|
|
- Welatperwerî,
çand û wêje
- berpirsiyariya
sincî û toreyî ye
-
-
- Heyder
Omer
-
-
-
-
-
- Ev
gotar ji bo hejmara 19ê ya kovara PÊNÛS hatibû nivisandin, û
tê de belav bûye, lê vaye careke din, wek diyarî ji bo lêgervan û
rexnegir Îbrahîm Mehmûd, diweþînim.
-
-
-
-1-
-
- Mijara
min ji bo vê hejmarê, ne ev bû, lê piþtî gotarên her du birêzan;
Shahînê Bekirê Soreklî, û Tosinê Reþîd* gîhan deste ya
kovarê, û min ew xwendin, hundirê wan bala min kiþand, û gotara, ku
min amaderkiribû dane paþ.
-
- Ez
naxwazim mofirk, hizr û ramanên wan her du gotaran, li vir, dubare
bikim, ji ber ku ew ji we ve nêzîk in, teqez we ew xwendine, û
pirsgirêkên, ku dilivînin, bala we jî, mîna ya min, kiþandine.
-
- Gelo,
di tenga çandê re, wek çawa birêz Sh. B. Soreklî dinasîne, me ta
îro çi kiriye?!.(mebesta min Kurdên Jêrxetê ye ). Eger me tiþtek
kiriye, ka ew çî ye, û diyardeyên karê me çi ne?. Lê eger me
nekiriye, çima?!.
-
- Rast e, pirsgirêkên,
ku birêz Soreklî nîþan dike, kar û barê dewlet û sazûmanên
mezin e, me jî ew sazûman, ji ber sedemên em gîþ dizanin, nîn in.
Lê gelo, em dê, heya bidestxistina wan sazûmanan, destbest bimînin,
piþta xwe bidin dîwaran, û li benda dewletên serdest bimînin, ku bêjine
me; va ye me her tiþt ji we re amade kiriye, êdî fermo bi zimanê xwe
bixwînin, û binivîsin, çanda xwe bidin ser hev û tomar bikim, wek
çawa birêz T. Reþîd dibêje?!.
-
-
-2-
-
- Li þûna sazûmanan,
me tevgera rêzanî he ye, ku çavên Kurdan her tim ber bi wê de ne,
wekî ew vî barê giran hilde ser milên xwe. Rast e, evê tevgerê
perztirîn û hukardartirîn rola xwe, di tenga hiþyariya netewî re, lîstiye.
Rast e, ewê bi cefayên hin nemiran berên gelekan ber bi xwendina
zimanê dayike de daye, li dirêjiya 50 salî gelek rojname û kovar
derxistine, û hemî nivîsevanên me, yên îro, di wan diyardeyên
rojnamegerî re derbas bûne. Kesê ku vê yekê ji bîra bike an veþêre,
di kêlek rastiya berz re berbas dibe, û wê nabîne.
-
- Tevî ku hemî endamên
tevgerê û serkêþên wê jî dizanin, ku rola wê li ber dergehên vê
þûnê tewaw nabe, belê ev þûn, di vî warî de, gava yekê ye, lê
mixabin bi dil-êþiya bê hempa dikarim bêjim, ku tevgera me ev gav
derbas nekir, bi ser de jî, her çû, bi þûn de ma.
-
- Eger ev boçûna min þaþ
be, ji dil jî dixwazim þaþ be, kî dikare, wek nimûne, li dirêjiya
van 50 salan, navên 15 pirtûkan bêje, ku rêxistinên tevgera me ew
çap û belavkirine?!. Ez bawer im, gava mirov hejmara çend pirtûkên,
ku tevgerê çap kirine bide hember ên ku HAWARê çap kirin, dê þerm
bike, tevî ku hîngê xwendevanên zimanê me bi qaserî tiliyên
destekî bûn, û tenê mirovekî bi ked, cefa û pereyên xwe HAWAR çap
dikir, ta ku ji neçare tiþtên mala xwe, ji bo xatirê wê difirot.
