Têkoþerên duho, kopiyên îro

 

                                     

              

 

 

 

 

 

Heyder Omer

Di van du-sê salên bihurîne de gelek caran helwesteke jehrane ji hêla  guropeke nivîsevan û ronakbîrên kurd, yên soranîaxêv ve, li dijî zarava kurmancî û elfebêta kurdî latînî, di alavên weþana kurdî de hatin weþandin û xwendin. Heya ji wan camêran hatiyê, û tê jî, berxwe didin û tev digerin, da zarava kurmancî bidine alîkî, û ya soranî, bi çi awayî be jî, bi hemî gelê kurd bidin pejirandin.

Endamên ewê guropê ev helwesta xwe gelek caran cûtin û dubare kirin, mirov jî her tim weha diçû, ku helwesta wan dê her ya wan bimîne.Lê gava ewana sîberên fermî li Baþûrê Kurdistanê ji bo vê boçûna xwe dîtin, û di kongireyên fermî de belav kirin, wek çawa ew boçûnan di kongireya perwerdeyê de ( Hewlêr 22-24. 05. 2007 ) wek belgenameyekê hate xwendin û pejirandin, wê hîngê ewê kongirê bi awakî neyênî li ba kurmancîaxêvan deng veda, û gelek gotar hatin nivisandin û weþandin, hemiyan jî metirsiya wê helwestê nîþan kirin. Lê mixabin xuyaye birayên me, yên soranîaxêv ji helwesta xwe danayên, û nikarin an jî naxwazin bandûra wê, ya neyênî li ser tevayê gelê Kurd, bibînin.

Wê hîngê me jî gotarek, bi sernavê ( Zengilê metirsiyê lê dide, çare çî ye ) weþand, û tê da xuyakirin, ku ew helwest, bi pejirandina kongireya perwerdeyê, warê têorî derbas kiriye, û ber bi piratîkê de diçe, û metirsiya mezin ji vir de dest pê dike.

Va ye, di van çend rojên derbas bûne de, nûçeyek du caran, û bi du awayan di alavên weþana kurdî de derketiye holê, texmîna me diçespîne.

Beriya çend rojan nûçeyek di weþana kurdî hate belavkirin, ku perwedeya Silêmaniyê, bi biryareke tekane û yek alî, waneyên ( dersên ) zarava kurmancî ji pilan û pirogramên dibistanê bi derxistiye. Di dû re jî þalyarê ( wezîr ) perwerdeya hikumeta Baþûrê kurdistanê; berêz Dilþad Ebdurehman, di hevpevînekê de li gel rojnameya Kurdistanî Nwe, weha diçe, ku ew dixwaze kurmancî di sîstema perwerdeyê de nemîne, û hikumeta kurdistanê di salên 1998 û 2002 de biryarên þaþ dane, û li wîlayeta Duhokê rê li ber kurmancî vekiriye.

Berêz þalyarê perwerdeyê, di wê hevpeyvînê, bikaranîn û xebitandina her du zaravyên soranî û kurmancî wek metirsiyekê li ser yekbûna netewa kurd dibîne, bê ku behaneyên zanisitî nîþan bike.

Em naxwazin di vê gotara xwe de li ba vê behaneya, ku ew nîþan dike, rawestin, û boçûnên hevpîþeyan dubare bikin. Hemî hevpîþe, xwendevan û þalyarê berêz jî dikarin li gotara hevpîþeyê berêz Murad Ciwan, di Netkurd de, vegerin, û bibînin çiqas nimûneyên serkeftî, yên xebitandina du zaraveyan, li gelek welatan nîþan kirine. ( Murad Ciwan: Îsrara zimanekî yekgirtî stalînîzm e. Biner:Netkurd. 04. 02. 2008 ).

Lê em dixwazin li ba du xalên, ku di tevdîra perwerdeya Silêmaniyê û boçûnên þalyarê berêz de diyar in, rawestin.

