-
-
-
-
-
Di salên bûrî de kêm kes û rêxistin – bi taybetî di welatên
paþketî de – man, bê ku bi pirrdengî û pirrdengiyê ( te'edudiyeh)
bang bikin. Em kurd di demek pirr kurt de ketin serê govendê û me yên
din dan paþ xwe. Di welatên pêþketî de kes vê daxwazê nake ji ber
ku ev yek weke tiþtekî xwezayî tê dîtin. Di van welatên ku azadî ji
nan û avê giringtir e, bi dehan rêxistinên siyasî, wêjeyî, aborî
ûhwd hene, ji bilî komeleyên xwendevan, bijîjk, parêzer, karker,
cotkar, werziþ ûhwd
Pirrdengî û pirrengî li bejnûbala van welatan tê, ne li ya me
belengazên ku di bin nîrê netewin ku dîn-dijminên demokrasî, azadî
û pêþketinê ne.
Li Elmanya – wek nimûne - mirov dikare bi saetan temaþeyî
gengeþeyên di nav bera rêxistinên desthilatdar û yên hevrikên
(opozisyon, mu'arede) wan bike. Di kongire û konferansên partiyan de,
gengeþe û qirikziwakirina ku di nav endamên yek rêxistinê bi xwe de
peyda dibin, me dinyanedîtiyan matmayî dihêle. Li ber çavê
min e ku hijmarek ne kêm ji yên ku van gotinan niha dixwînin, di
bin simbêlan re dikirkirin û dibêjin: Heznî mejiyê xwe xwariye
ku me û elmanan bi hev re dipîve.
Gava em di civatan de xwe pehn dikin û xwe dikin zanayên
her tiþtî û dibêjin; dinya bû ye weke gundekî û dikevin nav
terminolojiyên wek globalizmê ûhwd, bi gotinek din dema derî û çavkaniyên
zanîn û zanistiyê li her devera dinyayê li ber destan bin, êdî ev çi
behane ne ku em - bi kêmasî di warê têgihiþtinê (zihniyetê) de -
xwe bi pêþ de nabin?
Dema netewek serbixwe be, rewþa wî yî civakî çiqasî li paþ
be, hewqasî hebûna pirrdengiyê
di cihê xwe de ye, lê bi baweriya min, dema netewek bindest be, tew di
bin destê netewin ku diktatorên sergamêþ rêvebiriya wan dikin, tenê
yekdengî dikare têkoþîna rizgarî di demek kurt de bigihîne armanca wî.
Ka em werin ser rewþa netewa xwe ya kurd. Li baþûrê welêt dema
hîn rêxistin nebûn, em bûn cangoriyên eþîrtiyê. Li pêþberî axa,
beg, þêx an melayekî bi rûmet ku serî hildida da ku gelê xwe azad
bike bi dehan – heger nebêjim bi
sedan – þêx, beg, axa û melayên noker derdiketin û serhildana wî
diperçiqandin. Di destpêka tevgerên revebirekî ji qama birêz Mele
Mistefayê Barzanî de, eþîrên derdora wî bûn, yên ku bûn noker ji
desthilatdarên Bexdê re û piþta wî þikandin.
"Pirrdengiya" salên 70 û 80iyan ji sedsala bûrî hiþt
ku cendekên bi hezaran pêþmergeyên "pirrdengiyan" li gastînên
þerê di nav bera bira û bira de, bimînin. CÛD û CEWQED weke ku ji
hev kuþtin ji leþkerê iraqê ne kuþtin.
Dema her du bûn yek Seddam tê anî der ku eger ne bi hovîtiyên
wek Helbçe be ew nema dikare zora kurdan bibe.
Li rojhilatê Kurdistanê "pirrdengiya" PDK-Iran û
Komele jî ji me tevan re li ber çavan e, wê çi kir û çi nekir. Zana
û þarezayek wek birêz Dr. Qasimlo bi hemu têgihiþtinên xwe yî
zanistî ku ji Ewrupa bi xwe re hilgirtbû, bû bêçeng û per û dawî
kete davika "efyûnkêþan".
Ji xwe li bakurê welêt, berî 15ê tebaxa 1984an weke ereb dibêjin
" heddês wela herec"(bê tirs û þerm biaxive). Li vir, bi
taybetî di dawiya salên 70êyî ji sedsala bûrî de rêxistinên me yî
"pêþverû" ya kesnedîtî anîn sere hev.
Ez naxwazim bînim ber çavên xwe heger me li vî beþê welêt çend
çiyayin weke Helgurd, Karox, Gara, Metîna, yan Agirî, Cûdî, Bagok,
Sasûn, Herekol ûhwd, hebûna!?!?!?!
Bidin ber çavên xwe, rêxistinên me - yên ku bi kêmasî 60% ji
gelê me navên wan nas nake, bi tenê navên sekretêr, emîn am û serokên
wan nas dike – dê çi bi hev bikirana û çi anîbûna sere hev?"
Ne'ûzû billah".
Devjenî û devavêtinên çend mehên dawî di malperên kurdî de
bi tena sere xwe wêneyek zelal ji me re dideyne.
Tu li seran serê dinyayê bigerî û naveroka danezanên rêxistinên
gelan bixwînî, tu qet deverekê nabînî ku wek rêxistinên me ku
pesin, pêwistî û dabaþa PIRRDENGIYÊ dikin, peyda nakî, lê ma gelo kî
ji rêvebirên me rêzê ji vê pirdengiyê re digre?
Niha, me li beþekî welêt – li baþûr – rengek ji
desthilatdariyek fermî afirandiye. Hebûna pirrdengiyê bi dilê me tevan
e, ji ber ku cudabûna ramanan di mercek weha de dikare di her warî de pêþketinê
bi xwe re bîne. Heger desthilatdarî - li vî beþî - ne tenê ji her du
rêxistinên sereke – PDK û YNK
– pêkhatibûna, dê rewþ hîn baþtir û pirrtir bi dilê me bûna.
Mebesta min heger yek ji wan desthilatdar, û yê din hevrik bûna, dê kêmûkuriyên
ku hene, hîn kêmtir bûna.
Gelo di rewþeke
weke ya bakurê Kurdistanê de û di bin þert û mercên ku em îro tê
de ne, pirrdengî yan yekdengî tê xwestin? Ez di zanim ku li bakur, ji
bilî PKKe û DTPe rêxistinin dinî kurd hene, lê xuya ye ku bandora wan
î li ser gel pirr kêmtir e. Kî dikare bibêje ku heger ev bandor
xurttir bûna dîsa pevçûn û birakujiyek wek ên salên 70iyan li vî
parçeyî, rû nedida? Tevî ku nakokiyin ne kêm di navbera van rêxistinan
tev li rexekî û PKKe û DTPe li rexekî din heye jî, kesî ji wan –
heger ji wan hatibe xwestin jî – raneþt çekan û li hember PKKe ya çekdar
û DTPe ya sivîl þer nekir. Bê guman dîrok dê vê helwesta wan bi
rengekî erênî tomar bike.
Heman
pirs di rewþa rojavayî welêt de jî xwe dide pêþ. Kî ji me, ji vê
tertûbelavbûnê dilxweþ e? Naxwazim pirr reþbîn bim, lê bi baweriya
min parçîmkirina bi hevpeyman, rêkeftin û eniyan jî bersiva pêvajo
û daxwazan nade.
-