|
|
2
diyardeyên seyr û malwêran
Dr.Hezni
Haco
heznihajo@hotmail.com
-
-
-
-
-
Çend diyarde li bakurê welêt hene ku ji me rojavayî, baþûrî
û bawer dikim ji rojhilatiyan re jî pirr seyr tên. 2 ji wan, bibêje
çawa Bêzelê "kîmya" M.E. Birand û hijmarek ne kêm ji
general, siyasetmedar, rojnamevan ûhwd guhert, weha ev her du diyarde kîmya
me diguherînin:
-
1. Çawa mirov kurd be, bi kurdî zanibe, di mal de bi zarokên
xwe re û li derve, bi heval û hogirên xwe re – ku ew bi xwe jî
kurd in - bi tirkî biaxive?!?!.
-
Em dizanin ku dewleta tirk bi rengekî pirr hiþk,
-
- xurt
û sistematîk li ser sekinî, ku kurdên bakur zimanê
xwe jibîr bikin. Em dizanin çawa mamosteyên wan, zarokên kurd
ji dê û bavên wan re dikirin sîxur, da bizanibin kî li wan bûye mêvan
û bi çi zimanî dihat axiftin. Em wê jî dizanin ku ev pêvajoya ji
mirovayetî dûr, çawa ta salên 50iyan bê kêm û kurî hat domandin.
Lê ji ber çi piþtî hewqas têkoþîna çekdarî û sivîl ev diyarde
ta sedsala 21an dom dike? Ev yek - ji me ve - ne tê guvitandin
(hezimkirin) û ne jî mirov tê digihe.
-
-
Rast e ku tevgera azadîxwaz di babeta bikaranîna zimanê kurdî
de, bi taybetî di nav kadroyên xweyî çekdar de pirr kêmasî nîþan
da, lê ma kê destê kadroyên rêxistinên legal ji HEP, DEP, HADEP,
DEHAP ta DTPe û bi taybetî
destê yên ku rexnegirtina vê tevgerê ji xwe re kirine armanc, digirt
ku vê valahiya bive (xeternak) dagire?
-
-
Me kêmasiyên salên pêþîn qebûl dikir ji ber ku di destpêkê
de pirraniya kadroyan û yên ku tevlî perwerdeya têkoþîna çekdarî
dibûn jî, ji bakur bûn. Dema kadro û gencên ku nuh ji kampê der
diketin û di nav cemawerê rojava de digeriyan, û car car bi hev re bi
tirkî diaxivîn, çi nedima ku quloç bi sere me ve çêbibin. Ez
rastiyê bibêjim vê reftara wan ew di çavên me de hinekî biçûk
dikir. Me ew diþibandin wan kesên nexwendî, yên ku ji gundan me diçûn
eskeriyê û dema bi serdan dihatin mal, gotinên erebî tevlî axiftina
xwe dikirin, da ku bidin xuyanîkirin ku ew ji gundiyan þaristanîtir
in.
-
-
Min îsal du caran serdana bakurê welêt kir. Nisêbînê jê
derxe ta Wanê kurdên me bi tirkî bi hev re diaxivîn. Ez ji vê þildim
bilima wan qolincî dibûm. Lê dema min berê xwe dida yekî û jê
dipirsî ma tu kurdî dizanî, weke ku mirov þivekê li pozê wî bide,
li min dinêrt û digot; erê, ma ez ne kurd im. Ez û hevalên ku bi
min re bûn – tev rojavayî bûn -
me dikir niç niç û ji wan re digot; pa vêca çima tu bi zimanê
xwe napeyivî?
-
-
Dîsan ez dibêjim; em "binxetî" tê digihin ku demek
hat kurdên me yî bakurî di bin darê zorê de dev ji zimanê xwe
berdan, demeke hat wan xwe "pêþketî"
didîtin û þerm dikirin êdî bi vî zimanê "paþketî"
biaxivin. Lê çawa mirov dikare vê diyardeyê þîrove bike –
diyardeya ku mirov xwe û zimanê xwe biçîk bibîne - dema 30 sal di
ser tevgerek weha bi hêz derbas dibin, bê ku ev hestê
xwebiçûkdîtinê ji hole rabe yan ta radeyek mezin wenda bibe?
-
-
2. Diyardeye dinî malwêran
ew e ku rêjeyek ne kêm ji gelê me yî li bakur hîn jî bi rêxistinên
sistêmê tê xapandin û di hilbijartinan de dengê xwe dide van rêxistinan!!!
-
-
Li vî beþê welêt jî – rojava - hijmarek ne pirr kêm kurd
hene ku ji bo berjewendiyên xwe yî takekesî dikevin partiyên sistemê.
