Daxuyaniyek
ji Behrem Haco
Behrem
Haco
Bi vê dûrbûna
min ji jiyanên rojane ez ji gelek agahî û guherînan qutbûme û bi vê
qutbûnê re ez ji piraniya nûçe û bûyerên rojeva miletê xwe bê
parmame, bihna rengan nema dihêle ku ez ti bihnên din ji hev derxim. Berî
demekê birêz Arif Zêrevan bi min re ket têkiliyê û xwest hevpeyvînekê
ji bo telfzyoneka Kurdî bi min re bike, min jî got ser çavan, roja ku
hatin ew hevpeyvîn bi min re kirin bi rêzgirtin û bi wê xwerêstina minî
ku çi kesê min nas dike vê xwerêstina min jî nas dikin deriyê dilê
xwe û mala xwe ji wan re vekir û bi baweriyeka paqij li ser bingeha ku TV
Kurdî ye û ya Kurdane ez bûme mêvanê bernameya wan, bi dilekî xweþ û
geþ min melavaniya xwe li nav deryaya rengan ji wan re þirove kir, min
nizanîbû ku bihna rengan wê bibe sedema ku ez bi bihna xapandin û fêlbaziya
birêz Arif Zêrevan hest nebim, ta name û telefonên mirov, dost û hevalên
min weke baranê bi ser min ve bariyan û ji min pirsî tu çima çûye
TRT6, dema min ji wan re digot TRT6 çi ye
mane TV yeka Kurdîye??? û kesên hatin hevpeyvîn bi min re kirin
tev Kurd bûn û ji min re gotin: TV Kurdî ye û dûrî siyasetê ye bi tenê
di warê huner,edebiyat, civakê de kar dike??? ji min re gotin me zanîbû
tu hatiye xapandin ji ber tu ji jiyana rojane dûre. Piþtî min
rastiya bingeha avakirina vê TV yê naskir, ez ji van kesên ku hewl didin
bi xwerêstiya mirovan bilêzin susretmayî mam ku hewl didin movikên piþta
mirovan bikin pêlekan û ta ji wan bê ber bi jor ve hilkiþin. Piþtî min
naskir ku TRT6 bereka dijware li dijî miletê min, ku ez bi deryayan ji
rengan tabloyên lêborînê biafirînim û bi dîwarên dilê vî miletî
dilsoz, cegerdar û cangor ve daleqînim ku bi milyonan þehîd danîne û hê
jî datînin di mafê miletê xwe de ezê kêmasiyê bikim. Heger ez ji jiyanên
derveyî rengan hinekî dûr ketibim, ji xak û miletê xwe ti caran bidûr
nakevim û vê nedûrbûna min ji vê xakê û ji vî miletî hiþt ku bêpirs
ez bikevim rav û dafikên kesna fêlbaz ku li ser piþta miletê xwe navtêdan
û palpiþtiyê didin dewletên setemkar ku bi çi þêwazê be dixwazin hebûn,man
û zimanê me bingor bikin. Ez ne siyasetmedarim û têgînin min yên siyasî
bê alî ne û xwe tevlî ti rêxistinên siyasî nakim, lê dema ez bi xwe
hest bibim bi hemdî xwe yan bê hemdî xwe min ziyan gihandibe welat û
miletê xwe, bêdudilî ezê lêbûrînê ji vî welat û miletî bixwazim
û bi hêviya bexþandina wî bim û çi sezayê bidne min ezê jê re emade
bim. Min ne Arif Zêrevan nasdikir û ne rêbazên piraniya TV yên Kurdî
nas dikim û min qet nizanîbû ku TRT6 TV
yeka Tirkiyê ye, bi hezkirina min ji welat û miletê xwe re min
deriyê dilê xwe vekir û niha ev dil hest bû deriyê xwe bi wê
xweristiya bê sînor bi þaþî vekir û niha heke derfeta girtina vî derî
li ber min nema be jî, ez bawerim ku wê derfeta lêborînê hebe û
bi þapa rengên xwe ezê li deriyê lêborîna ji miletê Kurd bidim ku li
ser vê þaþtiya bê hemdî xwe li min bibûrin. Sazên ku ji nalên
pêyên hespê bavê min Haco di guhê min de jîndarin, ez li ber dengê
tembûra bavê xwe Usivê Haco mezinbûme û jê hînî lêdana tembûra
Kurdî bûme, ji ba, berfa û serhiþkiya çiyayê Bagokê û ji zêrîniya
gulgenimên zeviyên Tirbesipyê û Qamiþlo ta roja îro ez rengên xwe
çêdikim û ta ji min tê van rengên Kurdî bi xelkên cîhanê didime
naskirin, ez baþ bi belavkirin û spehîkirina van rengan re westiya me
û niha ez ne amade me ku wan bi ava golên girrik û ne zelal û bi
rengê tenî û xuliya sar bilewtînim. Ez lêborînê ji
welat û miletê xwe dixwazim, ji dost, heval, hogir û mirovên xwe
dixwazim, ji çavê her dilekî ku min li ser ekranên TRT6 dîtibe û bi wê
dîtinê re birîndar bûbe, yan tengawe bûbe…bêdudilî ez lêborînê
dixwazim. Behrem Haco Almanya 07.12.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org