Naskirina welêt

 

Dr.Hezni Haco

 

 

   Di van demên dawîn de, dema ez rûpelên malperên me vedikim, ji sedema nûçeyên ne xweþ û derbirînên li hember hev, ku mixabin rê ji tertûbelavbûnek mezintir vedikin,  nîv-depresyonek min digre û xweþ bawer dikim ku ev rewþa xemgîn ne rewþa min bi tenê ye. Hêvî dikim ku xwendina vê kurtegotarê bêhnvedanekê bi xwe re bîne û ji dêlva pêlên ku me ji hev dûr dikin, aramî û lihevbanînekê peyda bike.

                                           # ¤ # ¤ # ¤

    Hijmarek ne kêm ji nifþên xwenda, yên bazarganiyê dikin, rewþenbîr û siyasetmedarên me, derfet bi dest wan ketin û ji vî parçê welêt derketin û xwe gihandin welatên der dor, ewrupa û deverên din, lê mixabin naskirina parçên din î welêt ji xwe re nekirin armanc. Dibe ku dezgihên ewlekariya welatên ku Kurdistan di nav xwe de parve kirine û astengiyên ku derdixistin û hîn jî – tevî ku em ketine sedsala 21an de - ta radeyekê derdixin, yek ji sedeman be ku nehiþt ev naskirin bi hêsanî pêk were.

   Xweþbextane ez yek ji wan kesan im, ku rê li ber min vebûn, hema bibêje li seranserê vê cografya ku di xweþikbûn û levhaliya xwe de, tenane ye di rojhilata navîn de, bigerim.

Ger û geþta min li Kurdistanê ji 1964an de destpê kir. Wek efyûnkêþek ku ji niþka ve êdî ev efyûn jê were birrîn li min hatiye gava demek dirêj derbas dibe, bê ku berê xwe bidim hinan ji herêmên Kurdistanê.

Ji beriya salekê ve dîsa laþê min xweriya û daxwaza serdaneke bakurê welêt kir. Min xwest ku vê carê komek kes bi xwe re bikim hevalê vê geþt û seyranê. Min ji heval û dostên xwe re digot: Pirraniya we Șam, Heleb, Latakya, Stenbol û Ewrupa dîtiye, ma dor nehatiye ku hûn vêca beþin ji welatê xwe jî bibînin? Min dabû ber çavên xwe hijmarek ji 20-30 kesan ji vê serdana yekem re amade bikin, lê mixabin rewþa awarte li Sûrî ku ji xwe Cizîr jî bi taybetî di bin de ye, amadekariyên me yên teknîkî, wek peydakirina baseke ku karibe vê komê hilbigre, em rawestandin.

Ji Șam, Heleb, Hims, Hema, Palmyra* û bajarên din ên Sûrî basên ku hijmara rêwiyên wan 40-50 kes in, dikarin bê serêþ berê xwe bidin Mêrsin, Antalya, Stenbol ûhwd, lê baseke ku rêwiyên wê zêdetir ji 20-30 kesan be, nikare deriyê Nisêbînê derbas bike. Ji vê yekê re pêdivî bi kaxezin taybet ji parêzerê Hesekê û bawer dikim ji þalyarê* hundir bi xwe jî, heye.            

Di 26.06.08 de, bi komek biçûk ji jin, mêr û zarokan, me, bi xwegerên * xwe, berê xwe da Serhedan*. Li Qamiþlo pêpelûkên germê xwe roj bi roj nêzîkî 40an dikir, li Tetwan, Wan, Gevaþ û Bilîsê, di bin 30yan de bûn.  

Ez na xwazim  hûr û kûr li ser vê serdanê biaxivim. Ez dê tenê çend wêneyan pêshî we bikim. Lê ka dîtina çavan beramberî çend wêneyên ku nabin yek ji hezar dîmenên ku serî li mirov digerînin.

 

   Da ku mirov beþek mezin ji cografya û deverên kevnare ji keleh, xan û gorinên mirovên navdar weke gorina helbestvanê netewa kurd Ehmedê Xanî li Bazîdê, Mem û Zîn li Cizîra Botan, bibîne, bi kêmasî 2 hefte ji vê serdanê re divin.

  Amed bi tena serê xwe hefteyek sax dixwaze heger mirov dil hebe wê tevûlev bide.

Di serdana bakur de çend camêrên zana û cansivik bûn rêzan ji me re, bi taybetî li Bilîs û Amedê. Du bajarên ku di nava xwe de dîroka hezaran sal ji kevneþopên Roman, Mekedonî, Farisî, Ermenî, Osmanî û Kurdan, dicivînin. 