-
- Dîsan kî dikare bêje;
va ye vî kesî, wî kesî ji pêþeng û serkêþên rêxistinên
tevgerê ne, ev gotar û ew gotar bi zimanê xwe ye netewî
nivisandiye?!. Kî dikare bêje; va ye 10 birêzan ji serkêþên rêxistinên
tevgerê ne, ku hejmara endamên komîtên navend bêtirî 200 kes in,
bi zimanê dayik dixwînin û dinivisînin?!.
- Bi ser de jî, gava hin
kesên, ku çand û ziman qisaweta wan e, bi hewildanên tekan e, cefayên
xweyîtî û bi pereyên xwe berheman çap dikin, rêxistinên tevgera
me ji bo wan nabin alîkarên belavkirinê, pêre jî nivîsevanê me,
di heman demê de, dibe çapker,belavker û pirtûkfiroþ, û pirtûkên
wî di kerton û tûrikan de dimînin, û pereyên, ku ji qirikên zarokên
xwe girtibûn, dabûne çapxanan, ber ba diçin.
-
- Dîsan eger ev boçûna
min þaþ be, ji dil jî dixwazim þaþ be, kî dikare bêje; va ye vê
rixistinê an wê rêxistinê evqas nisxe ji pirtûka min kirî, an ji
min re belav kir, bê ku ez endamê wê bim?!.(hin caran guhên ker di yên
endamên rêxistina xwe jî yaldikin). Kîjan nivîseav dikare bêje; va
ye min pirtûkeke xwe, bê pere, wek diyarî da vê rêxistinê an wê rêxistinê,
ku ji xwe çap û belav bike, û wê ev diyariya min pejirand?!.
-
- Carekê dostekî, ku
endamê partiyekê bû gote min: "10
nisxeyên pirtûka filan helbestvanî li ba min bûn, ku ez jê re
bifiroþim, lê gava berpisiyarê min li ba min dîtin, gote min eger te
hinek ji wan firotine, here bîne, û li xwediyê pirtûkê vegerîne" . Her weha
gava nivîskarekî, beriya çend salan pirtukeke xwe çap kir, û li gel
pirên rêxistinên me têkildar bû, ku wê belvav bikin, tenê
partiyekê ji wî birin, û yên mayîn guh nedanê. Bi ser de jî, piþtî
du hefteyan endamê komîteya navend, ya partiyekê eþkere gote wî :
"Hevalan biryar girtine, ku pirtûkan belav nakin".
-
- Bala xwe bide vê
helewstê; (hevalna biryar girtine).. Dêmek pirsa
belavkirina pirtûkên nivîsevanê kurd li tepela birêvebiriya hinek rêxistinên
me guftugo dibe, û helwesta neyênî li hemberê der tê, bê ku ew
siyasetmedarên, ku di ber kuxîna demê, û di keviyeke teng û tarî
re derbas bûne qada xebatê, pirsê ji xwe bikin, gelo der mafê çand
û zimanê netewî de, çi di tozik û rêbaza rêxistina me de ye?!.
-
- Dîsan Sala 1991ê, ez
rojekê li Qamiþlowê bûn, hinek dostên min gotin: Îro Ehmedê Palo
miriye, dê bin ax bibe, ka em herin, bibin hevpiþkên birêkirina termê
wî. Gava min pirskir, gelo Ehmedê Palo kî ye?!. Gotin: Helbesvanekî
hêja bû, lê mixabin ji ber zora zîvariyê nikarîbû berhemên xwe
çap bikirana. Min pirên serkêþên tevgerê li goristanê dîtin,
hemiyan pesna wî, wek helbestvan didan, û tevî ku ew mirovekî pîr bû,
mirinê her roj li derdora mala wî seyran dikir, lê wan rêzdaran
hemiyan mixabinî diyar dikirin, û digotin: Ehmedê Palo zû çû, lê
kesî negot; çima wusa bê deng çû?!. Êdî Shahîn .. Bira yê delal
!.. Çawa nivîsevanê Kurd dê bi pereyên, ku ji firotina pirtûkan bên,
jiyan xwe bijî, û xwe terxanî xebata nivîsînê bike?!.Her weha
diyar e, ku çand û wêje li ba me, hîna bê nirx in, û wek
Ehmedê Xanî gotiye "bazar
kesad e ".