Perwerdeya Silêmaniyê tenê sedemekê ji bo tevdîra xwe berdide holê, ew jî ew e, ku zarok naxwazin zarava kurmancî bixwînin, û mamoste jî kurmancî nizanin. Her weha þalyarê perwerdeyê jî di bersivên xwe de dibêje: Me sala borî hewl da, ku xwendina sala 2007-2008 bi zimanekî yekgirtî be û cudabûn nemîne, lê diyar e perwerdeya Duhokê îsrar dike, ku divê xwendin li Duhokê bi kurmanciya jorî be.

Ev her du xal cihê danûstandinê ne. Ji hêlekê de, ez wek mirovekî, ku 30 sal ji temenê xwe di dibistanan de û di nav zarok û þagirtan de têper kiriye, nikarim bawer bikim, ku zarok naxwazin vî tiþtî an wî tiþtî bixwînin an jî naxwazin fêrbibin. Ez bawer im, ku ev behaneya wan nikare, ne tenê li ba min, belê her weha li ba hemî mamosteyên curbecur li tevayê cîhanê bête pejirandin, ji ber ku em hemî dizanin, ku zarok di salên pêþî de nizane xwendin çî ye, belê li mamosteyê xwe dinêre, ka wê çi bide pêþ wî. Bi gotineke din, li mamosteyan dimîne ku xwendinê bi zarokan þêrîn bikin. Gava zarok û þagirtên dibistanan ne mêldarên xwendinê bin, sûcê wan nîne, ewanan ne sûcdar in, belê mamoste sûcdarê pêþî û yekemîn e, ku nikare, an jî naxwaze bi erkên karê xwe yên perwedyî rabe. Hemî zanyarên perwerdeyê û pisîkolociyan zaroktiyê vê yekê diçespînin.

Belê… Belkî hinek zarok, bê hemdî xwe, ji ber sedemên nexwaþiyên gewdeyî û derûnî nikarin xwendinê werbigirin, lê teqez tevayên zarokan ne nexwaþ in, û yên nexwaþ jî li ber dîwaran namîmin, belê bijîþk û nexwaþxaneyên curbecur dikarin tenduristiya gelekan li wan vegerînin, û ji nû ve wan têxin nav refên zarokên sax, da jiyana xwe bi awayê normal bi rêve bibin.

Ev ji hêlekê de. Ji hêla din de, mirov matmayî dimîne, çawa birêvebirên perwerdeya Silêmaniyê, biryarên kabîneya hikumeta Kurdistanê bi paþ piþta xwe de davêjin, û hema ji ba xwe de biryarê didin û kurmancî ji sîstema dibistanên Silêmaniyê davêjin.

Þalyarê perwerdeyê dide xuyakirin, ku zarava kurmancî bi biryara hikumeta Kurdistanê salên 1998 û 2002 di sîstema dibistanên Kurdistanê cih girtiye û tevî ku bi xwe jî dibêje "Heta ku serokatiya herêmê û serokatiya kabîneya wezîran û parlementoya Kurdistanê biryarek nû dernexe, em naçar in biryara kevin bi cih bînin". Eger ev biryara kevin ji bo tevayê herêma Kurdistanê be, û divê jî weha be, gunehkariya þalyarê berêz dê bête xuyakirin, ji ber ku ji dêvla ew bala perwerdeya Silêmaniyê ber bi wê yekê de bikþîne, ku wê biryara hikumetê bin pê kiriye, tevî ku balkiþandineke bi vî awayî ji navenada kar û berpirsiyariya wî ye, lê mixabin ew jî, di hevpeyvînê de, wek alîkarê perwerdeya Silêmaniyê tê xuyakirin, û dibe piþtgirê wê, û naxwaze bêhna xwe fireh bike, û li benda boçûn û biryarên komîta, ku serokê herêma Kurdistanê avakirina wê bi þalyarê xwendina bilind hilpesartiye, bimîne.

