Xelat Ehmed û ritma bîranînan

 

Heyder Omer

 

Helbesta pexþane, roj dû rojê, xwe di qada wêjeya kurdî de diçespîne, û bejna wê bilindtir dibe. Pê re jî alavên derbirina helbestî yên kevin bi paþ xwe ve dihêle, û berê xwe dide asowên nû, wan vedikole, xwe berdide hinava wan, û her tim nûtirîn û ciwantirîn alavên derbirina hunerî dipelîne, da dilsoza nûjeniyê bimîne, çimkê ew dizane ku her tiþtê nû yê ku dikare kesan û derûnan cara pêþî matmayî bihêle, nikare her tim vê rewþ û hêza xwe biparêze, ji ber ku her tiþtê nû, piþtî demekê, nûbûna xwe wenda dike, û normal tê xuyakirin.

Her weha derbirina helbestî jî li dervayî vê rewþê namîne, belê xwe diguhêre. Eger bimîne, dê  xwe bikayikîne, xwe dubare bike. Dubarekirin jî di meydana derbirina hunerî xwekuþtin e.

Di ber ronahiya vê têgihîþtinê re em dê warekî helbesta Xelat Ehmed vekolin. Xelat Ehmed xwediya sê berhevokên helbestî ye, duduwên pêþî neketine destên me, lê ya sêyemîn, ku sernavê wê "Keçên Dêrîkê yên serserî" ye,li ba me peyda dibe.

Yekemîn çavlêdana li vê berhevokê dide xuyakirin ku X. Ehmed wek dîla bîranînan xuya ye. Bîranîn, wek têkilyeke civakî û mirovanî, dibe niþana çalakî û têkiliyên mirov, ji ber ku, wek zanyarên civakî dibêjin, pêjna hevdîtinan, danûstadinan, çûn û hatinan, rabûn û rûniþitinan, gerr û dîtinan ji bîranînan tê, wek çawa em li ba X. Ehmed jî dibînin:

Hîn wek ku tu min nasdikî

qeþeng û hesan im

Ji peyaseyên baranê hezdikim

bêyî te bi te mestim.

Hîn dikarim ronahiyeke piçûçik biaferînim

û ji xwe re bibêjim:

Va tu li vir î.  ( rûpel 11 )

Ev perçeyê jorîn berhema hevdîtineke derbasbûyî ye dirêj e, nîþana têkiliyeke hevaltî û hevdostiyeke nirxbiha ye, lewre helbestvana me bi bîranînên kesê, ku pê re daxife, mest dibe, ta radeya, ku tevî dûriyê jî wî kesî li pêþ xwe dibîne.

Lê wek kireke derûnî, Bîranîn mirov her tim ber bi buhêrekê de dikþîne, û wî li hember niho jî xulmaþ dihêle, ta radeya ku dikare wî ji tevgera demê bibire.

Wesa

Hêdî hedî

Te ji dûrbûnê peyda dikim,

bi ser min dikevî û ez ji bîr dikim

Ez li vir im. ( rûpel 11 )

Weha xuyaye, helbestvana me, bi hukariya wan bîranînan, ji cih û demê jî hatiye birrîn, dem rawestiye, û haya wê ne ji xwe û ne ji tevgera demê heye.

Ev yeka barê aferîneran giran dike, û wan dide ser  riyên teng û bê kenar û kevî, eger ewana hefsarên alavên xwe baþ li destên xwe negerînin, dê nikaribin bi serkeftin di wê riya teng re derbas bin.

Gava X. Ehmed xwe dispêre bîranînan, bandûra neyênî, ku ev xwespartin dikare li zindîtiya derbirina wê  bike, ji bîra nake, ji ber vê yekê ew yekser bi navenda bîranînên xwe re têkildar dibe, ew wî kesê, ku bîranînên xwe pê re ne, ji kûraniya buhêrekê dikþîne, li hember wî radiweste û pê re daxive:

Li bîra min tê

bi hatina te re, av bi qasî bejnekê bilind bibû

dehla gundê me xwe ji te re kir qevd

çivîkên xwe

ji biþirîna te re firandin.

Li bîra min tê

dara sêvê bi lerza dilê min

sêvên xwe gihandin.

hinga hîn em li Kurdaxê bûn, bihna zeytûna ji peyvên me dihat

me aliyên birînê dijmartin

hinga

te ez hînî sêva kirim. ( rûpel 21 )

Ev cureyê axivtinê dikare giraniya lêkerên buhêrekê hinekê lawaz bike, û tevgera hundirê helbestê biparêze. Xuyaye eva yekê bala helbestvana me kiþandiye, vê lomê jî derbirina wê her tim dîla lêkerên buherekê namîne, belê yên niho jî (nasdikî, hezdikim, biafirînim, bibêjim, peyda dikim, ji bîr dikim ) li kêlek wan dixebitîne, û careke din buhêrekê bi hêvanê nihoyê dimeyîne.