-
- Eger ne wusa bûwa, me jî mîna gelên din dê rêza
nivîsevan û rewþenbîran bigirta, þûna wan nasbikira, û ewana li
cihên layiq danîna, ji ber ku cefayên nivîsevanan, berhemên wan,
hizr û ramanên wan dê mîna nîþanên kesayetiya me ya netewî bimînin.
-
- Gava xinizî li helbestvanê Rûsa yê gewre Poþkîn
hate kirin, romannivîsê navnetewî yê mezin, Dûstoviskî, mîna
dînan bi çolan de beziya, û bi þeqaman bi ser rûwê xwe ket, û
kire hawar û gazî: "Rûsiya kuþtin".
Û li Birîtanyayê Birnardþo dibêje: "Tenê qenciyek di dîroka Birîtanyayê de
he ye,ew jî ew e, ku Birîtanya helbestvanê elman Þîller bi 50
haezar cinêh (pere) xelat kir",
û Karlêl jî dibêje: "Peyveke
Þîkispîre tenê beramberî hemî ceng, mal û milkê Birîtanya ye,
ji ber ku ew mal û milk hemî çûn, lê Þîkispîr nemir ma"
.
-
- Nimûneyên wusa di dîroka miletan de gelek in, pirê
caran, pirê mezinên wan, li pêþ nivîsevanên welatên xwe destbest
rawestiyane, nirxên wan bilind dane xuyakirin. Va ye serokê Firansayê,
yê destpêkên çerxa çûyî; Vînsan Oriyol nameyê ji
helbestvanê Firansa yê mezin Rostan re dîþîne, weha tê de
dinivîse: "Hemwelatiyekî
firansî ye normal; Vînsan Oriyol, ku serokê komara firansa ye, vê
nameyê ji helbestvanê mezin Rostan re bi rê dike, da bide xuyakirin,
ku ew çiqas bextewar e, ku di çerxa te de dijî, û gava pê hay bibe,
ew layiqe ku rêza te bigire,dê bextewartir bibe".
-
- Va ye Îskenderê mezin, ku di dema pêþî de
mezinê tevayê cîhanê bû, di dîwana xwe de rûniþtiye, Erîstotalîs
li kêleka rastê, û serokwezîr li ya çepê daniþtine. Belê hatibû
zanîn, ku hêla rastê ji bo kesên mezin e, û ya çepê ji bo kesên
nirx kêmtir e. Gava karmendekî dewletê, ku dixwaste bi her awayî xwe
nêzî Îskender bike, derbas dîwanê bû, û çavên wî li þûnên
Erîstotalîs û serokwezîr ketin, hema xwe da kêlek mezinê dinyayê,
û gotê: "Çawa serokê
min Îskender Erîtotalîs li rastê xwe, û serokwezîr li çepê xwe
dane rûniþtin?!"
. Îskender li wî kesê biçûk nerî, û gotê: "Serokwezîrê,
ku li çepê min e, dikarim wî bi fermanekê çêkim, bi ser de jî
dikarim di kêmtirê kêliyekê de, bê cefa, serokwezîrekî ji te jî
çêkim, lê kî dikare Erîstotalîs çêke?!. Hûn dikarin min ji vî
cihî bi dûr de bavêjin, þûna min ji min bistînin, û min wek
miliyonên kesên normal bihêlin, lê kî dikare taybetmendiyên Erîstotalîs,
û behre (mewhîbe) ya wî jê bistîne, û bike mirovekî normal î mîna
te û serokwezîr?!. Serokwezîr berhema min e, min ew çêkiriye, lê
Erîstotalîs berhema xweda ye, xweda ew afirandiye "
-
- Eger pir dûr neçin, lê çavên xwe nêzîk li
derdora xwe bigerînin, em dê evan helwestên payeblind li ba cîranan
jî bibînin. Gava helbestvanê Ereb Nîzar Qebbanî wek
karmendekî, di balyozxaneya Sûrê de, li Londonê dixebitî, û carekê
bêhntengiya xwe li pêþ balyoz eþkere kir, ku siyasetmedarên sûrî
berjewediyên xwe dane pêþ doza welêt, balyoz gote wî: "Xemgîn
nebe, ew diçin, lê tu dimînî".
