Þikestina xelekên zincîra koletiyê
Dr.
Heznî
Haco heznihajo@hotmail.com
Ji dema ku DUO Erdogan û Gul ji bavê xwe
yê derûnî Erbekan veqetiyan ta niha, weke Tsûnamiyek bi hêz rêxistinên
sistemê, heger ne ji qurm rakiribin jî, ew nîvmiri hiþtin. Vî cotikî,
piþtî yek ji wan li Stenbolê (Erdogan) û yê din (Gul) li Enqera paytext,
serokþaredariya van her du
bajarên sereke, bi dest xwe xistin, karek kesnedîtî pêþan dan, rêxistinek
bi navê AKP afirandin û mina patozek nû ji fabrîkê derketibe, dest bi
paleyiya dengên hilbijartinan kirin. Di
hilbijartinên parlemento yên 2002 de 34% û di yên 2007an de 46% deng
wergirtin. Partiyên ku navên wan bi siyasetmedarên salên 80 û 90 weke
Demerel, Mesûd Yilmaz û Çiller ve hatibûn girêdan, hatin xesandin. Rêxistinên
çepan ji xwe toza wan jî hew hat xuyakirin. Tevgera Azadîxwaza Kurd ku di 15 tebaxa
1984an destpê kiribû, di dawiya 80êyan de geþ bibû û hêdî hêdî,
bi saya serê têkoþerên serê çiyan û di ware sivîl de bi partiya
DEP, HEP, DEHEP, HADEP û dawî jî DTP ku rayên xwe, kûr diberdan
tevahiya dezgehên svîl, bi taybetî yên girêdayî sindîqe û þaredeariyan,
çi nemabû ku ew jî li ber vê Tsûnamiyê þikesteyek mezin bixwe. Sedemên ku dikaribûn vê þikestekê bi
xwe re bînin pirr reng bûn. Yek jê ew bû ku cara yekemîn bû vê rêxistina
nû (AKP) rûpelek cuda ji demokrasiyê - berevajî rêxistinên din ên
sistemê - da diyarkirin. Sedema duyem, ya herî bive ku dikaribû di
hilbijartinên 29 adara bûrî de, sabûnê bixe bin lingê gelê me de ew
bû ku pirr bi hostayî li hestên oldarî yên gelê me xistin. Sedema sêyemîn
ew necomerdiya dûr ji hest û têgeha mirovayetiyê ku mejîgeniyên vê
partiyê roj li nîvro xwestin xizanî û hejariya insanê kurd ji xwe re,
bi çend tiþtan devþîrîn bikin, wî bi Quranê bidin sûndxwarin û
dengê wî bikirin. Berî hilbijartinên parlemento, yên sala
2007an, serokwezîrê tirk Erdogan xwe kir demokratê vê cîhanê û soz
li pey sozê ji kurdan re barandin ku dê pirsa kurd çareser bike. Ji xwe
ew bû ya ku sabûnek pirr þayik
xist bin lingên me, em pê xapandin û 75 parlementer bi nave
"parlementerên kurd" bi xwe ve parçîm kirin.
"Parlementerên" ku ne bi tiliyekê, lê bi her 10 tiliyên xwe
"tezkera" ketina baþûrê Kurdistan "xemilandin". Lê xweþbextane gelê meyî bakurî ji ezmûnên
xwe sûd wergirt û kete rêça ku rêvebirên wî jê re destnîþan
kiribûn, rêvebirên ku weke ku min berî niha di gotareke xwe de gotibû
ku ew ne li ser seradê û ne jî li ser bêjinge man. Moxil jî
derbaskirin û bûn cihê baweriyek asê. Encamên
van hilbijartinên herêmî dilê kurdên her çar parçan bêindaz xweþkir,
tevî ku ji me rojavayî û baþûriyan re tiþtekî seyr e ku kurdek dengê
xwe bide rêxistinin tirk. Ez
ne þas bim ji rojhilatiyan re jî ev yek nayê daqurtandin. Pirrên me ku
rewþa bakuriyan, ên ku ji damezrandina komarê li ser destê Mistefa
Kemal ta roja îro, di ber çavan re derbas diken jî, lê dîsa em matmayî
dimînin ku piþtî têkoþînek 30 salî, hînjî kesin peyda dibin ku
dengên xwe didin rêxistinin tirk î nejadperist mina CHPe û MHPe?!?! Erê bi mirov nexweþ e ku kurdên parêzgehên
weke Xerpêtê, Meletiyê, Mereþê û Rihayê, dengên xwe bidin rêxistinên
sistemê, lê ta radeyekê tê guvitandin ji ber ku
xebata tevgera kurd î nûjen nikaribû zora asîmîlasyona ku li