Bi vî awayî X. Ehmed berxwe dide, da derbirina wê zindî bête xuyakirin, û dest davêje alavên çîrokê, ji wan alavan jî tenê xeberdanê vedibjêre, ji ber ku xeberdan ji bo bîranînan layiqtrîn þêwe ye, lewre jî ritma (إيقاع   ) helbesta wê pirê caran hêdî û giran xuya ye:

Weha

Bê firîþte

Bê gul

Bê balinde

Xwe ji te tavêjim

tevliheviyeke ne gerek. ( rûpel 17 )

Wek diyar e, ev nimûneyê jorîn ji pênc hulman peyda dibe, her yek ji çar xêzên pêþîn hulmek bi serê xwe ye,  û gotinên her hulmekê jî gelekî hindik in, peyvek yan jî du peyv in. Ev yeka li gor boçûna rexnevanê ereb Dr. Ebdulfettah Salih dibe sedema hêdîbûna ritma helbestê, çimkê di pey her hulmekê re kurtebêhvedanek heye, lê her du xêzên dawî vêkra hulmek bi serê xwe ye, yekeke dirêj e.

Eger em careke din li evan nimûneyên jorîn vegerin,em dê bibînin, ku kîtên ( bergeh )dirêj ji

yên kurt pirtir in. Nimûneyê yekemîn ( Hîn wek ku tu min nasdikî……….Va tu li vir î ) ji 61 kîtan pêk hatiye, 38 ji wan dirêj in, û 23 jî kurt in. Bi baweriya me kîtên dirêj ne ji xwe berê pirbûn e, belê bi zanebûn hatine xebitandin, da her sê hêmanên aferînê; hest, mijar û awayê derbirinê li hevdu bibanin, û  pergala derûnî, ku helbestvanê dorpêç dike, wergerînin. 

 Naveroka pirên helbestên wê, wek me li jor jî gotibû, bîranîn e, bîranîn, bi xwe çi þahî bin û çi þînî bin, di navbera hestên þînî re, bê hêrs, diherikin, çimkê mirov bala xwe dide her qoziyekê, her mofirkrkê her goþeyekî wan bîranînan li ber çavan diçe û tê. Ev bêhêrsiya hestan di derbirinê de deng vedide û diyar dibe, û rê li pêþ xebitandina kîtên dirêj, ku nîþana ritma hêdîn e, dûz dike. Bi baweriya me, ev yeka karînên helbestvana me, dide xuyakirin, ku ew berxwe dide, da hemî razên zimên ji bo aferîna xwe bi kar bîne.  

Lê tevî ku hêdîbûn û giranî berztirîn rûdawên þêweyê xeberdanê ye, lê ritma xeberdanê li ba helbestvana me, pirê caran, vê rewþê bi paþ xwe de davêje û lezok xuya dibe, nemaze gava ew stuyê xebrdanê dadide, û wê ber bi diyalogê de dikþîne, û kesekî li hember xwe datîne û pêre daxive:

Ez û tu

Di bin baranê de nemeþiyan

Ne jî te destê xwe di newqa min re anî

Tava wê sibehê dilê te soja min

û ez

Ji sînorên te rakiþiyam. ( rûepl 24 )

Bi vî awayî, diyalog, tevî ku yek alî ye, ango ji þêweyê, ku dikare diyalogê ava bike, bi dûr dikeve, li kêlek xeberdanê tê xebitandin, û her du vêkra dibine hevkarên guhertina ritma bîranînan di avakirina helbesta bîranînan de li ba X. Ehmede.

Ritma bîranînên X. Ehmed ne tenê xwe dispêre ritma xeberdanê û diyalogê, belê hin caran, nemaz gava ziman ji hêza xwe dikeve, û li hember derbirina wateyan jar dibe, hîngê ziman radiweste, û bêdengî dibe alava derbirinê:

Destên xwe li dînatiyê ragire

Bila yariyên me tije sibeh bin

Ji her hêlê de xweþî biherike me.

……………………….

Dê hîn di xew de bimînim

Li bendî buhiþta dengê te

Yan jî hema tenê… ( Rûpel 27 )

Ritme, wek ku Mihemed Sabir Ubeyd dibêj, numandeyeke ( zahîre ) dengdêr e, ne tenê bi dengan tê sînorkirin, belê bi ser de jî ev numande hemî hêmanên derdora xwe di xwe de dicivîne, ji ber ku taybetmendî û durvê dengan tenê di navbera bêdengiya, ku li derdora wan heye, re têne naskirin. Evê bêdengiyê jî hem roleke payebilind di avakirina ritma helestê de heye, û hem jî alaveke girine li ba helbestvaniya hemdem, ku hêmanê pêjinê di helbestê de xurt dike, û derî li pêþ xwener li ser piþtê vedike, da ew jî bibe hevpiþkê afirandina helbestê. Lewre ev her sê xalên di pey xêza dawî , ya nimûneyê jorîn, re rêz bûne ne ji xwe berê ew cih girtine, belê berdewamiya wî perçê helbestê nîþan dikin, ku xwener dikare pê birame, û wê bidomîne.

Ev cudabûna ritmê, ku lezokî û hêdîbûn tê de tevlihev dibin, û di navbera gelek cureyan re (xeberdan, diyalog, bêdengî ) diyar dibe, dikare ji hêlekê de pergala derûnî ya helbestvanê zor numa diyar bike, û ji hêla din de jî dikare dilsariyê ji derûnên xweneran birevîne, û wan ber bi xwendina helbestê de bikþîne.

Weha diyar e, ku ritma helbestê ne tenê þûna kêþê dadigire, belê bi ser de jî delameta wê ya derûnî heye, ku dikare di navbera rengarengiya xwe re gelek razên pergala derûnî ya aferîneran wergerîne, û rola xwe di wekheviya her du hevokên agehî û helbestî de bide xuyakirin. 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org