî heye. Zanyarê Rûs, Konîk li ser vê yekê
dibêje, ku rûçikên Kurdên bakur yên li Tirkiyeyê û bakur-roavayê
Îranê,bi awayê nima, rûçikên Arî didine xuyakirin, lê rengê rûwê
Kurdên baþûrê Kurdistanê hinekê gewrê dagerî ye, û porê wan ber
bi reþbûnê de ye, çavên pirên wan qehwerengîn in, bejna wan jî
naverast e, û serên wan ber bi giloveriyê de ye“(17). Gotinên
nivîsevanên Kurd: Dawî jî,
em dê berê xwe bidin lêgervanê Kurd, Dr. Mehrdad Îzady, ew pisporê lêkolînên
kurdî ye, û li zangowa Harvard mamosteyê beþê þaristanî û zimanên
rohilatê nêzîk e. nivîsên wî jî zanistî ne. Gava ew li ser
Anthropologie ya Kurd, di pirtûka xwe ( Kurd, kurterêber – The Kurds:
A Concise Handbook ) de, dinivisîne, weha dibêje: Ji warê taybetmendiyên
sirûþtî ( Physical characteristic ) de, kurd ji cînaran nayêne
veqetandin, wekheviya durvan jî di nav Kurdan de tune ye, ev cidahî, di
vî warî de, li ba hemî ethniyên, ku cînarên wan in, jî heye, û tevî
ku ewana, ji warê reng û taybetmendiyên zanista endamên gewde (
Physiology) de wek gelên baþûrê Ewropa û yên rohilatê deryaya Spî
ne jî, lê di kesayetiya wan de du taybetmendiyê hevgirêdayî û domdar
hene, ew jî ev in: Gewreyîya hêmanê qefqasî yê nijadî, çîliya hêmanê
Albî, û hin caran jî hêmanê Nordî – Bakurî(18). Ev cûreyê
dawî ( Albî/Nordî ) bi piranî li deverên Zaxo, Urmiyê, Þino û
deverên Kermeþah û Hemedanê tê dîtin, her weha li dawiya
bakur-roavayê Kurdistan, li çiyayên deryaya Reþ jî tê dîtin, lê
hebûna wî li rohilat û roavayê Kurdistanê kêm e, li navend û roavayê
Kurdistanê herdu cûreyên ( gewr û çîl ) tev lihev dibin, gava gurûpekî
ji ( 598 ) kesan pêk tê, bûye mijara lêkolîneke Anthropology, ku
Henry Field sala (1952) li Îraqê pê rabûye, rengê sêyikekê (1/3) ji
wan çîl bû, ev cûre bi piranî li Zaxo bû, lê her ku ber bi baþûr
de, bi hêla Kerkûk û Silêmanî de diçe, kêm dibû(19). Mehrdad
bi ser ve dike û dibêje: Dirêjiya bejna niþtevanên bajar û gundan,
bi gelemperî, bi dirêjiya ( 5.3 – 5.7 ) linga/piya ye, û ewana ji niþtevanên
koçer, yên ku dirêjiya wan bi qasî dirêjiya ( 5.7 – 6 ) linga ye. (
her lingek/piyek 30 c.m ). Piraniya van cidahiyên dirêjiya bejnan di
navbera wan herdu gurûpan de, bi sedema cidahiya xwarina deverên wan in,
lê tiþtê giring ew e, ku em cidahiyên geneyên herdu gurûpan jî ji bîra
nekin(20). Mehrdad
dîsan dibêje, ku piraniya gerokên ewropî, di nozdemîn sedsalê û
destpêka bîstemîn sedsalê, di raporên xwe de weha dîtinê, ku Kurdên
