Pêþketina jina kurd di sedsalekê de

 

Dr. Heznî Haco

 heznihajo@hotmail.com 

 
 
         

   

 

Ez vê gotarê bi helkeftina li dijderketina dijwariya li hember jinan dinivîsim

 

    Biþarê Çeto, Gulê, keça Derwêþê Fetah beg - ku di dawiya sedsala 18ehan de ji rojhilatê Kurdistanê bi beþek ji eþîra xwe ve koçberî bakurê welêt bibûn û li herêma Xerzan niþtegih bibûn, û li gundê Zoqê kelayek bedew avav kiribûn – ji xwe re dixwaze. Biþar pirr jê hez dike, lê rojekê dibîne ku va Gulê ketiye dîwanxana mêvanan de – ku ji mêvan vala bibû – û dixwaze bibîne ka paqij e yan na. Biþar wê li wir dibîne. Jê pirr  tûre (aciz) dibe û serê wê diþikîne û jê re dibêje: Tu li vir çi dikî? Ma tu nabêjî ku ji niþka ve mêvan hatin?                                           

Di wê rojê de Eliyê Yûnis axayê Qewmê Çiyê dibe mêvanê Biþar. Xizmayetî (ehlîtî)  di navbera mala Çeto û Eliyê Yûnis de hebû. Perîþana Eliyê Yûnis jinek ji yên Cemîlê Çeto bû.

    Biþar, ê ku destê xwe li Gulê hilda bû, poþîman dibe, di dîwanxanê de diçe û tê û pirr diqebiçe. Elî yekser lê tine der. Jê re dibêje ku nabe ku tu piþtî ku te destê xwe li jinek xwe hilda, tu li ber bigerî û dilê wê xweþ bikî. Elî serpêhatiya xwe bi jinek ku nuh ji xwe re guhestbû weha radixe: Piþtî min Eyþê anî, xwest ku ez êdî bi ser Fatim de neçim. Min pirr caran xwest wê liber bixim ku tobe bike vê yekê hew ji min bixwaze, lê hewldanên min bê sûd man. Min ew xist xaniyê karikan, derî lê asê kir û ji  Xingê ya berdestî re got ku heger ew nan û avê ji Eyþê re bibe, dê ew jî bikeve xaniyê karikan. Piþtî hefteyekê ez çûm ber derî û bangî Eyþê kir û jê re got: Eyþê! Te tobe kir. Dengê Eyþê bi xurtî hat û got; na. Ji hêza dengê wê min dizanî ku ew bê nan û av nema ye. Min ji Xengê re da xuyakirin ku wê ev tiþt kiriye û jê re got ku heger ev yek dubare bibe ew jî dê bikeve kêleka Eyþê. Her du-sê rojan ji derve ve min bangî Eyþê dikir û jê daxwaz dikir ku tobe bike, lê her ew li ser ya xwe dima û digot; na, ez tobe nakim. Min ji lawazbûna dengê wê ku roj bi roj lawaztir dibe anî der ku tobekirin nêzîk dibe. Di dawiya hefteya 3iyan de Eyþê tobe kir. Wê ji "zindana" wê derdixin û 3 rojan pilorê (xwarinek þilavî) didin wê, daku roviyên wê hêdî hêdî werin nermkirin. Tê ser xwe û dest bi reftarek nuh î mirovane li hember hewiya xwe Fatim dike.

   Min ev serpêhatî bi kurtî raxist daku wêneyek ji rewþa jinên kurd ji beriya sed salan ve bînim ber çavan. Xanimên ji malbatên bi navûdeng, ku mêrên wan pirr hez ji wan dikin, çi dijwarî li wan dihat kirin û di çi warî diman dema ku di cavên mêran de "zêdegavî" dikirin.