Dîsan di wê demê de, mirovekî Ereb î ji dewleteke din bû, vîza
çûndina Sûriyê wergirt, lê gava navê N. Qebbanî li jêr Vîzê dît,
maliq ma, gelo ev Nizar ewê helbestvan be?!. Lewre jî destûr xwast,
ku derbas cem wî bibe, gava dît, ku ev Nîzar ê helbestvan bi xwe ye,
gote wî: "Eger min tu bi
çavên xwe nedîtiba, lê ji kesine din bibihîsta, ku Nîzar Qebbanî
karmedê karekî ye, ku her kesek ji bermayên osmaniyan dikare wî karî
bi hêsanî bike, min bawer nedikir. Ez benî þûna te ne li vir e, û
karê te jî ne ev e, karê te ew e, ku her tim mîna bilbilan bistêrî,
razayan þiyar bikî, riya azadiyê û
rizgariyê ji bo xortan nîþan bikî ".
-
- Corc Cirdaq; nivîskarekî Ereb e, serpêhatiyeke, ku dengbêj û mizûkzanê
Ereb ê navdar Mihemed Ebdilwehab, bi çavên xwe dîtiye, û jê re
gotiye, dinivîse. Serpêhatî ew e, ku rojekê pêþewayê Misirê Seiُd
Zexlol li ahengekê de pêrgî helbestvanê navdar Ehmed Þewqî dibe,
hema bejna xwe ber bi jêr de tîne xwarê, û destên wî digre û
radimûse, E. Þewqî maliq dibe, û yekser destên xwe bi þûn de dikiþîne,
lê ramûsana pêþewa þopa xwe li ser destên wî dihêle. Hîngê pêþewa
S. Zexlol, wek çawa ji kira xwe razî û pê bawer e, dengê xwe bilin
dike, da her kesên amade ne, bibhîsin, û dibêje E. Þewqî:"Ez
benî, em diçin û hûn dimînin, êdî ji kerema xwe rê bide
çûyînê, da xwe li pêþ mayînê bîne xwarê, û destên wê ramûse"
.
-
- Gelo çima ewan kesên mezin,
ewqas xwe li pêþ wan helbestvan û nivîsevanan biçûk
kirin?!.
- Çima Îskenderê mezin ewqas xwe li hember Erîstotalîs
nizim didît?!. Çima serokê komarekê, ku di Ewrupayê de bi rûmet tê
nîþnkirin, ewqas xwe bextewar dibîne, ku hemdemê helbestvanekî ye,
bi ser de jî lavan dike, da ew helbestvan helwesta wî bipejirîne?!.Çima
pêþewayê, ku di dilê hemî misriyan de bû, û rojekê serî li pêþ
dagîrkeran danenîbû, ewqas xwe li hember E. Þewqî jar û melûl dibîne?!.
Gelo evan helwestan tiþtek ji rûmeta wan kêm kir, lê hîn ewana li pêþ
civakên xwe mezintir hatin xuyakirin?!.
-
- Evan pirsan tenê bersivek, û ewan helwestan tenê
wateyek heye, ew jî ew e, ku ew
kesana bi rastî mezin bûn, û pîvanên mêraniya mirovan baþ
naskiribûn, û dizanîbûn, ku eger mirov di keftelefa nirxên
mirovane de bi ser nekefe, nikare di xebata ji bo welatan de bi ser kefe.
Gelo haya serkêþên tevgera me ji vê yekê heye ?!..