cotkar û niþtevanên bajaran, yên ku (Goran) têne navandin, bi piranî
gwer in, lê yên bejindirêj bi ( Kurmanc ) têne navandin. Xuya ye rewþa
Arî, ji her warên zimanewanî, çandî û reh ve, ji duwemîn hezar salên
b.z de, li ser gurûpên qefqasî hukardar bû, û weha jî bi berdewamiya
koçên gurûpên hind-ewropî re, ku ber bi roavayê Asiyayê de diçûn,
dom kir, ew gurûpên wek Mîtaniyan (Mitannis), Hissiyan (Hittites),
Medan (Medes), Sagartiyan (Sagarthians), Sikîs (Scythians), Farisan
(Persians) û Alan (Alans). Hinek ji wan koçan bi hejmarên pir bûn, ta
radeya, ku karîbûn guhertinên berbiçav di bingeha çandî de pêk bînin,
lê ew guhertin ne gîhan bingeha reh(21). Mehrdad
hîn jî pê de diçe, ku mirov dikare weha biçe, ku lihevhatina rehî ya
tewaw di civaka Kurd de nîne, ev yeka jî dê were xuyakirin, gava mirov
cidahiyên navbera Kurdan de li her cihwarên wan bide ber çavan. Tiþtê
piþtrast ew e, ku pêkhata Kurd ji destpêkê de li ser pircûreyiyê rabûye,
mirov dikare koç û hêriþên pir, yên ku bi rêveçûna hezarên salan
re bi ser Kurdistanê de hatine, wek sedema yekser ya vê pircûreyiyê
bibîne. Wek nimûne, rûçikekî mongolî, ku jê re ( apeppering ) tê
gotin, li hin deverên Kurdistanê heye, wan deverên ku hinek Tirk ji
duwazdemîn sedsala. z. de lê bi cih bûbûn. Lê êthniya Kurd ew kesana
di xwe de piþaftin(22). Li ser
xwûnê jî Mehrdad weh diçe, ku xwûn li Kurdistanê, bi gelemperî, ji
cûreyê (B) ye, ewayê ku berxwedana sirûþtî li hember nexweþiya
pirrikê (Kolêra), ya ku carcaran dide ser Kurdistanê, li gel mirov
peyda dike. Lê cûreyê (A) yê xwûnê li hember nixweþiya reþemirinê
/ reþemergê, berxwe dide, ev nexweþî di sedsala çardemîn de
bi hêz dabû ser Ewropa, lê hukariya wê li ser Kurdan kêm bû.
Cûreyê (O) yê xwûnê li Kurdistanê kêm e, ew jî li hember nexweþiya
Gurriyê, ya ku bi gelemperî li rohilatê navîn pir e, berxwe dide. Kêmbûna
vî cûreyê xwûnê li kurdistanê dide xuyakirin ku ewê nexweþiyê
(Gurr) damarên xwe bernedane çiyayên Kurdistanê. Gava lêkolîneke dîrokî
li ser dîmografiya Kurd, nemaze ji warê hijmara niþtevanan û têkiliya
vê yekê li gel nexweþiyên giran, were kirin, divê ev agahiyan li ber
çavan bin, û neyêne ji bîrkirin(23). Encam: Ev
zanyariyên derbas bûne, me digihînin van encamên jêrîn: Yek:
Lihevhatina rehî ya tewaw (%100) di civaka Kurd de nîne, lê tevî vê jî
taybetmendiya êthniya wan heye. Ariens Kappers vê yekê teqez dike û
dibêje: „Tevî çûrbecûriya Kurdan ji hêla Anthropology de, rastî
ew e, ku ewana hêmanekî /rehekî xweser pêktînin“(24).