Pirranya wan xwendevanên ku ji belengazî û rewþa xweyî xêzanî, di
dawiya xuleyên (sef) dibistana navîn de dikevin van partiyan – bi
taybetî partiya Baas - daku bikaribin zûtir di dezgehên dewletê de
weke karmend werin pejirandin. Goman tê de nine ku di nav wan de
mirovên opoçunist û kêmrûmet hene, yên ku gel û netewa xwe ji bo
male dinyayê difiroþin. Reftara hinan ji van kesên
ku dikevin meqamin bilind, li hember gelê wan, dijwartir e ji
reftara kesek ereb î nejadperist. Lê di hilbijartinên parlemento û
þaredariyan de – heger bi rengekî azad û veþartî werin çêkirin
– 90%ê wan, dengên xwe
didin nemzetên rêxistinên kurd. Li baþûrê welêt ji xwe ne li bîra
kesî ye ku dengê xwe bide rêxistinek ereb, Turkmen an ên din. Tu li
seranserê gund, bajarok û bajarên baþûrê Kurdistanê bigerî, tu bîroyên
rêxistinên ereb nabînî. Li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê jî
mirov bîroyên rêxistinên Turkmen, Asûr-Kildanî dibîne, lê di
hilbijartinan de ne kurd dengên xwe didin turkmenan, ne ev dengên xwe
didin kurdan.
-
-
Tiþta herî seyr ku mirov matmayî dihêle ew e ku çawa mar
dikare çermê xwe bi hêsanî biguhere, weha nemzetên me yî bakurî,
yên ku ji tevgera azadîxwaz dûr in, bi hêsanî dikarin ji CHPe
bikevin, DOGRU YOL, DSPe
yan MHPe ûhwd. Ez navê gelekan ji van nas dikim ku bijîjk, endezyar,
parêzer ûhwd in. Ji xwe ku axiftin tê ser serokeþîr, þêx û
melayan, ên ku dikarin di salekê de çend caran vî çermî biguherin,
êdî lîsteya van navan bêdawî dibe.
-
-
Berî tevgera azadîxwaz kesin weha dibûn parlementer û serokþaredar
- ne tenê di yek legeslatîvê (dewreyekê) de – bê ku bi hinda sere
derziyê ji gelê xwe re kar bikin. Kesî nediwêrabû gotineke ji gulê
girantir ji wan re bêje yan "zimandirêjiyan" bike û rexne
li wan bigre. Weke dîkên elokan xwe piv didan û dema belengazek ji
gelê wan dixwest daxwazek mafdar ji wan bike, divabû ji 10 metroyan
ve, sertewandî û pepûkane xwe nêzîkî
wan bike, destê wan maç bike taku bikaribe daxwaznama xwe
radestî wan bike. Kî, ji van faraonan, li xwe didanî ku bibêje ku ew
kurd e?
-
-
Di hilbijartinên dawîn ên þaredaran de DTPe hijmarek baþ ji
þaredariyan xiste destê xwe. Dost û dijmin ber pê tên ku ta niha
karek hêja tê pêþkêþ kirin, tevî ku desthilatdarên Enqerê, weke
ku tê xwestin, alîkariya aborî, ya ku ji van þaredariyan re dikeve,
nade wan. Gelê van bajaran bê asteng dikare bê tirs kêmûkuriyên ku
peyda dibin, rexne bike.
-
-
Ji me rojavayiyan re, encamên hilbijartinên dawîn ên
parlemento weke erdhejekê hat temaþekirin. Me ji xwe re digot, çawa hîn
jî gelê me li bakur, bi fen û rîpen AKPe were xapandin? Qawana kevnî
gemarî ku dîsa ola islamê weke berê hat bikaranîn, bi hêsanî bû
kerekorek maran û bi me ve da.
-
Rast e ku DTPe taktîkin ne li rê, li hinek deveran bikar anî,
û dîsan rast e ku rêxistinên din ên sistemê pirr kêm deng
wergirtin, lê ku AKPe vê tofana dengên kurdan biçine, ev yek di
gewriya me re neçû xwar.
-
-
Di adara 2009an de, dê hilbijartinên þaredariyan li Tirkiyê pêk
werin. Heger piþtî hevqas cangorî û xebata disiplînkirî, piþtî
yekemîn cara xwinkirin û
firkandina pozê Mehmetçik û generalên wan, piþtî berzbûna têkoþûna
kurdan li her deverê û bidestxistina destkeftinên hêja li baþûrê
welêt, heger piþtî van tevan kurdên bakur dersek xurt nedin rêxistinên
sistema dewleta tirk û di serî de AKPe û Erdoganê wê, yê ku
dixwaze kurdan ji welatê wan derxe, hingê divê bakurî gazindan nekin
ku muyên me biþikên û hêviyên me bi wan re, kêm bibin.
-
|
|
|