-
- Mixabin, diyardeyên heya îro li ber çavan in,
baweriyan diçelmisînin.. Serkêþên tevgera me her tiþtî dizanin,
kesê ku her tiþtî dizane, bi zanîna kesên din qayîl nabe, û "xwe
bi bîst, an sedê nivîsevan nade"
pê re jî Dûtoviskî, Birnardþo, Karlêl, serokê Firansayê, Îskenderê
mezin, S. Zexlol û yên din li pêþ wî xuya nabin, û nizane, ku
bermayên pênûsan, ji hezarê salan û heya îro, dinya hejandin û hê
jî dihejînin,lewre ji ya xwe namîne, û dibêje ez her tiþtî
dizanim, û pêre jî çîroka
keça "Sarmezane"
tîne bîran.
-
- Keçê jî bi zanîna pîrejina navsal, ku temenê xwe di aþxanê de têper dikir, qayîl nebû, û her got ez
dizanim. Ez dizanim çawa çilo ( pelên rezan ) amade bikim, dizanim çawa
sarman bipêçim, daran, an kefçiyan di binê beroþê raxim, sarman li
ser wan di beroþê de rêzkim. Lê gava pîrejina navsal, ku xwarin bi
jîrbûnî û jêhatî çêdikir, gote wê: "Tê
sergînekî jî deynî ser devê beroþê, û êgir di bin pêxî da
sarme bikelin". Keça zane dîsan got: "Ez
dizanim
".
Êdî tewawkirina çîrokê li ba we ye, ka çi tam ji wan sarman hat.
-
- Siyasetmedarên
me her tiþtî dizanin, ji ber vê jî, gava du bendî di nav yekemîn
partiya Kurdan de li Sûriyê, di despêkên salên þêstî yên çerxa
çûyî de derkete holê, û xwastin lêkolînê digel rehmelê Dr.N.
Zaza; serokê partiyê bikin, ev lêkolîn spartin du kesên nezan, li
gor yekî ji wan ji min re gotiye, û hê sax e, û pê de çû û gote
min: "Bi
rastî min dizanî ne ez, û ne hevalê min, em ne layiqê wê yekê bûn,
ku bi Dr re lêkolînê bikin, lê biryara partiyê wusa bû".
-
- Siyasetmedarên
me her tiþtî dizanin, ji ber vê jî, bêbextiya mezin sala 1969ê li
O. Sebrî kirin, û biryara bi dûrxistina wî ji partiya demikrat a
kurdî, baskê çep wergirtin, bê ku xwediyên biryarê karibin qoziyekê
ji bêrîka wî dagrin. Lê berjewendiyên kesayetî ew ker û gêj
kiribûn, nema, ne keda, wî di ber hînkirina zimanê dayik de, bi bîra
wan hat, û ne jî berhemên wî ji wan ve hatin xuyakirin.Pêre jî O.
Sebrî bû qurbana (Derdên me), ku beriya 14 salan, wê hîngê,
þirovekiribûn.
-
- Siyasetmedarên
me her tiþtî dizanin, ji ber vê jî, gotarekê ( tevgera me
nexweþ e. Ez xwe bi bîst nivîskarên wek…… nadim. Pênûs,
hejmar 12. Payîz 2002 ) qiyamet li serê xwediyê xwe rakir, û nema
datîne, ji ber ku nivîsevan tiliya xwe, bi jêhatî, da ser hinek
derdan, û bala siyasetmedaran ber bi sînoriya zanîna
mirovan de kiþand, ku çiqas dewlemend be jî, mirov her tim
hewcedarê zêdekirina wê ye, û rêzgirtina nivîsevanan jî pêdiviya
gelperwerî ye. Mixabin dîsan berjewendiyên kesayetî xwe dan pêþ rêzgirtina
nirx û wateyên , ku gotarê hilgirtibûn, nehêþtin naveroka wê ya
balkêþ bibe mijara guftugowan, belê rê li pêþ galgalên vala û bê
nirx dûzkirin, ku katên pir û dema dirêj bibe qurbana zanîna siyasetmedarên
zîrek, û pêre jî gotina, ku rehmelê Reþîdê Kurd, beriya 50
salan, bi awayê pêkenokî gotibû anîn bîra me.