van deverên nêzîkî sînorê tirkan hatibû bêtonkirin, hilweþîne. Xuya ye ku hilweþandina vê asîmîlasyona
bêtonkirî di demek kurt de ne hêsan e. Barê giran – di gava yekemîn
de - dikeve ser mile tevgera sivîl, bi taybetî zanebûn, jêhatîbûn û
dest paqijya serokþaredar û encumenên wan, lê jê ne kêmtir dikeve
ser mile birêvebirên Qendîlê, yên ku hêviya herî mezin bi wan vet
ê girêdan. Piþtî ku ev cotik têgihiþt ku gelê
kurd û rêvebiriya wî têra xwe hiþyar bûne û êdî nema bi hêsanî
tên xapandin, xwesten serketina kurdan di hilbijartinên herêmî de weha
bidin diyarkirin ku qaþo ew vê biryara gelê kurd dipejirînin û berpê
tên irade wî di ber çavan re derbas bikin. Serokkomar ne carekê û ne
li cihekî bi tenê ji raya tirk, a herêmê û ya cihanî re got ku
"pirsa kurd pirsa sereke ya Tirkiyayê ye û dive
"mutleqen" were çareserkirin". Di vê navberê de ne tenê rayedarên
tevgera kurd, þivanên ber pez li serê çiyan jî gotin: Xweþxeber e, lê
me jê nebawer e. Em ji soz û gotinan têrbûne. Em li benda karên berbiçav
in. Karên ku di destûrê de werin misogerkirin. Bûyerek dinî dilgeþane bi hilbijartinên
li baþûrê welêt rûda. Dilgeþane ye, ji ber tevî çend kêm û
kuriyan jî – ku carûbar li dewletên pêþketî jî tên dîtin –
serê me li ber netewên hawîrdor bilind kir. Her du rêxistinên sereke,
PDK û YNK, bi hemu hêza xweyî çekdarî, aborî, têkoþîna xweyî dîrokî
û bi dezgehên xweyî ragihandinê ve, nikarîbûn rê li ber guhertinên
ku dihatin xwestin, bigirin. Rêzdarek weke Mesûdê Barzanî di çavê
gelê xwe de - li her çar parçan - gewretir bû, ku ne 99,99% deng
wergitin. Kurd, li her çar parçan çavlirê ne ku bi hatina opozisyonek
xurt, dê bi saya serê gengeþenin zîrek û sûmendane, parlementoya nû
têxin tevgerek weha ku qanûnin baþtir û nûjentir ji gelê me re
biafirînin. Parlementoyek ku bikaribe bihêztir bide pey diyardeyên ne
li rê ku ji serokwezîr ta biçûktirîn karmendên saziyên dewletê
bikeve, biþopîne, control bike û heger pêwist be, wan radestî
dadgehan bike. Li Îranê jî nîverdhejek pêkhat. Xweþbextane
birayên me yî rojhilatî bi hêminî û aramiyek zîrekane tevgeriyan.
Xwe nekirin mertal ji hovîtiya pasderên ku li behaneyek hew jê biçûktir
digerin da ku "cihadê" li hember wan ragihînin. Hînjî bi
sedan Xalxalî di nav vê sistema paþketî de hene ku rojane gencên me
li sêdaran didin bê ku yekî weke Sûlana, "þûrkêþê" mafêmirovan,
hest pê bike ku bizmarek ji binê pêlava wî ketibe.
Mixabin, bibêje çendîn rewþa van her sê
parçan wireyan bilind dikin û hêviyan hil didin, rewþa vî parçe me,
heger muyên mirov neþikînin jî, lê pêþerojek zelal û bextwer jî
nediyar dike. Gelo kesek ji vî gelî û ji ji endamên her 13-14 rêxistinên
me heye ku heftxweziya xwe bi bi dema Dr. Nûredîn Zaza nay ne? Ez çavsorî
û çewsandina dezgehên ewlekariya dewletê ji encama vê rewþa malwêran
naþom. Pirraniya kom, çîn û regezên vî welatî dikin kazkaz, lê
tevgera me yî bi sed þax û per e, ya ku pêþerojê ber bi mij û moranê
ve dibe. Her ev rewþa kambax e ya ku vêce wijdanê rewþenbîrên bi rûmet
birindar dike û wan hêdî hêdî dixe tevgerê. Ka ew roja ku rewþenbîrên me jî lihev
babanin, mil bidin hev û pêlvedana vî wijdanê birîndarkirî xurttir û belavtir bikin?
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org