Du:
Teybetmendiya Anthropology ya Kurd a gelemper tev liheviya rûçikên
rohilatnavînî û ewropî ye, û ew çûreyê Kurd, yê bejindirêj, rû
spî û çîl, û çavþîn jî, bi piranî, li deverên bakurê Kurdistanê
heye, lê cûreyê bejinkurt, rû gewr û çavres, bi piranî li baþûrê
Kurdistanê tê dîtin, li deverên navenda Kurdistanê jî her du cûre
tev lihev dibin. Sê:
Ji hêla ethnography de, di nav Kurd û gelên cînarên wan ( Ereb,
Faris, Ermen ) wekhevî heye, bi ser de jî rûçikê mongolî (Tirkî) di
nav Kurdan deli hindik deveran heye, lê gelekî kêm e, ew jî bi sedema
cihgirtina hinek êlên Tirkmenan li welatê Kurd di dema sedsala
duwanzdemîn de bû, lê ev rûçik di nav taybetiya kurdî ya xweser de
hema hema wenda bûye. Çar:
Destkeftiyên anthropology nikarin ji bo naskirina kesayetiya Kurd, ji hêlên
giyan, hizir (raman), ciwanî û civakî ve, bibine riya zanistî ya
durist. Bi gotineke din: Taybetiyên anthropology nabin kilîtê
kesayetiya Kurd, û ji hêla zanistî de çênabe em, wek nimûne, bibêjin:
Kurd jîrek in, an jî ne jîrek in, ji ber ku pozên pirên wan dagerî
ne, û mirûzê Kurdan tirþ û tûj e, an jî ji ber ku simbêlên pirên
wan pehn û gurr in, her weha çênabe em bibêjin: Jina Kurd xwedî
kesayetiya xurt e, ji ber ku rengê gewr, di dû re jî yên spî û çîl
li ser wê hukardar in. Lêkôlinên zanistî yên hemdem rê nadin wê
yekê, ku kesayetî li gor taybetiyên reh were naskirin, belê ewana, bi
piranî, balê dikþînin ser cîgeh û çandê. Ravakirin: Dawî
em van ravakirinan pêþkêþ dikin: Yek:
Hemî gotin û boçûnên, ku lêgervanan li ser Kurdan ji hêla
anthropolgy de gotine, ji ber gelek kêmaniyên zanistî dikulin; pirên
wan dîtin û nerînên kesîtî ne, ji warê vekolîna genan û pîvana
qulafetê qehfan û beþên gewde yên din de bê pêwr û mêzîn in, ji
wan kêmaniyan ew e jî, ku lêkolînên zanistî tevî kêmbûna wan, hemî
beþên welatê Kurd negirtine, belê tenê li ser kesên hindik û li
hinek beþên sînorkirî hatine kirin, Bi gotineke din, û li gor zanîna
me, nexþeyeke tewaw ya genên kurdî tune ye, her weha lîsteya
ethnography ya berfireh û hûr, ji bo þirovekirina (tehlîl) kesayetiya
Kurd, li gor nerîn û boçûnên anthropology yê, jî tune ye. Du:
Nebûna lihevhatina reh ya tewaw (%100) di civaka kurdî de tiþtekî sirûþtî
û normal e, û pêre jî nabe sedema tunebûna netewe ( Gel / Milet )ê,
ku xwedî teybetiya xweser e, navê wî (Kurd)e, belê mirov dikare bibêje,
ku civaka kurdî, nemaze ya Kurdistana navend, ji hêla anthropology de,
ji gelek civakên rohilat û roava zelaltir û lihavhatîtir e; ji ber ku
gel û milet pergaleke dîrokî,çandî, civakî û agahî ye, bêtirî ku
pergaleke rehî û geneyî be. Sê:
Ew lêkolînan, bi piranî ji realîteyê bi dûr de neçûne, ji ber ku
mirov, hema bi çavan dikare cûrbeçûriya durvên Kurdan bibîne, bi
rastî Kurdên reng-gwer pir in, û yên çîl hindik in, û bejnên wan
navend jî hene û dirêj jî hene, û piraniya wan bejin dirêj in, û bi
rastî jî durvê pozên wan bi piranî dagerî ye, û hindik jî raste
rast e, û hindiktirîn kûr e, û durvê serên wan direj e, û yên
hinan jî pehn û gilover e, û beþê gewdeyên wan, ji newqê heya bi
ser milan hinekê dirêj e, û porê pirên Kurdan gurr e. Çar:
Ew lêkolînan li hember rastiyên dîrokî rû bi rû nabin, belê ew û