-
- R.
Kurd carekê çûye Þamê, gava piþtî çend rojan vediger Qamiþlowê,
rehmelê Cegerxwîn jê dipirse:"Gelo
te Dr. N. Zaza çawa dît". Dibêje: "Bi kêrî me nayê".
Cegerxwîn maliq dimîne, û dîsan dipirse: "Çawa?!..".
R. Kurd dibêje: "Ji
ber ku pir zana ye". Gelo helwesta, ku li hember wê gotarê hatiye girtin, û dengvedana wê
helwestê nadin xuyakirin, ku hê jî di vê çerxa zanînê de, me pêdivî
bi kesên zana nîne ?!..
-
- Lê
bi rastî, gava þerê pênûsan û yê xwediyên wan, di heyamên, ku
berjewendiyên kesayetî, ezezîtî û sitemkariya renga-reng destlatdar
in de, tê kirin, mirov maliq namîne, ji ber ku azadiya mirov
dengvedana azadiya pênûs e. Ev azadî, wek nivîsevanê Misirê,
M. Husên Heykel dibêje, gava pênûs dikefe destên xwediyê xwe, ne yên
karkerê xwe, pêk tê. Her weha hûn jî dizanin çiqas cudayî di
navber xwediyê pênûs û karkerê wê de heye ..
-
-
-3-
-
- Lê,
li hêla din, gelo rewþenbîr û nivîsevanên me rûmeta vî karê xwe
diparêzin, yan na?!.Ta çi radeyê haya pirên wan ji bihayê nirxên vî
karî heye?!.Haya wan ta çi radeyê ji rabûn û rûniþtin, dan û
standin, têkiliyên nivîsevanên miletên din digel hev,û digel kes
û civakên wan, digel toreyên nivîsînê heye?!. Ta çi radeyê haya
pirên nivîsevanên me ji nivîsevanên gelên din heye, ku bi çi awayî
rûmeta zimanê xwe diparêzin, û rêza wî digrin?!.. Wek diyar e,
gelek pirs, li vê hêlê jî xwe berdidin holê..
-
- Yekemîn
nîþana rêzgirtina her karekî, çi kar dibe bila bibe, bidestxitina
alavên, ku ew kar pê pêk tê ye. Wek çawa pêþiyan gotine: "Siwarê hespê xelkê her peya ye".
Dêmek da mirov her siwar bimîne, divê berî pêþî hespê wî he be,
belkî karibe hespê cîranan, yan yê dostekî xwe, çend caran ji xwe
re bi kar bîne, lê ez bawer im, dê nikaribe her dem xwe bi ser wan de
pal bide.
-
- Mirov
dikare vê pendê ber bi mijara me de jî bikþîne. Eger bidestxistin hêsp;
ango alava pêk-anîna kar, ji bo siwariyê, pêdiviya girîng be, da ew
siwar rûmeta xwe û karê xwe li pêþ hevalkaran û civakê biparêze,
û bide xuyakirin, ku lîstikvan û cirîdvanê bingehîn e, eger mirov
wusa biçe, ez bawer im, li hember pêdiviya bidestxistina zimên, wek
yekemîn alava nivisandinê, û yekemîn nîþana rêzgirtina xweyî û
ya kar, bi carekê dudilî nabe.
