|
Zengilê
metirsiyê lê dide Çare
çî ye?
Heyder
Omer - 1 - Di
van du salên buhurîne de pirîcar zimanê kurdî yê standard bûye mijara
guftogowên ku mirov di weþanên kurdî de pêrgî wan tê, û dixwîne.
Her carê jî mirov xwe rû bi rû li hember
hinek nerîn û boçûnên hiþk dibîne, ew boçûnên ku hewl didin
hemî xebat û cefayên hinek pêþiyên rûmetdar, nemaze jî malbata
Bedirxaniyan, ne tenê bixin ber gumanê, belê wan têxin nav refê dijminên
gelê Kurd jî. Yek
ji wan helwestên hiþk û ne berpirsiyarane, ew e ku beriya demekê nivîsevanê
kurd, yê erebînivîs; Muhsin Ciwamêr gotarek di bin sernavekî beloq de,
di weþanên eternêtê de weþand, û ala doza ( kurdkirina Kurdên bakurê
Kurdistanê ) hilda, û weha çû, ku îro dem lêhatiye, ku Kurd 15 milyonên
xwe yên wenda, û bûne Tirk ji nû ve vegerînin, û xwedî li wan
derkevin, û wan hînî zimanê kurdî yê standard bikin. Mebesta wî jî
kurmanciya xwarê ye. Mirov
li hember jîrîtî û zîrekiya vî Ciwamêrî þet û mêt dimîne, ku ew
dikare hema di çend kêlîkan de, û li ser rûpelekê xebat û lebata sedê
salan bin pê bike, û xwîna kurmancî ku li dirêjiya wan salan bi þûr,
top û tangên neyaran herikiye, ji bîra bike. Her
weha sernûserê kovara KURDNASÎ, Necatî Ebdulla jî sala 2006ê gotarekê
di hejmara yekê de diweþîne, kînên xwe yên reþ bi ser alfabêya kurdî
latînî, û xwedî û nivîsevanên wê de dirijîne, û wan ji refê
kurdayetiyê bi derdixîne, bê ku hema tayek ji mûyê serê wî li hember
vê gunehkariya dijwar biheje, û bê ku ji xwe bipirse; gelo ewî û endamên
guropê wî ev maf û desthilat ji kû, an jî ji kê bi dest xwe xistine,
da derdora du sêyikên gelê kurd ji kurdîtiya wan bê par bikin. Dîsan
beriya salekê, an jî du salan nivîskarê ji xwe razî Ferhad Þakelî, di
hevpeyvînekê de bal kiþande ser vê boçûna kambax, û hêriþên dijwar
û bê bingeh ajotin ser malbata Bedirxaniyan, nemaz jî ser aferînerê
alfabêya kurdî latînî; Celadet Bedirxan û birayê wî Kamiran, û ewana
wek casûsên Tirkan û Ataturk nîþan kirin, bê ku ne tenê rêza xebata
wan bigire, lê bi ser de jî rêza derdora du sêyikên gelê kurd, ku bi
kurmaciya jor daxifin, û alfabêya latînî bikar tînin, negirt, hest û
agehên wan bin pê kirin û kirin qurbana vê helwesta xwe ya jehrane. Mirov
weha bawer dikir, ku metirsiya, ku ji evan helwestên tekane peyda dibe, dê
her û her di çarçewa hiþên zingarî de bimîne, û nikare, li hember vîna
kurdayetiya ku di dil û agehên milyonên Kurdan de parastî ye, hukariyên
berbiçav bike. Lê,
gava ev helwest sîberên fermî ji xwe re peyda bikin û di bin siha wan de
þax bidin, hîngê metirsiya mezin, ku dikare jehra xwekujiyê bi gelek hiþan
de berde, dê deng vede.
