Dîsa ewrên reþ Dr.
Heznî
Haco heznihajo@hotmail.com
Ji dema peymana di navbera PKKe û PDKe-iraq de binkeyên tevgerara
azadîxwaz a bakurê welêt li baþûrê kurdistanê hene.
Mixabin ku demek dirêj di ser ve neçû, ev peyman hate binpê kirin.
Dewleta tirk tiþtê jê hat kir ku ev peyman nemîne. Piþtî ku DYA di
sala 1991an de Seddam bê çeng û per kir, beþek ji herêma Kurdistana
baþûr rizgarzgar bû û desthilatdariyek kurd hat damezrandin. Di bin
bandora tirkan û hinek ji zilhêzên rojavayî de, di serî de DYA û Brîtanya,
parlemana baþûrê Kurdistanê yekemîn biryar derxist ku binkeyên PKKe
bi zor werin rakirin.
Birakujyek
ku dilê mirov li hev dixist û çi ne dima ku mirov verîþe di navbra
PKKe li aliyekî û PDKe û YNK li aliyê din peyda bû. Ev reftara ne li
rê ji hêzên kurdî yên çekdar ên her du layan rewþek pirr hestyar
î xeternak di nav cemawerê kurd de peyda kir. Ya ku hiþt agirê
metirsiyê yekcar gurtir
bibe, helwesta rêxistinên kurd ên her çar parçan bû. Sed mixabin ku
ji van rêxistinan pirtir rewþa hijmarek ne kêm ji rewþenbîrên kurd bû
ku ji dêlva ku avê li vî agirî bikin, pûþê ziwa avêtin ser.
Helwesta rêxistin û rewþenbîran, derza ku hêzên çekdar afirand bû,
ferehtir kir. Bira û bira yên xwedan bîr û baweriyên cawaz bi sêhrika
sere tifingê li hev dinêrt. Dijminan, di serî de desthilatdarên
dewleta tirk digotin; oh xweþ.
Ev nêzîkî 2 salan e ku xweþbextane, di navbera her sê hêzên
kurdistanî yên sereke de, bi taybetî di navbera PKKe û PDKe-iraq de
hewayek (atmosfêrek) xweþ ku pirr bi dilê cemawerê kurd e, peyda bûye.
Bersiva birêz Mesûdê Barzanî ji fiþarên derve re, bi taybetî ji yên
dewleta tirk re ku: Birakujî bûye xeta sor, aramiyek weha
çand ku di nav cemawerê kurd, li seranserê Kurdistanê de govend di
dilan de çêkir. Gotina wî ya zîrekane ku ji masmêdya tirkan re got:
Me bi we re ne carek tenê þerê PKKe kir, lê em biser neketin, berevajî
wê, ew xurttir bûn, behaneyên fiþardaran vala derxist. Danezanên
rayedarên payabilind ên PKKe ji birêz Ocelan
bigre ta birêzan Murad Qereyilan, Cemîl Bayik û yên din dema digotin: Em
dê destkeftinên gelê xwe yê li baþûr ta dilopa dawî bi xwîna xwe
biparêz in, ev govenda dilan hîn germtit kir.
Di van demên dawîn de fiþarên dewleta tirk yekcar zêdetir
dibin. Peymanên wan bi desthilatdarên iraqê, DYA, îran, sûrî û
hinin din ji dewletên ereb re, dihêlin ku mirov jê bipelikîne. Danûstandinên
wan, ên ne belo, bi rayedarên herêma Kurdistana federe re bi sedan pirsên
xemxwar di sere gelê kurd de digerînin.
Hêvî û bendewariya gelê kurd ew e ku hêzên baþûrî, xwe ji
metirsiyên desthilatdarên iraqê re, ku ji nû ve damaran wan ên
nejadperistiyê bi xurtî lê didin amade bikin. Ji sedî not ji rêvebirên
Sinna û Þîa, ta liberalên wan, ku berî Seddam ji qul û qewêran were
derxistin, di civînên London û Selaheddîn de lav lava wan bû li ber
birêzan Barzanî û Talebanî, niha, piþtî kirîna Hêlokopteran û çekên
din î giran, xwe xurt dibînin û dest bi çavsoriyan dikin. Divê
rayedarên baþûrî van kesên çavsor tê bigihînin ku heger ew vê
care zêdegaviyan bikin, kurd amade ne xeta 36 ber bi jêr ve bibin ta ku
Xaneqîn, Mendelî, Celewla û Þigal jî himbêz bike.
Ji rayedarên PKKe jî tê xwestin, bi serkeftinên xwe yî ber bi
çav li Zelê û deverên din ku kîmya general, siyasetmedar û þîrovenivîsên
tirkan guhert, serxweþ nebin û dest bi tûjikdanan (provokasyon) nekin.
Heger hêz û wireyên wan hewqas xurt in – ku em pê bawer in – dive
vê care ku heger serkêþên tirkan li ser serhiþkiya xwe bimînin û þer
dijwartir bibikin, wan zirt û fortên xwe bibin serî, hêz û xurtiya
xwe li derveyî xaka bakurê Kurdistanê ber bi rojavayê wê ve bibin û
ji gelê xwe re vê hêz û xurtiyê bidin nîþandan, lê bi ti awayî û
di bin tu þert û mercan de ne ber bi baþûr ve.
Di salên 90î, yên sedsala bûrî de, rêvebirên dewleta tirk û
masmêdya wan, hebûna beþek ji hêzên HPGe li baþûrê welêt ji xwe
re dikirin mertalû pal pê didan ku hêzên baþûrî bajon ser binkeyên
PKKe . Helwesta hêzên baþûrî di wê demê de ta radeyekê dihat
guvitandin – bê ku were pejirandin - ji ber ku rewþa wan, di hemu
waran de lawaz bû.
Cihê dax e ku cewlek ji rewþenbîrên kurd jî wê demê behaneyên
masmêdya tirk ji xwe re kirin benîþt. Hinan ji wan ji tirkan pirrtir ev
benîþt dicûtin. Lê tiþtê ku dilê mirovê kurd xweþ dike ku niha ew
benîþt hat avêtin û hijmarek pirr kêm ji rewþenbîrên me tê
xapandin an xwe dixapîne. Kurdek ku bi hinda sere derziyê kurdayetî pê
re hebe vêca dizane ku dewleta tirk êdî ne li benda ye ku li behaneyan
bigere ta ku destkeftiyên gelê me yê baþûr ji kokê rake û tevgera
azadîxwaz biperçiqîne. Girîza devê wê ji petrola Kerkûkê re sînoran
jî li ber xwe dibe.
Em netewek mafdar in. Dagirkerên me ketine bizavê û her dem li
hev kom dibin ku me qir bikin. Rewþenbîr û masmêdyên wan wek leþkerên
bê cil p berg firmanên rêvebirên xwe pêk tînin tevî ku baþ dizanin
ku ew zordariyê diparêzin..
Di serî de ji rewþenbîrên me - bi taybetî yên ku di
Televizyon, Radyo, rojnameyên rojane û govaran de dixebitin - tê
xwestin, bergiriya netewa xwe bikin, rîp û pîlanîn dagirkeran ji gelê
xwe re tazî bikin.
Ev ne slogan û navtêdan
in. Ev bangewaziyeke ku em xwe ji van ewrên reþ û tarî rizgar
bibin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org