-
- Ev
yeka me ber bi berhemên di nav destan de hen in de têvedide, gelo asta
zimanê wan ta çi radeyê ye?!..Eger destên piran, ji ber gelek
sedeman, nagihêjine pirtûkan, lê va ye entirnêt îro di destên
piran de heye. Êdî bila mirov bala xwe bidêyê, ka wê çiqas tiþtên
matî bibîne. Asta zimanê gelek nivîsaran pir nizm e, pirên wan ji
þaþiyên zimanewanî tije ne, hevokên wan di bin bandûra zimanên
serdest de milxar in, eger tu wan hevokan wergerînî bo zimanên
serdest ( nimûne zimanê erebî ) tu dibînî wergera wan gelekî hêsan
e, lê gava tu careke din wê wergerê bo zimanê kurdî wergerînî, tu
dibînî awayê avakirina hevokê tê guhertin, û wek awayê, ku nivîsevan
cara pêþî avakiribû, namîne. Bi bandûra van þaþiyan wateya wan
nivîsaran, pirê caran li pêþ xwendevanan wenda dibe. Bi ser de jî
tu nivîsarina dibînî, ku helbest yan çîrok nav lêkirine, lê tu
nizanî ka ew helbest e, yan melbest e, çîrok e, yan mîrok e. pêre jî
sayî diyar dibe,ku gelek kesan, beriya alava nivîsînê, û rêbazên
avakirina berhema hunerî bi destxînin, xwe berdane qada nivîsînê,
û alavên çapemeniyê jî derî ji wan nivîsaran re li ser piþtê
vekirine.Gelo, çima gelek kes hen in, dixwazin ji qalikê xwe bi
derkefin, û xwe bi qalikekî din diyar bikim?!.Ma pê hay nabin ev
hewildan çiqas zor û giran e?!. Zanyarê derûnî (pisîkolojî ) yê
mezin Pîyêr Dako gelek nimûneyên hanê, di pirtûka xwe de (
Serkeftinên þînkiriya – tehlîl- derûnî ) berbiçav dike, û
digihîne wê rastiyê, ku hewildana malkambax, û
derûnan diþkîne ew e, ku mirov her dem xwe tersî rastiya xwe
bide nîþankirin.
-
- Ez
nabêjim, ku çavdêriya ramana nivîsevanan divê ye, dem dema hevpevînê
û azadiya ramanê ye, her kes berpirsiyarê ramana xwe ye. Lê demeke
dijwar e, ji ber ku wek tê xuyan, zimanê me, di bin siya tênegihîþtina
vê azadiyê de, li hev dikeve, û her diçe,pir dikule. Lewre jî ez li
kêlek çavdêriya zimanê nivîsînê, wek pêdiviya sereke, dimînim,çimkê
nivîsîn, wek dibînim, berî her tiþtî berpirsiyariya pir-alî ye,
ku ji berpisiyariya li hember zimên de dest pê dike, û li navbera her
du aliyên pêk-anîna vî karî; ango nivîsevan û alavên weþanê,
parve dibe.
-
- Dîsan
li vir jî, pirê caran nakokiyên malkabax di navbera nivîsevanan de
peyda dibin, pir cefayên wan dadiqirtînin, û rêzgirtina hevdeþ ji
navbera wan davêjin. Hin caran tênegihîþtina rexnê û nirxandinê,
dibe maka diljihevmayînê, û heyama sar dixe navbera wan.Lewre mirov
heya sed û yekê dêjmêre, û di dû re boçûneke rexneyî dibêje,
tevî wê jî dikeve nav lepên wê heyama sar de. Nimûneyên vê
diyardeyê pir in, hema dixwazim yekê, ku dostek bi min da wendakirin,
ji we re bibêjim.
-
- Di
komcivîneke PEN a Kurd de, ku gelek nivîsevanên her çar perçeyên
welêt hebûn, me hemiyan guhdarî li du helbestên du rêzdaran kir.
Helbestek, bi awayê xwe kilasîk bû, û ya din nû bû, lê tevî wê
jî her du, di mofirkekê de, gîhabûn hev, ew mofirk xebtandina bûyer
û kesayetiyên dîrokî di helbestê de, bû.
- Ez
naxwazin, di vê gotara xwe de, li ba vê pirsgirêka aferînî û hunerî,
rawestim, lê tenê dixwazim bînim bîriya hevalkaran, ku hemî nivîsevan
û rexnevanên cîhanê yek boçûn heye, ku bûyer û kesayetiyên dîrokî
bi du awayan, di helbestê de, hatin û tên xebitandin, yek ji wan
tomarkirin e, û yê din bi kar-anîna wan ji bo helwest û boçûneke nû
ye.