  Ji bilî xwerandina laþ ku berdewam dîtina her bostek ji xaka welêt dixwaze, armancek min î din ji pîlandanîna van serdanên kom kom re heye. Tûrizim bûye yek ji hatinên aborî yên herî mezin ku gelek dewlet li ser wê pêþbirkê bi hev re dikin. Mînakên wek Spanya, Yûnanistan, Tirkiya û Îtalya nimûneyên herî ber bi chav in. Tê bîra min çawa, di salên 50iyan de, Libnan bibû kulmoza tûristan di rojhilata navîn de. Kesên ku – bi taybetî havînan – dihatin Libnan ji niþtegihên vî welatî pirtir bûn. Libnan welatek pirr xweþ e, lê bi ti awayî bi Kurdistanê re nayê pîvan. Berî her tiþtî nêzîkî 10 caran ji

Libnan ferehtir e. Çiyayên Libnan bilindbûna 3000 m derbas nakin, berevajî çiyayên Kurdistanê ku digihêjin 5000 m. Kurdistan dagirtî ye ji çem û golên fereh, çi yên xwezayî û çi yên çêkirî. Rast e ku mirov li kevnewarên weke Baalbek (dikeve deþta Bikaa li Libnan) kêm rast tê, lê bi dehan - heger nebêjim bi sedan - Dêr, keleh, Xan û dibistanên dîrokî li Kurdistanê hene.

  Tenê di yek babetê de Libnan dide pêþiya welatê me, ew jî þaristaniya xelkê wê û ezmûna wê yî bi dehan sal di warê gastonomiyê (mêvandariya zanistî û rêzaniya deverên kevnare), ku ji hîmên herî sereke ne ji daneheva tûristan re. Ez Libnan wek nimûne bilêv dikim, ji ber ku tenê ew e ku dikare di vê rojhilata me yî navîn de, di pêþerojê de, pêþbirkê bi welatê me re bike. Min dewletên kendava ereban – weke Qatar, Ebu Zabî, Al- Șariqe, ûhwd - binav nekirin ji ber ku du taybetmendiyên wan hene: Zengînbûn û berîstanên wan, ên ku zengînên cîhanê xwe lê digirin. 

 

  Niyaza serdana me ji parçên din î welêt re wêdetir e ji dîtina dîmenên xweþik û çavpêketina kevneþopan. Dîtin û naskirina insanên me li van parçên din, giringiyeke mezin û pirr bi wate ye. Li vir dixwazim bibêjim ku çi dema me xwe dida naskirin ku em ji kurdên sûrî ne, bi germiyek berbiçav em dihatin pêþwazîkirin.

  Þaredarê Amedê birêz Osman Baydemir, piþtî serdana xwe ji bajar û þarûçkên* baþûr re vê dibêje û ev ji me re jî got, dema em bi dilgermî bixêrhatin kirin. Wî da xuyakirin ku rêvebirên baþûrî jî vê dîtinê parve dikin.

   

  Min dest bi pîlana ger û geþtek nû li baþûrê Kurdistanê kiriye. Min xistiye dilê xwe ku hijmara me rêwiyan ji 40 kesan ne kêmtir be. Serdana Dehok, Hewlêr, Slêmanî, Helebce, Ranya, Rewandiz û herêmên Balek û Barzan di vê pîlanê de ne.

  Dê li vir gotara xwe yî kin bidawî bikim, bi hêviya ku pirrên we, xwe ji ger û geþtek weha re amade bikin.

  Tenê ma ku ez bibêjim: Ti þert û merc nayên xwestin, ji bilî ku divê ew kes/kesa ku biryara hatinê bistîne mêr/jina xwe, yan naseke xwe bi xwe re bike heval/hevala vê serdanê. 

 

 

1-    Palmyra: bi erebî jê re dibêjin Tedmur.

2 – þalyar: wezîr

Xweger: Automobil, erebe, siyyare. Min ev gotin gelek caran ji devê têkoþer, zimanzan û rewþenbîrê hêja Dr. Nûredîn Zaza bihîst.

3 - Serhed: Deverên bilind ji bakurê Kurdistanê weke Mûþ, Tetwan, Wan, Bazîd, Gola Wanê bi xwe ûhwd.

4 - Þarûçke, biçûkkirina gotina þar e, weke ku em dibêjin bajar û bajarok. 

 

 

Çend wêneyên gera me li Serhedan ׃

 

                                                                                 Koma me li bajarê Tetwanê li kenarê gola Wanê

Çiyayê Nemrûd li bakurê bajarê Tetwanê. Gola biçûk germav e û raserî wê kortek bê binî heye ku bayê germ jê derdikeve.

 

Beþek ji keleha Belîsê.

 

Dêra Axtirmanê di golê de. Nêzî 45 km li baþûr-rojavayê Wanê.

 

Kom bi birêz Osman Baydemir re li þaredariya mezin a bajarê Amedê.

 

Dîmenek din ji serhedan

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org