- 2 -
Xuya
ye helwesta Ferhad Þakelî û refê wî hino hino, dikele, ta ku mirov
dikare bêje ewê þax daye. Tiþtê ku di ( kongira perwerdeyê ya Hewlêrê
22 – 24. 05. 2007 ) de bûye, me ber bi vê baweriyê de dikþîne, û
haydar dike, ku metirsiya mezin dest bi rûdawê kiriye. Di
vê kongirê de, wek em ji hinek jêderan pê hay bûne, gotar û helwesta
Ferhad Þakelî bi temamî hatiye pêþkêþ kirin. Ev yeka jî dide
xuyakirin, ku ewê erêkirina vê kongirê wergirtî ye. Metirsiya mezin û
giran jî - bi baweriya me - ji vir de dest pê dike. Nivîskarê
ji xwe razî Ferhad Þakelî, bi sedema afirandina alfabêya kurdî latînî,
cefa û xebatên malbata Bedirxaniyan bi tevayî, çi çekdarî, çi polîtîkî,
û çi jî wêjeyî û rewþenbîrî ber ba dike, lê bi vê yekê tenê
nake, belê her du berêzan Celadet û Kamiran Bedirxan wek casûsên Tirkan
û xulamêm Ataturk nîþan dike. Bi
rastî ev boçûn û helwest sînorên wan berêzan derbas dike, û tevayê
Kurdan, çi kesên normal, çi jî yên zana, çi dîrokzanan, çi rewþenbîr
û wêjevan û rojnamevan û siyasetmedaran, hemiyan, ne tenê bi nezanînê
tawan dike, belê bi ser de jî wan hemiyan dixe refê casûsên Tirkan, ji
ber ko çi kesekî Kurd, heya îro, ev malbat, nemaze jî her du bira
Celadet û Kamiran, bi vî awayî nîþan nekirine, û ne jî dê bikin, belê
her tim pesna wan dane. Ma gelo ev milet hemî çawa çavên xwe li hember vê
yekê digirin, û bi ser de jî pesna wan didin?!. Ma
gelo Dîrkzanên Kurd, mîna berêzan Prof.Dr. Kemal Mezher Ehmed, Prof. Dr.
Maruf Xeznedar, Prof. Dr. Îzedîn Mistefa Resûl û zanayên din wek Dr.
Husên Hebeþ Sadiq Behadîn, Dr Ebdilmecîd Þêxo, Dr Zeredeþt Haco, Konê
Reþ, Siyamend Osman, Rohat Alakom, Salimê Casim û gelekên din, ku berhemên
nirxbilind li ser xebat û bermayên wan berêzan nivîsandine, pesna
wan dane, rola wan di hiþyariya neteweya kurd de diyar kirine, bandora wan
li ser wêje û rewþenbîriya kurdî dane xuyakirin, ma gelo evana hemî
casûsên Tirkan bûne, loma jî çavên xwe li ser casûsîtiya Celadet û
Kamiran Bedirxan giritine?!.. Çawa Ferhad Þakelî dikare di ser nerîn û
boçûnên van rêzdaran re derbas be, wan nebîne, an wana hemiya virrek û
xwedî derew derîne?!..Kanî çi belgeh di destê F. Þakelî û
guropa wî de hene, ku ewana vê bêbextiya reþ û neyarane li dîrok û
kesayetiyên kurd dikin?!. Hîn bi ser de jî; ma kesek dikar bêje, ku cihek ji bo casûsên Tirkan li ba rêberê gewre, Barzaniyê nemir hebû?!..Ma hemî kurd û hemî têkildarên doza kurdî nizanin, ku Berêz Kamiran Bedirxan nûnerê fermî yê Barzaniyê nemir, û axaftinkerê þoreþa kurdî bû li Ewrupa. Gelek zanayan, mîna Feqî Huseyn Sagnic, di berhema xwe de( Dîroka wêjeya Kurdî ) û Ferhad Îbrahîm; pisporê doza kurdî, di xebata xwe de; bi zimanê Elmanî ( Die kurdische Nationalbewegung im Îrak – Tevgera niþtimanî kurdî li Îraqê ) ev yeka çespandine. Her weha pispora Elman Birgit Ammann jî di gotareke xwe de vê yekê diçespîne.( Biner: Kovara Kurdische Studien , hej 1,2 sala 2003 ). Eger em vegerin ba pirojeya afirandina alfabêya kurdî latînî, û ba helwestên vê guropa tawankar, ku vê xebata nirxbilind dixine ber dava bandor û hukariya Ataturk, dîsan gelek belgeh û boçûn hene, ku wê bandorê tune dikin, û alfabêyê jî wek berhema hiþê Celadet Bedirxan û zanîna wî ya pirr zimanan didine xuyakirin. Lê bê ku em gotara xwe bi pirên wan belgehan giran bikin, hema em dikarin duduwan ji wan li pêþ Ferhad Þakelî û refê wî raxin, eger