-
- Helbestên
her du rêzdaran hevbeþên awayê yekem; ango tomarkirinê, bûn. Lê
gava min ev nerîna xwe diyar kir, xwediyê helbesta nû, ji dêvla vê
babeta girîng û balkêþ, di wê civîna, ku gelek xemhilgirên van
pirsgirêkan tê de hebûn de, bike mijara gutugoyê, xêr û bêrên
dinyayê li we barandin, û kevir û kuç li min.Pêre jî ev bû bêtirî
3 salan qeþa ketiye navbera me, û nema dihele.
-
- Hin
carên din jî berjewendî û têkiliyên kesayetî dibin maka wê
diljihevmayînê, û têkiliyên nivîsevanan ji sînorên tore û sincên
vî karê payebilin bi derdixe, û dûrî pîvanên rexnê davêje.
Hevalkar û xwendevanên birêz dikarin diyardeya vê yekê di quncikê
Qeþmerok, ku di (malpera amude.com) de ye, û bersiva birêz Mihemed Efîf
Huseynî, ku di (beþê erebî yê malpera tirêj.net) de ye, binerin û
bibînin. Pêre jî bandûra neyênî bi ser tevayê tevgera wejêyî û
rewþenbîrî de tê kiþandin, û hema hema dikare hinek sazûmanên
hene bixe ber dava vê helwesta bê nirx, ku þûrên xwe bikþînin, û
seriyan bifirînin. ( Pêþniyarek di kongira dawî ya yekîtiya rewþenbîrên
Rojavayê Kurdistanê de hatibû pêþkêþkirin, ku kongir birayara
zibanbirîna kesên, ku derheqê endamên yekîtiyê de tiþtek nivisîne,
bigre. Lê ji bextê tevgera wêjeyî û rewþebîrî, yê baþ, ew pêþniyar
bi ser neket, eger bihata pejirandin, xwînê bigihîþta kabokan, pijaqên
wê jî dê gelek malper sor bikirana. Lê tevî ku nehate pejirandin jî,
pêþkêþkirina wê, di nav wê civata rewþenbîran de, cureyê pûnijî
û asta têgihîþtina rewþenbîrê me sayî werdigerîne, û wêne
dike.
-
-4-
-
- Eger
di dû vê panorameyê re,careke din vegerim ba hevalkarê hêja Sh. B.
Soreklî, gelo ew û xwendevanên delal jî, wê bêjine min, wekî ez
reþbîn im?.. Belkî hinek weha biçin, ji ber ku rastî her tim
tehl e.. lê ez bawer im, ku em hewcedarên erzalciyekî ne (kesê ku li
pêþ daîrên hukumetê nameyan ji xelkê re dinivisîne), ku me þiyar
bike.
-
- Dibêjin
gava cîranên mirovekî þer birin ser mala wî, ew çû giliyê wan li
ba hukumetê bike, lê niznîbû, ne bixwîne, û ne jî binivisîne,
lewma jî serpêhatiya xwe li pêþ erzalciyekî raxist, ku nameya gilî
jê re binivisîne. Pîþtî name nivisand, tiliya wî boyax kir û gotê;
êdî ka tiliya xwe bi vir vene. Gundiyê reben gotê, hela bêje min,
ka te çi nivisandiye, erzalcî gotê; min halo, halo, halo nivisandiye.
Gundiyê belengaz giriya,
û got: "Weyyyyy…
Ev yeka gîþ bi serê min hatiye û haya min jê nayê?!."
. Xuya ye, me (Weyyy)eke ji wê dirêjtir diva û pêwîst e, da
haya me ji me bê, û em hînbibin, ku siyaset, welatperwerî, çand
û wêje, berî her tiþtî berpirsiyariya xwedî sinc û tore ye.
- *
Sernavê
gotara Shahînê Bekirê Soreklî ( Çand)e. Û
sernavê gotara Tosinê Reþîd ( Dîsan pirsa zimanê me ) ye. Biner:
Kovara PÊNÛS, sal 7,hej 19, zivistan 2005.
|
|
|