    Teqez nabe mirov bi çavên roja îro reftara kesên wê serdemê binirxîne û bi reftara ku bi jinên kurd ên vê heyamê re dibe, bipîve. Li seranserê cîhanê hînjî jin bi dijwariya ku mêr lê dike rû bi rû dimîne, lê li pirr deverên pêþketî mafên xwe nas kiriye û li gor wê jî gavên xwe diavêje. Li van deveran, mêr ne weke Îsa dibêje; ta 10an bihijmêre û piþtre reftara xwe nîþan bide, niha divê ta 100î were jimartin taku mirov biwêribe destê xwe li jina xwe, hil bide. Mixabin ku li vê rojhilata me yî navîn de bi giþtî hînjî dijwariyek weha li hember jinan dibe, ku mirov jê matmayî dimîne. Ev nayê wê wateyê ku guhertinin erênî di vê mijarê de peyda nebûne.

    Di serî de dixwazim bibêjim ku gavên pêþîn ên guhertinan – heger kêm bin jî - ji bal sistemên ku van welatan birêve dibin hatin avêtin.

Bawer dikim ku mirov ber pê tê ku sistema dewleta tirk e – ya ku tu rê ne hiþt û bikar neanî, da ku gelê kurd, ê di nav xwe de, bihelîne – ya ku dikeve serê vê listeyê.

    Hewldanên dewleta tirk, xwe di gelek waran de nêzîkî Ewrupa bike û   sekularizm a (Layikizm, ilmanî)  danêrê dewleta nuh biþopîne, yek ji sedemên sereke bû ku rê li ber jinên vî welatî hinekî vekir. Rast e ku ta demek dirêj mêrê kurd – ku ji navenda desthilatdariyê dûr bû – li gor þerîeta islamê, dikaribû zêdetir ji jinekê ji xwe re bîne, lê dawî bê çar ma - li gor qanûnên heyî - were girêdan.

   Tevî ku rewþa aborî ya dewleta tirk ji demek dirêj ve pirr lawaz bû jî, zarokên keç jî hîn di wê demê de dest bi çûna dibistanan kirin.

    Piþtî cenga cîhanî ya duyem, DYA projeya Mashall danî daku li hember bloka sosyalist – a ku Sovtyetê serkêþiya wê dikir -, li rojavayê Ewrupayê pêþketinek xurt a aborî, civakî, kultûrî ûhwd, da afirandin.

Di sala 1957an de, karwanên karkerên tirk berê xwe dan Ewrupa. Almanya rojava bû qûnaxa sereke ji van karwanan re. Demek dirêj derbas nebû malbatên kurd jî, li pey hev, pekîn Ewrupa.Vê yekê, pêþketinek civakî li Tirkiyê jî bi xwe re anî. Bi rengekî ne yekser be jî, çavên jinên vî welatî zêdetir hatin vekirin.

   Li vî welatî, jin ne tenê bû endam di partî û sendîkeyan de. Ew bi rêjeyek ne kêm kete rêveberiya wan de.

    Mirov pê re be, yan li dij be, li baþûr-rojhilatê vî welatî, ku beþekî Kurdistanê ye, tevgerek û birêxistinkirinek jinan î pirr xurt niha peyda bûye. Kê, û çawa ew hat afirandin, ew mijarek din e.

    Ji xwe ve ye ku sedemên ku dilêlin jin çavbel bibe, dihêlin ku vêca mafên xwe jî baþ nas bike, û bi wan jî vêca li hember dijwariya ku li hemberî wê tê kirin, raweste. Xwepêþandanên ku li pirraniya bajarên bakurê Kurdistanê û metropolên tirkan beriya çend rojan hatin dîtin û hîn jî di rojevê de ne, nîþanên ber bi çav in ji van pêþketinan re.