bixwazin ji quretiya xwe dayên, dikarin hinekê ji zingara, ku hiþên wan girtiye bi van belgehan biþûn. Rojhilatnasê navdar; Basîl Nîkîtîn di pirtûka xwe de ( Kurd ), ku sala 1943ê nivisandiye, dibêje: „ Yekemîn hewildana damezrênerê kovara Hawar xebitandin û belavkirina alfabêya kurdî bi tîpên latînî bû, ku bi xwe beriya gelek salan afirandibû“. ( Biner: Çapa erebî, wergera Dr. Nûrî Talebanî, Axîl ji bo çap û weþanê, Ethîna 1998, rû466). Dêmek nerîna vî Rojhilatnasê pispor ew e, ku xwediyê Hawarê beriya demezrandina kovara xwe ev alfabê afirandibû, lê derfetên belavkirina wê bi derçûna Hawarê re li pêþ wî peyda bûn. Tevî vê jî belkî Ferhad Þakelî û kesên helwesta wî þên û geþ dikin bibêjin, ku ev belgeh ne sayî ye, nikare bi me bide bawerkirin, ku alfabêya kurdî latînî ji beriya ya Ataturk hatiye afirandin. Ji ber vê texmîna wan ez dê berê wan bidim belgeheke dine nû, ku vê alfabêyê wek berhema salên xwendina Celadet Bedirxan li bajarê Mûnixê yê Elmanyayê, dide xuyakirin. Pispora Elman Birgit Ammann gotarekê, bi sernavê ( Salên Mûnixê yên biraderan Celadet û Kamiran Bedirxan ) di hejmara 1,2 ya kovara ( Kurdische Studien ) bi zimanê elmanî diweþîne, tê de weha diçê, ku Celadet di vê demê de li ser alfabêya xwe ya latînî dixebitî. Ew dem jî sala 1922ê, yan jî 1923ê bû. Pêre jî tê bîra mirov, ku alfabêya Ataturk di sala 1928ê de li Turiyê hate belavkirin. Lê belgehên herî balkêþ li ba berêz Dr. Husên Hebeþ hene, ew di gotareke xwe de dîroka xebitandina her du alfabêyan ( kurdî û tirkî ) baþ, û bi awayê fireh gengeþe dike, û balê dikþîne ser vê yekê, ku Celadet Bedirxan di hejmara 13ê ya Hawarê de, dide xuyakirin, ku ew ji sala 1919ê de li ser vî karê payebilind xebitiye. Bi ser de jî Berêz Dr. H. H dîroka Alfabêya tirkî vedikole, û dide xuyakirin çawa ew berhema nerîn û boçûnên polîtîka Sovyetistana berê bûye, ne berhema Mistefa Kemal e. ( Biner: Dr. H. Hebseþ: Li ser alfabeya latînî kurdî ) (www.celadet.com). Dêmek ev kesên hiþnesax di ser hemî belgehên erênî re gav dikin, naxwazin wan bibînin, bixwînin û gengeþe bikin, bi ser de jî boçûnên jehrane, yên bê bingeh û bê belgeh berdidin holê, tawanên giran bi ser dîrok û kesayetiyên kurdî dîrokî de dibarînin, azadiya raman, boçûn û derbirînê ji xwe re wek mertal dibînin, bê ku zanibin ev cureyê azadiyê jî ewan hêriþên bê belgeh gunehkar dibîne û wan napejirîne. Vê lomê ez bangê li van kes û saziyan dikim: Endamên malbata Bedirxaniyan, nemaze jî Sînemxan; keça Celadet Bedirxan û saziyên ku bi awayê fermî navê vê malbatê hilgirtine, wek pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Duhokê, û saziyên dine kurdî, ku li gel çand, wêje û rojnamevaniya kurdî têkildar in, wek yekîtiya nivîskarên kurd li Kurdistanê û hevgirtina rewþenbîrên kurd li Ewrupa da dozê li pêþ dadgehên Kurdistanê û Siwêdê der mafê Ferhad Þakelî vekin, û wî, bi sûcê tawanên bê belgeh û bê bingeh, bidin ber dadgehê. Her weha ez bangê li hemî nivîskar û rewþenbîran dikim, ku em hemî nemeyekê ji berêz kek Mesuُd Barzanî; serokê Kurdisatnê re verêkin, piþtgiriya wî ji bo parastina rûmeta Bedirxaniyan bixwazin, û nameyeke dine nerazîbûne jî ji wezareta perwerdeyê ya Kurdistanê re verêkin, nerazîbûna xwe li hember van hêriþên qerêj, û xwendina gotara F. Þakelî di kongireyê perwerdeyê de, diyar bikim.
26. 06. 2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org