XWEQAMÇÎKIRIN
Dr.
Heznî
Haco heznihajo@hotmail.com
Mixabin, dema mirov nirxandinên beþek ne kêm jj rewþenbîrên
kurd li hember tevgera azadiya bakurê Kurdistanê dixwîne, çi namîne
ku quloç bi serê yekî ve çê bibin. Dîsa
mixabin ku pirraniya van pênûsan di NETKURDê de li hev dicivin. Yek ji
wan nivîskareke ku di pirraniya nivîsên xwe de tevgera azadîxwaza
bakurê welêt ji xwe re kiriye armanca rexneyên neyênî.
Gernasiya herî kêm ew e ku mirov berî her kesî bi xwe re rast
be. Rexnevanê me di gotara xweyî dawî de gelek xal anîne hole, yek ji
wan çespandina ku:" PKKe guh nade nêrîn
û daxwazên gel û gel jî xwedî wê îradeyê nîne ku mudaxeleyî
karê PKK-ê bike . Loma jî her ku diçe dîwarek dikeve nava gel û
PKKê"
Mirov dikare bi axiftinê dîwaran li gora dilê xwe tenik an
qalind bike, dema ti minî-referandom an rapirsiyek li piþt van axiftinan
tunebin, ên ku bi rengekî
zanistî ku li ser bingihên statistîk û
belgeyên pêbawer hatibin afirandin.
Nivîskarê me 2 bûyerên kevn anîn bîra min. Yek jê bi birêz
û xwedêjêxweþ Hemreþ Reþo re, di sala 1989an de ye. Nexweþ bû û
min ew ji mêj ve nedîtibû, ji ber wilo min serek lê da. Li ser masa wî
çend hijmarên govara TEVGER li ser hev bûn. Naveroka pirraniya hijmaran
li ser rewþ û kesayetiyên kurdên baþûr bû. Em tev dizanin ku piþtî
1988an rewþ li vî perçî di çi warî de bû, berevajî rewþa bakur ku
roj bi roj têkoþîn bi pêþ ve diçû, lê mixabin ev têkoþîn ne bi
dilê her 8 rêxistinên bakur bû, ên ku TEVGER ji wan pêkhatibû. Rêxistina
TEVGERê xwe wek nûnera gelê bakur dida xuyakirin. Bi gotinek din û li
gor axiftinên wan ên wê demê "
dîwarek pirr qalind di nav bera gel û têkoþîna PKKe de hebû ".
Dibe ku ta radeyekê ev dîtin rastbû, ji ber ku tenê 5 sal di ser destpêka
têkoþîna çekdarî ya PKKe re derbas bibûn. Tevkujiyên Dêrsim, Geliyê
Zîlan, Eleqemþê û bi dehan tevkujiyên din hîn li ber çavan bûn. Dîwarên
tirsê di mejiyan de hîn nehatibûn hilweþandin. Mebesta min nirxandinên
stûrbûn an tenikiya vî dîwarî hîn di mij û moranan de bûn. Bûyera
din di sala 1993iyan de bû. Rêvebirek ji yê rêxistinên rojava ji
Almanya çûbû baþûrê welêt. Di bakur re derbas bibû. Digot ku di
nav kurdên bakur de kêm kes bi PKKe re mane. Çespandina vî rêvebirî
jî hinekî tê guvitandin (hezimkirin), ji ber ku Hizbulah, ê ku tirkan
di destpêka salên 90î de afirandbû, tirseke nuh peyda kiribû.
Piþtî 24 sal ji têkoþîna çekdarî û xebatên bê westan ji
rexê partiyên legal de, ji HEP ta DTPe ev rexnevanê me tê encameke
weha ku mirov matmayî dihêle. Ev nirxandin ne dûr e ji danezanên
serokwezîrên tirk wek Çiller, Yilmaz, Ecevid ûyd., dema digotin ku
PKKe marjinal bûye. Bila nivîskarê me li min bibûre; ez wî bi tizbiya
wan serokwezîran bernadim, lê mixabin têgihiþtin her ew têgihiþtin
e. Tê
bîra min dema dewleta tirk xwest NEWROZê bike NEVROZ. Li Amedê û bajarên
dinî Kurdistanê leþker, polîs, cerdevan ûhwd didan hev da ku vê roja
pîroz ji gelê kurd û tevgera wî birevîne. Hinek ji kurdan jî ketin pêþbirkê.