Þalyarê perwerdeyê, di hevpyvînê de, dide xuyakirin, ku li Kurdistanê hewldan ji bo avakirina komîtekê  ji bo çareserkirina pirsa zimên heye, û dibêje "Qasî ku pê haydar im, serokê herêma kurdistanê wezîrê xwendina bilind ji bo vê komîteyê wezîfedar kiriye da ku vê problemê çareser bike….." lê naxwaze bipirse, ka ew komîte ava bûye, yan na, belê berî diyarbûna kar, cefa, boçûn û biryarên wê komîtê, rê li pêþ wê digire  û dide xuyakirin, ku dê biryarên wê jî bin pê bike, wek çawa piþtgiriya perwerdeya Silêmaniyê kiriye.

Ez bawer im, ku þalyarê perwerdeyê û birêvebirên perwerdeya Silêmaniyê jî dizanin, ku ev behaneya wan ne yekeke perwerdeyî û zanistî ye, lê tiþtê ewqas cihê xemgîniyê ew e, ku ewana, bi vê yekê didine xuyakirin ka çiqas dikarin rêza Kurdan bigirin, ji ber ku ew dizanin, ku kesek vê behaneya wan wek yekeke hiþmend nabibîne, û her kes jî dikare yekser texmîn bike, wek çawa kurd dibêjin ( tirp di bin silkê de hene )  ku mebestine dine veþartî di paþ wê de hene.

Tiþtê ku mirov ji helwesta þalyarê perwerdeyê, birêvebirên perwedeya Silêmaniyê û endamên guropa, ku dijberiya zarav kurmacî dikin têdigihîne, ew e ku ewana dixwazin zarava soranî, bi darê zorê be jî, ji bo Kurdan bikin zimanê fermî, û hemî zaravên din bidin alîkî. Lê ez weha bawer im, ku ew jî dizanin neyêniya vê yekê ta çi radeyê giran e, û dikare ta çi radeyê yekbûna neteweya kurdî biparêze !... Lê tevî vê jî bi ya xwe de diçin.

Gelo çima ev camêran, di vê heyama nazik de van helwestên jehrane digirin ?. Ev heþtdeh sal in, ku herêma Kurdistan xwe bi xwe bi rê ve dibe, û hikumeta wê heye, çima ev helwestan di van sê salên dawî de derdikevin holê ?. Çima ev ronakbîrên kurd, ku þerê dîktatoran kirine, û bi xwîna gelek qurbanan gîhane azadî û serxwebûnê, dixazin îro rola wan dîktatoran bilîzin û zorê li gelê xwe bikin ?. Çima kesekî wek Ferhad Þakelî sala 1995ê xwe gelekî westandiye, û nivîsîna beþekî mezin ji jînenîgariya Cegerxwîn, ku bi elfabêta erebî bû, guhestiyê  bo tîpên latînî, dê îro jî 180ê pileyan bête guhertin û þerê zarav kurmancî û elfebêta kurdî latînî bike ?..Gelo ev kesana li benda heyam û lêhatina layiq mabûn da helwestên xwe yên veþartî diyar bikim ?!..

Rewþ û pergala herêma Kurdistan dide xuyakirin, ku bi rastî jî ji hukmê dîktatoriya Seddam rizgar bûye, lê gelek kes hene, hîna jî ji awayê raman û pûnijiya wî rizgar nebûne, û boçûna Firaz Fanon tînin bîra mirov.

Firaz Fanon weha çûye, ku rast e dagîrker ji welatan derdikevin, lê ewana cureyê perwerde û pûnijiya xwe bi þûn xwe ve dihêlin, ku gelek ji wan kesên, ku demekê têkoþer bûn, dibin kopieyê dagîrkeran û  rola wan dilîzin û nahêlin welatiyên wan welatan berhem û bermayên azadiyê û  tebatê werbigirin.

Gava mirov îro rewþa welatên, ku demekê di bin destên dagîrkeran de bûn, çi li Asyayê û çi li Efrîkayê, di ber çavan re dibe, rastiya boçûna F. Fanon li pêþ wî berz tê xuyakirin. Gelo têkoþerên me yên duho jî dixawzin îro rastiya boçûna wî teqez bikin?!… 

   

           

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org