zanyariyên, ku li gel (pêkhatina Kurd) di rêveçûna serdemên kevin de
têkildar in, li hev dikin/ li hev dibanin.Eger em careke din vegerin wan
rastî û zanyariyan, em dê bibînin, ku ew cûreyê ser-pehn û gilover,
bejin-navend, û rengegewr, cûre yê pêþiyên Kurdên Zagrosî bû, ewên
bi þaþîtî ( Qefqasî ) tên navandin. Nîþana vê yekê, ya dîrokî
û belgehane ew e, ku serên Someriyan pehn û gilover bûn, û pozên wan
jî dagerî bûn, peykerê þahê Somer, yê navdar ( Godiya ) vê yekê
baþ rava dike(25). Berê jî
hatibû gotin, ku Somer niþtevanên çiyayên Zagros bûn, û ewana þaristaniya
Helef di dema navbera ( 4400
– 4300 b. z ) de bi dest xwe xistibûn, û ji deverên çiyayî, yên ku
paþê bi navê ( herêma Kurdistan – Îraq ) hate naskirin, ber bi baþûrê
Mezopotamya de dagerîn. Ev jî
li kêlek nîþana zimanewanî, dibe nîþaneke din, ku Somer þaxekî pêþiyên
Kurd, Zagrosiyên pêþîn bûn. Careke
din em bangê li pisporên arkologiyê ( Archaologie / zanista bermayan )
dikin, ku ev mijar bala wan bikþîne, ji ber ku ez bawer im dê ji bo çespandina
bingeha zimanê Somer, çareyekê ji wê þêtmêtiya xwe re bibînin. Pênc:
Lêkolînên Anthropology ya kurdî teqez kirine, ku du cûreyên komnifþan
li ser pêkhatina kurdî hukardar in: Cûreyê rengegewr, bejn-navend,
seriyê giloverê ber dirêj, dêmê pehn, û cûreyê çîl, hinekî
bejindirêj, seriyê hinekî dirêj û dêmê gilover. Her weha em dibînin,
ku ev lêkolînan teqez dikin, ku Kurdên vê serdema nû neviyên paqij
in yên herdu þaxên pêþîyên xwe yên kevn in; þaxê Sagrosî yê
nijad ( Somer, Lolo, Gotî, Sobarî ), û þaxê Arî (hind-ewropî), yê
ku ji du hezar salên berî zayînê de li çiyayên Zagros û kêlekên
wan çiyayan cihwar bûne ( Kaþî, Mîtanî, Man-nay, Xaldî û Med ), ev
þax tev li þaxê Zagrosî bû, û pêkhata Kurd ya dîrokî ye dawî ji
wê tevlihevbûnê peyda bû. Ev
xelek li ser bingeha anthropology ya kesayetiya Kurd bû, xeleka, ku wê
were, li ser bingehan ecology ye ( êkologî /cîgeh ).
********
**** ********
Jêder
û çakanî: (1)
Nikitin: Kurd, rû 204. (2))
Cemal Reþîd: Diyarbûna Kurd di dîrokê de, 1/243, 246. (3)
Susan Meiselas: Kurdistan in the Shadow of history ( bi zimanê îngilîzî),
rû 8. (4)
Susan Meiselas: Jêdera berê, rû 8. (5)
Nikitin: Jêdera berê, rû 65. (6)
Nikitin, Jêdera berê, rû 65. (7)
Nikitin: Jêder û rûpela berê. (8)
Lady Drower: Tawos Melek ê Ezdahiyan, rû 41. (9)
Minorsky: Kurd, rû 35-36. (10)
Minorsky: Jêdera berê, rû 35. (11)
Nikitin: Jêdera berê, rû 63- 64. (12)
Dana Adams Schmidt: Gera li nav mêrên mêrxwas, rû 264. (13)
Jonathan Randl: Miletê perçe bûyî, rû 34. (14)
Jonathan Randl: Jêdera berê. Rû 85. (15)
Munzir El-Mosillî: Ereb û Kurd, rû 133. (16)
Munzir El-Mosillî: Jêder û rûpela berê. (17)
Munzir El-Mosillî: Jêdera berê, rû 134. (18)
Mehrdad Îzady: The Kurds, (bi zimanê îngilîzî) rû 73. (19)
Mehrdad Îzady: Jêdera berê, rû 73. (20)
Mehrdad Îzady: Jêder û rûpela berê. (21)
Mehrdad Îzady: Jêder û rûpela berê. (22)
Mehrdad Îzady: Jêdera berê, rû 74. (23)
Mehrdad Îzady: Jêder û rûpela berê. (24)
Cemal Reþîd: Jêdera berê, 1/246. (25)
Biner: Samî Seîd El-Ehmed: Somer û kelepûra wan ya þaristanî, rû
42. Mihemed Beyyomî Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rû 164.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org