Lê di NEWROZA 2008an de hijmara van kurdan li Amedê 200 kes derbas
nekir. Min ne bihîst ku dewletê jî vê carê þahî lidar xistibin.
Gelo ev dîwar ê ku nivîskarê me wî bilêv dike, di navbera gelê
kurd û dewleta tirk, gelê kurd û van kurdan, an gelê kurd û PKKe de
peyda bûye?
Pîvanên ku nivîskarê me û yên weke wî diramin, nirxandinên
xwe li ser dîtinin weha ava kirine ku tam berevajî nirxandin û çespandinên
bi dehan general, rojnamevan û lêkolînerên tirkan bi xwe ne. Hêz û
alavên van kesan hene ku xwe bi wan bigihînin encamin rast. Ez ne di wê
baweriyê de me ku nivîskar û rexnevanên me yî ji vî rengî xwedan hêz
û alav bin.
Dema mirov nirxandina rojnamevanekî ji girs û giraniya yekî weke
M.A. Birand ku dibêje: "Divê
em xwe nexapînin – heger ev yek ne bi dilê me be jî – itiraf bikin
ku PKKe kîmya pirran ji me guhert û pîvanên me serobinî hev kir. Êrîþên
dawî li Aktûtûn (Bêzelê) heybeta leþker þikand. Leþkerê ku em ji
nebezdana wî bi bawer bûn" .... uhwd ta digihêje hevoka ku dibêje:
"Vê yekê piþtgîrî û palpiþtî ji PKKe re zêdetir
kir". Ez dibêjim dema mirov van nirxandinan û yên hinan ji me
dide ber hev sergêjekek bi mirov re çê dibe.
Heybetþikandin û lawazkirina baweriya tirkan bi leþkerê wan, vî
dîwarî - heger hebe – ji holê radike yan stûrtir dike?
Nivûskarê me di vê gotara xwe de xalek din î seyr raxistye. Dibêje:
"Bêguman em dizanin ku armanca sereke ya dewleta tirk bêaramkirin
û ji holê rakirina bidestkeftiyên kurdistana azad e. Lê di mercên îroyîn
de ev yek ne mumkin e". Bi rastî ez dibeyicim (dihesidim)
vê xweþbîniya ku Hecî Bosh - ê ku li cem me - weke Bavê Azad dihat
binavkirin, hînjî me kurdan li rexekî û erebên sinna li Iraq, dewletên
erebî û dewleta tirk li rexekî din, weke hev dipîve? Xwezî weha bûna
û me bikariya bê xem û tirs li piþtê razana.
Li Iraqê ji bilî kurdan pê ve kes dabaþa federalizmê êdî
nema dike. Þî,a di destpêkê de weke kurdan her dem binav dikir, lê hêdî
hêdî celebin ji wan vê gotinê hew tînin zimên. Sinna ji roja roj de,
di bin bandora Siûdî Erebistan, Misir, Sûrî û Tirkan de federalizm ji
xebat û agendeyên xwe bi carekê avêtin. Di rojhilata navîn de ev in
hevpeymanên Bavê Azad. Malikî bi zimanekî dirêj Kerkûk ji Kurdistanê
derdixe. Dewleta tirk roj li nîvro hewl dide ku carek din kurdan berde pêsîra
hev. Ev tev ji nivîskarê me re ne davikên veþartî ne.
Gotina dawî: Mixabin ku hijmarek ne kêm ji rewþenbîrên me dîsa
hebûna PKKe li baþûr dikin mertal ji behaneyên vala yên desthilatdarên
tirk re. Dewleta tirk her dem li ser êgir e dema li seran serê cîhanê
dabaþa kurdan tê kirin, vêca çawa dema di kêleka xwe de herêmeke
rizgarkirî ji Kurdistanê dibîne. Har dibe dema xalîçeyên sor ji birêzan
Barzanî û Talebanî re tên raxistin. Dîn dibe dema xweþbûnekê di
navbera rêxistinên kurd ên sereke de dibihîze.
Ta berî Bêzelê rojnamevanên masmedya tirk wek leþkerên bê
cil û berg di bin fermana dewleta xwe de bûn, tevî ku wan dizanibûn ku
bergirî li neheqiyê dikin. Doza me doza herî (mafdar) heqane ye di cîhanê
de. Netewa kurd netewa herî mezin e li vê dinyayê ku ne serbixwe ye.
Ji mafê her rewþenbîrê kurd e ku serok û tevgerên xwe rexne
bike, lê ne tenê rexneyên neyênî.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org