    Li rojhilatê welêt, li bajarên mezin weke Kirmanþan, Sine, Seqiz, Mehabad û Wirmê, pêþketinek pak di rewþa jinên kurd de peyda bûye, lê hatina desthilatdariyek olî yî pirr hiþk, bandorek neyênî ji gelê Iranê bi giþtî, ji jinan re bi taybetî bi xwe re anî. Jinên kurd ji du aliyan ve hatin çewsandin, ji aliyê ol û netewê ve. Ji ber vê ye jî ku em her serê demekê jinên di bengîniya jiyana xwe de tên sêdarkirin. Bangewaziyên rêxistinên  mafên mirovan yên herêmî û yên navnetewî, bê kelk (sûd) dimînin

    Li rojava jî astengiyin hema bibêje ji heman rengî rû dan. Sistem, gurbûna olperistiya islamî, ya çavlêkirî, û bandore hijmarek ne kêm ji rêxistinên me yî siyasî, pêvajoya xwezayî ya pêþketina jina kurd aloz kir. Ez dizanim ku destnîþankirina vê sedema dawîn dê hinan bitengijîne û min bike armanc ji rexneyin tund re. Ez li vir tenê yek pirsê dikim, a ku berî min jî camêrnan kiribûn: Çend jin ji dema damezrandina rêxistina yekemîn î kurd di sala 1957an de bûn endam di komisyonên navendî û polîtbîroyên rêxistinên me de?

    Teqez di rêxistinên civakî û kultûrî de, rê li ber tevlîbûna jinê hat vekirin ku ew xwe bi awayekî ber bi çav bibîne, lê di avakirin û rêvebirina wan de jî ew di rêza 2iyan de bû, û mixabin hînjî dimîne. Bi gotinek kurt hînjî hevsarê – ez ji jinan lêbûrînê dixwazim ku vê gotinê bikar tînim – wê ne di destê wê de ye, herweku baþ dizanim ku jinin pirr azad, têgihiþtî û xwedan hunerin hêja – bi taybetî di ware wêjeyê de - di nav civata me yî vî beþê welêt de, peyda bûne. Dîsan mixabin ku ev têgihiþtin, azadbûn û hunera hêja nekariye hinekî ji serdestiya mêran kêm bike. Li vî parçeyî jî hîn jin ji serpêhatiyên trajîk weke xwekuþtin, lêdan û bêrûmetkirinên din rizgar nebûye.  

    Li baþûr, tevî ku ji 17 salan ve desthilatdariyek kurd î ku hêviya

hemu kurdan pê hebû û hînjî heye, jin ji her sê parçên din pirrtir tûþî reftarin kirêt û nemirovane dibe. Rêjeya xwekuþtin û kuþtina bi dest mêr, bav û birayan yekcar zêde ye. Ew hînjî di rewþek paþketî de hatiye hiþtin ku mirov jê matmayî dimîne. Sinetkirina wê simbola paþketinek seyr e. Erê ji kevneþopên civatî tê, lê kêmtirxandineke ku dikeve ser milê rêvebirên siyasî û civakî de. Rast e ku ev demeke baþ dirêje ku rêxistinên jinan hatine avakirin, hijmarek pak ji jinan hatin hilbijartin jibo parlemana herêmê, lê ev biryara parlemento ku maf dide mêran ku zedetir ji jineke ji xwe re bînin, ne li gor hêvî û daxwaza nifþên pêþketî ye. Ew li dijî bîr, bawerî û xwesteka nîvê civaka kurd e, ku ji jinan pêk tê.

    Tevî hemu rexneyan jî, lê mirov dibîne ku jina kurd gavin fereh avêtne û niha helsûr e ( bi israr e) di sitandina mafên xwe de. Tiþtê tê xwestin ew e ku mêr jî ji dêlva ku astengiyan ji pêþketina wê re derxe, bi destê wê bigre û wê pêþ de bibe. Sed mixabin ku mêr di civake kurdewariya klasîk de, di vî warî de hîn pirr li paþ e û naxwaze ji ya xwe were xwar. Biryara parlemana Kurdistana azad nimûna vê yekê ye. 

 

 

 

 

  

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org